Rewşenbirên Ezidî: Tirkiye û PDK naxwazin em bibin hêz

  • rojane
  • 09:20 8 Mijdar 2020
  • |
img

STENBOL - Rewşenbirên Êzidî yên Şengalê, anîn ziman ku Tirkiye û PDK naxwazin ku êzidî bibin hêz û bang li hemû hêzên kurdan kirin ku li dora yekîtiya neteweya Kurd bibin yek. 

 
Piştî Hikûmeta Herêma Federe a Kurdistanê û Hikumeta Iraqê li ser rewşa Şengalê di 9'ê Cotmehê de peyman îmze kirin, bertek û nerazibûnên civaka Êzidî ya Şengalê  didome. Nûner û rewşenbirên Êzidî, bertek nîşanî helwesta PDK'ê û Tirkiyeyê dan û xwestin hemû hêzên Kurdan li dijî van pîlan û lîstikan bibin yek û destûr nedin van lîstikan. Piştî peyman hat îmzekirin 511 nûner û rewşenbirên Êzidî, di 25'ê Cotmehê de deklerasyonek aşkere kiribûn û diyar kiribûn ku peymanên bêyî vîna civaka êzîdî bê îmzekirin nayê qebûlkirin. Ji kesên deklerasyon îmze kiribû Rojnameger Berekat Îsa û Dr. Xelil Xaltî, der barê deklerasyonê û peymanê de axivîn. 
 
YBŞ ZAROKÊN ESLÎ YÊN ŞENGALÊ NE
 
Rojnamegerê Êzidî Berekat Îsa anî ziman ku PDK'ê li gorî menfaeta şexsî peyman îmze kiriye û wiha got: "Piştî komkujiya 2014'an a li Şengalê PDK dîsa nikare wekî berê bibe. PDK'ê ji sala 2003’an heta 2014’an li Şengalê serwerî kir. Piştî îxaneta li Şengalê rewş bêtir xera bû. Niha dixwazin YBŞ ji Şengalê derkeve. Lê YBŞ hêz û zarokên esasî yên Şengalê ne. YBŞ, pêşmergeyên Êzidî û gelên herêmê dikarin hêzekê ava bikin. Şengal êdî naxwaze têkeve bin serweriya PDK'ê. Gel dixwaze vîna civaka sivîl esas bê girtin. Hikûmeta Iraqê û PDK'ê nikare li ser navê Êzidîyan biryarê bistîne. Divê Êzidî bi xwe biryara xwe bidin û pêşeroja xwe diyar bikin." 
 
DI ROJA 9'Ê COTMEHÊ KU OCALAN JI SÛRIYEYÊ DERXISTIN DE PEYMAN ÎMZE KIRIN
 
Îsa, anî ziman ku peymana Şengalê ku îmze kirin di 9'ê cotmeha 1998'an roja Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derxistin û roja operasyona li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de îmze kirin û wiha lê zêde kir: "Ev têkiliya dinavbera MÎT, Tirkiye û PDK'ê de nîşan dide. Lê êdî gelê Şengalê xwe nas dike kû peymanê li dijî vîna xwe qebûl nake. Divê hurmetê nîşanî Şehîdên Şengalê bidin. Tirkiye bi vê peymanê dixwaze YBŞ'ê ji Şengalê derxin. Lê YBP hêza cewherî ya Şengalê ye. Divê hurmetê ji YBŞ û şehîdên Şengalê re nîşan bidin. Tirkiye û PDK dixwazin Êzidîyan û PKK'ê bikin dijminê hev. Bi vê deklerasyonê me aşkere kir ku gelê Şengalê û civaka Êzidî ne bi tenê ye. Me aşkere 6 daxwazên xwe anîn ziman. Ev daxwazên me li gorî fêda her kesî ye. Me xwest her kes zanibe ku em Şengalê bi tenê nahêlin." 
 
PÎLAN DIKIN KURDAN TUNE BIKIN
 
Dr. Xelil Xaltî yê Êzidî jî anî ziman ku tevî sedan komkujiyan Êzidî ji nasnameya Kurdîtiyê venagerin û wiha got: "Di vê peymana Hewler û Bexdeyê de rola Tirkiye pir zêde ye. Tirkiye dixwaze bi rêya Barzaniyan Şengalê dagir bike. Tirkiye naxwaze Êzidî hişyar bibin û bibin xwedî hêz. Naxwazin Êzidî bibin xwedi hêzek siyasî û polîtîk. Dewleta Tirk Êzidîyan ji bo xwe talûkeyek mezin dibînin. Dixwazin Kurdan bê kok bihêlin û ji rastî u cewhera xwe dûr bixin. Peyman di 9'ê Cotmehê de hat îmzekirin. Ev nîşan dide ku êrîş bi rêk û pêk didomin. Divê hemû Kurd li Şengalê xwedi derkevin. 9'ê Cotmehê rojek sembolîk e. Ev jî perçeyekî şerê derûnî û taybet e." 
 
'DIXWAZIN TEVGERA AZADIYÊ BIFETISÎNIN' 
 
Xaltî, da zanîn ku Barzanî, dixwaze li Şengalê îxtîdara xwe berdewam bike û li ser Êzidîyan serweriyê bike. Xaltî, anî ziman ku ewil pergala cerdevanî û notirvaniyê ava kirin û niha jî dixwazin têkoşîn û tevgera azadiyê bifetisînin. Dîsa Barzanî dixwazin li Başûr Êzidîyan tune bikin. Bi milyonan şehîdên Êzidîyan hene. Lê ev şehidê Kurdistanê ne. 4 pardiyên Îslama Radikal şirîkên Barzanî ne. Dibêjin ‘Êzidîler kafir in" Îxaneta herî mezin ev e. 
 
Xaltî, destnîşan kir ku Tirkiye di guhertina nû ya Rojhilata Navîn de dixwaze li Herêma Kurdistana Federe şervanên xwe bi cih bike û hêza xwe li vir ava bike û wiha berdewam kir: "Niha li Başûr qereqolan ava dikin. Tirkiye dixwaze hebûna xwe ya fîzîkî li herêmê mayînde bike. Tirkiye diyar dike ku Şengal azad be, Rojava azad be, nikare rê li pêş Bakur bigire. Barzanî dibêje 'Eger Kurdên Êzidî hişyar bibin, Kurdên din jî dê hişyar bibin. Ji bo îqtîdara xwe dest didin dijminê xwe. Lê ji dijminê bav û kalan dostanî nabe." 
 
'ÇARESERÎ FIKRÊN OCALAN E' 
 
Xaltî herî dawî bal kişand fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Çareserî fikrên Ocalan e. Ocalan bi fikrên xwe yên alternatîf rêya çareseriyê nîşan dide. Eger kurd nebin yek dê destê dagirkeran hêsan bikin. Divê tifaqa navbera bawerî, ziman, çand û gelan bê xurtkirin û pêşxistin. Eger Kurd îttifaqa xwe pêş nexin, dê Kurd winda bikin. Dê dijminê Kurdan bi ser bikevin. Lê êdî tiştekî em winda bikin tune. Divê em ji bo yekîtiyê têbikoşin. Divê Kurd bibin yek. Çareserî fikrên Ocalan in." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan
 

Sernavên din

10/11/2020
11:36 2 rêveberên HDP'ê yên Erziromê hatin binçavkirin
11:32 Karkerê ji înşaatê ket jiyana xwe ji dest da
11:26 Emîrê ku li benda hucreya kok bû jiyana xwe ji dest da
10:51 Berwarî: Çareseriya krîza Tirkiye û PDK'ê Ocalan e
10:34 Li Wanê qezaya trafîkê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
10:33 Ceza dan reklamkerê ku pankartên Apê Mûsa û Ûgûr Kaymaz çap kir
09:54 Ji Meclîsa Ciwanan a HDP'ê xebata stîcker
09:01 Li Dersimê 165 roj in çalakî qedexe ne
09:01 Yuceer a CHP'î: Em budçeyeke li gor asasyên zayenda civakî dixwazin
09:01 Ji bo zexîreyên ewledar li hev kom bûn
09:01 ‘Me şideta veşarî ya li nav malê aşkere kir'
09:01 Nîviyê malbata sûriyeyî li parkê radizê
09:01 9 meh şûnde biryar teblîxî girtî kirin
09:01 Hevjîna girtiyê nexweş: Dewlet dixwaze hevjînê min bimire
09:01 Xwendekar: Em bi xetereyê re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2020'AN
09/11/2020
19:50 Îro 85 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:12 Hevserokên HDP'ê yên Osmaniyeyê hatin girtin
17:10 Civîna Bexda û Şengalê bi dawî bû: Rêveberiya xweser helwesta xwe nîşan da
17:01 Li Mêrdînê 2 serokên berê hatin girtin
16:21 Daxwaza ‘Bila cînayetên kar di cezayên giran de bên dîtin” hat redkirin
16:04 HDP'ê banga îstifakirinê li Erdoğan kir
15:55 Keştiya penaberan noqî avê bû
15:33 Di bin çavan de ferzkirina sîxûrtiyê
15:16 Berteka li dijî binçavkirina mamosteyan: Mafên demokratîk tên krîmînalîzekirin
14:27 Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê: HDP'ê çok neşikand û wê neşikîne
13:27 Ji ber ragihandina binpêkirinan hevdîtinê li girtî qedexe kirin
13:03 Doza rojnameger Demîr hat taloqkirin
12:52 14 mamoste hatin berdan
12:21 Rojnameger Orûç tehliye bû
11:58 Encamên 10'emîn Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt aşkera bûn
11:13 Xebatkarekî tenduristiyê ji vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
11:02 Polîsan çek xistin serê Esmer Tunc: Xwedê jî vê zilmê qebûl nake
10:40 Dayikên Aştiyê gotin ew rondikên çavan naxwazin
10:18 Partiya Şoreşger: Dadgeha Qesrê parêzerê me Sînan Varlik girt
10:15 Jinên mexdûrê erdhejê xwestin pêwîstiyên wan bên bersivandin
09:09 KKP-PDK-T: Şerê navxweyî wê xizmeta dagirkeran bike
09:08 Ji Dr. Bîlek hişyariya zivistanê: Wê nexweşxaneyên me kêm bimînin
09:04 Berteke Lîmter-İşê ya cînayetên karkeran: Bîlançoya şer
09:03 Agahî nedan malbatan ku zarokên wan bi vîrûsa koronayê ketine
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2020'AN
08:26 Li Cizîrê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
08/11/2020
20:38 Ji vîrûsa koronayê 84 kesên din jiyana xwe ji dest dan
19:28 Wezîrê Darayî û Xezîneyê Berat Albayrak îstifa kir
19:11 Li dijî tiryak, fihûş û veguherîna bajaran bang kirin
15:57 Qeyûmê Qersê midurên daîreyan ji peywirê girt
15:55 Cendirmeyan xwest cihê goristanê guhertin
15:34 Li Çewligê bi pîleya 4.1 erdhej çêbû
14:17 Ji Koca hişyariya rûpoşan
13:58 Şêniyên Sinûnê li dijî peymana Hewlêr û Bexda meşiyan
13:32 Heverokên Giştî yên HDP'ê Bîden pîroz kirin
13:00 Mezlûm Abdî: Biden û cîgira wî Harris pîroz kirin
12:44 Piştî malbat li pêş HDP'ê rûniştin polîsan 20 caran bi ser HDP'ê de girt
12:43 Testa Hevşaredarê girtî Çalişkan pozîtîf derket
12:22 Kontrolên, koronayê: Bi kar anîna 105 wesayît û 13 kargehan hat rawestandin
11:36 Li Edeneyê 3 kes hatin berdan
10:48 Kolberê ku eskeran birîndar kiribû hat berdan
09:20 Rewşenbirên Ezidî: Tirkiye û PDK naxwazin em bibin hêz
09:11 Dayika Aştiyê bang li Başûr kir: Berbayê lîstika tirko nekevin
09:10 Jina ku agir bi mala wê ket, li benda alîkariyê ye
09:09 Dosyeya Bal ê ku 290 roj in winda ye, şandin AYM'ê
09:08 Xwediyê Ûmût Kîtapeviyê Seferî Yilmaz: Armanca wan, gel koçber bikin
09:05 Karaoglan a TJA'yî: Em xwe diparêzin li dijî polîtîkayên şerê taybet
09:04 Banga ji bo budçeyê: Em gotina xwe bi hev re bibêjin
09:03 Karkerên tersaneyê: Ji bo patronan a muhîm ne tenduristiya karkeran, qezenc e
09:02 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2020'AN
07/11/2020
20:31 Joe Bîden bi ser ket
19:59 81 kes ji ber Covîd-19'ê mirin, 2 hezar û 483 kes jî pê ketin
16:21 Ji mamosteyên hatibûn binçavkirin 3 jê hatin berdan
16:02 Sancar serdana gundên Haymanayê kir
15:44 ÎSÎG: Di 10 mehan de 1734 karke mirin
15:07 ÎHD: Girtiya nexweş Ekîm Polat berdin
14:51 ÎHD'ê xwest nexweşê 65 salî serbest berdin
14:50 Jinên starta 25’ê Mijdarê dan banga têkoşînê li jinan kirin
14:22 Dayikên Şemiyê: Dem dibore lê hêrs û êşa me nabore
14:09 MEBYA-DER: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
13:39 Ne li ‘kampa rêxistinê’ di Nobeta Nûçeyan de bû
13:37 Rewşa girtî Kaya yê 85 salî xeter e
13:10 Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê Jeffrey îstifa kir
12:15 Xizmên Windayan: Aqûbeta Togcû ku 26 sal in winda ye pirsîn
11:52 Ji gardiyanan ji bo girtiyan: Çawa be hûn ê bimirin
11:38 Sengawî yê YNK’î: Me bi fermî ji PDK’ê re gotiye em ne alîgirê şerin
10:24 Leyla Guven: Em ê bi têkoşîna gelan tecrîdê bişkînin
09:57 Gelo li Dersimê çi di qewime?
09:45 Ji ber dirûtina nîvîna xwe 10 meh ceza li hunermend Benlî birîn
09:14 Serokê Banka Navendî ji peywirê hat girtin
09:14 Malbata Mûhammed û Fûrkan: Ma xew bi çavê wan dikeve?
09:13 'Ne munferît e, şideta rêxistinbûyî ya mêran e'
09:08 Derbarê kesên ku gor xera kirine tiştek jî nehatiye kirin
09:07 Serokê Baroya Colemêrgê: Mirinên li ser sînor îhmalkariya dewletê ye
09:07 Esnafên kargehên wan bûn arî: Êdî em ê nikaribin nan jî bibin mala xwe
09:06 Li Enqereyê avahiya herî qelebalix dadgeh û midûriyetên îcrayê ne
09:04 Kesên dixwestin şanoyan bigirin şewb ji xwe re kirin firsend
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2020'AN
08:33 Li Keçîorenê dayik û zarokên xwe hatin qetilkirin
06/11/2020
23:06 Rojnamevan Karakaş hat girtin
23:02 Şanoya Bajêr a Amedê dest bi serdema nû kir
20:15 Îro 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:04 Parêzerên dadgehê ruhsata wan betal kirin: Me mahkûmî mirina civakî dikin
15:57 Cenazeyê Mîsleh Kasimî yê eskeran qetil kiribû hat girtin