Xwediyê Ûmût Kîtapeviyê Seferî Yilmaz: Armanca wan, gel koçber bikin

  • rojane
  • 09:08 8 Mijdar 2020
  • |
img
COLEMÊRG - Di ser bombekirina "Ûmût Kîtapeviyê" re 15 sal derbas bûn. Xwediyê Ûmût Kîtapeviyê Seferî Yilmaz, diyar kir ku divê ev wekî bûyereke jirêzê esas neyê girtin û got: "Perçeyek ji polîtîkaya koçberiyê bû." 
 
Di 9'ê Mijdara 2005'an de li Şemzînana Colemêrgê Ûmût Kîtapevî hatibû bombekirin. Di vê bûyera ku 15 sal di ser re derbasbûne de Mehmet Zahîr Korkmaz jiyana xwe ji dest dabû û Metîn Korkmaz jî birîndar bûbû. Piştî teqînê bi saya gel 3 kesên bombe avêtibûn dikanê li ser sûc hatibûn zevtkirin û teslîmî rayedaran hatibûn kirin. Her wiha bi vê re di wesayîtên van kesan de çek, êlegên hicûmê, lîsteya navên kesan û krokiyên cihên ku dên bên bombekirin hatibûn dîtin û bi vî awayî bûyerên "dewleta kûr" aşkere bûbû. 
 
Berî Ûmût Kîtapevî bê bombekirin bi rojekê yanî di 8'ê Mijdarê de, 3 kes bi wesayîteke plakaya wê 30 AK 933 tên Şemzînanê. Kesên di vê wesayîtê de li navenda navçeyê dadikevin û gelek caran di ber Pasaja Ozîpekê re derbas dibin. Ev yek bala gel dikişîne. Ji xwe piştî teqînê şahidan gotibû, di 8'ê Mijdarê de wan ev kesên xerîb dîtibûn. Di sibeha 9'ê Mijdarê de heman wesayît dîsa tê navenda navçeyê û li ber avahiya AKP'ê disekine. Li gor îfadeyên hatibûn dayîn wê plansazî ev bûna: Wê têketana hundirê pasajê, wê bombe bihatana avêtin û wê bi wesayîta li derve ji herêmê bireviyana. 
 
BERIYA TEQÎNA LI ÛMÛT KÎTAPEVIYÊ
 
Bombekirina Ûmût Kîtapeviyê, li Colemêrg û navçeyên wê xeleka dawî ya teqînan bû ku di 4 mehan dawî de pêk hatibûn. Nexasim jî di navbera 1'ê Çileyê û 9'ê Mijdara 2005'an de piranî jê li Şemzînanê 22 çalakiyên bombeyî pêk hatibûn. Di 5'ê Tebaxa 2005'an de li ber Garnîzona Eskerî ya Şemzînanê bombeyek teqiya û di wê teqînê de 5 leşker miribûn. Di 1'ê Îlona 2005'an de li Mîtînga 1'ê Îlonê di wesayîtekê de bombeyek teqiya û xesareke mezin a maddî çêbûbû. Beriya teqîna li Şemzînanê bi hefteyekê di wesayîteke ku di navbera Fermandariya Cendirmeyan a Şemzînanê û garnîzona eskerî de bombeyek teqiya bû û di vê teqînê de 6 esker, 3 polîs û 16 sivîl birîndar bûbûn. Di van teqînên li ser hev du pêk dihatin tiliya "Turk Întîkam Tûgayi" (Tûgaya Tolhildanê ya Tirk) hebû ku ev tûgay di Tîrmeha 2005'an de li Geverê danezanên gefxwariyî belav kiribûn. Di vî 4 mehî de bûyera dawî li Ûmût Kîtapeviyê pêk hatibû. Pirtûkxane hatibû bombekirin. 
 
GEL PÊŞÎ LI WAN BIRÎ
 
Di 9'ê Mijdarê de Seferî Yilmaz û esnafên Pasaja Ozîpekê wekî her carê wê rojê jî ji bo navrojê bi hev re rûdinên. Gava Seferî Yilmaz û hevalên xwe li ser sifreyê rûdinên bombe tê avêtin. Gava Seferî Yilmaz, diqîre û dibêje "bombe" esnaf jî baz didin derve û di wê kêliyê de bombe li ber Ûmût Kîtapeviyê diteqe. Paşê bombeya duyemîn davêjin hundirê pasajê. Di bûyerê de xwediyê Ûmût Kîtapeviyê Seferî Yilmaz bi saxî difilite, lê belê Mehmet Zahîr Korkmaz jiyana xwe ji dest dide. Welatiyê bi navê Metîn Korkmaz jî bi giranî birîndar dibe.
 
Piştî vê pevçûn û bazdanê, gava ev kes ber bi wesayîta xwe ve baz didin gel pêşiya wesayîtê digire û her sê kesan zevt dike. Her sê kesên hatibûn zevtkirin, ew kes bûn ku gel berê ew dîtibûn. Piştî gel dest datîne ser wesayîtê û nasnameyê wan kesan, dertê holê ku dudo jê elemanê Teşkîlata Îstixbarata Cendirmeyan (JÎT) ne; Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş. 
 
Li ser van her sê kesan nasnameyên leşkerî, di wesayîtên wan de krokî û çek tên dîtin. Wesayîta Renaûlt a bi plakeya 30 AK 933 ya Fermandariya Cendirmeyan a Colemêrgê bûye û di bagaja wê de 3 keleşnîkof, 10 şarjor, malzemeyên bombeyan, êlegên esker û polîsan tên dîtin. Piştî bûyer tê bihîstin bi hezaran şemîznanî dadikevin kuçeyan û li têketin û derketina navçeyê barîkatan datînin û rê digirin. 
 
GEL RABÛ SER PÊYA
 
Piştî demeke kurt Qeymeqamê Navçeyê û Midûrê Emniyeta Navçeyê tên cihê bûyerê û dixwazin bi gel re biaxivin. Lê belê bûyer zêdetir gur bûbû. Piştî her sê kesên hatibûn zevtkirin ji dêvla emniyetê dibin qereqola cendirmeyan, bûyer gurtir dibe. Gel ber bi qeymeqamtiyê û saziyên cemaweriyê ve dime û dixwaze kesên hatine zevtkirin teslîmî emniyetê bên kirin. Piştî soz tê dayîn ku dê wan bibin emniyetê, vê carê tê xwestin ku Serdozgeriya Komarê li ber çavên gel lêkolînê bike. Dozger di heman rojê de tê cihê bûyerê û gava dest bi lêkolînan dike li jora cihê bûyerê careke din dengê çekan tê. Gava çawîşê pispor Tanjû Çavûş dixwaze derkeve derveyî navçeyê, gel wî dide sekinandin û piştî ev yek tê bihîstin çawîşê navbirî gel guleberan dike. Di vê bûyerê de 6 kes birîndar dibin. Ji kesên birîndar Alî Yilmaz, di rêya nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest dide. Piştî ev jî tê bihsîtin careke din bûyer gur dibin. Hema bibêje hemû kuçe û kolanên navçeyê vediguherin qada şer. Gel, li hemû têketin û derketinên navçeyê noqteyên lêgerînê çêdike. Lê dîsa jî gel dev ji wesayîta çek û krokî têde bûne bernade. Dozger saeet di 22.00'yan de careke din tê cihê bûyerê û lêkolîna mayî dike. Ev bûyer li navçeyên din jî berbelav dibin. Di 10'ê Mijdarê di çalakiyên şermezarkirinê yên li Geverê de Îslam Bartin, Ergîn Mengeç û Abdulhalîk Geylanî jî jiyana xwe ji dest didin. 
 
KÎ ÇI GOT? 
 
Piştî bûyerê rayedarên dewletê li ser hev du daxuyaniyan didin. Piştî bûyerê bi rojekê Serfermandarê Giştî di daxuyaniya xwe de dibêje: "Tê gotin hin kesên esker jî daxilî nav vê bûyera xembar bûne. Ev bûyer bi her awayî întiqalî meqamên edlî hatiye kirin." Her wiha Serfermandarê Giştî yê wê demê Hîlmî Ozkok jî gotibû: "Me di warê îdarî de lêpirsîn daye destpêkirin. Merciyên edlî jî lêpirsîna edlî dikin. Divê em li bendê bên. Ez ne personelên xwe tawanbar dikim, ne jî diparêzim." 
 
Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan jî piştî bûyerê bi 3 rojan yanî di 11'ê Mijdara 2005'an de gotibû: "Kî dibe bila bibe, kî kiribe jî wê bedêla vê yekê bide. Bila tu kes ne li benda îltimas û parastinê be. Çi bikeve ser milê darazê wê bi awayekî herî baş pêk bîne." 
 
Fermandarê Hêzên Bejahiyê Yaşar Buyukanit jî ji bo bersûc Alî Kaya gotibû: "Ez wî nas dikim, zarokekî baş e." Piştî bûyerê hatibû gotin ku Buyukkanit û Alî Kaya bi hev re xebitîne heta bi hev re kooperatîfek çêkirine û serokê vê kooperatîfê jî Alî Kaya bûye. 
 
PLANSAZÎ
 
Piştî bûyerê Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş 2 rojan li Miduriyeta Emniyetê tên ragirtin. Lê belê di daxuyaniyên rayedaran de hatibû gotin ku "derbarê bûyerê de tenê kesek di binçavan de ye, wekî din kes nehatiye binçavkirin." Ev nîşe û daxuyanî bal kişandibû. Piştî gel vê yekê dibihîse careke din dadikeve kuçe û kolanan. Piştî vê careke din tê daxuyandin ku hejmar ne yek, 3 kes bûne. Piştî îfadeya li dozgeriyê her sê kes tên berdan. Vê carê jî gel serî radike û her sê kesan careke din dişînin dadgehê û tên girtin. 
 
Li gorî belgeyên derketin holê; Alî Kaya û Ozcan Îldenîz gava li cendirmeyê di bin çavan de bûne nivîsekê didin amadekirin. Di nivîsê de hatibû gotin ku "ji bo peywireke fermî li Şemzînanê" bûne, lê belê piştî fermandarên fermî nivîs îmze nekirine ev plansazî pêk nehatiye. Heger plansaziya Kaya û Îldenîz pêk bihatana, wê ji bo her duyan belgeyên fermî bihatana amdekirin ku ji bo peywireke fermî li Şemzînanê bûne û wê ji bo "peywira li dijî terorê" nehatana girtin. 
 
PÊVAJOYA DOZÊ
 
Di 19'ê Hezîrana 2006'an de Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Wanê, bi sûcê" kuştina mirovan", "avakirina rêxistinê" 39 sal û 5 meh û 10 roj ceza li binefser Kaya û Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş birî. Li ser îtiraza parêzerên bersûcan Daîreya Ceza ya 9'an a Dadgeha Bilind temyîz di 16'ê Gulana 2007'an de temam kir û cezayê hatibû birîn xera kir. Di 13'ê Hezîrana 2007'an de careke din doz li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Wanê dest pê kir. Dadgehê jî di 14'ê Îlona 2007'an de biryara "nepeywirdariyê" da û dosyeyê ji Dadgeha Eskerî ya Wanê re şand. Dadgeha Eskerî ya Wanê jî di 14'ê Kanûna 2007'an di danişîna ewil de bersûc tehliye kirin. Dadgeha Eskerî, di 22'yê Çileya 2010'an de xwest dosyeyê ji Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê re bişîne. Lê piştî îtiraza parêzeran dosye ji Dadgeha Lihevnekirinê re şand. Dadgeha Lihevnekirinê jî ji ber hing uherînên di Qanûna Bingehîn de, di 2'yê Gulana 2011'an de dosyeya Doza Şemzînanê careke din ji Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Wanê re şand. 
 
Piştî dosye ji Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Wanê re hat şandin, her sê bersûc di 9'ê Hezîrana 2011'an de careke din hatibûn girtin. Di 10'ê Çileya 2012'an de binefser Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş bi sûcê "kuştina mirovan" û "avakirina rêxistinê" hatin cezakirin û 39 sal û 5 meh û 10 roj ceza li wan hat birîn. Di danişîan dawîn a li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Wanê de, dadgehê pêşî ji sûcê "avakirina rêxistinê" derbarê her sê bersûcan de biryara beraetê, paşê ji ber sûcê "kuştin û birîndarkirina mirovan" biryara ji nû ve darzandinê da û her sê bersûc berdan.
 
Di vê pêvajoyê de bi hezaran parêzer cih girtin. Hiqûqnasan gelek çalakî li dar xistin û ji ber van çalakiyan derbarê wan de bi dehan lêpirsîn hatin destpêkirin. 
 
Doza ku ji bo her sê kesên hatin berdan jinûve bên darizandin, niha li Dadgeha Cezayê Giran a 1'em a Wanê didome. 
 
DIXWAZIN SER DOSYEYÊ BIGIRIN
 
Xwediyê Ûmût Kîtapeviyê Seferî Yilmaz, ev yek nirxand. Yilmaz, diyar kir ku kesên ev yek kiribûn diviyabû bi muebeta cezayê giran bihatana darizandin, lê belê hatine berdan. Yilmaz got: "Wekî dosyeyên din ên JÎTEM'ê dixwazin vê dosyeyê jî xelas bikin. An jê bi efûyan dê evana berdin. Dê têkoşîan me ya hiqûqî heya dawiyê dewam bike." 
 
POLÎTÎKAYA KOÇBERIYÊ 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku bûyera Şemzînanê divê tenê wekî bûyereke bombekirinê neyê dîtin û got: "Asasiya vê bûyerê piştî xerakirina agirbesta 2004'an e. Wê demê dewleta kûr dixwest li herêma Colemêrgê heya sînorê Başûr qadeke 50 kîlomtereyî vala bike. Dixwestin Şemzînan û Derecîkê vala bikin û li Başûr herêma tampon a eskerî ava bikin. Lê piştî bûyera bombekirinê deşîfre bû, gelek rayedarên eskerî gotin '20 sal in em bi PKK'ê re şer dikin, lê wekî vê bûyerê tu bûyer zirar neda me.' Ev, polîtîkaya koçberkirinê bû." 
 
TENÊ NE 3 KES IN 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku gel di warê hiqûqî de li benda hêviyekê ye û got: "Heger bêhiqûqiyek çêbibe wê baweriya mirovan a ji bo pergalê û tiştên qewimîne nemîne. Heger li cihekî hiqûq tune be, ne mimkun e ku li wir demokrasî çêbibe. Heger ji bo her kesî bi awayekî wekhev hiqûq pêk bê, wê çaxê dê demokrasî jî pêk bê. Li gor bîr û baweriya me ev ne sê kes in. Em dixwazin tiliya kê tê de hebe, hemû bên darizandin." 
 
‘HÊVIYA ME PIR TUNE' 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku îqtidara heyî hiqûq kuştiye û got, lewma di van şert û mercan de pir ne bihêvî ne ku ev kes bên darizandin. 
 
MA / Mujdat Can - Dîndar Karataş 

Sernavên din

10/11/2020
11:36 2 rêveberên HDP'ê yên Erziromê hatin binçavkirin
11:32 Karkerê ji înşaatê ket jiyana xwe ji dest da
11:26 Emîrê ku li benda hucreya kok bû jiyana xwe ji dest da
10:51 Berwarî: Çareseriya krîza Tirkiye û PDK'ê Ocalan e
10:34 Li Wanê qezaya trafîkê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
10:33 Ceza dan reklamkerê ku pankartên Apê Mûsa û Ûgûr Kaymaz çap kir
09:54 Ji Meclîsa Ciwanan a HDP'ê xebata stîcker
09:01 Li Dersimê 165 roj in çalakî qedexe ne
09:01 Yuceer a CHP'î: Em budçeyeke li gor asasyên zayenda civakî dixwazin
09:01 Ji bo zexîreyên ewledar li hev kom bûn
09:01 ‘Me şideta veşarî ya li nav malê aşkere kir'
09:01 Nîviyê malbata sûriyeyî li parkê radizê
09:01 9 meh şûnde biryar teblîxî girtî kirin
09:01 Hevjîna girtiyê nexweş: Dewlet dixwaze hevjînê min bimire
09:01 Xwendekar: Em bi xetereyê re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2020'AN
09/11/2020
19:50 Îro 85 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:12 Hevserokên HDP'ê yên Osmaniyeyê hatin girtin
17:10 Civîna Bexda û Şengalê bi dawî bû: Rêveberiya xweser helwesta xwe nîşan da
17:01 Li Mêrdînê 2 serokên berê hatin girtin
16:21 Daxwaza ‘Bila cînayetên kar di cezayên giran de bên dîtin” hat redkirin
16:04 HDP'ê banga îstifakirinê li Erdoğan kir
15:55 Keştiya penaberan noqî avê bû
15:33 Di bin çavan de ferzkirina sîxûrtiyê
15:16 Berteka li dijî binçavkirina mamosteyan: Mafên demokratîk tên krîmînalîzekirin
14:27 Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê: HDP'ê çok neşikand û wê neşikîne
13:27 Ji ber ragihandina binpêkirinan hevdîtinê li girtî qedexe kirin
13:03 Doza rojnameger Demîr hat taloqkirin
12:52 14 mamoste hatin berdan
12:21 Rojnameger Orûç tehliye bû
11:58 Encamên 10'emîn Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt aşkera bûn
11:13 Xebatkarekî tenduristiyê ji vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
11:02 Polîsan çek xistin serê Esmer Tunc: Xwedê jî vê zilmê qebûl nake
10:40 Dayikên Aştiyê gotin ew rondikên çavan naxwazin
10:18 Partiya Şoreşger: Dadgeha Qesrê parêzerê me Sînan Varlik girt
10:15 Jinên mexdûrê erdhejê xwestin pêwîstiyên wan bên bersivandin
09:09 KKP-PDK-T: Şerê navxweyî wê xizmeta dagirkeran bike
09:08 Ji Dr. Bîlek hişyariya zivistanê: Wê nexweşxaneyên me kêm bimînin
09:04 Berteke Lîmter-İşê ya cînayetên karkeran: Bîlançoya şer
09:03 Agahî nedan malbatan ku zarokên wan bi vîrûsa koronayê ketine
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2020'AN
08:26 Li Cizîrê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
08/11/2020
20:38 Ji vîrûsa koronayê 84 kesên din jiyana xwe ji dest dan
19:28 Wezîrê Darayî û Xezîneyê Berat Albayrak îstifa kir
19:11 Li dijî tiryak, fihûş û veguherîna bajaran bang kirin
15:57 Qeyûmê Qersê midurên daîreyan ji peywirê girt
15:55 Cendirmeyan xwest cihê goristanê guhertin
15:34 Li Çewligê bi pîleya 4.1 erdhej çêbû
14:17 Ji Koca hişyariya rûpoşan
13:58 Şêniyên Sinûnê li dijî peymana Hewlêr û Bexda meşiyan
13:32 Heverokên Giştî yên HDP'ê Bîden pîroz kirin
13:00 Mezlûm Abdî: Biden û cîgira wî Harris pîroz kirin
12:44 Piştî malbat li pêş HDP'ê rûniştin polîsan 20 caran bi ser HDP'ê de girt
12:43 Testa Hevşaredarê girtî Çalişkan pozîtîf derket
12:22 Kontrolên, koronayê: Bi kar anîna 105 wesayît û 13 kargehan hat rawestandin
11:36 Li Edeneyê 3 kes hatin berdan
10:48 Kolberê ku eskeran birîndar kiribû hat berdan
09:20 Rewşenbirên Ezidî: Tirkiye û PDK naxwazin em bibin hêz
09:11 Dayika Aştiyê bang li Başûr kir: Berbayê lîstika tirko nekevin
09:10 Jina ku agir bi mala wê ket, li benda alîkariyê ye
09:09 Dosyeya Bal ê ku 290 roj in winda ye, şandin AYM'ê
09:08 Xwediyê Ûmût Kîtapeviyê Seferî Yilmaz: Armanca wan, gel koçber bikin
09:05 Karaoglan a TJA'yî: Em xwe diparêzin li dijî polîtîkayên şerê taybet
09:04 Banga ji bo budçeyê: Em gotina xwe bi hev re bibêjin
09:03 Karkerên tersaneyê: Ji bo patronan a muhîm ne tenduristiya karkeran, qezenc e
09:02 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2020'AN
07/11/2020
20:31 Joe Bîden bi ser ket
19:59 81 kes ji ber Covîd-19'ê mirin, 2 hezar û 483 kes jî pê ketin
16:21 Ji mamosteyên hatibûn binçavkirin 3 jê hatin berdan
16:02 Sancar serdana gundên Haymanayê kir
15:44 ÎSÎG: Di 10 mehan de 1734 karke mirin
15:07 ÎHD: Girtiya nexweş Ekîm Polat berdin
14:51 ÎHD'ê xwest nexweşê 65 salî serbest berdin
14:50 Jinên starta 25’ê Mijdarê dan banga têkoşînê li jinan kirin
14:22 Dayikên Şemiyê: Dem dibore lê hêrs û êşa me nabore
14:09 MEBYA-DER: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
13:39 Ne li ‘kampa rêxistinê’ di Nobeta Nûçeyan de bû
13:37 Rewşa girtî Kaya yê 85 salî xeter e
13:10 Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê Jeffrey îstifa kir
12:15 Xizmên Windayan: Aqûbeta Togcû ku 26 sal in winda ye pirsîn
11:52 Ji gardiyanan ji bo girtiyan: Çawa be hûn ê bimirin
11:38 Sengawî yê YNK’î: Me bi fermî ji PDK’ê re gotiye em ne alîgirê şerin
10:24 Leyla Guven: Em ê bi têkoşîna gelan tecrîdê bişkînin
09:57 Gelo li Dersimê çi di qewime?
09:45 Ji ber dirûtina nîvîna xwe 10 meh ceza li hunermend Benlî birîn
09:14 Serokê Banka Navendî ji peywirê hat girtin
09:14 Malbata Mûhammed û Fûrkan: Ma xew bi çavê wan dikeve?
09:13 'Ne munferît e, şideta rêxistinbûyî ya mêran e'
09:08 Derbarê kesên ku gor xera kirine tiştek jî nehatiye kirin
09:07 Serokê Baroya Colemêrgê: Mirinên li ser sînor îhmalkariya dewletê ye
09:07 Esnafên kargehên wan bûn arî: Êdî em ê nikaribin nan jî bibin mala xwe
09:06 Li Enqereyê avahiya herî qelebalix dadgeh û midûriyetên îcrayê ne
09:04 Kesên dixwestin şanoyan bigirin şewb ji xwe re kirin firsend
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2020'AN
08:33 Li Keçîorenê dayik û zarokên xwe hatin qetilkirin
06/11/2020
23:06 Rojnamevan Karakaş hat girtin
23:02 Şanoya Bajêr a Amedê dest bi serdema nû kir
20:15 Îro 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:04 Parêzerên dadgehê ruhsata wan betal kirin: Me mahkûmî mirina civakî dikin
15:57 Cenazeyê Mîsleh Kasimî yê eskeran qetil kiribû hat girtin