EQNERE – Li navçeya Keçîorenê Adem O. hevjîna xwe, keç û kurê xwe qetil kirin.
Li taxa Karakaya ya navçeya Keçîorenê ya Enqereyê Adem O. gule li hevjîna xwe Nefîk O, keça xwe Seher O. û kurê xwe Selahattîn O. reşandin û ew qetil kirin. Dûre Adem O. ji mala xwe derket û reviya. Piştî agahdarkirina cîranên wan polis û komên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û bi cenazeyan re rûbirû man.
Hat diyarkirin ku kujer Adem O. hatiye girtin.