Fermandarê eskerî: Ezê vî gundî beşewitînim
Cenazeyê welatî Şeralî 12 saetan li erdê ma

  • rojane
  • 13:01 5 Mijdar 2020
  • |
img

COLEMÊRG - Xizmên Şeralî Derelî yê ku eskeran ew li Geverê kuşt, anîn ziman ku Fermandarê eskerî yê Serdar ku hatiye gund gefa “Hûn ê hêza Tirkan bibînin. Ez ê vî gundî bişewitînim" li wan xwariye. Xizmên Şeralî anîn ziman ku li gel ambulans hat jî 12 saetan cenaze li erdê ma û nebirin nexweşxaneyê. 

Eskeran di 29'ê Cotmehê de li Gundê Ayvanê yê girêdayî Bajaroka Bajirgê ya Gevera Colemêrgê welatî Şeralî Derelî û hespê wî bi hevre li pêş malê qetil kiribûn. Hêj delîl li holê ne, lê rayedar dixwazin ser mijare bigirin. Xizmên Derelî têkildarî rastiya bûyerê ji Ajansa me Mezopotamya  (MA) re axivîn. Xizmên Derelî, anîn ziman ku dema çûn cenaze bigirin eskeran li wan daye û heqaret li wan kiriye. Xizm û kurê Şeralî anîn ziman ku serdar li cihê bûyerê gefa "Hûn dê hêza tirk bibînin' li wan xwariye. 
 
EZÊ GUND BIŞEWITÎNIM
 
Biraziyê Şeralî Derelî, Ercan Derelî, anî ziman ku saet li dora 18.30'an dengê çekan ji nava gund hat û wiha got: "Piştî dengê çekan hat, me xwest em herin cihê bûyerê. Lê eskeran gotin 'Raweste' û destûr nedan me. Me hewl da ku em fêr bibin ka çibûye? Piştî 20 deqîqe şûnde ambulans hat cihê bûyerê. Dema me ambulans dît em ketin nava fikaran. Em meşiyan cem yekîneyan. Yekîneyan çek li me kişandin. Me got 'Çima ambulans  hat çibûye? Serdarê ku xwe wekî Fermandarê Cendirmeyan da nasîn çek li me kişand û got 'Ez ê we bikujim'. Me got Xere fermandar? Çi bû? Got 'We eskerê min kuştiye. Ez ê vî gundî bişewitînim. Ez ê gund bi ser serê we de xera bikim. Ez ê dewlet çiye nîşanî we bidim.' û gef li me xwar. 
 
CENAZE DÛR XISTIN
 
Derelî anî ziman ku Fermandar Serdar dîsa çek li wan kişandin û got 'Terorîstên ku eskerê min bikujin ne welatiyê min in' û heqaret kirin. Eger esker bûna, dê bi ambulansa eskerî birîndar bibirana nexweşxaneyê. Lê saetek derbas bûn, dîsa birindar nebirin. Em bi komî çûn çem serdar me got 'We gule berda Apê me. Me bang li mamê min kir û me xwest em biçin cihê bûyerê. Lê dîsa çek li me kişandin û destûr neda em biçim wir. Dawiya dawî me esker derbas kirin û em çûn cihê bûyerê. Lê wan cenazeyê mamê min ji mal dûr xistibûn. Dema gule berdan mamê min dibe ku birîndar bû. Ambulanst jî hatibû. Lê mamê min qetil kirin. Çek li me kişandin û gotin 'Rawestin. Hûn hinekî din nêzîk bibin êmê berdin we. Li jêr 40 - 50 cemsên eskerî yên kirpî hebûn. Dema me berê xwe da cenaze ewil gule berdan hewa. Dema em nêzîkî cenaze bûn gule berdan ber piyên me. Gaz avêtin me. Dema em nêzî cenaze bûn, mamê min li erdê dirêjkirî bû. 
 
FERMANDAR: YÊ MIR MIR KES NIKARE MIRIYAN VEGERÎNE
 
Derelî, bal kişand ser gotinên Fermandarê Serdar û wiha berdewam kir: "Piştî me cenaze teşhîs kir, me ji Fermandar ê Serdar re got; Ka eskerê we yên birindar û mirî. Lê Fermandar jî bersiva 'Tişta bû bû. Kes nikare miriyan vegerîne. Dibe ku ji qeyrana dil jî miribe' Mamê min ji cihê bûyerê 100-200 metre dûr xistibûn. Ku em neçûna dê bêtir ji gund dûr bixistana û bigotina 'Ev zilam li çiyê hat kuştin' Wê wekî qaçaxvan nîşan bidana." 
 
'CENAZE 12 SAETAN LI ERDÊ MA
 
Derelî, da zanîn ku piştî bûyerê maşîneyek sivîl hat û wiha lê zêde kir: "Mamê min bi saetan li erdê ma. Lê ambulansa ku hat, mamê min nebirin nexweşxaneyê. Me cahnîka birîndar jî li maşînê kir û me xwest bibin bêtar.  Me ji Fermandarê Qereqola Ovaîçî pirsî û got: "Madem  hûn mamê min nas dikin. We çima gule berda wî? wî jî got 'Na min gule berneda wî. Başe kê gule berda mamê min? Dibêjin eskerê derketin operasyonê gule berda wî. Wê deme hûn çend dewlet in. Serdarê hat vir dewletek e, tu dewletek e. Çend dewletên cuda hene? Em dipirsin. çend dewlet hene. We kuşt. Wê demê cenazeyê me bidin me. Piştî bûyerê me saet di 5'ê sibê de cenazeyê xwe bir nexweşwaneyê. Cenazeyê me 12 saetan li erdê hiştin. Me nikaribû tiştek bikiraya. Me gav diavêt gule li ser me direşandin. Destûr nedan ku em tiştekî bavêjin ser cenazeyê mamê xwe. Servekirî li erdê dirêjkirî bû û zarokan li cenaze dinerî." 
 
37 SAL ŞÛNDE HEMAN ZILM 
 
Li heman gundî di sala 1983'an de dîsa eskeran Abdulhalit Derelî kuştibûn. Ercan Derelî, destnîşan kir ku 37 sal  berê dîsa li heman gundî eskeran bi ser gundê wan de girtibû û mamê wan Abdulhalît Derelî kuştibûn. 
 
Kurê Şerali Derelî Sultan Alî Derelî jî qala bûyerê kir û wiha got: "Wekî her rojê bavê min hesp ji gomê derxist û bir çêrandinê. Saet li dora 6'ê êvarî vegeriya. Dema bavê min çû gomê saet li dora 18.30'an bû. Wê demê dengê çekan hat. Xwişka min û pismamê min çawa dengê çekê bihîstin derketin derve. Çawa em ji malê derketin esker hatin ber deriyê me. Me got "Xêre çi bûye? Li ser vê yekê gotin 'Çi kare we li vir heye' Me got 'em li vî gundî dijîn û dengê çekan hat' Piştre eskeran xwest em dîsa têkevin mala xwe. lê em neketin mal û me dîsa pirsî. Piştre me dît ambulans hat. Dema me ambulans dît em ketin nava fikaran. Me xwest biçin cihê bûyerê. Lê Fermandar ê ku Serdar e got ‘Hûn ê hêza Tirk bibînin. Ez ê we bişewitîm. We li jor berda eskerê min.' Xizmên me jî hatin. Me astengiya eskeran derbas kir û em çûn cihê bûyerê. Mît ku hesp kuştine. Lê bavê min ne li wir bû. Em bi jor ve çûn. Me dît ku gule berdane bavê min û bavê min li erdê dirêjkirî ye. Eskeran dora bavê min pêça bû. Destûr nedan ku em nêzî bavê min bibin. Li cihê ku hesp lê hat kuştin gule berdabun bavê min. Piştre cenazeyê bavê min ji cihê bûyerê dûr xistibûn. Ji bo rastiyê veşêrin û bêbextiyê bikin cenaze birin jor. Ji xwe derew kirin û gotin "Qaçaxvan e'. Cihê bavê min lê hat kuştin û cenaze 40 metre zêdetir hebû." 
 
BAVÊ MIN MÊ SÛC E
 
Derelî, da zanîn ku Walitiyê xwestiye bavê wî wekî tekîldarî tiryakê nîşan bide û got: "Walî daxuyanî da û got: 'Berê vî mirovî tiryak bikar dianî.' Em dibêjin bi hezaran kesên bi tiryakê eleqeder dibin hene. Wê demê divê hemûyan bikujin? Bavê min bê sûc e. Bavê min 10 salan girtî ma. Bila tiştê hatiye serê bav û mamê min xwedê qebûl neke." 
 
Derelî, anî ziman ku heval û xizmên wan alîkarî nedabûya wan, dê bavê wî ji gund dûr xistibûna wû wekî malzemeyên din danîna ser bedena wî û bûyer berovajî kiribûna. Hemû delîl winda kirin. Destûr nedan ku em cenaze bistînin. Heta saet 5’ê sibê me bi zorê cenazeyê bavê xwe girt. Saet di 18.00'ê êvarî de bavê min kuştin. Lê me cenaze saet di 5’ê sibê de girt. Di raporê de wekî saet di 22.18’an de kuştibin nîşan didin Piştî dengê çekan hat û piştî em çûn cihê bûyerê 40 deqîqe hebûn. Em ê pêvajoya hiqûqê bidominin. Em ê mafê xwe biparêzin. Em ê mafê bavê xwe biparêzin. Em dest ji vê bûyerê bernadin. Em ê teqes şopdarê vê dozê bin." 
 
MA / Mujdat Can – Mazlum Engîndenîz 

Sernavên din

07/11/2020
08:33 Li Keçîorenê dayik û zarokên xwe hatin qetilkirin
06/11/2020
23:06 Rojnamevan Karakaş hat girtin
23:02 Şanoya Bajêr a Amedê dest bi serdema nû kir
20:15 Îro 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:04 Parêzerên dadgehê ruhsata wan betal kirin: Me mahkûmî mirina civakî dikin
15:57 Cenazeyê Mîsleh Kasimî yê eskeran qetil kiribû hat girtin
14:58 Endezyar Dag: Hûn li gorî zagonên xwezayê tev negerin xweza dê we ceza bike
14:49 Jinan li Pirsûsê dikandar ziyaret kirin
14:18 Hevseroka TUAY-DER’ê Harran hat berdan
14:11 ‘Di Cotmehê de 42 mirov hatin kuştin'
13:49 Dayikên Aştiyê bang kirin: Bila şerê birakujiyê çênebe
13:38 DFG: Di cotmehê de 91 rojnameger hatin darizandin
13:24 Li dijî Egîtîm Senê operasyon: 26 mamoste hatin binçavkirin
13:00 Li Amedê qeza: Yek jê giran 3 kes birîndar bûn
12:38 Karkerê li ser sînor dîwar lê dikir bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da
12:17 Gunay: Em bê navber dest bi çalakiyan dikin
12:02 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Li Edenê 2 kes hatin girtin
11:42 Namzetê parlamenterê AKP’ê tayînî alîkariya qeyûm hat kirin
11:32 Heftiyeke agahî ji girtiyê 85 salî nayê girtin
10:43 Parêzerî ÎHD'ê: Gotinên walî û malbatan li dijî hevin
10:38 Partiyên Îtîfaqa Kurdistanî: Roj roja yekitiya netewî û parastina destkeftiya ne
10:17 Qoser bû gola heriyê
10:06 Endamê Dadgeha Bilind ÎHD'ê kir hedef
09:00 Hejmara 17'emîn a dilopê derket
09:00 AKP'ê li Şirnexê bi dizî mirov kirin endamên xwe
09:00 Patron û Îş Kûr bûn yek, karkerên sendîkayî baypas kirin
09:00 Bektaş: Tirkiye ji Rêveberiya Xweser ditirse
09:00 'Kaya înfaz kirine'
09:00 Rojnamevan Salaz: Heger şer biqewime dê tenê ne li çiyê be
09:00 Demîrer: Heger em krîza şaristaniyê li gor a sosyalîst nenirxînin dê barbarî xwe nû bike
09:00 Lêpirsîna derbarê êrîşa li ser karkerên kurd 3 meh in wekî berê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2020'AN
08:20 Li Amedê serdegirtina malan
05/11/2020
21:29 TJA , li Cizîrê bi rêxistinên civaka sivîl re civiya
19:30 Îro 81 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:22 Ayşe Gokkan hat berdan
17:03 Heyeta KCD, DBP û HDP’ê çûn serdana malbata Derelî
16:55 Li Cizîrê jinan belavokên 25'ê Mijdarê belav kirin
16:44 TJA li Riha û Colemêrgê bi jinan re hat gel hev
16:43 Ayşe Gokkan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
16:19 Bûldan bang li jinan kir: Heke em tênekoşin dê desthilat me tune bike
15:43 Siyasetmedarên Kurd bang li Barzanî kirin: Dawî li Birakujiyê bînin
14:56 Hevşaredarê Qelqeliyê Almaç hat berdan
14:46 Ûca: Serdozgeriyê girêdana Omer Guney a bi MÎT’ê re îttîraf kiriye
14:30 Di 10 mehên ewil ên salê de 160 hatin revandin û sîxûrtî ferzî wan hat kirin
13:51 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya 25'ê Mijdarê aşkere kir
13:50 Bûldan bi malbata Gulistan Dokû re hevdîtin kir
13:26 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:26 Ayşe Gokkan derket dozgeriyê
13:02 Parazvanê wekîla AKP’ê têkildarî teqîna Qeyseriyê hat girtin
13:01 Fermandarê eskerî: Ezê vî gundî beşewitînim
Cenazeyê welatî Şeralî 12 saetan li erdê ma
12:54 Ji ber xesara erdhejê girtî ji Girtîgeha Bûcayê sewq bûn
12:17 KNK'ê ji bo Herêma Kurdistana Federe Maseya Krîzê ava kir
12:01 Ji Meclîsa Ciwanan a HDP’ê meş
11:39 Karkerê ceyranê pê girt jiyana xwe ji dest da
11:31 Li Girtîgeha Rihayê hejmara pêketiyan zêde dibe
11:25 Emniyetê ji bo şahidê nepen ku dozger li doznameyê bar kiriye got, ‘Kesek wiha tuneye’
11:08 PDK dixwaze çi bike?
11:04 Malbata Açar serî li KCDP’ê da: Ne întîhar e, cînayet e
10:50 Dormîşa penaberan qeza kir: Penaberek jiyana xwe ji dest da
10:33 Ji îstînafê biryara ‘Doza Panzerê’: 19 hezar TL guncawe
10:26 Nave têkoşîna bênavber a 40 salan: Osman Akdag
09:59 Bi lîstika ‘Hema Hema Jin Elîzabeth’ sibê perde vedikin
09:28 Dixwazin mafê jinê ji destê wê bigirin
09:26 'Li Şirnexê pergala perwerdehiyê têk çûye'
09:25 ‘Jin dê bixwe cihê xwe yê di nava civakê de ava bikin’
09:17 Zivistan hat, welatî li sobeyên erzan digerin
09:17 Dixwazin ser dosyeya Khalediyê îranî bigirin
09:17 ‘Divê ji bo aştî û demokrasiyê Ocalan azad bibe'
09:17 Têkildarî dosyeya Îslam Kaya hîn jî tu tişt nehatiye kirin!
09:12 Ji bo kesên bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' hikim xwarine biryareke emsal
09:12 Kûafor û berber: Hem di warê aborî hem jî di warê derûnî de tede li me dibe
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2020'AN
04/11/2020
20:27 77 mirovên din jî bi Covîd-19 mirin
20:03 CHP, dê derbarê Farqînê de raporekê amade bike
18:48 Olûç: 4'ê Mijdarê êrîşa li ser siyaseta demokratîk e
17:26 KCD’ê bang li PDK û PKK’ê kir ku rê nedin şerekî navxweyî
17:00 AKP-MHP’ê pêşniyaznameya 4’ê Mijdarê ya HDP’ê red kirin
16:47 Polisan rojnameger Îbrahîm Karakaş binçav kir
16:39 Li Hatayê firîna pereşûtê hat qedexekirin
16:25 Li Amedê gelek esker, gardiyan û girtî bi koronayê ketin
16:05 Bi ser avahiya HDPê ya Osmaniyeyê de hat girtin
15:56 Şermezarkirinên 4’ê Mijdarê: Em ê li hundir û derve li ber xwe bidin
15:30 Guven: Jinên kurd bi nêrînên Ocalan hebûna xwe îspat kirin
14:53 HDP 'li dijî tundiya zilam-dewletê' di 7’ê mijdarê de li qadan e
14:27 Çerkezoglû: Tazmînata Qidemê xeta me ya sor e
13:48 Jinên Elewî: Dest nedin xwezaya me
13:05 Li Amediyê dema derbasbûna wesayîtekî teqîn çêbû
12:00 Ji 6 HDP’iyên ku li Osmaniyeyê hatin binçavkirin 4 jê hatin berdan
11:56 Danişîna Roboskiyê hat taloq kirin
11:33 Hê jî cenazeyê kolberê ku hat kuştin radestî malbata wî nehatiye kirin
11:10 Li Mêzgêrê têketin û derketin qedexe bû
11:01 Tacîz kirin û rêya derketina ji kar dan berê
10:12 Kesê ku li Dihê hatibû revandin mirî hat dîtin
09:52 HDP: Meşa me ya azadiyê bi hêvî û bawerî didome
09:37 Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn: 114 kes jiyana xwe ji dest dan
09:36 Parêzerên welatiyên ku ji helîkopterê hatibûn avêtin serî li AYM’ê dan
09:18 Li Osmaniyeyê serdegirtina malan: HDP’î hatin binçavkirin
09:08 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 112’an