KCD’ê bang li PDK û PKK’ê kir ku rê nedin şerekî navxweyî

  • rojane
  • 17:26 4 Mijdar 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî gengeşiya di navbera PDK û PKK’ê de daxuyaniyeke nivîskî da û bang li aliyan kir ku rê nedin şerekî navxweyî û birakujiyan dubare nekin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî gengeşiya di navbera PDK û PKK’ê de daxuyaniyeke nivîskî da. KCD’ê di daxuyaniya xwe de xwest ku birakujiyê neyê dubarekirin û bang li aliyan kir ku rê nedin şerê navxweyî dê tenê kêrî dijminên kurdan bê.

TEVAHIYA DAXUYANIYÊ

Daxuyaniya KCD’ê bi berfirehî wiha:  

“Dewletên derdor ji bo berjewendiyên xwe, her ku diçe li ser kûrkirin û mayîndekirina nakokiyên nav Kurdan polîtîkayên xwe bi pêş dixin. Mixabin Başûrê Kurdistanê, di vê çarçoveyê de dibe qada cîbicîkirina van polîtîkayan û ber bi proseyeke xeternak ve tê birin. Geşedanên dawî yên li Başûr, ji bo aştî, aramî û siberoja Kurdan gelek giring in.

Ev polîtîkayên qirêj ên kûrkirin û mayîndekirina nakokiyên nav Kurdan ji xwe re dikir armanc, berî niha li Zînê Wertê û niha jî li Amediyê cardin derket meydanê. Hefizaya me ya dîrokî û civakî cardin tîne bîra me ku, pêkanîna şerekî navxweyî û kûrkirina nakokiyên nav Kurdan dê zirareke mezin bide hemû alî û partî û temamî miletê Kurd. Di van salên dawî de gelek operasyonên leşkeri li dijî Başûrê Kurdistanê pêk hat û di encamê de gelek sivîl hatin kuştin, gund hatin valakirin û gel ji cih û warê xwe hat koçberkirin. Ligel van êrişan çêbûn û belavbûna nakokî û pevçûnên nav Kurdan, dê xisarên mezin li ser hemû aliyan bike. Em bangî hemû sazî û partî û aliyên Kurdan dikin ku rê nedin şerekî navxweyî û birakujiyan dubare nekin.

ŞERÊ NAVXWEYÎ WÊ DESTKEFTIYAN TÊK BIBE

Gelê Kurd û erdnîgariya Kurdistanê encam û bandorên şerê navxweyî û birîna birakujiyê gelek baş dizane. Divê Kurd wî şerî gur nekin û berevajî wê birînên xwe yên berê yên birakujiyê derman bikin. Ev berpirsyariyeke dîrokî ye ku li ser hemû alî û partî û hêzên Kurdistaniyan ferz e. Şerê navxweyî dê hemû destkeftiyên Kurdan ku bi berdêleke mezin hatine bidestxistin têk bibe.

Hêzên dagirker hewl didin ku di nav Kurdan de berberiyê zêdetir bikin û ji xwe re riya dagirkirinê rewa û ferz bikin. Loma jî hewl didin ku hêzên Kurd têkevin qirika hevdu û alozî zêdetir bibin. Bi salan e li ser vî esasî Kurd ji xwe re kirine kole û bende û hemû mafên wan ên bingehîn desteser kirine. Veçirandina vê polîtîkayê, têkbirina vê xeleka dîrokî ku dixwazin têxin stûyê Kurdan, bi avakirina yekîtiya neteweyî û bi hêzkirina hevgirtin û yekrêziyê pêkan e. Dem ne dema şerên navxweyî û birakujiyê ye, dem dema yekîtî û tifaqa Kurdan e.

PÊDIVÎ BIN YEKITIYÊ HEYE

Kurd û gelên Kurdistanê di proseqonaxeke dîrokî re derbas dibin. Gelek delîve û fersendên mezin ên dîrokî îro li ber Kurdan e. Gelê Kurd îro li benda pêkanîn û encamdana wan delîve û fersendan e ku dê azadî û aramiya Kurdan misoger bike. Gelê Kurd nikare sedsalên xwe, siberoja xwe ya ronak bike qurbaniya şerê navxweyî û destkeftiyên xwe berhewa bike. Lewma di vê pêvajoya giring û dîrokî de hevgirtina Kurdan dê rê li ber polîtîkayên qirêj ên dagirkeran bigire.

Kurd ji her demê zêdetir pêdivî bi yekîtiyê dibînin. Divê ew hewldanên dîrokî yên avakirina yekîtiya neteweyî bên mayîndakirin û aramiya nav Kurdan bê misogerkirin. Ev bersiveke dîrokî ye ji bo wan hêzên dagirker ku dixwazin Kurdan bi şerê navxweyî re rû bir û bihêlin. Ev berpirsyarî erkeke sereke ye ji bo hemû aliyên Kurd û bingeha yekîtiyê ye.

Li her aliyê Kurdistanê, divê hemû partiyên Kurd berî her tiştî destkeftiyên Kurdan biparêzin. Parastina destkeftiyên Kurdan, dê hemû lîstokên dewletên dagirker pûç bike û rê li ber dagirkerî û mêtingeriya axa Kurdistanê jî bigire.”

Sernavên din

07/11/2020
08:33 Li Keçîorenê dayik û zarokên xwe hatin qetilkirin
06/11/2020
23:06 Rojnamevan Karakaş hat girtin
23:02 Şanoya Bajêr a Amedê dest bi serdema nû kir
20:15 Îro 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:04 Parêzerên dadgehê ruhsata wan betal kirin: Me mahkûmî mirina civakî dikin
15:57 Cenazeyê Mîsleh Kasimî yê eskeran qetil kiribû hat girtin
14:58 Endezyar Dag: Hûn li gorî zagonên xwezayê tev negerin xweza dê we ceza bike
14:49 Jinan li Pirsûsê dikandar ziyaret kirin
14:18 Hevseroka TUAY-DER’ê Harran hat berdan
14:11 ‘Di Cotmehê de 42 mirov hatin kuştin'
13:49 Dayikên Aştiyê bang kirin: Bila şerê birakujiyê çênebe
13:38 DFG: Di cotmehê de 91 rojnameger hatin darizandin
13:24 Li dijî Egîtîm Senê operasyon: 26 mamoste hatin binçavkirin
13:00 Li Amedê qeza: Yek jê giran 3 kes birîndar bûn
12:38 Karkerê li ser sînor dîwar lê dikir bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da
12:17 Gunay: Em bê navber dest bi çalakiyan dikin
12:02 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Li Edenê 2 kes hatin girtin
11:42 Namzetê parlamenterê AKP’ê tayînî alîkariya qeyûm hat kirin
11:32 Heftiyeke agahî ji girtiyê 85 salî nayê girtin
10:43 Parêzerî ÎHD'ê: Gotinên walî û malbatan li dijî hevin
10:38 Partiyên Îtîfaqa Kurdistanî: Roj roja yekitiya netewî û parastina destkeftiya ne
10:17 Qoser bû gola heriyê
10:06 Endamê Dadgeha Bilind ÎHD'ê kir hedef
09:00 Hejmara 17'emîn a dilopê derket
09:00 AKP'ê li Şirnexê bi dizî mirov kirin endamên xwe
09:00 Patron û Îş Kûr bûn yek, karkerên sendîkayî baypas kirin
09:00 Bektaş: Tirkiye ji Rêveberiya Xweser ditirse
09:00 'Kaya înfaz kirine'
09:00 Rojnamevan Salaz: Heger şer biqewime dê tenê ne li çiyê be
09:00 Demîrer: Heger em krîza şaristaniyê li gor a sosyalîst nenirxînin dê barbarî xwe nû bike
09:00 Lêpirsîna derbarê êrîşa li ser karkerên kurd 3 meh in wekî berê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2020'AN
08:20 Li Amedê serdegirtina malan
05/11/2020
21:29 TJA , li Cizîrê bi rêxistinên civaka sivîl re civiya
19:30 Îro 81 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:22 Ayşe Gokkan hat berdan
17:03 Heyeta KCD, DBP û HDP’ê çûn serdana malbata Derelî
16:55 Li Cizîrê jinan belavokên 25'ê Mijdarê belav kirin
16:44 TJA li Riha û Colemêrgê bi jinan re hat gel hev
16:43 Ayşe Gokkan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
16:19 Bûldan bang li jinan kir: Heke em tênekoşin dê desthilat me tune bike
15:43 Siyasetmedarên Kurd bang li Barzanî kirin: Dawî li Birakujiyê bînin
14:56 Hevşaredarê Qelqeliyê Almaç hat berdan
14:46 Ûca: Serdozgeriyê girêdana Omer Guney a bi MÎT’ê re îttîraf kiriye
14:30 Di 10 mehên ewil ên salê de 160 hatin revandin û sîxûrtî ferzî wan hat kirin
13:51 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya 25'ê Mijdarê aşkere kir
13:50 Bûldan bi malbata Gulistan Dokû re hevdîtin kir
13:26 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:26 Ayşe Gokkan derket dozgeriyê
13:02 Parazvanê wekîla AKP’ê têkildarî teqîna Qeyseriyê hat girtin
13:01 Fermandarê eskerî: Ezê vî gundî beşewitînim
Cenazeyê welatî Şeralî 12 saetan li erdê ma
12:54 Ji ber xesara erdhejê girtî ji Girtîgeha Bûcayê sewq bûn
12:17 KNK'ê ji bo Herêma Kurdistana Federe Maseya Krîzê ava kir
12:01 Ji Meclîsa Ciwanan a HDP’ê meş
11:39 Karkerê ceyranê pê girt jiyana xwe ji dest da
11:31 Li Girtîgeha Rihayê hejmara pêketiyan zêde dibe
11:25 Emniyetê ji bo şahidê nepen ku dozger li doznameyê bar kiriye got, ‘Kesek wiha tuneye’
11:08 PDK dixwaze çi bike?
11:04 Malbata Açar serî li KCDP’ê da: Ne întîhar e, cînayet e
10:50 Dormîşa penaberan qeza kir: Penaberek jiyana xwe ji dest da
10:33 Ji îstînafê biryara ‘Doza Panzerê’: 19 hezar TL guncawe
10:26 Nave têkoşîna bênavber a 40 salan: Osman Akdag
09:59 Bi lîstika ‘Hema Hema Jin Elîzabeth’ sibê perde vedikin
09:28 Dixwazin mafê jinê ji destê wê bigirin
09:26 'Li Şirnexê pergala perwerdehiyê têk çûye'
09:25 ‘Jin dê bixwe cihê xwe yê di nava civakê de ava bikin’
09:17 Zivistan hat, welatî li sobeyên erzan digerin
09:17 Dixwazin ser dosyeya Khalediyê îranî bigirin
09:17 ‘Divê ji bo aştî û demokrasiyê Ocalan azad bibe'
09:17 Têkildarî dosyeya Îslam Kaya hîn jî tu tişt nehatiye kirin!
09:12 Ji bo kesên bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' hikim xwarine biryareke emsal
09:12 Kûafor û berber: Hem di warê aborî hem jî di warê derûnî de tede li me dibe
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2020'AN
04/11/2020
20:27 77 mirovên din jî bi Covîd-19 mirin
20:03 CHP, dê derbarê Farqînê de raporekê amade bike
18:48 Olûç: 4'ê Mijdarê êrîşa li ser siyaseta demokratîk e
17:26 KCD’ê bang li PDK û PKK’ê kir ku rê nedin şerekî navxweyî
17:00 AKP-MHP’ê pêşniyaznameya 4’ê Mijdarê ya HDP’ê red kirin
16:47 Polisan rojnameger Îbrahîm Karakaş binçav kir
16:39 Li Hatayê firîna pereşûtê hat qedexekirin
16:25 Li Amedê gelek esker, gardiyan û girtî bi koronayê ketin
16:05 Bi ser avahiya HDPê ya Osmaniyeyê de hat girtin
15:56 Şermezarkirinên 4’ê Mijdarê: Em ê li hundir û derve li ber xwe bidin
15:30 Guven: Jinên kurd bi nêrînên Ocalan hebûna xwe îspat kirin
14:53 HDP 'li dijî tundiya zilam-dewletê' di 7’ê mijdarê de li qadan e
14:27 Çerkezoglû: Tazmînata Qidemê xeta me ya sor e
13:48 Jinên Elewî: Dest nedin xwezaya me
13:05 Li Amediyê dema derbasbûna wesayîtekî teqîn çêbû
12:00 Ji 6 HDP’iyên ku li Osmaniyeyê hatin binçavkirin 4 jê hatin berdan
11:56 Danişîna Roboskiyê hat taloq kirin
11:33 Hê jî cenazeyê kolberê ku hat kuştin radestî malbata wî nehatiye kirin
11:10 Li Mêzgêrê têketin û derketin qedexe bû
11:01 Tacîz kirin û rêya derketina ji kar dan berê
10:12 Kesê ku li Dihê hatibû revandin mirî hat dîtin
09:52 HDP: Meşa me ya azadiyê bi hêvî û bawerî didome
09:37 Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn: 114 kes jiyana xwe ji dest dan
09:36 Parêzerên welatiyên ku ji helîkopterê hatibûn avêtin serî li AYM’ê dan
09:18 Li Osmaniyeyê serdegirtina malan: HDP’î hatin binçavkirin
09:08 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 112’an