HDP: Meşa me ya azadiyê bi hêvî û bawerî didome

img
ENQERE -Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta salvegera 4’ê Mijdara 2016’an daxuyaniyeke biniviskî weşand û wiha got: “Derbeya siyasî ku bi destê tifaqa AKP-MHP’ê ve hate pêkanîn, îro di her qadê de bi awayekî hovane tê meşandin.”
 
4 sal di ser derbeya siyasî ya 4’ê Mijdara 2016’an re derbas bûn. Plana çokşikandinê ku biryara wê di di cotmeha 2014’an de hatibû girtin, di 4’ê Mijdara 2016’an de hat pêkanîn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê salvegera 4’ê Mijdara 2016’an daxuyaniyeke biniviskî weşand û xwest ku bi awayekî zelal her partî û alî bêşert û bêmerc li dijî vê mekanîka derbeyê dengê xwe bilind bikin.
 
Daxuyaniya HDP'ê tevahî wiha ye:
 
“Hevserokên me yên Giştî yên berê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û bi dehan parlementer, bi sedan hevşaredar û bi hezaran endamên partiya me, heta niha bi awayekî derqanûnî hatin girtin. Îradeya gel nehate naskirin, şaredarî bi awayekî aşkera hatin desteserkirin. Hemû rêgezên qanûna bingehîn hatin binpêkirin, şer, pevçûn û berberî li ser gelan hate ferzkirin.
 
‘AWAYEKÎ HOVANE TÊ MEŞANDIN’
 
Derbeya siyasî ya ku bi destê tifaqa AKP-MHP’ê ve hate pêkanîn, îro di her qadê de bi awayekî hovane tê meşandin. Ev derbeya ku 4 sal berê hate destpêkirin, beriya her tiştî qada siyaseta demokratîk, partiya me û bi milyonan dildarên partiya me ji xwe re kire armanc û îradeya wan nas nekir. Îro bi tenê ne parlementer û hevşaredarên me, her wekî din bi awayekî giştî ‘îradeya gel’ ji xwe re kiriye armanc. Îro hemû hêz û aliyên ku li Tirkiyeyê siyasetê dikin, divê li ser vê mekanîka derbeyê kum û kolozên xwe daynin ber xwe û baş bifikirin. 
 
‘DIJMINÊ ÎRADEYA GEL E’
 
Ev proseya derbeya siyasî di dawiya 4 salan de tabloyeke aşkera derxist meydanê. Ew derbeya ku di serî de li dijî partiya me, li hemberî HDP’ê hate pêkanîn, di dirêjahiya wê pêvajoyê de bandora xwe li ser temamî civakê jî kir. Ewên ku di serî de çav û guhên xwe ji vê derbeyê re girtibûn, niha bi xwe jî bûne hedefa vê derbeyê. Serokwezîrê wê demê ji erkê hate kişandin, ew îradeya ku piştgirî dabû vê pêvajoyê îro bi xwe jî bûye armanca vê derbeya siyasî. Çimkî ev mekanîka ku dibe sebeba derbeyan, beriya her tiştî dijminê îradeya gel e û qada siyaseta demokratîk ji xwe re dike armanc. Em îro baş dibînin ku gava carekê qanûna bingehîn bê îxlalkirin, li dijî êrişên li ser siyaseta demokratîk tu reaksiyon û bertek neyên nîşandan, ev êriş hem zêde dibin û hem jî tu fonksiyona qanûna bingehîn namîne. Mixabin îro îradeya Meclisê êdî nayê naskirin, vîna gel nayê qebûlkirin. Piştî 4 salên ku di ser wê derbeya siyasî re derbas bûne, em îro dibînin ku gelek aliyên ku ji bo berjewendiyên xwe piştgiriya AKP-MHP’ê kirine îro hemû nirxên mirovî û demokratîk kirine qurbaniya berjewendiyên xwe. Divê ew hêz baş bizanibin ku nirxên demokratîk û mirovî tu carî nabin mijara bazariyê.
 
‘DERBEYÊN SIYASÎ ÎRADEYA ME NAŞIKÎNİN’
 
Her çend ev mekanîka derbeyê ya ku qada siyaseta demokratîk û îradeya gel ji xwe re kiriye armanc êriş û zextên xwe her ku diçe zêdetir bike jî, em îro dibînin ku siyaseta demokratîk li hemberî vê zihniyetê têk neçûye. Berevajî wê, qada siyaseta demokratîk bi hêza gel îro zêdetir li ser piyan e. Em bi awayekî aşkera dibêjin ku; derbeyên siyasî îradeya me naşikînin; meşa me ya azadiyê bi hêvî û bawerî didome. Ewên ku mekanîka derbeyê û operasyonên qirkirina siyasî ji xwe re kirine mertal û bi wê hêzê dixwazin hemû nirxên demokratîk, mirovî û îradeya gel binpê dikin, bila baş bizanibin; ew her ku diçe têk diçin, em û îradeya gel û siyaseta demokratîk bihêz dibin. Meşrûiyeta wan nemaye û ew îro bi tena serê xwe mane. Ev zihniyet li her aliyê cîhanê wek rejîmeke zordar û faşîst tê naskirin û pênasekirin. Li tu derê meşrûiyeta wan nemaye. Hêzên totalîter jî îro bi awayekî aşkera piştgiriya rejîma AKP-MHP’ê nakin. Ev zihniyet ne tenê ji bo Tirkiyeyê, her wekî din ji bo hemû cîhanê tehdîdeke mezin e. Rejîma AKP-MHP’ê îro bi derbeyên siyasî bingeha xwe ya meşrûiyetê wenda kiriye.
 
‘EM MAFDAR IN’
 
Wekî hevserokên me yên giştî yên berê, hevşaredarên me yên berê û endamên partiya me 4 sal berê gotibûn, em jî îro dubare dikin: li dijî derbeyê em têk neçûne û têkoşîna me ya li dijî wê heq û rewa ye. Em mafdar in û heya siyasetmedarên rehin di serî de hemû dîlên siyasî azad bibin emê têkoşîna xwe bodîm in. Em hêza xwe ji heqbûn û mafdarbûna xwe werdigirin û ji doh zêdetir bihêz û bixwebawer in. Siberoja ronî ya me ye, siberoja demokratîk ya gelan û îradeya hêzên demokratîk e.”
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

07/11/2020
08:33 Li Keçîorenê dayik û zarokên xwe hatin qetilkirin
06/11/2020
23:06 Rojnamevan Karakaş hat girtin
23:02 Şanoya Bajêr a Amedê dest bi serdema nû kir
20:15 Îro 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:04 Parêzerên dadgehê ruhsata wan betal kirin: Me mahkûmî mirina civakî dikin
15:57 Cenazeyê Mîsleh Kasimî yê eskeran qetil kiribû hat girtin
14:58 Endezyar Dag: Hûn li gorî zagonên xwezayê tev negerin xweza dê we ceza bike
14:49 Jinan li Pirsûsê dikandar ziyaret kirin
14:18 Hevseroka TUAY-DER’ê Harran hat berdan
14:11 ‘Di Cotmehê de 42 mirov hatin kuştin'
13:49 Dayikên Aştiyê bang kirin: Bila şerê birakujiyê çênebe
13:38 DFG: Di cotmehê de 91 rojnameger hatin darizandin
13:24 Li dijî Egîtîm Senê operasyon: 26 mamoste hatin binçavkirin
13:00 Li Amedê qeza: Yek jê giran 3 kes birîndar bûn
12:38 Karkerê li ser sînor dîwar lê dikir bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da
12:17 Gunay: Em bê navber dest bi çalakiyan dikin
12:02 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Li Edenê 2 kes hatin girtin
11:42 Namzetê parlamenterê AKP’ê tayînî alîkariya qeyûm hat kirin
11:32 Heftiyeke agahî ji girtiyê 85 salî nayê girtin
10:43 Parêzerî ÎHD'ê: Gotinên walî û malbatan li dijî hevin
10:38 Partiyên Îtîfaqa Kurdistanî: Roj roja yekitiya netewî û parastina destkeftiya ne
10:17 Qoser bû gola heriyê
10:06 Endamê Dadgeha Bilind ÎHD'ê kir hedef
09:00 Hejmara 17'emîn a dilopê derket
09:00 AKP'ê li Şirnexê bi dizî mirov kirin endamên xwe
09:00 Patron û Îş Kûr bûn yek, karkerên sendîkayî baypas kirin
09:00 Bektaş: Tirkiye ji Rêveberiya Xweser ditirse
09:00 'Kaya înfaz kirine'
09:00 Rojnamevan Salaz: Heger şer biqewime dê tenê ne li çiyê be
09:00 Demîrer: Heger em krîza şaristaniyê li gor a sosyalîst nenirxînin dê barbarî xwe nû bike
09:00 Lêpirsîna derbarê êrîşa li ser karkerên kurd 3 meh in wekî berê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2020'AN
08:20 Li Amedê serdegirtina malan
05/11/2020
21:29 TJA , li Cizîrê bi rêxistinên civaka sivîl re civiya
19:30 Îro 81 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:22 Ayşe Gokkan hat berdan
17:03 Heyeta KCD, DBP û HDP’ê çûn serdana malbata Derelî
16:55 Li Cizîrê jinan belavokên 25'ê Mijdarê belav kirin
16:44 TJA li Riha û Colemêrgê bi jinan re hat gel hev
16:43 Ayşe Gokkan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
16:19 Bûldan bang li jinan kir: Heke em tênekoşin dê desthilat me tune bike
15:43 Siyasetmedarên Kurd bang li Barzanî kirin: Dawî li Birakujiyê bînin
14:56 Hevşaredarê Qelqeliyê Almaç hat berdan
14:46 Ûca: Serdozgeriyê girêdana Omer Guney a bi MÎT’ê re îttîraf kiriye
14:30 Di 10 mehên ewil ên salê de 160 hatin revandin û sîxûrtî ferzî wan hat kirin
13:51 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya 25'ê Mijdarê aşkere kir
13:50 Bûldan bi malbata Gulistan Dokû re hevdîtin kir
13:26 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:26 Ayşe Gokkan derket dozgeriyê
13:02 Parazvanê wekîla AKP’ê têkildarî teqîna Qeyseriyê hat girtin
13:01 Fermandarê eskerî: Ezê vî gundî beşewitînim
Cenazeyê welatî Şeralî 12 saetan li erdê ma
12:54 Ji ber xesara erdhejê girtî ji Girtîgeha Bûcayê sewq bûn
12:17 KNK'ê ji bo Herêma Kurdistana Federe Maseya Krîzê ava kir
12:01 Ji Meclîsa Ciwanan a HDP’ê meş
11:39 Karkerê ceyranê pê girt jiyana xwe ji dest da
11:31 Li Girtîgeha Rihayê hejmara pêketiyan zêde dibe
11:25 Emniyetê ji bo şahidê nepen ku dozger li doznameyê bar kiriye got, ‘Kesek wiha tuneye’
11:08 PDK dixwaze çi bike?
11:04 Malbata Açar serî li KCDP’ê da: Ne întîhar e, cînayet e
10:50 Dormîşa penaberan qeza kir: Penaberek jiyana xwe ji dest da
10:33 Ji îstînafê biryara ‘Doza Panzerê’: 19 hezar TL guncawe
10:26 Nave têkoşîna bênavber a 40 salan: Osman Akdag
09:59 Bi lîstika ‘Hema Hema Jin Elîzabeth’ sibê perde vedikin
09:28 Dixwazin mafê jinê ji destê wê bigirin
09:26 'Li Şirnexê pergala perwerdehiyê têk çûye'
09:25 ‘Jin dê bixwe cihê xwe yê di nava civakê de ava bikin’
09:17 Zivistan hat, welatî li sobeyên erzan digerin
09:17 Dixwazin ser dosyeya Khalediyê îranî bigirin
09:17 ‘Divê ji bo aştî û demokrasiyê Ocalan azad bibe'
09:17 Têkildarî dosyeya Îslam Kaya hîn jî tu tişt nehatiye kirin!
09:12 Ji bo kesên bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' hikim xwarine biryareke emsal
09:12 Kûafor û berber: Hem di warê aborî hem jî di warê derûnî de tede li me dibe
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2020'AN
04/11/2020
20:27 77 mirovên din jî bi Covîd-19 mirin
20:03 CHP, dê derbarê Farqînê de raporekê amade bike
18:48 Olûç: 4'ê Mijdarê êrîşa li ser siyaseta demokratîk e
17:26 KCD’ê bang li PDK û PKK’ê kir ku rê nedin şerekî navxweyî
17:00 AKP-MHP’ê pêşniyaznameya 4’ê Mijdarê ya HDP’ê red kirin
16:47 Polisan rojnameger Îbrahîm Karakaş binçav kir
16:39 Li Hatayê firîna pereşûtê hat qedexekirin
16:25 Li Amedê gelek esker, gardiyan û girtî bi koronayê ketin
16:05 Bi ser avahiya HDPê ya Osmaniyeyê de hat girtin
15:56 Şermezarkirinên 4’ê Mijdarê: Em ê li hundir û derve li ber xwe bidin
15:30 Guven: Jinên kurd bi nêrînên Ocalan hebûna xwe îspat kirin
14:53 HDP 'li dijî tundiya zilam-dewletê' di 7’ê mijdarê de li qadan e
14:27 Çerkezoglû: Tazmînata Qidemê xeta me ya sor e
13:48 Jinên Elewî: Dest nedin xwezaya me
13:05 Li Amediyê dema derbasbûna wesayîtekî teqîn çêbû
12:00 Ji 6 HDP’iyên ku li Osmaniyeyê hatin binçavkirin 4 jê hatin berdan
11:56 Danişîna Roboskiyê hat taloq kirin
11:33 Hê jî cenazeyê kolberê ku hat kuştin radestî malbata wî nehatiye kirin
11:10 Li Mêzgêrê têketin û derketin qedexe bû
11:01 Tacîz kirin û rêya derketina ji kar dan berê
10:12 Kesê ku li Dihê hatibû revandin mirî hat dîtin
09:52 HDP: Meşa me ya azadiyê bi hêvî û bawerî didome
09:37 Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn: 114 kes jiyana xwe ji dest dan
09:36 Parêzerên welatiyên ku ji helîkopterê hatibûn avêtin serî li AYM’ê dan
09:18 Li Osmaniyeyê serdegirtina malan: HDP’î hatin binçavkirin
09:08 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 112’an