AMED - Li Amedê, ji 5 kesên hatibûn binçavkirin 4 jê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin.
5 kesên di 19'ê Cotmehê de, di çarçoveya lêgerîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Eskeran di serdegirtina malan de, A.Y., Î.A., M.K., V.S. û O.S., bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" di demên cuda de binçav kiribûn. A.Y., Î.A., M.K. û O.S., piştî li qereqolê îfade dan, duh sewqî edliyê hatin kirin. Her 4 kes bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin. V.S. jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.