AMED – Polisan, di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatibû destpêkirin de Endamê PM’a HDP’ê Mesût Bagcik binçav kirin û şandin Enqereyê.
Di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatibû destpêkirin de, polisan li Amedê bi ser mala Endamê PM’a HDP’ê Mesût Bagcik girtin û ew binçav kirin. Polisan piştî ku Bagcik birin Miduriyeta Polisan a Amedê, bi balefirê şandin Enqereyê.