NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê ku dibin kontrola Tirkiyê û komên hevkarên wê de ye, kesek sivîl hat revandin.
Bûyerek din a revandina mirovan a li Efrînê ya dibin kontrola Tirkiyê komên hevkarên wê de ye , hat jiyankirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) ya ji herêmê weşanê dike, li gundê Şitka ya girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê bavê 3 zarokan Kanîwar Kamal Reşîd ê 27 salî hat revandin.
Di nûçeyê de, hat diyar kirin ku derbarê aqûbeta Reşîd de, tu agahî tuneye.