Gunay bang li îqtîdarê kir: Hûn nikarin birêve bibin, îstîfa bikin

img

ENQERE – Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bang li îqtîdara AKP-MHP’ê kir û got: “Ya îstîfa bikin ya jî qebûl bikin ku hûn nikarin birêve bibin û biryara hilbijartina pêşwext bigirin. Gelên Tirkiyê vê yekê ji we dixwaze.” 

 
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay têkildarî geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Gunay di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser serdegirtina polîsan a duh li Amedê bi ser avahiyê wan de pêk anîn û got: “Îqtîdar li dijî siyaseta demokratîk sûckirina xwe didomîne. Heke hêj fêm nekiribûn em dîsa bêjin, hûn nikarin bi van operasyonên bêbinî û derew têkoşîna me têk bibin. Yek ji me jî bimîne wê têbikoşe. Wê ne komplo û ne jî faşîzma îqtîdarê nikaribe dengê HDP’ê qût bike. Wê nikaribin dengê heqîqeta ku digihîje gelê me asteng bike.” 
 
‘ROJEV FEQÎRÎ YE’ 
 
Gunay derbarê budçeya sala 2021’an niha li Meclîsê ye jî got: “Li Tirkiyê ji her du kesan rojeva kesekî feqîrî û birçîbûn e. Halê esnafan û welatiyan di nava şerpezeyê de ye. Hejmara welatiyên icra li wan vebûye 3 milyon e. Tifaqa bêyom welat muhtacî nan kiriye û welat ber bi felaketê ve dibe. Senaryoya feqîriyê li ser xelkê ferz dikin. Ferqa budçeya sala 2020’an tenê ew e ku deyn çêkiriye. Navê vê budçeyê jî talan û rantxwiriye. Em ê jî wek HDP’ê ji bo budçeya gel têbikoşin.” 
 
‘JI DIZIYA NAV ŞAREDARIYÊN ME TÊR NABIN’ 
 
Gunay anî ziman ku ew ê nelirêtiyên qeyûman yên li ser şaredariyên wan her eşkere bikin û got: “Ji diziya li hundirê şaredariyên me têr nabin. Dest ji îlegalîzekirina xebat, xebatkar û partiya me berdin. Heke hûn li sûc digerin, tenê li kirinên qeyûmê Mêrdînê Mûstafa Yaman binêrin wê her tişt eşkere bibe û hûnê bibînin qeyûm çi talanan kiriye.”
 
‘ENDAMÊN DARAZÊ JI BO PARTIYA ME TÊN WEZÎFEDARKIRIN’ 
 
Gunay da zanîn ku li ser siyasetmedarên HDP’yî hiqûqek cuda tê sepandin û got: “Her endamek darazê ku tayîn dikin, di hedefa wan ewil de HDP û nûnerên HDP’ê hene û krîmînalîze dikin û xebatên me sûcdar dikin. Lê em ji bîr nekin hiqûq ji bo me hemûyan lazim e. Hûn îro bi hêza xwe bawerin lê siberoja xwe ji bîra nekin. Dest ji sepanên xwe faşîzane berdin.” 
 
‘ÎSTÎFA BIKIN’ 
 
Gunay destnîşan kir ku guhertina gelek pergalên li Tirkiyê nîşaneya krîza nebirêvebirinê ye û got: “Ez bang li tifaqa AKP-MHP’ê dikim; bi rastî jî hûn dixwazin Tirkiyê ji vê krîzê rizgar bikin û rêya xelasiyê digerin, ya îstîfa bikin ya jî qebûl bikin ku hûn nikarin birêve bibin û biryara hilbijartina pêşwexst bigirin. Gelên Tirkiyê vê yekê ji we dixwaze û li benda we ye.” 
 
MESELEYA PENABERAN 
 
Gunay bal kişand ser pirsgirêka penaberan jî û got li dijî penaberan sûc tê kirin û xwest dawî li vî sûcî were anîn. 
 
PEYMANA ŞENGALÊ 
 
Gunay di dawiya axaftina xwe de ji bo Peymana Şengalê ya di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de hatiye îmzekirin bi kurdî daxuyanî da û wiha got: 
 
“Bi peymana Şengalê dixwazin cardin gelê Şengalê bi fermanan re rû bi rû bihêlin
 
Ez dixwazim ji bo mijarek jî bi kurdî bi axivim. Wek hûn jî dizanin, çend roj berê, derbarê Şengalê de peymanek hat îmzekirin. Ew peyman beriya her tiştî îradeya gelê Şengalê nas nake. Ew peyman, ji bilî nûnerên Êzidiyan û gelê Şengalê hatiye îmzekirin. Dixwazin bi wê peymanê hêza xweparastinê ya Şengalê ji holê rakin. Gelê Şengalê cardin bi fermanan re rû bi rû bihêlin.
 
Êrişên qirêj yên li hemberî Şengalê li ber çavên dinyayê pêk hat
 
Belê, 6 sal berê, Şengal ji aliyê DAIŞ’ê ve hat dagirkirin. Bi hezaran Kurdên Êzidî ji aliyê dijminên mirovahiyê ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Bi hezaran jinên Kurd ên Êzidî li bazarên koleyan hatin firotin û êrişeke mezin li dijî rûmeta Êzidiyan û hafizeya Êzidiyan hate pêkanîn. Ev êrişa qirêj li ber çavên dinyayê hat kirin.
 
Îradeya gelên Şengalê nas bikin!
 
Peymanên ku li ser maseyan û li pişt perdeyan hatine îmzekirin û îradeya gelê me yê Êzidî nas nakin, bi ser jî nakevin. Di 6 salên dawî de me dît ku gelê me yê Êzidî dixwaze bi hêza xwe ya parastinê, bi awayekî xweser xwe îdare bike. Em bang li hêzên ku peymanan li ser Şengalê îmze dikin:
 
Peymana Şengalê bi giştî Başûr dixe bin talûkeyê
 
Îradeya gelê Şengalê nas bikin, mafê xweseriyê yê gelê me yê Êzidî nas bikin, qebûl bikin. Bi van peymanan gelê Êzidî bi komkujî û fermanan re rû bi rû nehêlin. Û divê baş bê zanîn, ew hêzên ku îro li ser Şengalê bûne parçeyek peymanan, temamê Başûr jî dixin bin.” 
 

Sernavên din

25/10/2020
16:31 Mudaxileyî rêxistinên ciwanan kirin: 40 binçavkirin
15:54 Li Enqerê pirtûka ‘Dîwarên Ku Wê Hilweşin’ hat îmzekirin
15:30 Rojnameger piştî 14 rojan kirin qawîşan
14:41 Hevserokên Bazîdê hatin berdan
14:32 Polîsan mudaxileyî rêxistinên ciwanan kirin: Gelek ciwan binçavkirin
14:27 Gundiyên erdê wan hat şewitandin axivin
13:47 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê 3'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist
13:36 Li Efrînê kesek hat revandin
12:51 Hevdîtinên şandeya jinên Êzidî yên li Bexdayê dewam didomin
12:50 Li Girtîgeha TÎpa F a Wanê komekê nû greva birçîbûnê dewr girt
11:33 Hevserokên HDP'ê yên Bazîdê sewqî dozgeriyê kirin
10:56 Gundiyên bertek nîşanî polîsan dan hatin derpkirin
10:29 Beştaş: Malbatên li pêş avahiya HDP’ê tên bikaranîn
10:01 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
09:02 Yegîn: Hilbijartina Bolivyayê dibe ku ji bo Amerîkaya Latîn bibe hêvî
09:02 Dadgehê 2 sal ceza li rojnamevan Tûnç birî
09:02 Heger 79 hezar kes 250 TL'yî bide wê Îsmaîl Çagan bijî!
09:01 Qedexeya li ser Wanê hezar û 435 roj in dewam dike
09:01 Yîgît: Tirkiye ji bo tawîzan ji Rûsya bigire êrîşî Eyn Îsayê dike
09:00 Piştgiriya ekolojîstan a ji bo HDP'ê: Îqtidar dibe sedema rûxandinê
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2020'AN
24/10/2020
20:12 Di 24 saetên dawî de 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
16:42 Piştî hat berdan 4 meh şûnde jiyana xwe ji dest da
16:27 Wesayîta eskerî qeza kir: 4 jê giran 11 esker birîndar bûn
16:13 Orhan Vatansever ê ku bû sedama kuştina Aslan hat binçavkirin
16:02 Polîsan mudaxileyî endamên Malên Gel kir û gelek kes binçav kirin
15:47 Xwestin girtiyê nexweş ê di rojiya mirinê de were berdan
15:44 KESK’ê bertek nîşanî zextên li ser HDP’ê da
15:42 Li Wanê tundiya li dijî jinê hat nîqaşkirin
15:11 Li Şirnexê anonsa kesên bi Kovîd-19'ê dimirin hat qedexekirin
14:52 Rûniştina F: Girtiya nexweş Avras serbest berdin
14:12 Sancar: Me biryara mayîndekirina Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinê girt
13:48 Jiyana girtiyê nexweş Bîlîcî di xetereyê de ye
13:45 Dayikên Şemiyê ji bo Has ê piştî 28 salan cenazeyê wî hat dîtin, edalet xwestin
12:24 Şaredarê Stenbolê Îmamoglû bi koronayê ket
12:07 HDP bi nûnerên partiyên kurd re hat gel hev
12:06 Xizmên Windayan li kujerên Mahmût Dogan pirsîn
11:15 Li Amedê 3 kes hatin girtin
11:01 Midurê emniyetê yê serxweş li nezaretxaneyê li sê kesan daye!
10:26 Muteahîtê qeyûm ji nelirêtiyê hat girtin
10:20 Li girtîgehê nane 2 kesan didin 8 kesan
10:04 Li Cizîrê pirsa ‘Çima hûn diçin HDP’ê ji 2 hezar malbatan hatiye kirin!
09:55 Li Kuçukçekmecê jinek hat qetilkirin
09:49 Mizrakli: Desthilatdarî naxwaze kurd xwe bi rêve bibin
09:13 Aktivîsta TJA'yê: Em li dijî ya xirab a xweşik birêxistin dikin
09:13 Çav berdane Geliyê Zîlanê: Wê HES'ê çêbikin!
09:12 Civaknas Dûrak: Astengkirina zimanê zikmakî qirkirina çandî ye
09:11 Payiza Geliyê Mûnzûrê
09:10 Kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ berê xwe da gundan
09:09 'Di rojeva kedkaran de ne hilbijartina pêşwext çûyîna AKP'ê heye'
09:09 Çiray: Dixwazin bi 'delîlên xeyaletî' qeyûmtiyê bidomînin
09:08 Ciwan: Xwediderketina li HDP'ê çareseriya pirsgirêkên me ye
09:07 Gundî bi destûrê dikarin biçin gundê xwe: Ev li tu devera cîhanê nîne
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2020'AN
08:44 Li Bazîdê polîsan bi ser avahiya HDP'ê ve girt: Hevserokên HDP'ê hatin binçavkirin
23/10/2020
21:23 Li Tirkiyeyê Îro 2 hezar û 165 kes bi şewbê ketine
16:04 Karkerên madenê: Em dixwazin mîna mirovan bijîn
15:54 Aliyan ji bo Lîbyayê li ser 'agirbesta mayinde' li hev kirin
15:40 Ji bo zilamê îşkencekar 75 sal ceza hat xwestin
15:31 ÎHD’ê rapora Girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir
14:53 9 sal bi ser erdheja Wanê re derbas bûn: Polîtîkaya pêçandina birînê top avêtiye
14:40 DÎB’ê rapora helikopterê amade kir: Hêj lêpirsîna îdarî venekirine
14:39 TMMOB: Projeya Wezîrê Bajarvaniyê dê zirarê bide sûran
14:11 Wezîr lêkirina dîwarê li Amedê parast
13:25 Jinên HDP'yî û Komîsyona Jinan a PE'yê hevdîtin pêk anîn
13:22 Gunay bang li îqtîdarê kir: Hûn nikarin birêve bibin, îstîfa bikin
12:41 Dest bi îfade girtina 21 kesên li Mereşê hatibûn binçavkirin hat kirin
12:30 Li Mûşê 5 kes hatin binçavkirin
12:27 Kaniyên Mûnzûrê bi betonê tê wêrankirin
12:02 Li gundê ser sînorê Rojava şewat derket
12:01 Serokwezîrê berê yê Iraqê Ebadî li dijî lihevkirina li ser Şengalê derket
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Civîna HTŞ’ê rastî êrîşê hat: 15 kes mirin
11:19 Karkerên madenê yên emekdar yekemîn qezenca xwe bi dest xistin
10:46 Agir berda hucreya lê dima
10:36 10 meh ceza li rêveberê HDP’ê hat birîn
10:25 Rêveberiya Xweser: Bila Rûsya û Amerîka berpirsiyariyên xwe bi cih bînin
10:15 Armancên Wezareta Dadê: Wê 39 girtîgehên nû werin çêkirin
09:42 Li Esenlerê zilamekê xwest hevjîna xwe qetil bike
09:34 Li Mêrdînê ‘şahidên nepen’ sexte derketin
09:10 DEDAŞ'ê ji 13 gundên Basa re nêzî 8 trîlyon fature birî
09:09 Erbaş: Sedema bêhiqûqîtiyê neçaresekirina pirgsirêka kurd e
09:08 Hevserokê HDP'ê yê Amedê Ceylan: Êrîşên li ser HDP'ê bi destên îqtidarê tên organîzekirin
09:08 Banga ciwanan a ji bo budçeyê: Deynên KYK'ê xera bikin
09:07 Esnafên çarşiya ku dê bê xerakirin doza cihekî dikin
09:07 Girtiyê nexweş Yaman nikare bi tena serê xwe avê jî vexwe
09:06 ‘Ê bertîl stendiye û yê bertîl dane li holê ne'
09:05 ‘Wê aborî nikaribe heya 2023'yan li ber xwe bide, hilbijartina pêşwext divê'
09:05 Hem wî xistine hucreyê hem jî dermanên wî nadinê
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2020'AN
22/10/2020
19:52 Li Tirkiyeyê 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
19:48 'Em ê li hemberî êrîşan serî daneynin û berxwedana xwe mezin bikin'
16:56 9 sal cezayê girtîgehê li cîgira hevşaredara berê ya Farqînê hat birîn
16:24 Di doza Medenî Yildirim de bersûc wê beşdarî danişînan nebe
16:09 Hevserokên HDP’a bajêr û navçeyê yên Amedê hatin binçavkirin
16:01 Vê carê li Elkê şewat derket
15:59 TUHAD-DER: Bila pirsgirêkên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê bên çareserkirin
15:53 Cenazeyê 4 endamên HPG'ê rakirin morga Edeneyê
15:51 Jinên Êzidî: Ji bilî Şengalê, em vînek din nas nakin
15:24 ECPMF: Rojnamegerên li Wanê hatin girtin demildest berdin