AMED - Polîsan bi îdîaya "belgeyên dij qanûnî li gel xwe girtin" bi ser avahiyên Rêxistina HDP’ê ya Amedê û Rêxistina Navçeya Yenîşehîrê de girtin. Lêgerîna polîsan a di avahiyan de dewam dike.
Polîsan bi ser avahiyên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê û Rêxistina Navçeya Yenîşehîrê de girtin. Hat diyar kirin ku polîsan li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi ser her du avahiyan de girtin û dest bi lêgerîna avahiyan kirin. Polîsan di dema serdegirtinê avahiyên bajar û navçeyê bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin û destûr nedan ku parlamenterên HDP û parêzer bikin hûndir.
Polîsên bi ser avahiya Yenîşehîrê de girtin jî, rê ji bilî Hevserokên Navçeyê Kasim Kaya û Remziye Sizinci, hemû rêveberiyên partiyê derxistin derve.
Abluke û lêgerîna polîsan a di avahiyên HDP'ê de dewam dikin.