Betal, karker, KHK'yî: Wê quşxane bi saya HDP'ê bikele

img

STENBOL - Welatiyên ku polîtîkayên ewlehîparêz ên îqtidarê wekî "quşxaneya nekelî" û "betaliyê" pênase kirin, ji bo deklerasyona HDP'ê gotin ji bo wan tê wateya "kar û bar" û kelandina quşxaneya nekelî. 

 
Di ser demeke ku krîza aborî her diçe kûrtir dibe û mirovan ber bi întiharê ve dişîne, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) zend û bend badan. HDP hewl dide bi "Deklereasyona Helwesta Demokratîk" ku di 1'ê Hezîranê de aşkere kiribû li hemberî vê tarîtiyê bibe ronahî û ji bo têkoşînê bang li her kesî dike. Di deklerasyonê de hatibû destnîşankirin ku tekane rêya xelasiyê ya ji krîza aborî, devjêberdana ji polîtîkayên ewlehîparêz e û beriya her tiştî bi rêyên aştiyane çareserkirina pirsgirêka kurd e. 
 
Karker, betal û welatiyên bi KHK'yan ji kar hatine derxistin diyar kirin ku deklerasyona HDP'ê heqîqetekê dide der û gotin, bereksê daxuyaniyên rayedarên hikûmetê bi her awayî krîza aborî hîs dikin. 
 
Karkerê tekstîlê Ercan Tîlmaç, bal kişand ser ser zor û zehmetiyên di sektora tekstîlê de û got, keda wan tê xwarin. Tîlmaç, bilêv kir ku yek ji sektora ku herî zêde keda jin û karkerên zarok dixwe sektora tekstîlê ye û got, pergala kapîtalîst her kesî felc kiriye. 
 
Tîlmaç, bilêv kir ku her êrîşa li ser mafên demokratîk ên gelê kurd tê kirin, bandorê li her kesî dike û got, lewma bangawaziya HDP'ê pir girîng e. Tîlmaç got: "Nehesibandina hebûna kurdan, li Tirkiyeyê dibe sedema xizanbûna çna karkeran. Bang li çîna karkeran dikim ku piştgiriya têkoşîna gelê kurd bikin. Heger em piştgiriyê bidin wê welêt aram bibe. Lewma divê em karker xwe birêxistin bikin." 
 
BUDÇEYA JI BO ŞER HATIYE EVQETANDIN TÊ WATEYA 'BETALÎ'YÊ 
 
Çetîn Demîr ê 33 salî ku ji ber krîza aborî betal maye, anî ziman ku zanîngeh kuta kiriye lê dike nake karek bi dest wî nakeve. Demîr, destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên betaliyê yê îqtidarê bi milyonan kes betal in. Demîr, anî ziman ku sedema vê jî ew e ku îqtidar dixwaze bi polîtîkayên ewlehîparêz pirgirêka kurd çareser bike û got: "Gava mirov li budçeya ku ji bo şer hatiye veqetandin dinêre, rastî dertê holê. Dikarin bi vê budeyê li her derê welêt fabrîkeyan çêbikin. Her wiha ji ber ku veberhênan bi fikarin veberhênaniyê nakin. Heger ji dêvla polîtîkayên ewlehîparêz ji bo îstihdamê budçe bê veqetandin wê rewşa welêt pir biguhere." 
 
Her wiha Demîr gotina Erdogan jî bibîr xist ku gotibû "Ma tu dizanî fîşekek bi çi qasî ye" û got, lewma bangawaziya HDP'ê bangawaziyeke li dijî "şer aştî ye." Demîr got: "Bangawaziya HDP'ê, tê wateya ku bi milyonan kesên wekî bin kar bibînin. Lewma bangawaziya HDP'ê di cî de ye. Divê bi milyonan kesên wekî min betal û karker bên cem hev du, li ber polîtîkayên ewlehîparêz ên îqtidarê rabin û xwedî li vê bangawaziyaê derkevin. Heya em li ber ranebin em ê her tim birçî û betal bin." 
 
BI HINCETA 'EWLEHIYÊ' DERXISTINA JI KAR 
 
Kenan Gungordu jî anî ziman ku sedema polîtîkayên ewlehîparêz neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Gungordu, bilêv kir ku neçareserkirina pirgirêka kurd di warê cemaweriyê bandor li liyaqatê jî kiriye û ev yek bûye ku civak nefesê nestîne. Gungordu got: "Li dijî muxalifan nêçîra pîrebokan piştî 15'ê Tîrmehê dest pê kir. Dibe ku bêhiqûqîtiya herî zêde bi pêkanînên piştî 15'ê Tîrmehê rû da bin, lê belê ev bêhiqûqîtî ji ber neçareserkirina pirgirêka kurd e. Sedema betaliyê ev polîtîka ne û her wiha ev yek bûye sedem ku bi hezaran kes bi hinceta 'ewlehiyê' ji kar bên derxistin û îxrackirin." 
 
YEKÎTÎ
 
Gungordu, destnîşan kir ku neçareserkirina pirsgirêka kurd Tirkiyeyê xistiye nav gerînekekê û got: "Gel aştiyê dixwazin. Bangawaziya HDP'ê ji bo me karkeran, betalan, kedkaran û kesên neheqî li wan hatiye kirin. Em li her derî bilêv dikin ku em xwedî li vê bangawaziyê derdikevin. Ji bo aştî bibe serdest li dijî îqtidara AKP-MHP'ê ku di polîtîkayên şerî de israr dike, yekîtî û tifaqeke civakiyî divê. Lewma divê her ks xwedî li vê bangawaziyê derkeve û ji bo aştiyê bibe yekdeng." 
 
MA / Nacî Kaya - Ferhat Çelîk

Sernavên din

22/10/2020
15:18 AYM’ê xwest lêpirsîna mirina Haci Zengîn ji nûve were kirin
15:08 Mûstafa Aslan ê Melek qetil kir hat girtin
14:51 Ji bo Dozgîn Temo muebbeta giran hat xwestin
14:50 Eren Keskîn: Em ne mecbûrin mîna dewletê bifikirin
14:20 Danişîna 18 HDP’iyan hat taloqkirin
14:11 Malbata Gunduz a PKK’î cenazeyê keça xwe xwest
14:07 ‘Zemkirina avê zilma qeyûm e’
13:53 Onlu: Bi doza Gulistan Dokû çit ê veşartin?
13:48 Rojnamevan Cemîl Ûgûr: Ya ku hatiye girtin rojnamevanî ye
13:24 Di 9 mehên salê de 29 rojnamevan hatine girtin
13:24 Girtiyê di qarantînayê de derp kirin
13:12 ‘Budçeya qesrê, şer û sermayê ye’
12:56 DAD’ê nivîsên nîjadperest ên li Pendîkê şermezar kir
12:46 Rojnameger Demîr giliya hesabê JÎTEM'ê kir
12:41 Li Amedê, polîsan bi ser avahiyên HDP’ê yên bajar û navçeyê de girtin
12:23 Budçeya 2021’an a Wezareta Karên Navxweyî dê mirinên nû bîne
11:51 Materyalên dijital ên di serdegirtina Ozgur Gundemê de winda bûn!
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin
10:54 Zilamên tevli atolyeyên TJA’yê bûn: Pêwîste ku zilam jî têbikoşin
10:33 HDP: Sedema mirina penaberan polîtîkayên dewletê ne
09:58 HDP'ê helbestvanê mezin Cegerxwîn bibîr anî
09:17 Li Girtîgeha Kurkçulerê agir derket
09:16 Ala tirk bi avahiya HDP’ê ve daleqandin
09:14 'Heger Zaînal û malbata wî bidana ber lêpirsînê wê Gulîstan bihata dîtin'
09:13 Sewalvan ji rewşa heyî nerazî ne
09:13 'Di warê tecrîdê de CPT durû tevdigere'
09:12 ‘Heger li Wanê erdhejek çêbibe wê bibe sedema karesateke pir mezin'
09:11 Di qada perwerdehiyê de negirtina tevdîran û bandora wê ya li zarokan
09:11 Dîmenên dema bertîlstendinê yên der barê Bendava Ilisûyê de bi dest ketin
09:10 Hevdîtinên ji bo heqê karkeran xitimîn: Wê karker dest bi grevê bikin
09:09 Betal, karker, KHK'yî: Wê quşxane bi saya HDP'ê bikele
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2020'AN
21/10/2020
20:33 Di 24 saetên dawî de 2 hezar û 13 kes bi Covîd-19'ê ketine
20:30 Serbijîşkê Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Amedê ji peywirê girtin
17:07 Birayê din jî jiyana xwe ji dest da
17:06 Olûç: Daraz ji bo ku kujerên Elçî ceza neke, 5 sal in dozê eware dike
16:52 Danişîna doza cînayeta Mûsa Anter dîsa taloq bû
16:27 Wê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Amedê bike
15:51 Doza Tahîr Elçî hat taloqkirin
15:44 Li Mereşê hejmara binçavkiriyan derket 12'an
15:40 Li Amedê girtiyên nexweş jî di nav de 42 girtî hatin sewqkirin
14:57 TJA’yî bi jinên ku li tekstîlê dixebitin re hatin gel hev
14:37 Li Konyayê zarokek ji Sûriyê hat kuştin
14:31 Li Pulurê cenazeyê şivanek hat dîtin
14:30 DEDEF: Mûnzûr azad e û wê azad biherike
14:24 Li Şirnexê 3 kes hatin berdan
14:01 Doza Tahîr Elçî: Bersûc wê bi SEGBÎS’ê werin guhdarkirin
13:49 Cenazeyê yek ji kesên ku bi ser mayînan de hatibûn şandin li ‘goristana bêkesan’ hat veşartin
13:32 HDP’ê ji bo aşkerakirina goristanên serokên kurd pêşniyarqanûn da meclisê
13:28 Testa DNA’ya Ersayan derket lê cenaze li holê nîne
13:18 Li Amedê jinek hat qetilkirin
13:17 Li Bedlîsê bi pîleya 3.5 erdhej çêbû
12:58 Di doza Elçî de ji bersûcan hat pirsîn: Hûn dixwazin beşdarî danişînê bibin?
12:46 Daxwaza hevdîtinê ya parêzerên Ocalan hat redkirin
12:34 Li Wanê hezar û 500 roj in qedexe didome: AKP qedexeyan guhdar nake
12:16 Li Mereşê 7 kes hatin binçavkirin
11:45 Di doza Tahîr Elçî de sepana akredîteyê danîn pêşiya rojnamevanan
11:37 Li Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê angaşta gefa kuştinê
11:17 Doza derbarê kuştina Tahîr Elçî de dest pê kir
10:48 TSK wê ji 6 noqteyên din ên çavdêriyê vekişe
10:28 Erdê çandiniyê werguherî sergo
10:28 Ew şewat qet netefiya
10:17 Şerha muxalefetê ya Ajansa Hawirdorê: Wê pêvajoya ÇED’ê bê bêvenêrînkirin
09:48 25 fezlekeyên nû pêşkêşî meclisê bûn
09:25 Li Eyn Îsayê şerekî dijwar derket
09:24 Çiyayê Cûdî, Gabar û Besta 5 meh in dişewite
09:23 Karneya çapemeniyê ya 18 salên AKP'ê: Binçavkirin, girtin, sansûr û reşkirin
09:23 Estûkyan: Rol û rista Koma Mînksê aştî ye, lê pratîka wê şer e
09:21 Li Xarpêtê pirtûkan nadin girtiyan
09:21 Şaredariya HDP'î bi 60 hezarî çêdikir, lê qeyûm bi 400 hezar TL'yî çêdike
09:20 9 sal derbas bûye: Ji bo me her roj erdhej e
09:19 'Me guh li wezîr kir, niha hema bibêje me top avêtiye'
09:19 Bi kurdî danasîna wesayîtan dike
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2020'AN
20/10/2020
22:17 Panzêran li Efrînê 2 zarok eciqandin
20:47 SÎHA'yên Tirkiyeyê êrîş birin ser Dêrikê: 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:39 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 9 hezar û 445
18:00 Dadgehê danişîna doza Hozan Canê taloq kir
16:57 HDP’e serdana ajansa me kir
16:23 Guven: Pêwiste êdî mîmarê aştiya bi rûmet azad bibe
15:41 Mudaxaleyî şewata li Geverê nayê kirin
15:36 Dayikên Laçikspî hatin beraetkirin
15:35 TMMOB: Em ê destûr nedin ku Rezan wekî Sûrê bibe
15:08 Şaredarê Şirnexê yê berê Ahmet Ertak li girtîgehê ji ser hişê xwe çû
14:48 Navê Ozgur Gundemê ji qeyûm re giran hat!
14:48 Piştî hedef nîşandanê derbarê Tosûn de lêpirsîn hat despêkirin
14:37 Bûldan: Em ê dest ji hevserokatiyê bernedin
14:14 Li Girtîgeha Xarpêtê 9 girtî bi koronayê ketin
13:47 Dozger xwest 19 parêzer werin cezakirin
13:30 Rojnameger Bîlen: Ji ber ku me sûcdar nivîsandin em hatin girtin
13:23 Danişîna rojnameger Kaya hat taloqkirin
13:08 ‘Divê failên Elçî bêceza nemînin’
12:22 Li girtîgeha Amedê gelek girtî sewq kirin
12:17 Belavkarê rojnameyê Tûnçdemîr hat berdan
12:14 Parlamenterên HDP’ê: Haya xelkê ji veguherîna bajarvaniyê nîne
12:02 Li Rojava kongreya jinan
11:53 Ji 68 parlamenterên PE’yê name: Divê sûcên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê bên lêkolînkirin
11:16 Di serdegirtina malê de, bi kuçikan êrîş kirin
11:15 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:15 Partiyên Siyasî: Ji bo rantxwuriyê Nemrût tê betonkirin