* Li gelek deverên Şirnexê şewatên ji meha hezîranê ve dest pê kirine hêj didomin. Nêzî 5 meh in şewat li herêmê didome û dibe sedema talankirina xwezayê û tê gotin bi deh hezaran dar şewitîne. Şêniyên herêmê jî diyar dikin ku bi van şewatan re çavkaniya debara wan jî tê tunekirin.
* Mamosteyê Zimanê Kurdî Mehmet Emîn Cirik, di hesabê xwe yê Youtubeyê bi kurdî danasîna wesayîtan dike.
* Muhsîn Demîr ku li Tarsûsê sewalvaniyê dike, gotina "Wê Cotmeh ji Îlonê xweştir be" ya Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak bibîr xist û got: "Me guh li wezîrê ku dibêje wê her meh ji meha din xweştir be kir. Lê mixabin êdî em ketine halekî werê ku hema bibêje me top avêtiye."
* Li Wanê nêzî 170 malbatên ku piştî erdheja Wanê di konteyneran de dimînin gotin: "Ji bo me her roj erdhej e."
* Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn ku ji peywirê hat girtin, anî ziman ku projeya çêkirina sererastkirin û çêkirina kuçeyên Sûrê di nîvî de hatiye hiştin û got, serê her kuçeyê 60 hezar TL lê diçû, lê belê qeyûm di çarçoveya vê projeyê de wê kuçeyekê bi 400 hezar TL'yî çêbike.
* Hevserokê DBP'yê yê Pêrtagê yê berê Erdal Kotan ku di Girtîgeha Xarpêtê ya Jimare 1'ê de ye, anî ziman ku li girtîgehê bi hinceta şewbê pirtûkan nadin wan û got, tên tecrîdkirin.
* Edîtorê Rojnameya AGOS'ê Pakrat Estûkyan, anî ziman ku wê Koma Mînksê ji bo şerê di navbera Azerbêcan û Ermnesîtanê de nebe cihê çareseriyê û got, rol û rista vê komê aştî ye, lê belê pratîka wê şer e.
* Di 18 salên îqtidara AKP'ê de herî kêm 721 rojnamevan hatin girtin û gelek rojnama û malperên nûçeyan hatin girtin û sanurkirin. Sekreterê Giştî yê Basin-Îşê Farûk Eren, sedema zext û zoriyan ew e ku hemû derew ji aliyê cihekî ve bên ragihandin.
* Danişîna ewil a doza Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku di 28'ê mijdara 2015'an de li bin Minareya Çar Ling a Sûra Amedê hatibû qetilkirin dê li Dadgeha Cezayê Giran a 10'emîn a Amedê dest pê bike. (10.00)
* Federasyona Komeleyên Dersimê ji bo balê bikişîne ser Porjeya Rekreasyonê ya Kaniyên Mûnzûrê dê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
* Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç dê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe û geşedanên di rojevê de binirxîne. (14.30)