Danişîna doza Tahîr Elçî piştî 5 salan sibê dest pê dike

  • rojane
  • 10:00 20 Cotmeh 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî kuştina Tahîr Elçî 5 al şûn ve danişîna ewil a doza derbarê 3 jê polîs ku 4 bersûc tên darizandin wê were lidarxistin. Hevjîna Elçî, Turkan Elçî got “Dixwazin bi me bidin bawerkirin ku mirina wî mirinek tesadufî ye.”

Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî kêliya bi komek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl li ber Minareya Çar Ling a Sûra Amedê bi mexseda xwedî derketina minareye ku ji şer hatibû rûxandin derdiket di 28’ê Mijdara 2015’an hat qetilkirin. Danişîna ewil a doza bersûcên doza Tahîr Elçî sibê yanî di 21’ê cotmehê de li Edliya Amedê dest pê dike.
 
Kuştina Elçî li ser vê axê dilê bi milyonan kurd û dostên kurdan êşand. Dilê bi deh hezaran hiqûqzan êşand.
 
Elçî hiqûqzanek ji salên 1990’î dihat. Dema mervi dibêje salên 90’î helbet bûyerên tarî ango fail nediyar tên bîra meriv. Elçî yek ji parêzerên hin ji wan malbatên xizmên winda bûyî bû. Elçî gelek li ser dosyeyên windayan xebitîbû û bi malbatên wan re li edaletê digeriya. Lê piştî bi salan çîroka edaleta Elî veguherî yek ji çîrokên edaletê yên wan windayên salên 90’î. Ew bi guleyek ji paş ve li serê wî ket û bûyer li ber kamereyan pêk hat. Her çiqas ev bûyera girîng li ber kamerayan pêk hat jî lê 5 sal in bûyer nehatiye zelalkirin û piştî ewqas sal dê danişîna dozê were lidarxistin. Li gorî beşek mezin a raya giştî tê gotin ku dewlet dixwaze ser bûyerê bigire.
 
3 JÊ POLÎS 4 BERSÛC HENE
 
Ji roja bûyer pêk heta îro 3 serdozger û 5 dozger hatin guhertin. Di vê de jî bêhiqûqî di asta jor de xuya dike. Piştî çar salan doznameya bûyerê hat amadekirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê 3 jê polîs 4 bersûcan de dozname amade kir û dozname ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 10emîn a Amedê ve hat qebûlkirin. Di doznameyê de polîsên bersûc M.S., F.T. û S.T. ji sûcê “Bi zanebûn rê dane mirinê” tên darizandin û ji 2 salan heta 6 salan ceza ji bo wan tê xwestin. Derbarê bersûcê din endamê PKK’ê Ûgûr Yakişir de jî bi gelek hêcetan bi giştî 3 caran cezayê girankirî yê heta hetayê û 45 sal cezayê hepsê jê re tê xwestin.
 
DOSYEYAN KIRIN YEK
 
Kuştina polîs Ahmet Çîftaslan û Cengîz Erdur ên 100 metre dûrî cihê Elçî lê hat kuştin jî bi vê dosyeyê ve kirin yek. Ev her du polîs ji aliyê Ûgûr Yakişir û Mahsûm Gurkan ku polîsan ew dişopandin ve hatin kuştin. Yakişir û Gurkan piştî her du polîsan dikujin ber bi kuçeya Minareya Çar Ling ve dibezin û div ê kêliyê de polîsên li ber daxuyaniya çapemeniyê ne dest bi gule reşandinê dikin û gule ber didin her du ciwanan. Yek ji van guleyên Elçî dibîne û bû sedemê kuştina wî.
 
Ji van her du kesên polîs gule li wan direşînin, Mahsûm Gurkan di şerê li taxên Sûrê de jiyana xwe ji dest da û Yakişir jî firar e û ji dozê tê darizandin.
 
Elçî kêliyek beriya jiyana xwe ji dest bide di daxuyaniya xwe de wiha digot: “Vî cihî dîrokî ji gelek şaristaniyan re dergûşiyê kiriye, vê cihê qedîm mazûvaniyê kiriye. Em li vê mekana hevpar a mirovatiyê çek, şer û operasyonê naxwazin. Şer, pevçûn û operasyon bila ji vê qadê dûr bibin.”
 
PIŞTÎ GOTINA ‘PKK NE RÊXISTINEK TERORÊ YE’ BÛBÛ HEDEF
 
Elçî beriya were kuştin jî di 15’ê cotmeha 2015’an de beşdarî bernameya Ahmet Hakan a di CNN Turk de bû. Elçî di bernameyê de gotibû “PKK ne rêxistinek terorê ye” û her tişt ji van gotinên wî dest pê kiribû. Li ser van gotinên wî Elçî hat lînckirin û derbarê wî de biryara girtinê hat dayîn. Elçî hat binçavkirin û piştî îfadeyên wî hatin wergirtin bi biryara qedexeya derketina derve hatibû berdan. Bi daxwaza 5 salan zîndanîkirinê jî doz lê hatibû vekirin. Elçî piştî wê bernameyê hedef hatibû nîşandan.
 
DAVÛTOGLÛ SOZ DABÛ LÊ…
 
Piştî ku Elçî jiyana xwe ji dest da Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû gotibû “Wê ev bûyer teqez wre ronîkirin. Em di serdema xwe de destûrê nadin failê meçhûl. Piştî vê êrişa terorê li dijî Birêz Tahîr Elçî sûîkast pêk hatiye. Heke rewşek wisa hebe teqez wê were lêkolînkirin û kî viya kiriye wê derkeve holê. Lê belê kî kiribe bila kiribe, hedef vekirî ye, hedef tenê ne birêz Tahîr Elçî ye hedef Tirkiye ye.”
 
GOTINÊN QERASE KIRIN LÊ XWEDÎ LI SOZA XWE DERNEKETIN
 
Tevî ewqas gotinên qerase û hevokên nepixandî yên rayedaran ku digotin dê di demek kin de bûyer were ronîkirin, lê bûyer nehat ronîkirin û sozên dan jî nehatin girtin û nehat tespîtkirin ka gule ji kîjan sîlehê derketiye.
 
TEVÎ EWQAS RAPOR Û DAXWAZ JÎ KIRYAR NEHATIN GIRTIN
 
Ji 28’ê Mijdarê roja Elçî hat kuştin û heta roja dozname hat amadekirin, hem Baroya Amedê û hem jî gelek şandeyên pispor û hiqûqzanan rapor amadekirin û daxwazan ji rayedaran kirin lê dîsa jî kiryar nehatin diyarkirin û dozname dereng hat amadekirin. Serlêdan û rapor bêencam man. Di asta dihat xwestin de bûyer ne ronî bû û ne jî dozname hat amadekirin. Hêj gule nayê zanîn ku ji kîjan sîlehê derketiye. Di nava ewqas demê de adeta bêhiqûqî û bêedaletiyê mohra xwe li sosretên darazê da.
 
DANIŞÎN SIBÊ YE
 
Danişîn wê sibê piştî 5 salan saet di 10.00’an de li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a Amedê dê were lidarxistin. Polîsên bersûc S.T. û M.S. dê bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) di danişînê de amade bikin û polîsê din ê bersûc F.T. û polîsên di dosyeyê de wek “şahid” cih digirin dê werin guhdarkirin.
 
NAMEYA TURKAN ELÇÎ
 
Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî di salvegera 4’emîn qetilkirinê de nameyek ji bo hevjînê xwe nivîsandibû û di nameyê de wiha gotibû: “Dixwazin bi me bidin bawerkirin ku mirina te mirinek tesûdufî ye. Lê hâlbuki em dizanin, berê lûleya dan ser te bi zanebûn û fîlen e. Guleya hat berdan ne bi şaşî ye. Halbûkî em dizanin, roj bi roj hikuma hiqûqê kêm dibe, maf tine dibe û qatil li vê kuçeya me bi kevi dimeşin.”
 
MA / Omer Çelîk

Sernavên din

22/10/2020
15:18 AYM’ê xwest lêpirsîna mirina Haci Zengîn ji nûve were kirin
15:08 Mûstafa Aslan ê Melek qetil kir hat girtin
14:51 Ji bo Dozgîn Temo muebbeta giran hat xwestin
14:50 Eren Keskîn: Em ne mecbûrin mîna dewletê bifikirin
14:20 Danişîna 18 HDP’iyan hat taloqkirin
14:11 Malbata Gunduz a PKK’î cenazeyê keça xwe xwest
14:07 ‘Zemkirina avê zilma qeyûm e’
13:53 Onlu: Bi doza Gulistan Dokû çit ê veşartin?
13:48 Rojnamevan Cemîl Ûgûr: Ya ku hatiye girtin rojnamevanî ye
13:24 Di 9 mehên salê de 29 rojnamevan hatine girtin
13:24 Girtiyê di qarantînayê de derp kirin
13:12 ‘Budçeya qesrê, şer û sermayê ye’
12:56 DAD’ê nivîsên nîjadperest ên li Pendîkê şermezar kir
12:46 Rojnameger Demîr giliya hesabê JÎTEM'ê kir
12:41 Li Amedê, polîsan bi ser avahiyên HDP’ê yên bajar û navçeyê de girtin
12:23 Budçeya 2021’an a Wezareta Karên Navxweyî dê mirinên nû bîne
11:51 Materyalên dijital ên di serdegirtina Ozgur Gundemê de winda bûn!
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin
10:54 Zilamên tevli atolyeyên TJA’yê bûn: Pêwîste ku zilam jî têbikoşin
10:33 HDP: Sedema mirina penaberan polîtîkayên dewletê ne
09:58 HDP'ê helbestvanê mezin Cegerxwîn bibîr anî
09:17 Li Girtîgeha Kurkçulerê agir derket
09:16 Ala tirk bi avahiya HDP’ê ve daleqandin
09:14 'Heger Zaînal û malbata wî bidana ber lêpirsînê wê Gulîstan bihata dîtin'
09:13 Sewalvan ji rewşa heyî nerazî ne
09:13 'Di warê tecrîdê de CPT durû tevdigere'
09:12 ‘Heger li Wanê erdhejek çêbibe wê bibe sedema karesateke pir mezin'
09:11 Di qada perwerdehiyê de negirtina tevdîran û bandora wê ya li zarokan
09:11 Dîmenên dema bertîlstendinê yên der barê Bendava Ilisûyê de bi dest ketin
09:10 Hevdîtinên ji bo heqê karkeran xitimîn: Wê karker dest bi grevê bikin
09:09 Betal, karker, KHK'yî: Wê quşxane bi saya HDP'ê bikele
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2020'AN
21/10/2020
20:33 Di 24 saetên dawî de 2 hezar û 13 kes bi Covîd-19'ê ketine
20:30 Serbijîşkê Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Amedê ji peywirê girtin
17:07 Birayê din jî jiyana xwe ji dest da
17:06 Olûç: Daraz ji bo ku kujerên Elçî ceza neke, 5 sal in dozê eware dike
16:52 Danişîna doza cînayeta Mûsa Anter dîsa taloq bû
16:27 Wê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Amedê bike
15:51 Doza Tahîr Elçî hat taloqkirin
15:44 Li Mereşê hejmara binçavkiriyan derket 12'an
15:40 Li Amedê girtiyên nexweş jî di nav de 42 girtî hatin sewqkirin
14:57 TJA’yî bi jinên ku li tekstîlê dixebitin re hatin gel hev
14:37 Li Konyayê zarokek ji Sûriyê hat kuştin
14:31 Li Pulurê cenazeyê şivanek hat dîtin
14:30 DEDEF: Mûnzûr azad e û wê azad biherike
14:24 Li Şirnexê 3 kes hatin berdan
14:01 Doza Tahîr Elçî: Bersûc wê bi SEGBÎS’ê werin guhdarkirin
13:49 Cenazeyê yek ji kesên ku bi ser mayînan de hatibûn şandin li ‘goristana bêkesan’ hat veşartin
13:32 HDP’ê ji bo aşkerakirina goristanên serokên kurd pêşniyarqanûn da meclisê
13:28 Testa DNA’ya Ersayan derket lê cenaze li holê nîne
13:18 Li Amedê jinek hat qetilkirin
13:17 Li Bedlîsê bi pîleya 3.5 erdhej çêbû
12:58 Di doza Elçî de ji bersûcan hat pirsîn: Hûn dixwazin beşdarî danişînê bibin?
12:46 Daxwaza hevdîtinê ya parêzerên Ocalan hat redkirin
12:34 Li Wanê hezar û 500 roj in qedexe didome: AKP qedexeyan guhdar nake
12:16 Li Mereşê 7 kes hatin binçavkirin
11:45 Di doza Tahîr Elçî de sepana akredîteyê danîn pêşiya rojnamevanan
11:37 Li Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê angaşta gefa kuştinê
11:17 Doza derbarê kuştina Tahîr Elçî de dest pê kir
10:48 TSK wê ji 6 noqteyên din ên çavdêriyê vekişe
10:28 Erdê çandiniyê werguherî sergo
10:28 Ew şewat qet netefiya
10:17 Şerha muxalefetê ya Ajansa Hawirdorê: Wê pêvajoya ÇED’ê bê bêvenêrînkirin
09:48 25 fezlekeyên nû pêşkêşî meclisê bûn
09:25 Li Eyn Îsayê şerekî dijwar derket
09:24 Çiyayê Cûdî, Gabar û Besta 5 meh in dişewite
09:23 Karneya çapemeniyê ya 18 salên AKP'ê: Binçavkirin, girtin, sansûr û reşkirin
09:23 Estûkyan: Rol û rista Koma Mînksê aştî ye, lê pratîka wê şer e
09:21 Li Xarpêtê pirtûkan nadin girtiyan
09:21 Şaredariya HDP'î bi 60 hezarî çêdikir, lê qeyûm bi 400 hezar TL'yî çêdike
09:20 9 sal derbas bûye: Ji bo me her roj erdhej e
09:19 'Me guh li wezîr kir, niha hema bibêje me top avêtiye'
09:19 Bi kurdî danasîna wesayîtan dike
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2020'AN
20/10/2020
22:17 Panzêran li Efrînê 2 zarok eciqandin
20:47 SÎHA'yên Tirkiyeyê êrîş birin ser Dêrikê: 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:39 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 9 hezar û 445
18:00 Dadgehê danişîna doza Hozan Canê taloq kir
16:57 HDP’e serdana ajansa me kir
16:23 Guven: Pêwiste êdî mîmarê aştiya bi rûmet azad bibe
15:41 Mudaxaleyî şewata li Geverê nayê kirin
15:36 Dayikên Laçikspî hatin beraetkirin
15:35 TMMOB: Em ê destûr nedin ku Rezan wekî Sûrê bibe
15:08 Şaredarê Şirnexê yê berê Ahmet Ertak li girtîgehê ji ser hişê xwe çû
14:48 Navê Ozgur Gundemê ji qeyûm re giran hat!
14:48 Piştî hedef nîşandanê derbarê Tosûn de lêpirsîn hat despêkirin
14:37 Bûldan: Em ê dest ji hevserokatiyê bernedin
14:14 Li Girtîgeha Xarpêtê 9 girtî bi koronayê ketin
13:47 Dozger xwest 19 parêzer werin cezakirin
13:30 Rojnameger Bîlen: Ji ber ku me sûcdar nivîsandin em hatin girtin
13:23 Danişîna rojnameger Kaya hat taloqkirin
13:08 ‘Divê failên Elçî bêceza nemînin’
12:22 Li girtîgeha Amedê gelek girtî sewq kirin
12:17 Belavkarê rojnameyê Tûnçdemîr hat berdan
12:14 Parlamenterên HDP’ê: Haya xelkê ji veguherîna bajarvaniyê nîne
12:02 Li Rojava kongreya jinan
11:53 Ji 68 parlamenterên PE’yê name: Divê sûcên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê bên lêkolînkirin
11:16 Di serdegirtina malê de, bi kuçikan êrîş kirin
11:15 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:15 Partiyên Siyasî: Ji bo rantxwuriyê Nemrût tê betonkirin