* Dayikên Aştiyê yên 9 rojan di binçavan de man û hatin berdan diyar kirin ku ew bi serdana sersaxiyan hatine sûcdarkirin û ew ê bi hesreta aştiyê pêk bînin têkoşîna xwe bidomînin.
*Rojnamevanê êzidî Eyup Bûrç diyar kir ku îmzekirina peymana navbera Hewlêr û Bexdayê ya di 9’ê Cotmehê de peyamê dide kurdan û bi bîr xist ku destwerdana li ser Serêkaniyê û Girê Spî jî di wê dîrokê de dest pê kiribû û hişyarî da ku dê ev yek rê liber komkujî û şerek nû vebike.
* Parlamenterê HDP’ê Alî Kenanoglû diyar kir ku îqtîdarê dest bi hembêza argûmanên “dewlet, al û millet” kiriye û xwedî derketina partiya herî zêde bi zextan re rûbirû dimîne tê maneya xwedî derketina demokrasiya welat.
* Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku li ser jinan êrişên ji navendek têbirêvebirin hene û ew ê di serdema pêşiya xwe de li ber van êrişan seferberiya xweparastin, rêxinkirin û berxwedanê bidin destpêkirin.
* Serokê Rêxistina Partiya DEVA’yê ya Mêrdînê Mesût Aydogan li ser pirsgirêka kurd got: “Heta ku li Tirkiyê kêşeya kurd û kêşeya demokrasiyê neyê çareserkirin, ne mimkin e kêşeyên din werin çareserkirin.”
* Parêzer Abdurrahman Îlgîn diyar kir kul i Girtîgeha Islahiyê gardiyanan li girtî Mazlûm Guzel daye û jê re gotine “tu yê hêza dewletê bibînî” û wî jî derbarê berpirsiyaran de gilî kiriye.
* Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê (TTB) û Komeleya Psîkiyatriyên Tirkiyê di platforma onlîne de dê bi mijara "Li cihê xebatkarên tenduristiyê lê qediyan nayê tijekirin" civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.30)
* Meclîsa Gelan û Baweriyan a HDK'ê dê têkildarî êrişên nijadperest ên di demên dawî de zêde bûne li navenda xwe ya giştî daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)