'Bi taloqkirinê dixwazin doza Îpek Er bidin ji bîr kirin'

  • rojane
  • 09:08 18 Cotmeh 2020
  • |
img

ÊLIH - Parêzer Îlyas Tarim, anî ziman ku li gor delîlên heyî divê Mûsa Orhanê ku tecawizî Îpek Erê kir û Îpekê ji ber wî xwe kuşt, bihatan girtin û got: "Talqokirina dozê tê wateya ku doz bê jibîrkirin."  

 
Çawîşê Pispor Mûsa Orhan li Sêrtê tecawizî Îpek Erê kiribû û dû re Îpek Er ji ber wî întihar kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Danişîna ewil a dozê di 16'ê Cotmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Sêrtê hat lidarxistin. Lê belê dadgehê biryar da ku Orhan bi awayekî engirtî bê darizandin û danişîn taloqî 25'ê Sibata 2021'ê kir. Parêzer Îlyas Tarim, anî ziman ku li gor delîlên heyî divê Mûsa Orhanê ku tecawizî Îpek Erê kir û Îpekê ji ber wî întihar kir bihatan girtin û got, talqokirina dozê tê wateya ku doz bê jibîrkirin. 
 
DORPÊÇA POLÎSAN 
 
Tarim, bibîr xist ku sûcdar Orhan bi sûcê "êrîşa zayendî" tê darizandin û got, her wiha ji ber ku bûye sedema întiharkirina Îpek Erê jî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê der barê wî de lêpirsînek heye. Tarim, diyar kir ku çûne dozgeriyê û li bendê ne ku îdianame bê amadekirin. 
 
Tarim, diyar kir ku nêzî 50 parêzer doza li Sêrtê şopandne û got, ji xeynî hiqûqnasan rêxistinên civaka sivîl û komeleyên jinan jî xwedî li dozê derketine û ev yek jî nîşaneya wijdanê ya raya giştî ye.Tarim, bibîr xist ku beriya danişînê polîsan dora edliyeyê dorpêç kiriye û got: "Hindik mabû me parêzeran nexistana eywana danişînê. Bi hinceta pandemiyê sendeliyeyên danişînê kêm kiribûn. Piştî me îtiraz kir 20, dû re jî 30 kesan doz şopand. Jixwe dorpêça polîsan her tiştî dide der." 
 
Tarim, bilêv kir ku ji ber ku doz bûye rojev û bi sed hezaran kesî fikrên xwe aniye ziman ev tiştekî girîng e û got: "Ji ber civak xwedî li vê dozê derket, ev bû sedem ku dewlet jî hin refleksan nîşan bide. Jixwe çavê wan lê bû dozê ji civakê dûr bixin. Û mixabin heyeta dadgehê nehişt hemû sazî daxilî dozê bibin."
 
Her wiha tarim ji bo dema taloqkirinê ya dozê ku 5 mehan hatiye taloqkirin jî got, armanc dozê bidin jibîrkirin. 
 
'DIVIYABÛ BÊ GIRTIN' 
 
Her wiha Tarim bal kişand ser "bikaranîna mafê bêdengiyê" yê Mûsa Orhan jî û got, çi qas bêdeng dimîne bila bimîne, lê belê Mûsa Orhan di nezda civakê de sûcdar e. 
 
Tarim, destnîşan kir ku diviyabû Orhan ji roja roj de bihata girtin û got: "Mûsa Orhan di îfadeya xwe ya ewil de dibêje tu têkiliyeke wan çênebûye. Lê belê di raporên ATK'ê de delîline cuda hene. Xwîna Îpekê û mena Orhan di nav hev de li mala çawîşê pispor tên dîtin. Jixwe di nameya Îpekê de jî beyanine pir zelal hene. Raporên ATK'ê jî vê yekê piştrast dikin lê radibin çawîşêpispor berdidin. Tişta talûke jî, Mûsa Orhan dikare delîlan winda bike. Di dosyeyê de behsa mala duyem tê kirin. Piştî bûyerê polîs wî dibin vê malê. Lê belê wî berê ji tu kesî r ebehsa vê laê nekiriye. Heta di îfadeya xwe de jî dibêje li vê malê kesekî wî yê nas tuneye. Lê piştî îfadeya teksîvan li vê derê hin lêkolîn tên kirin. Ev hewldaneke ji bo windakirina delîlan e. Ji lewra tevî polîsan tên heya vê derê, lê mal nayê nîşandan." 
 
Tarim, destnîşan kir ku hewldanên didin der ku çavê wan lê ye delîlan winda bikin û got: "Sûê êrîşa zayendî ji 12 salan dest pê dike. Delîlên di dest de, rapora ATK'ê, gumana windakirina delîlan û li gor beyanên şahidan diviyabû Mûsa Orhan bihatana girtin." 
 
Tarim, destnîşan kir ku wê heya dawiyê dozê bişopînin û got, divê raya giştî jî dozê bişopîne. 

Sernavên din

20/10/2020
11:53 Ji 68 parlamenterên PE’yê name: Divê sûcên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê bên lêkolînkirin
11:16 Di serdegirtina malê de, bi kuçikan êrîş kirin
11:15 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:15 Partiyên Siyasî: Ji bo rantxwuriyê Nemrût tê betonkirin
10:40 ‘Li dinyayê 700 milyon însan hêj birçî ye’
10:07 Ji esnafan nirxandina krîzê: Aborî nemaye
10:01 Salih Muslim: Tirsa Tirkiye û Sûriyeyê ew e ku gel bibin yek
10:00 Danişîna doza Tahîr Elçî piştî 5 salan sibê dest pê dike
09:12 Ji bo bîra civakî belgefîlma Heskîfe kişand
09:06 'Hiyerarşiya dewletê xwe bi nîjadperestiyê xweyî dike'
09:06 Qeyûm wê budçeya îtfaiyeyê ji bo çêkirina kursên Qur'anê xerc bike!
09:05 17 sal in rêya dubleyî nehatiye temamkirin
09:05 Wê kursên zimanê kurdî di 24'ê Cotmehê de dest pê bikin
09:04 Li Otogara Amedê rewşa penaberan
09:04 Zilamê tundiya sistematik pêk tîne nayê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2020'AN
19/10/2020
20:03 75 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
18:59 Tê gotin li Girtîgeha Kirikkaleyê gardiyanan girtî Tûmay kuştiye
16:36 Belavkarê rojnameyê Tûnçdemîr binçav kirin
16:25 Sevmîşa ku li dadgehê ji ser hişê xwe ve çû şandin girtîgehê
16:19 TTB û TPD: Dema ku kedkarên tenduristiyê têk biçin wê cihê wan neyê girtin
15:53 Ji bo 43 qurbaniyên serhildanên Kobanê 43 pêşnûme
15:36 Li Herêma Egeyê di 4 mehan de 4 hezar û 536 binpêkirinên mafan qewimîne
14:49 HDK: Îqtîdar ji bo hebûna xwe biparêze nijadperestiyê xistiye dewrê
14:49 Li Geverê şewat gihîşt gundan
14:30 Wêneyê Ocalan li kolanên Sûrê bi dûwaran ve hatin zeliqandin
14:14 Paylan: Budçeya Qesrê budçeya şer û hevalbendê wê ye
13:43 Ahmet Turk îfade da: Lêpirsînek siyasî ye
13:38 Leşkeran meşa karkerên madenê asteng kir
12:44 Polîsê ku pişta parêzera jin şikandibû: Yê di wêne de ez im
12:31 Parêzerên Şeker serî li îstînafê dan
11:55 Mujde Ar xelata xwe diyarî rojnamevanên girtî û Kavala kir
11:24 Ahmet Turk di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de îfade dide
11:07 Waliyê derket kontrola maskeyan maske bi kar nayne!
09:50 3 gundên Qersê kirin karantînayê
09:05 Başaran: Em seferberiya xweparastinê û rêxistinkirinê didin destpêkirin
09:05 Bi tehdîta ‘tu yê hêza dewletê bibînî’ li girtî dane
09:04 Dayikên 9 roj di binçavan de man: Têkoşîna me ya aştiyê dê bidome
09:04 ‘Heta ku kêşeya kurd çareser nebe, kêşeyên din çareser nabin’
09:04 Kenanoglû: Xwedî derketina HDP’ê xwedî derketina demokrasiyê ye
09:04 Bûrç: Peymana Şengalê wê rê li ber komkujiyên nû veke
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2020'AN
18/10/2020
20:59 Kongreya SES'ê bi dawî bû
20:44 Ersîn Tatar bû serokkomarê nû yê Bakurê Qibrisê
19:57 Li Tirkiyê 72 kesên din jî ji koronayê mirin
18:42 Bi hezaran kes beşdarî şahiya salvegera HDP'ê bûn: Em bernadin vê dîlan û meydanê
17:23 Ji bo Cîhan Erdal kampanya îmzeyan hat destpêkirin
16:27 Parêzerên Îpek Er: Ji bo Musa Orhan bê girtin heta dawî emê dozê bişopînin
15:39 Nexweşê epîlepsî li girtîgehê derket holê
15:10 Li herêmên operasyonê tevgereke zêde ya hewayî heye
14:49 Ozturk: Aştî bi Birêz Ocalan pêkane
14:30 Pasdaran kolberek din kuştin
14:02 Kongreya Giştî ya SES’ê bi hilbijartinê dewam dike
14:02 Rêxistinên ciwanan: Li ber zextan bersiva me têkoşîna hevpar e
12:57 'Dewletê biryara aştiyê xera kir'
12:30 Kalê 76 salî girtin
12:04 Li Egeyê bi pileya 4.3 erd hejiya
11:17 Li dijî wêneyê çarmend, berteka ‘bîrdoziya fermî ya dewletê ye’
11:03 Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
10:37 ‘Cadeya bi xalî’ ya qeyûm di bin tozê de maye
10:10 Li Qersê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:08 'Bi taloqkirinê dixwazin doza Îpek Er bidin ji bîr kirin'
09:02 Şaredariya AKP'ê li Şirnexê li dijî endamên meclîsa HDP'ê kampanyaya reşkirinê da destpêkirin
09:02 Berpirsiyarê mirinên li sînor diqewimin dewlet e
09:02 Xwişka Gulîstan Dokûyê: Êdî bila Zaînal û malbata wî bên darizandin
09:01 Li Dersimê dêra ermeniyan pevre hatiye xirabkirin!
09:01 Mehmet Ocalan: Banga me ji bo hemû gelan e, tecrîd giran dibe
09:00 Çima operasyonên nelirêtiyê yên li Şaredariya Mêrdînê sekinîn?
09:00 Li Licê wextê mehseran
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2020'AN
08:25 Li Colemêrgê 2 kes hatin girtin
17/10/2020
19:40 71 kesên jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine
19:37 Li Bismilê wesayîta karkeran qelibî: 2 karker mirine, 15 jê jî birîndar bûne
19:32 Bijîşkek din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
19:28 Der barê Yuksekdag û Demîrtaş de cardin biryara berdewamiya girtinê
16:20 Li Çiyayê Cûdî di encama gulebaranê de şewat derket
15:59 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê: Bila ji bo girtiyên nexweş gav bên avêtin
15:54 Li Girtîgeha Bandirmayê binpêkirinên mafan zêde ne
15:40 Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsî
15:31 Pisgirêka kurd wê bi Ocalan çareser bibe
15:11 Ji xizmên windayan şîroveya wêneyê çarmend: Wê welat her tarî bimîne
15:06 Karkerên madenê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:05 ÎHD: Zêdeyî milyonek koçberên Sûriyeyî bê qeyd in
14:36 Li Girtîgeha Tarsûsê girtiyek bi vîrûsa koronayê ket
14:20 ÎHD’ê têkildarî şewata Hatayê rapor amade kir: Dereng mudaxile kirin
14:19 Keça Fehmî Tosûn: Heta em nebêjin qediya wê neqede
13:53 MYK’a HDP’ê li Stenbolê civiya
13:29 Hevseroka DBP’ê ya berê hat berdan
13:20 HDK’iyan ji Hevberdevkê xwe Şenoglû re name şandin
13:10 TJA’yê atolyeya ‘parastina çewherî’ li dar xist
13:10 Li Wanê li 2 girtîgehan kota danîn ser avê
12:45 Avahiya PDK’ê ya li Bexdayê hat şewitandin
11:57 Li Êlihê xebatkareke tenduristiyê ji vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
11:53 Karkerên madena Soma yên xwestin bimeşinê Enqerê hatin binçavkirin
11:50 ‘Cihê kesê winda got, li girtîgehê hat kuştin’
11:30 Jinên rojnameger di korîdora girtiyên edlî yên zilam de tên girtin
10:57 Rojnameger Ûgûr: Ji bo rûmeta pîşeya rojnamegeriyê em hemû bedêlan bidin
10:37 Li Mûşê kesek hat kuştin
09:57 Di hevdîtina kar de tundiya devkî li namzeta rojnameger hat kirin
09:56 Wê HDP ne ji bo qesrê ji bo gel budçeyê bixwaze