Bariş: Plansazkarên sereke yên peymana Şengalê, Enqere û Hewlêr in

  • rojane
  • 09:08 16 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL - Civaknasê êzidî Azad Bariş, destnîşan kir ku plansazkarên sereke yên peymana Şengalê rêvebiriyên Enqere û Hewlêrê ne û got: "Armanc, bendekê deynin ber destkeftiyên muhtemel ên êzidiyan. Ev yek wê zirarê bide yekîtiya neteweyî jî. Lê belê êzidî dikarin bên cem hev du û vê lîstika xedar û kujende xera bikin." 

 
Hikûmeta navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe di 9'ê Cotmehê de der barê Şengalê de peymanek çêkirin. Li gor vê peymana ku ji bo jinûveavakirina Şengalê û ewlehî û îadrekirina wê hatiye çêkirin, wê li bajêr kesekî serbixwe karibe bibe qeymeqam û wê li gor qanûnê tu bend û astengî li ber kesê hatiye hilbijartin tunebin. Her wiha wê ewlehiya Şengalê jî girêdayî Bexdayê be. Di warê îdarî û xizmetê de jî wê Bexda û Hewlêr bi hevkarî tev bigerin. Ji xeynî vê, wê hêzên din hemû ji bajêr bên derxistin.
 
Lê belê Rêvebiriya Xweser a Şengalê, daxuyand ku li bara wan tu hikmên vê peymanê tunene û ew ê vê peymanê nas nekin.
 
Civaknasê êzidî Azad Bariş, ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) peymana navbirî nirxand. 
 
ROL Û RISTA TIRKIYEYÊ DI PEYMANÊ DE
 
Bariş, anî ziman çendî ku peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de hatibe çêkirin jî, lê belê plansazkarên esas û sereke yên vê peymanê Enqere û Hewlêr in. 
 
Bariş got: "Ji lewra Enqere û Hewlêr, ji bo Şengal nebe xwedî pergaleke xweser dixwazin pêşî li ber vê yekê bigirin. Dîplomasiya li paş perdeyan a van her du hêzan û mudaxile û gefên wan, piştî demekê kir ku Amerîka zorê bide Hikûmeta Navendî ya Iraqê. Axirê di 9'ê Cotmehê de,  der barê Şengalê de peymaneke bi vî rengî derket holê."
 
Bariş, bilêv kir ku Şengal ne îro, her tim û nexasim jî di 6 salên dawî de ketiye nav hedefên Tirkiyeyê û Tirkiye di çarçoveya planên xwe yên li herêmê de wê wekî laboratûvar bi kar tîne û got, guherîna demografîk jî tê de ji xwe re kiriye lêgerîna bidestxistina qadekê. 
 
ARMANC, BENDEKÊ DEYNIN BER DESTKEFTIYÊN ÊZIDIYAN
 
Bariş got: "Ev peyman li gor xwesteka Tirkiyeyê çêbûye û armanc, bendekê deynin ber destkeftiyên muhtemel ên êzidiyan. Ev yek, rasterast li dijî hebûna siyasî û mekanzîmaya parastiynê ya êzidyan e. Hikûmeta Kurdistana Başûr jî jixwe ji berê de ji hewldanên xweparastinê, ji serwextbûyîna êzidiyan nerihet e û nexasim jî Hikûmeta Partiya Demokrat a Kurdistanê tiyê peymaneke bi vî rengî bû. Hîn meseleya Kerkûkê li holê ye, lê zûzûka Şengalê xistin dewrê. Ev jî nîşaneyeke girîng a vê yekê ye. Ji lewra bi qasî Enqereyê Hewlêr jî Şengaleke ku li ser hêza xwe ya esasî hatiye avakirin qebûl nake." 
 
BERDEWAMA PEYMANA 73'YAN E
 
Bariş, di berdewamiya axaftina xwe de got, ev yek tê wateya ku êzîdîtî nayê tamûl kirin û tê xwestin pêşî li ber destkeftiyên wan ên hêzî yên muhtemel bê girtin. Bariş got: "Dixwazî ji vê re bibêjin Îhvanîparêz an jî Selefîtî. Lê ev peyman berdewama fermana 73'yan e." 
 
GELO WÊ PEYMANÊN NEPEN-VEŞARÎ YÊN DER BARÊ ŞENGALÊ DE BIBIN CIHÊ ÇARESERIYÊ?
 
Bariş, anî ziman ku peymaneke derî vîna êzidiyan, wê tenê bike ku êzidî neyên warê xwe û wê bêçaretiyê kûrtir bike û got: "Dev ji çareserkirinê berdin, wê bêçaretiya heyî kûrtir bike." 
 
Her wiha Bariş bilêv kir ku tu hêleke erênî ya vê peymanê ji bo êzidiyan tuneye û got: "Ev peyman projeyeke nû ya parvekirin û dagirkirinê ye. Hêzên herêmî hemû ji bo rêveberiyên xwe tehkîm bikin vê yekê pêk tînin." 
 
'ÊZIDÎ DKARIN VÊ LÎSTIKA XEDAR Û KUJENDE XERA BIKIN'
 
Bariş, destnîşan kir ku tu îhtimaleke ku ev peyman bi ser bikeve tuneye û got: "Peymaneke ku êzidî ne di nav de şensekî wê yê bi ser bikeve tuneye. Lê belê êzidî dikarin bên cem hev du û dikarin vê lîstika xedar û kujende xera bikin." 
 
Bariş, diyar kir ku espiriya sereke ya vê peymanê, ew e ku Rêveberiya Xweser a Şengalê jî di nav de hemû pergalên xweser ên êzidî derî vê pêvajoyê bên hiştin û piştî demekê berterefkirina hemûyan e. Bariş got: "Ev peyman hemû êzidiya eleqedar dike û xwedî derbeyeke kujende ye." 
 
Bariş got: "Lewma hêzên êzidî bêyî ku di dîtinên xwe û cudahiya bîrdoziyî de asê bimînin, divê di bin sîwaneke de bên cem hev du û xwe bi xwe otorîteya xwe ya xwecihî ava bikin û hebûna xwe biparêzin. Ev lîstika xedar û kujende, ancax bi vî awayî dikare bê xerakirin. Tu peymaneke ku êzidî ne li dor maseyê bin, ne mimkun e ku bi ser bikeve." 
 
Her wiha Bariş bal kişand ser sewqiyata PDK'ê ya ber bi sînroê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, avakirina qereqolan û pêwendiya wê ya bi vê peymanê re jî û got: "Piraniya PDK'ê li hemberî gelê Rojava bi helwesteke dijminane tev digere. Ev yek dijî ehlaqê insanî, biratî û cîrantiyê ye. Tenê, tiştekî hezîn e." 
 
Bariş, anî ziman ku sedema israrkirina di van polîtîkayên der barê Şengalê de, ew e ku bi zext û zoriyî bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî biçin û got: "Ji lewra fetisandina Şengalê tê wateya bênefeskirina Rojavayê jî. Lewma wê hewl bidin ku vê planê dorfirehtir bikin." 
 
Bariş, bal kişand ser dîroka peymanê jî ku di salvegera komploya dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hatibû kirin û got: "Di salvegera komploya dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de çêkirina peymaneke bi vî rengî ne rasthatinî ye û tercîheke bi zanebûnî ye. Bandora Ocalan a li ser gelê Şengalê, beriya komkujiya DAIŞ'ê ye." 
 
Herî dawî Bariş got: "Bila hem dost hem jî dijmin baş zanibin ku dibe ku hejmara me kêm be, dibe ku nîzama me kêm be lê ev nayê wê wateyê ku em ê bersiva meydanxwestina wan nedin." 
 
MA / Ferhat Çelîk

Sernavên din

17/10/2020
09:09 'Îqtidarê wijdan û ehlaqê xwe li Kîlyosê li bin peyarêyan veşart'
09:08 Girtî Saçal: Ji bin banê qawîşê ava lexemê tê
09:08 Dest bi çêkirina bastêqê kirin
09:07 Destpêka zext û zoriyan Îmralî ye
09:06 ‘Baterî, ne qewet û masûlke ne'
09:06 Tenê ji bo muxalifan tuneye!
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2020'AN
01:10 Di lêpirsîna Kobaniyê de Kişanakê cardin girtin, li Yildirimê jî cezayê 'hepsa malê' birîn!
16/10/2020
20:31 73 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1812 kes jî pê ketine
18:43 Daxwaza ji bo girtina Mûsa Orhan hat redkirin
16:31 Parêzerê Mûsa Orhan, beriya dozger û dadger biryarê da
16:18 Li Wanê di 9 mehan de hezar û 721 binpêkirinên mafan qewimîne
15:54 Danişîna Mûsa Orhan ê dest dirêjî Îpek Er kiribû dest pê kir
15:44 ‘Bila Mûsa Orhan were girtin’
15:34 Girtiyên Girtîgeha Mereşê li dijî binpêkirina mafan ketin grevê
15:27 Dayika Îpek: Heqê me ji wan re nehêlin
15:16 Îtîrazî girtina rojnamevanan hat kirin
15:11 Danişîna doza endezyar Cîhan Can hat taloqkirin
15:00 ‘Divê cenaze ji peyarêyê werin derxistin û ji malbatan lêborîn were xwestin’
14:41 Xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:39 Bavê Bagatûr ê li ser sînorê Îranê birîndar bû: Dij hiqûqiye
14:33 ‘Di salên 90’î de cenaze winda dikirin, niha jî îşkence li wan dikin’
14:05 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:02 CÎSST'ê giliyên ku ji 114 girtîgehan kom kirin, kirin rapor
13:38 TSK'ê li Eyn Îsa xist: Zarokekê jiyana xwe ji dest da
13:20 2 endamên SGDF’ê hatin binçavkirin
13:08 Şandeya CHP’ê serdana Ayhan Bîlgen kir
13:06 Gunay: Em ê bloka dijfaşîst mezin bikin
12:57 Dozgerê îdîanameya Kavala amade kir hat terfîkirin
12:36 Koca: Li Stenbol û Bûrsayê, hejmara pêketiyan zêde dibe
12:22 Li Erziromê jinek hat qetilkirin
12:14 Karkerên demsalî di vegera malê de qeza kirin: 11 kes birîndar bûn
11:05 TTB: Em ê li her qadê gotina xwe bêjin
09:31 Li Gabar û Cûdî şewat
09:15 Yekane hosteya jin a baxlemayê: Senem Arîn
09:14 Girtiyên ku xwestin qawîşên xwe biguherînin gardiyanan li wan xistiye
09:14 Makînîstê 50 salan: Pêdiviya me bi piştgiriyê heye
09:11 Rêveberiya AKP'î Şaredariya Çewligê xesirand: 20 milyon TL zirar
09:10 Navê navçeyan û gundan ên bi kurdî dinexşîne
09:09 'Dewletê nikaribû 2 mehan debara gel bike'
09:09 Li Marmarayê kampanyaya TJA'yê: Me dîtina zayendîparêz da ber lêpirsînê
09:08 Bariş: Plansazkarên sereke yên peymana Şengalê, Enqere û Hewlêr in
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2020'AN
15/10/2020
20:15 Li Çiyayê Cûdiyê agir bi sê deveran ketiye
20:12 66 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
16:34 DBP: HDP ji bo gelên Tirkiyeyê bû hêvî
16:33 Danişîna rojnamevan Temîzkan ji bo biryarê hat taloqkirin
16:19 6 sal cezayê hepsê li Kok hat birîn
15:55 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
15:50 Ji bo Dokû xebata lêgerînê dîsa hat destpêkirin
15:35 Salvegera 8’emîn a HDP’ê hat pîrozkirin
15:21 Di bin navê ‘testa Kovîd-19’ de sewqî girtîgehên cuda kirin
15:01 Piştgirî dan Kûş ku li civîna meclisê axaftina wê hat astengkirin
13:54 Rêxistinên pîşeyî serdana piştevaniyê kirin
13:38 ‘Divê berjewendperest werin darizandin’
13:17 “Jimartina li ser pêya” li girtiyan ferz dikin
13:06 Ji bo Midurê Karê Nivîsê yê Rojnameyê cezayê girtîgehê hat birîn
12:50 Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Bafra derman nakin
12:38 Şahidê derbarê nûçegihanê me de ifade da li holê tuneye
12:01 Îdîaya di Girtîgeha Amedê de lingê girtiyekê şikandin…
12:01 Li 4 bajaran operasyona leşkerî dest pê kir
11:34 Ayhan Bîlgen ji doza Ozgur Gundemê bereet kir
11:33 Li Rihayê qeza: 13 jê karker 15 kes birîndar bûn
11:25 Di şewata Çemişgezegê de 4 mal şewitîn
10:34 Faîlê destdirêjiyê Orhan sibê dertê pêşberî dadger
09:56 HDP 8 salî ye
09:47 Gefa ‘tu yê serê xwe bitewînî’ li girtî xwarin e
09:11 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Wanê di roja 32'yan de ye
09:11 Ên xwezayê diparêzin tên cezakirin
09:11 Karkerên Soda Sanayiyê: Taloqkirina grevê êdî bûye polîtîkayeke asayî ya hikumetê
09:11 Partiyên siyasî: Welêt nayê birêvebirin, hilbijartina pêşwext divê
09:11 ‘Xebatên siyasî bûn mijara fezlekeyan'
09:11 Qedexeya li Wanê 4 sal in didome: Binpêkirinên mafan zêde dibin
09:10 Stenbolî ji rewşa aborî ya heyî nerazî ne
09:10 MED-DER perwerdehiya kurdî ya serdema nû dide destpêkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2020'AN
14/10/2020
22:38 Extiyar û astengdar jî di nav de gelek kes li Colemêrgê binçav kirin
21:11 9 hezar û 14 mirov li Tirkiyeyê bi Covîd-19'ê mirin
17:22 Kadrî Bagdû li ser gora xwe hat bibîranîn
16:50 Derket holê ku hemşîreya hatiye revandin hatiye qetilkirin
16:45 Tanrikûlû: Gelo wê destûr ji tu lîstika kurdî re neyê dayîn?
16:39 Ozsoy: Helwesta Tirkiyê Ewropayê dide zorê
16:25 Dayikên aştiyê piştî 9 rojan derxistin edliyeyê
16:23 Adnan Bîlen: Em ê rûmeta rojnamevaniyê biparêz in
16:13 Ji Walîtiya Stenbolê lêpirsîna ‘Bêrû’yê
16:07 Beştaş: Di bin navê ‘piraniyê’ de saziyên xwe çê dikin
15:43 Konseya Ewropayê: Girtina nûçegihanên MA’yê tehdîda di asta yekemîn de ye
15:21 Kadrî Bagdû hat bibîranîn: Bila lêpirsîn bi bandor bê kirin
15:06 Platforma Zimanê Kurdî ji Dîyanetê daxwaz kir ku xizmetên bi kurdî bên dayîn
15:05 Rojda Bariş a endama Komeleya Rosayê hat berdan
15:03 ÎHD’ê xwest ji bo bûyera penaberan lêpirsîna çalak were destpêkirin
14:50 Li Meletiyê 5 kesên din jî hatin girtin
14:29 Îmamoglû bertek nîşanî qedexeya ‘Bêrû’ da
14:08 Derbarê 6 parlamenteran de 10 fezlekeyên nû hatin amadekirin
13:42 Şandeya HDP’ê li cihên şewatê lêkolînan kir
13:27 Ji bo lêkolîna bûyera helîkopterê wê li benda encama lêpirsînê bê sekinandin
13:07 AYM: Hesabê medya civakî yê şexsî nêrîna saziyê nîşan nade
12:58 Polisan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê û TAYAD’ê de girtin
12:51 Şertê ‘girtîgeha malê’ ya hevşaredar Dîken rabû
12:49 20 roj in 8 cenazeyan li morgê radiwestînin