HATAY - Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemîrlî, anî iman ku şewata li Hatayê hatiye kontrolkirin. Her wiha wezîr diyar kir ku der barê şewatê de jî 4 kesên gumanbar hatine binçavkirin.
Li Taxa Sarimazi ya li sînorê navçeya Îskenderûn û Belen a Hatayê, duh danê nîvro agir bi daristanê ketibû. Şewata li daristanê hîn jî didome.
Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemîrlî der bara şewata daristanan a li Hatayê daxuyanî da. Pakdemîrlî got, şewata ku li sê navçeyan belv bûye bi temamî hatiye kontrolkirin.
Her wiha Pakdemîr lî diyar kir ku der barê şewatê de 4 kesên gumanbar jî hatine binçavkirin.