ENQERE – Înîsiyatîfa Ji Giretiyên Nexweş Re Azadî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Jinan a Kayseriyê û xwest şertên tenduristiya jinên girtî were temînkirin û înfazên wan bên taloqkirin.
Înîsiyatîfa Ji Giretiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 318’emîn de çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Daxuyanî li avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hat lidarxistin. Hevseroke ÎHD’a Enqereyê Fatîn Kanat daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Jinan a Kayseriyê.
OZGUL YAŞA
Kanat anî ziman ku ji girtiyên nexweş ên li Kayseriyê Ozgul Yaşa tevî ku birîn di serçavên wê de hene jî birêkûpêk nayê tedawîkirin û ew bi zehmetiyan re rûbirû ye û jiyana wê di xetereyê de ye.
AHÎRET TÛRAN
Kanat diyar kir ku nexweşa epîlepsî Ahîret Tûran jî tevî ku rapora wê ya nikare bi tena serê xwe bimîne heye jî piştî wê ji nexweşxaneyê anîne di qawîşa karantînayê ya yek kesî de tê ragirtin.
ZERGA AÇAR
Kanat da zanîn ku Zerga Açar a 57 jî di dema sewqê de êşkence lê hatiye kirin û lom nikare milê xwe yê çepê bibê û bîne û ji ber lêdanê çavê wê jî baş nabîne û ji çavê xwe hatiye emeliyatkirin.
MUHLÎSE KARAGUZEL
Kanat da zanîn ku girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel jî nexweşînên tansiyon û astimê pê re hene û ji ber goşt di pozê wê de ye nikare bêhnê baş bistîne û ji ber fitiqa di pişta wê de baş nikare rûnê, ji ber gurcikên xwe jî êşê dikişîne û her wiha nexweşîna şeker jî pê re heye.
ACÛN KARADAG
Kanat diyar kir ku Acûn Karadag jî nexweşa astim, dil, tansiyon û anklikozan spodolit pê re hene û ji ber nexweşîna dil pîl li dilê wê hatiye xistin û rewşa wê giran dibe.
XWEST CEZAYÊ GIRTIYAN WERIN TALOQKIRIN
Kanat anî ziman ku ji ber xurek li kantînê kêm in loma girtî nikarin xwe xwedî bikin û girtî bi gelek binpêkirina mafan re rûbirû mane û ji 6 mehan caran carek dikarin biçin nexweşxaneyê. Kanat xwest girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Jinan a Kayseriyê û xwest şertên tenduristiya jinên girtî were temînkirin û înfazên wan bên taloqkirin.