WAN - Rojnamegerên lêpirsîna wan a li dozger bi dawî bû, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Nûçegihên Ajansa Mezopotamya (MA) yên buroya Wanê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr ên belgeyên avêtina Servet Tûrgût û Osman Şîban a ji helîkopterê derxistibûn holê, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî, rojnamevan Nazan Sala û belavkarên Rojnameya Yenî Yaşamê Şukran Erdem û Fehîm Çetîner ên di 6’ê Cotmehê de, di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, lêpirsîna wan a li dozger bi dawî bû.
Rojnamegerên di lêpirsîna dozgeriyê de bi “endamtiya rêxistinê” hatin sûcdarkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Dozger Îsmaîl Koker ê lêpirsîna rojnamegeran bi rêve dibe, di heman demê de dozgerê lêpirsîna Osman Şîban û Servet Tûrgût e ku di 11'ê Îlonê de eskeran ew binçavkiribûn û dûre ji helîkopterê avêtibûn bi rêve dibe ye.