STENBOL – Di şermezarkirina binçavkirina endam û rêveberên ESP’ê û SGDF’ê de peyama li dijî faşîzmê li ber xwe dane hat dayîn.
Partiya Demokratîka Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Meclîsên Jinan a Sosyalîst (SKM) binçavkirina endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li ber Edliya Çaglayana Stenbolê bi daxuyaniya çapemeniyê hat şermezarkirin. Di daxuyaniya çapemeniyê de dirûşm hatin berzkirin.
‘EM Ê BI SER BIKEVIN’
Cîgira Hevserokên Giştî yên ESP’ê Beycan Taşkiran axivî û diyar kir ku tê xwestin têkoşîna bindestan têk bibin û ew ê destûr nedin êrişan û ew ê bi berxwedana xwe bi ser bikevin.
‘GOTINA DAWÎ EM Ê BÊJIN’
Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû jî anî ziman ku got wê êrişên floka faşîst a AKP-MHP’ê bi ser nekevin û gotina herî dawî wê têkoşer, berxweder û demokrasîxwaz bêjin.
‘BÊDENGÎ TUNE, BERXWEDAN HEYE’
Hevserokê SGDF’ê Denîz Bahçecî jî destnîşan kir ku êrişên Qesrê dê bi ser nekevin, wê nikaribin ciwanan û bindestan bêdeng bikin û ew ê li dijî êrişên faşîst li kolanan berxwedana xwe bidomînin.
Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.
BINÇAVKIRIYAN BIRIN EDLIYÊ
Li aliyê din 29 kesên di çarçoveya operasyona li dijî ESP’ê û SDGF’ê de hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên emniyetê birin Edliya Çaglayana Stenbolê û li vir îfadeyên wan tên girtin.