WAN – Rojnmevanên avêtina welatiyan a ji helîkopterê piştrast kiribûn û hatibûn binçavkirin ji emniyetê birin edliyê.
Nûçegihên Ajansa Mezopotamya (MA) yên Ofîsa Wanê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr ên belgeyên avêtina Servet Tûrgût û Osman Şîban a ji helîkopterê derxistibûn holê û li gel wan nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî, rojnamevan Nazan Sala û belavkarên Rojnameya Yenî Yaşamê Şukran Erdem û Fehîm Çetîner hatibûn binçavkirin.
Rojnamevanên li Miduriyeta Emniyetê ya Wanê dihatin ragirtin ji bo îfade bidin dozgeriyê birin Edliya Wanê. Tê payîn îfade dayîna bo dozgeriyê dest pê bike.