ENQERE - Bijîşkê GATA’yê Alî Edîzer ê got, “Li şûna hevberdanê, hevjîna duyemîn bînin” ji peywira bijîşkî hat girtin.
Dr. Alî Edîzer ê ku Lijneya Venêrînê ya Wezareta Tenduristiyê, derbarê wî de lêpirsîn da bû dest pê kirin û peymana wî betal kiribû, ji peywira bijîşkî hat girtin. Edîzer ê gotibû, “Li şûna hevberdanê, hevjîna duyemîn bînin,” piştî ku peymana wî ya Alîkarê Serbijîşk a li Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkonê ya Gulhane hat betalkirin, dûre weke kadro ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Gudul hatibû şandin.
Piştre Edîzer bi fermana Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji peywira bijîktiyê jî hat girtin û lêgerîna îdarî ya derbarê wî de dewam dike.