WAN – Rojnamevanên bi hêceta belgeyên avêtina welatiyan a ji helîkopterê derxistin holê hatibûn binçavkirin, karûbarê îfade dayîna wan temam bû. Tê payîn rojnamevanan sewqî edliyê bikin.
Nûçegihên Ajansa Mezopotamya (MA) yên Ofîsa Wanê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr ên belgeyên avêtina Servet Tûrgût û Osman Şîban a ji helîkopterê derxistibûn holê û li gel wan nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî, rojnamevan Nazan Sala û belavkarên Rojnameya Yenî Yaşamê Şukran Erdem û Fehîm Çetîner hatibûn binçavkirin.
Îfade girtina rojnamevanan a li Miduriyeta Emniyetê ya Wanê heta derengiya şevê dewam kir û bi dawî bû. Di kêliya îfade girtinê de ji rojnamevanan têkildarî naveroka nûçeyan pirs hatin kirin. Her wiha ji rojnamevanan pirsên ji kî fermanê distînin û lêçûyîna nûçeyan jî kî temîn dike hatine kirin.
Rojnamevanan bersiva pirsan dan û darizandina li emniyetê temam bû. Tê payîn rojnamevan di nava rojê de sewqî Edliya Wanê werin kirin.