WAN - Li Midûriyeta Emniyetê ya Wanê dest bi îfadeya 4 rojnamevan û 2 belavkarên rojnameyê hat kirin.
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û rojnamevan Nazan Sala, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Fehîm Çetîner û belavkara berê ya rojnameyê Şukran Erdem di 6'ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin.
Midûriyeta Emniyetê ya Wanê dest îfadeya rojnamevan û belavkarên rojnameyê kir.