AGIRÎ - Nûnerê ÎHD'ê yê Agiriyê Atîlla Ozbay û 3 kesên pê re hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Nûnerê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Agiriyê Atîlla Ozbay, endamê KESK'ê Emîn Yilmaz, Kamûran Barişer û Mehmet Polat ku do 6'ê Cotmehê de di avêtina ser malê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin.
Dozgeriyê jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" her 4 kes sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê kirin û dadgeriyê jî her 4 kes bi şertê kontrola edlî berdan.