Dîtin ku nayê îmhakirin, ‘Plana Îmraliyê’ xistin dewrê

  • rojane
  • 12:02 8 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL – Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêvajoya hunandina komploya hêzên global di sala 1999’an de radestî Tirkiyê hat kirin. Ocalan 21 sal in li Girava Îmraliyê bi dîzaynkirinek taybet tê tecrîdkirin. Qismek ji van bazarên kurewî yên li ser Ocalan pêk hatin, di van salan de derketin zelaliyê. 

 
Komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kir, di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir. Bi derxistina Ocalan a ji axa Sûriyê komplo hat hunandin. Rawestgeha ewil a komployê Yewnanîstan e û du re Rûsya û Îtalya ye. Ocalan li Rûsya û Îtalya ji bo mayînê serlêdan dike lê nayê qebûlkirin. Cara duyemîn wî dişînin Rûsya. Pişt re bi beşdariya van hêzên global ku amîralê teqewît ê Yewnan Andonis Naksakis jî di nav de bi balafirek taybet ji Rûsya cara duyemîn tînin Atînayê. Komployê wisa dewam kir heta roja radestkirinê. 
 
Ocalan di 29’ê Çileya 1999an de carek din anîn Atînayê. Ji bo şevekê birin mala nivîskar Vula Damyanaku yê mala wî li Nea Makri de dimîne. Haya Ocalan jê nîne li ku dimîne. Hikumeta Yewnanîstên jê agahdar e. Rayedarên Rûs ewilî Ocalan dibin Bukreşê. Pişt re derbasî Atînayê dikin. Lê Oclan xwestibû rasterast biçin Atînayê. Serokê Serwîsa Nepen EYP a Yewnan Haralambos Stavrakakis ku li Bukreşê li benda Ocalan bû, dema ev plan pêk nehat ji cîgirê xwe Savvas Kalenteridis dixwaze cihê ku Ocalan li Atînayê dimîne tespît bike. Li ser vê yekê ji serwîsa nepen Covaras û du polîs bi ser mala Naksakis ê amîralê teqewît bûye de digirin. 
 
Naksakis beriya di 30’ê Çile de serê sibehê biçe cem Ocalan, bi Wezîrê Karên Navxweyî Teodoros Pangalos re hevdîtin dike da ku Ocalan li Yewnanîstanê bimîne. Pangalos bi navbeynkariya Naksakis peyama “Bi xêr hatiye welatê me. Em dixwazin bi te re hevdîtinê bikin. Wê di warê hiqûqî de karûbarên pêwîst werin kirn. Wê nêzîkatiyek cuda nebe. Di vî warî de em dixwazin rewşa te bi awayek şênber gengeşe bikin. Ez ê bi xwe beşdarî vê hevdîtinê bibim” ji Ocalan re dişîne. 
 
‘DI DESTÊ ME DE BOMBE HEYE’ 
 
Li ser vê yekê Ocalan difikire ku hevdîtin wê girîng be û qebûl dike. Lê belê Wezîrê Karên Navxweyî Pangalos ku wek dost xuya dike, beriya hevdîtina li gel Ocalan bi Serokwezîrê xwe Kostas Simitis re hevdîtin dike û jê re dibêje “Di destê me de bombeyek heye, em jê çi bikin?” Simitis ê berê li ser komployê bi Clinton re hevdîtin kiriye helwesta xwe naguherîne û carek din fermana derxistina Ocalan ji Yewnanîstanê dide. 
 
GEF LI OCALAN XWARIN 
 
Ocalan li gel Naksakis diçe cihê hevdîtinê. Li şûna wezîr Pangalos, endamên îstîhbaratê Stavrakakis û Kalenteridis Ocalan pêşwazî dikin. Stavrakakis li vir gef li Ocalan dixwe û dibêje “Em heta saet 4’an ji te re dem didin nasîn. Tiştek berevajî daxwaza me pêk were, em ê bi zorê bikin.” 
 
ROTAYA HOLLANDA 
 
Bi vê hevdîtinê û gefê re carek din rûyê rast ê yê hikumeta Yewnanîstanê derket holê. Ocalan ji vir bi darê zorê birin cihek din. Ocalan li dijî vê tevna neçar li dora wî hatiye çêkirin, daxwaza penabertiya siyasî dike. Lê belê ev daxwaza Ocalan dîsa nehat qebûlkirin. Ocalan dizanibû wî derxin, pêşniyaza çûna Hollandayêk ir. Endamê îstîhbaratê Stavrakakis di çarçoveya Peymana Şengen de heke wî bibin Holandayê dê dîsa wî paş de bişînin Yewnanîstanê daxwaza Ocalan red kir. Li gorî plansaziya li vir di çarçoveya Peymana Şengen wê ewilî Ocalan bibirina bajarê Minsk ê Rûsya Spî ya nakeve çarçoveya Peymanê, bi balafira duyemîn jî ji Minskê dê Ocalan bibirina bajarê Lahey ya Hollandayê. 
 
REWŞA OCALAN BÛ BAZARIYA WAN 
 
Roja 31’ê Çile hikumeta Yewnan bi balafirek ku temîn kir ve Ocalan ber bi paytexta Rûsya Spî ve derxistin rê. Beriya vê rêwîtiyê jî hat gotin balafira dê Ocalan ji Minskê bibe Lahey jî amade ye. Lê belê geşedanên derketin holê da nîşandan hêzên komploger di nava hesab û bazarên bi çi rengî de ne. Beriya Ocalan ji Yewnan were derxistin di 30’ê Çile de di civîna Foruma Aboriya Cîhanê ya li Davosê de Serokwezîrê Rûsya Primakov û şikretên petrolê yên Amerîkayê rewşa Ocalan carek din bû mijara bazarê. Ev yek jî pişt re derketin holê. 
 
BAZARÎ BÛ MANŞETA ROJNAMEYÊ 
 
Rojnameya Kommersant a aboriyê ku li Rûsya weşanê dike bi manşeta “Li dijî Apo bazariya petrolê” derket. Pişt re di Peymana Davos’ê de li hevkirina li ser Ocalan wê derbasî nava rûpelên dîrokê bibûya. 
 
BALAFIRGEHÊN EWROPA HEMÛ HATIN GIRTIN 
 
Ocalan roja ji Atînayê hat derxistin, êvara wê rojê Serokwezîrê Rûsya Primakov ragihand ku balafirgehên Ewropayê hemû ji Ocalan re hatine girtin. Paşê derket holê ku ev biryar ji aliyê îstîhbarata NATO ve li Swîsre di civînek nepen de girtine. 
 
Di vê navberê de balafira dê Ocalan ji Minskê bibira Hollandayê amade bû. Ocalan balafira dê jê peya bibûya nebû û spartinan qebûl nekir û peya nebû. Li ser vê yekê balafir derdoa saet 4’ê şevê carek din vegeriya Atînayê. Ocalan li vir dîsa ji aliyê endamê NATO’yê Stavrakakis ve hat pêşwazîkirin. Heman şevê bi lez û bez Ocalan birin Girava Korfu ku baregehên leşkerî yên Amerîka û Îngîlîzan lê hene. Li vir daxwaza Ocalan a ji bo çûyîna Sirbastan jî hat redkirin. 
 
SEFÎRÊ AMERÎKÎ: JI YEWNANÎSTAN DERXIN Û DESTÊ XWE NEDINÊ 
 
Pangalos di 1’ê sibatê de li Sefîrê Atînayê yê Amerîkayê Nicholas Burns geriya û ragihand ku Ocalan li Yewnanîstanê ye. Burns jî ji Pangalos re fermana “Temam, hûn wî ji Yewnanîstanê derxin, paşê destê xwe nedin tiştek din” da. Piştî hevdîtina telefonê Pangalos û Burns li Sefaretxaneya Amerîkayê hatin gel hev. Piştî hevdîtinê Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî ya Amerîkayê James Rubin vê daxuyaniyê da: “Dibe ku balafira Ocalan li Yewnanistanê peya bûbe. Lê niha ne li wir e. Hikumeta Yewnan jî wek hikumetên din naxwaze Ocalan li wir bimîne.” 
 
Heman rojê li qonita Serokwezîriya Tirkiyê jî kêliyên livûtevger hebûn. Serokwezîr Bulent Ecevît, Serokê Tevgera Serfermandariyê û Şêwirmandê Şewra Leşkerî ya Serokwezîriyê Yaşar Buyukanit re hevdîti pêk dianî. 
 
GOTIBÛN DÊ BIBIN AFRÎKAYA BAŞÛR 
 
Di heman rojê de êvarê Ocalan ê li navenda îstîhbarata Korfu dihat ragirtin, endamê îstîhbaratê Kalenteridis çû cem wî û peyama ku dewletan hemû li serê li hev kiriye da Ocalan. Peyam ev bû: “Em bi, ser ketin! Ez bi Pangalos re axivîm, ji we lêborîn dixwaze. Ji bo ku nebaş tevgeriyaye xemgîn e. Me çareserî dît. Em ê te bibin welatek Afrîkayê. Hûnê li wir di bin mîsogeriya hikumeta Yewnan de demek bimînin, di vê pêvajoyê de pasaporta we dê were amadekirin û wê we bibin Komara Afrîkaya Başûr. Ji Ocalan re qet behsa Kenyayê nayê kirin. Li ser vê yekê li şûna ku Ocalan bibin wê Komara Afrîkaya Başûr, dibin Kenyayê. 
 
OCALAN REVANDIN KENYAYÊ 
 
Ocalan ji Girava Korfu saet di 20.30'an de xwedîgiravê wê li balafira Afrîka siwar bikin û biçin. Dema Ocalan ji Giravê diçû balafirgehê endamê îstîhbaratê Savvas Kalenteridis jî li gel wî bû. Îbrahîm Bayar û Melsa Denîz jî bi wesayîtekê jipara Ocalan dişopînin. Wesayîta ku Ocalan dibe balafirgehê di rê de 7 caran sekinî û beriya bigihîjin balafirgehê şifêrê wesayîtê hat guhertin. Ocalan bi balafirek ji Swîsreyê anîbûn siwar kirin û ji Yewnanîstanê revandin birin Kenyayê. 
 
Ocalan pişt re wiha qala tiştên wê rojê hatibûn serê wî dikir: “Dihat gotin ev balafir ji aliyê Pangalos ve hatiye amadekirin. Remzên wê jê kiribûn. Pişt re derket holê. Hêj ez li Korfu bûm hikumeta Simitis, Amerîka û Tirkiye li hev kirine û plansaziya min bibin Tirkiyê kirine. Pişt re bi hêcetên qezayê ji bo demê qezenc bikin Kenyayê xistin dewrê.” 
 
NATO ORGANÎZOTRÊ MEZIN E 
 
Ocalan roja 2’yê sibatê berdestî sibê gihîşt balafirgeha Kenyayê. Ev balafira Ocalan biribû Kenyayê jî ji aliyê Gladioyaya NATO an jî ji aliyê CIA ve hatibû amadekirin û ji Swîsreyê hatibû. Li Balafirgeha Nairobi Sefîrê Yewnanîstan yê Kenyayê George Kostoulas, Ocalan pêşwazî kir. Kostoulas ku cara ewil bû bi Ocalan re rûbirû mabû wiha gotibû: “20 sal in ez li NATO’yê li ser yekîneya ku te lêkolîn dikim disekinim. Ez li esmanan li te digeriyam min te li erdê dît.” Van gotinên Kostoulas hemû plansaziya tasfiyeyê ya NATO’yê radixist ber çavan û komployê organîze kiriye. 
 
MIZGÎNÎ DA TIRKIYÊ 
 
Her wiha Musteşarê MÎT’ê Şenkal Atasagun gotibû “Hikumeta Simitis û Îstîhbarata Yewnan alîgirên me ne.” Roja Ocalan gihîşt Kenyayê, Sefîrê Amerîkayê Mark Parris li Dîlokê beşdarî civîna Odeya Pîşesaziyê bû û gotibû “Heke hûn bi rayedarên Wezareta Karên Derve û hikumeta Tirk re hevdîtinan bikin, ji roja Ocalan Sûriyê terk kiriye û vir ve hûnê bibînin ku desteka me temîn kiriye wê we tatmîn bike.” Van gotinên vê sefîrî dida nîşandan ku komploya li dijî Ocalan çiqas mezin e. 
 
‘TIŞTA PÊWÎST KIR’
 
 Dema ku Ocalan li Kenyayê bû, di 3’ê sibata 1999’an de di navbera Sekreterê Daîmî yê Wezareta Karên Derve ya Kenyayê Kathourîma û Sefîrê Yewnanistanê George Kostoulas de hevdîtineke veşarî hatibû kirin. Dema ku vê hevdîtinê dihat kirin, li Enqereyê jî di navbera heyeteke di bin serokatiya Şefê Îstixbarata Îsraîlê David Ivry û rayedarên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) û Serfermandariya Giştî ya Tirkiyeyê de civînek pêk hat. Di wan saetan de Sefîrê Amerîka yê Atînayê Nîcholas Bûrns, li Selanîkê ev daxuyanî da rojnamegeran: “Yewnanistanê di mijara Serokê Giştî yê PKK’ê de tişta pêwîst kir.” Ev hemû geşedan piştrast dikin ku Ocalan bi hevkariya Amerîka-Sîmîtîs-Tirkiyeyê ji Kenyayê re hatiye şandin. 
 
PLANA ÎMRALIYÊ KET DEWRÊ
 
Di 4’ê sibata 1999’an de li Wezareta Karên Derve ya Kenyayê, di navbera Sekretera Daîmî Kathoûrîma û sefîr Kostoûlas de hevdîtineke din jî pêk hat. Di êvara heman rojê de endamekî CIA’yê, li mala wî bi Musteşarê MÎT’ê Şenkal Atasagun re hat gel hev. Rayedarê CIA’yê, bi fermana Serokê Amerîkayê Clînton, ji bo girtinê Ocalan operasyonê pêşniyarê MÎT’ê kir. Tirkiyeyê vê pêşniyarê qebûl kir û piştre serokwezîrê demê Bulent Ecevît jî ev daxuyanî da: “Di 4’ê sibatê de agahiya ku Ocalan dikare ji Afrîkayê bê girtin ji me re hat. Li ser vê ev mekanîzma ket dewrê.” Di vê navberê de her cûre zext li Ocalan dihat kirin ku mala Sefîrê Yewnanistanê yê Kenyayê terk bike, wî jî ji bo ku dernekeve li ber xwe dida.
 
Ocalan, wan rojan wiha vegotibû: “Bi taybetî di navbera 4-15’ê sibatê de zext li min dihat kirin ku derkevim derve; di navberekê de hat xwestin ku li mala keşekî Kenyayê bi cih bibim. Di bin ewlehî û berpirsyariya yewnanistanê de. Lê min ev daxwaz red kir. Careke din jî hat xwestin ku li mala Wezîrê Tenduristiyê yê Kenyayê ku dihat gotin yewnanî ye bi cih bibim. Min vê daxwazê jî ki ber ewlehiyê qebûl nekir. Ji vir jî diyar dibe k udi rastiyê de imhaya min hatiye plankirin. Ji ber ku ev nebû Îmralî ket dewrê.”
 
Di vê navberê de amadekariyên balafira ku Ocalan pê radestî Tirkiyeyê bê kirin dihatin kirin. Balafira ku amadekariyên wê temam bûn, di 10’ê sibata 1999’an de ji Stenbolê çû Balefirgeha Entebbeyê ya Ûgandayê. Piştre derket holê ku ev balafira b tîpa Falcon 900B ku ji aliyê şîrketa Dassaûlt a Fransayê ve hatiye çêkirin a Karsaz Cavît Çağlar e. Taybetmendiya vê balafirê ew bû ku bênavbera dikaribû 7 saetan bifire. 
 
KOMA OPERASYONÊ
 
Koma operasyonê ji 9 kesan pêk dihat û pîlotê kaptan ê bi navê Atîlla, 2 murettebata bi navên Sadik Sîndar û Yalçin Bal û ji bilî wan 5 endamên MÎT’ê û bijîjkekî leşker di nav de cih digirtin.  Ev kom, li paytexta Ûgandayê li Otela Entebbe Lake Vîctorîayê bi cih bûn û li benda agahiya ku ji Kenyayê bê rawestiyan. Rojnameya New Vîsîon ku li Ûgandayê weşanê dikir, derbarê koma ku operasyonê pêk anîbûn de agahî parve kiribûn û ragihandibû ku di nav komê de ji Serfermandariya Giştî ya Tirkiyeyê jî leşker hene. Kesên di komê de yek jê Gelar Rahim Reha yê biyanî bû û yên din jî Nakî Kor, Hakan Yîgît, Mûrat Gurlay, Onûr Ateş, Alî Sevgîlî û Barîş Tayfûn bûn. 
 
‘ME YÊ TE BIKUŞTA’
 
Di 13’ê sibatê de Musteşarê Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Theodoros Pangalos, Vasîlîs Papaîoannoû, li sefîr Kostous geriya û fermana Pangalos a bi zorê derxistina Ocalan a ji mala wî jê re ragihand. Li gel hemû zordariyan jî Ocalan ji malê derneket û ji bo derketina wî ji Naîrobiyê beredayî hatin kirêkirin. Ev plan jî bi berxwedana Ocalan vala derket. Lê Atîna, vê carê biryar girt ku ji bo derxistina Ocalan a ji seferatê komeke ji 4 kesan pêk dihat ji Yewnanistanê bişîne seferatxaneyê. Weke ku Ocalan jî beriya niha anîbû ziman, bi vê planê dihat xwestin ku Ocalan ji seferatxaneyê bê derxistin û bê îmhakirin. Piştre ev plan, ji aliyê kesên ku Ocalan li Îmraliyê pêşwazî kiribûn ve bi van gotinan: “Heke polisan yewnan te ji sefaretê derbixistana, me amadekarî kiribû, me yê te bikuşta.” hatibû zelalkirin. 
 
‘BALAFIR AMADE YE DEMEK ZÛTIR BIÇIN’
 
Şeva ku 14’ê sibatê bi 15’ê Sibatê 1999’an ve girêda, remzên rasteqîn ên li ser balafira ku wê Ocalan bibira hatin jêbirin û li şûna wan remzên Malezyayê û ala wê pê ve hatin zeliqandin. Serê sibeha 15’ê Sibata 1999’an Şefê Protokolê yê Wezareta Karên Derve ya Kenyayê hat avahiya sefaretxaneyê û sefîrê Kostoûlas bir cem Sekreterê Daîmî yê Wezareta Karên Derve ya Kenyayê Kathoûrîma. Piştî civîna ku li vir pêk hat Kostoûlas, di saetên êvarê de Savvas Kalenterîdîs jî girt cem xwe û vegeriya malê. Kontoûlas, diyar kir ku dema ku daye Ocalan 15’ê Sibatê ye û divê mala seferatxaneyê derkeve. Xwestina dema rojekê ya Ocalan jî bi van gotinan qebûl nekir: “Bi şev çi bibe nikarim teqez bikin.” Piştî vê hevdîtinê bi çend saetan, 5 wesayîtên bi plaqa Hikûmeta Kenyayê û 3 cîpên bi tîpa Land Rover ku polis di wan de, li ber derê mala sefîr Kostoûlas, ku Ocalan lê ye, bi cih bûn. Şefê Îstixbarata Kenyayê Noan Arap Ta ku bi wesayîtan hatibû, destpêkê bi sefîr Kontoûlas re hevdîtinek pêk anî û pişter bi Ocalan re jî hevdîtinek kir. Ocalan, diyar kir ku heke ewlehiya hikûmetê tunebe wê dernekeve. Noan Arap Ta jî got, ‘balafir amade ye demek zûtir derkevin. Şev nêz dibe, bi şev çi bibe nikarim teqez bikim’. Li ser israra Ocalan, Noan Arap Ta hinek din jî pêş de çû ev tişt ji Ocalan re got: “Heke hûn dernekevin wê bi şev ji bo ne baş be, em nexwazin li welatê xwe xwînê birijînin.” Ji ber ku Ocalan nedixwest li cihê ku lê derkeve, sefîr Kostoûlas û îstixbaratkar Kalenterîdîs ketin dewrê. Kalenterîdîs, li ser navê hikûmeta Yewnanistanê ewlehî da Ocalan. Dayina ewlehiyê ya li ser navê Hikûmeta Yewnanistanê ya Kalenterîdîs, bandor li Ocalan kir ku ji mala sefaretxaneyê derkeve. Di vê pêvajoyê de bi dermanan Ocalan ji ser hişê wî dibin. Heta Ocalan anî ziman ku ev rêbaz bi rojan hatiye berdewamkirin. 
 
HAT REVANDIN Û ANÎN TIRKIYEYÊ
 
Li hewşa mala Sefîr Kostoûlas, li gel hemû îttîraz û nîqaşan jî polisên Kenyayê, li ber çavê sefîr Kostoûlas û îstixbaratkar Kalenterîdîs Ocalan bi zorê li wesayîta xwe siwar dikin. Koma ku wê Ocalan bibe Tirkiyeyê ew koma ku li paytexta Ûgandayê Kampalayê li Otela Entebbe Lake Vîctorîayê bi cih bûbû û li benda agahiya ku ji Kenyayê bihata bû. Ocalan ji mala sefîrê Kostoûlas ku bi awayekî fermî xaka Yewnanistanê tê hesibandin hat revandin û anîn Tirkiyeyê û kirin Girtîgeha Îmraliyê.
 
BERTÎLA 5 MILYON DOLAR
 
Piştî revandina Ocalan, Wezîrê Karên Derve yê Kenyayê Bonaya Adhi Godana, ragihand ku dema Ocalan li Kenyayê bûye, bi Tirkiyeyê re tu awayî muzakereyên fermî nehatine kirin û heta agahiya wan jê tunebûye ku îstixbarata Tirkiyeyê li Kenyayê bûye. Lê di rojnameyan de derket holê ku sefîrê Yewnanistanê tiştên ku pêk hatine bi peyamên sergirtî 15 rojan ji Pangalos re ragihandiye. Dîsa derketibû holê ku rayedarê Wezareta Karên Derve ya Kenyayê k udi revandina Ocalan de rol girtiye, bi 5 milyon dolar bertîlê tevlî komploya li hemberî Ocalan bûye. 
 
HIQÛQA NAVNETEWEYÎ TUNE HAT HESIBANDIN 
 
Li gorî qanûnan mafê azad tevgerandina hêzên ewlehiyê yên biyanî ya nav xaka Kenyayê tenê ji bo welatên cîranê wê Ûganda û Tanzanyayê derbasdar e. Qanûnên Kenyayê, rê nedida ku îstixbarata Tirkiyeyê li Kenyayê tevbigere. Hem revandina Ocalan a ji mala sefaretxaneya Yewnanistanê ya ji aliyê polisên Kenyayê ve û hem jî rawestina îstixbarata Tirkiyeyê ya li balafirgehê, li gorî qanûnên Kenyayê sûcê revandina mirovan e û hemû nirxên hiqûqa navneteweyî bin pê dike. Piştî revandina Ocalan, IMF’ê 500 milyon dolar piştgiriya aborî da Kenyayê. 
 
KESÊ OPERASYONÊ BI RÊ VE BIR 
 
Di komploya navneteweyî de piştre derket holê ku sîxurên MOSSAD’ê 5’ê sibatê roja çarşemê hatine paytexta Kenya Naîrobiyê.  Piştre hat hînbûn ku koma MOSSAD’ê timik çavdêriya mala sefaretxaneya yewnanistanê ya Ocalan lê bûye kiriye û wêneyên wî kişandiye. Agahiyên li vir, her êvar ji paytexta Îsraîl Tel Avîvê re hatine raporkirin.  Roja 15’ê Sibatê jî fermana, ‘Bi hemû wesayîtên pêkan divê Ocalan ji mala seferatxaneyê bê derxistin ji bo Tirkiyeyê bê revandin’ hat dayîn.  Rola MOSSAD’ê ya di komployê de ku Ocalan timik tîne ziman jî bi vê nûçeya: “Roja 15’ê Sibatê ku Ocalan hat revandin, li Balafirgeha Naîrobiyê sîxûrekî îsraîlî hatiye dîtin. Li gorî şahidên bûyerê yên misrî, sîxurê mijara gotinê, ew keseke ku di sala 1976’an de li balafirgeha Entebbe ya Ûgandayê ya welatê cîranê Kenyayê, operasyona li dijî balefira Air France ku filistîniyan revandibû bi rê ve biribû ye.” Rojnameya Frankfurter Allgemeine ku li Almanyayê weşanê dike, hat teqezkirin.
 
SIBÊ: Hatîp Dîcle: Heta Ocalan azad nebe komplo naqede
 
MA / Sadiye Eser - Erdoüan Alayûmat
 
 

Sernavên din

08/10/2020
21:17 58 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Nûnerê ÎHD'ê yê Agiriyê Ozkan hat berdan
19:35 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût hat binçavkirin
18:36 Hevserokê Tûrgûtlûyê hat binçavkirin
18:31 Mahmût Alinak hat binçavkirin
18:28 Li Parka Koşûyolûyê cesedê zilamekî hat dîtin
17:04 MEBYA-DER: Cenazeyên di morg û goristanên bêkesan de bidin malbatan
16:43 Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca hat girtin
16:05 Yekemîn danişîna rojnameger Sayilgan û Kaya hat dîtin
15:14 DFG'ê rapora Îlonê aşkere kir: 10 rojnameger hatin cezakirin
15:00 Sînordarkirina parêzeran a li ser nûçegîhanên me rabû
14:48 Ji bo qatilê Gultekîn cezayê muebeta giran hat xwestin
14:23 Xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê diyar bû
14:20 Omer Ocalan: Komplo bi berxwedanê dikare were têkbirin
13:20 Li Edenê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
13:18 Dozgerê bê hincet ceza xwest: Ji yên fêm dikin re hincet pir in
13:16 Şevîn Alaca û 4 kesên li gel wê birin edliyê
13:02 Danişîna Hevşaredar Yildiz Çetîn taloq bû
12:41 Li Girtîgeha Elbîstanê ji ber koronayê pirsgirêkên cidî tên jiyîn
12:35 Aktar: Êdî ewlehiya tu kesî tuneye
12:15 Dozgerê bûyerê û dozgerê dosyeya rojnamevanan heman dozger e
12:12 Li Meletiyê 5 kes hatin binçavkirin
12:02 Dîtin ku nayê îmhakirin, ‘Plana Îmraliyê’ xistin dewrê
12:00 Siyasetmedarên girtî wê îfadeya ‘Kobanê’ bidin
11:25 Rojek berî danişîna doza hevberdanê hat kuştin
11:02 Salîh Muslîm: Em dikarin komployê di sala 22’yemîn de têk bibin
11:01 Dozger beraeta Rojnameger Demir xwest
10:35 6 sal borîn, lê hêj êrîşkarê Midûrê Polîsan ê Çewlîkê ronî nebûye
09:09 Serpêhatiyên kurdan nadin jibîrkirin
09:08 Bi roketên li Nisêbînê ketin 12 kes mirin, dosyeyê daxilî nav ên 'kiryar nediyar' kirin
09:05 ‘Rojnamevanên di binçavan de demara berxwedêr a heqîqetê ne'
09:04 Endama ÎTO'yê: Wezareta Tenduristiyê divê bi awayekî aşkere û zelal tev bigere
09:03 Nivîskar Temel: Tirkiye li dijî tevahiya kurdan e
09:02 ‘Mantiqa nimêja fethê ya qeyûm û texrîbkirina xwezayê heman mantiq e'
09:01 Rojnamevan: Naxwazin binpêkirinên mafan bên nivîsandin
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2020'AN
08:41 Li Qersê 9 kesên din jî hatin girtin
07/10/2020
20:03 Bêrîtiya Tûma Çelîk hat betalkirin
19:34 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirine bû 8 hezar û 609
19:07 Cenazeyê Emîrê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû li Stenbolê hat definkirin
17:02 Îttîraza girtina Ayna bi bayê bezê hat redkirin
16:03 Li Amedê dest bi hilweşandina Mala Artêşê kirin
15:54 Li Licê muhîmata leşkerî bi şivanekî ve teqiya
15:49 Doza helbestvan Tellî hat taloqkirin
15:45 Gunay: AKP tecrîdê veguherandiye awayê rêvebirinê
15:31 Ji ciwanan li Cizîrê panela tecrîdê
15:10 Girtîgehê girtina cenazeyê ku ragihand hatiye veşartin xwest
15:02 Îtîraza dijî qedexeya hevdîtina parêzerên Ocalan hat redkirin
15:01 Serokê AYM’ê: Sererastkirina ‘Efûya taybet’ li dijî Destûra Bingehîn e
15:01 Ji bo rojnamevan Ayşegul Dogan 15 sal ceza hat xwestin
14:45 Polîsan gef lê xwarine û sîxûrtiyê lê ferz kirine
14:12 Qeyûm şopîneriya Ayhan Bîlgen a Twîttera Şaredariyê asteng kir
13:29 Ji kesên ku li Qersê hatibûn binçavkirin 10 jê sewqî edliyeyê kirin
13:21 Dema binçavkirina rojnamevanan hat dirêjkirin: Sedema operasyonê nûçeyên helîkopterê ne
13:20 Bertek nîşanî binçavkirina dayikên aştiyê dan
12:38 MKGP: Ersoz, çawaniya têkoşînê ji me re mîrate hişt
12:32 Qeyûmê Sûrê ku budçeya şaredariyê qedand bi deyn pere ji şaredariya mezin stend
12:24 Gava ewil a destwerdana li dijî Rojhilata Navîn
12:19 Ji bo karê ‘nelirê’ şertê ‘mafê feragatê’
12:00 Li Rihayê tundiya zilam
11:42 Şahidê mirina li ser sînor vegot
11:31 'Darazê guh neda delîlan, der barê polîsan de biryara beraetê da'
10:39 Gulmehemedî: Kurd li dijî polîtîkayên teslimiyetê kolberiyê dikin
10:11 Darizandina têkildarî Yasîn Boru çima ji bo yên din nehat kirin?
09:18 Li Cudî û Bestayê cihekî ku heywanên xwe lê biçêrîne nemaye
09:17 Sarisaç: Ji ber ku bûyer eşkere kirin hedef hatin girtin
09:17 Heger 'Nexşerê'ya Ocalan pêk bihatana...
09:16 Berfîn Ozek: Niha wateya hevoka 'heya neyê serê mirov, mirov fêm nake' baş fêm dikim
09:16 ‘Li dijî zext û zoriyan têkoşîneke hevpar divê'
09:08 Tê gotin di dema qawîşguherandinê de hatiye îşkencekirin
09:08 Ji ber tevlî çalakiya Peymana Stenbolê bûye cezayê pereyî lê birîne
09:04 Xêrûbera wan zêde ye lê bihayê wan kêm e
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2020'AN
07:54 Polisan li Stenbolê gelek ESP ve SGDF'iyan binçav kir
06/10/2020
20:32 Îro li Tirkiyeyê 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1511 kes jî pê ketine
20:29 Agirê bi Baxçeyên Hewselê ket hat tefandin
16:56 Birayê Tûrgût : Rojnamegerên dibin çavan de bûn dengê me
16:25 Hat îdiakirin ku gardiyanan lingê girtî şikandin e
15:49 Li Ebexê li ser sînor welatiyek hat kuştin
15:34 Hemû girtiyên li Girtîgeha Elbîstanê bi koronayê ketin
15:06 Mirina bi guman a li Girtîgeha Elbîstanê birin rojeva Meclîsê
14:50 Hinceta cezayê parlamenter Tosûn diyar bû
14:33 Li El Babê teqînek mezin rû da
14:26 Bûldan: Dozgerê operasyonê Erdogan e
13:51 Ji bo Îmraliyê ji parêzeran serlêdaneke nû
13:51 Dadgehê hinceta Demîrtaş qebûl nekir
13:40 ‘MA li vî welatî kok berdaye, êrîş nikarin wê bêbandor bikin’
12:43 Belavkara berê ya rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
12:36 ÎHD: Divê çalakiyên Kobanê ji hemû aliyan ve bê lêkolînkirin
12:25 23 salên bê Gûrbetellî: Wêrekî, biryardarî û xîreta wê li her deverê ye
12:03 Li Rihayê qezaya trafîqê: 15 karker birîndar bûn
12:00 3 kes li Mêrdînê hatin girtin
11:33 Sînorkirina hevdîtina parêzeran danîn ser rojnamevanên di binçavan de
11:11 Jinên kurd ên rojnameger: Em ê pêşengtiya xwe mezin bikin
11:06 Rêxistinên rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
11:05 Aydenîz: Em derbasî têkoşîneke nû bûn
10:37 Parêzerê Ocalan: Li Îmraliyê biryara ‘kopye bike û bizeliqîne’ tê girtin
10:24 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Dayikên aştiyê hatin binçavkirin
10:11 Bêcezahiştina ku mirinan zêde dike
10:10 Rojnamevanên avêtina welatiyan a ji helîkoptêrê piştrast kiribûn di binçavan de ne