AMED – Li Licê di encama teqîna muhîmata leşkeriyê şivanê bi navê Mehmet Yildiz birîndar bû.
Li gundê Zerê ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê Mehmet Yildiz (23) ê şivaniyê dikir muhîmata leşkerî li erdê dît û pêde teqiya. Yildiz birîndar bû ewilî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Licê û pişt re jî sewqî navenda Amedê kirin.
Di teqînê de 3 sewalên Yildiz jî mirin û 10 heb jî birîndar bûn.