QERS – Qeyûmê danîn ser Şaredariya Qersê di hesabê Twîtterê de şopîneriya hesabê Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê hat girtin asteng kir.
Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen bi hêceta “Lêpirsîna Kobanê” hat girtin. Demildest Waliyê Qersê Turker Oksuz wek qeyûm danîn şûna Bîlgen. Oksuz ê bi nimêjkirina li ber avahiya şaredariyê derket pêş, Meclîsa Şaredariya ya ji 25 kesan pêk dihat betal kiribû.
Qeyûm dixwaze rêç û şopa rêveberiya HDP’ê li Şaredariyê paqij bike. Qeyûm parvekirinên rêveberiya HDP’ê yên di Twîtterê de jê birin û hesabê kurdî yê Twîtterê jî girt.
Qeyûmê danîn ser şaredariyê di hesabê Twîtterê yê Şaredariyê de şopîneriya hesabê Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê hat girtin asteng kir.