Xeyala wê ew e komeke perkusyonê ya jinan ava bike

  • rojane
  • 10:34 1 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL - Hunermenda perkusyonê Dîlan Yeşîlyaprak, anî ziman ku li dijî dîtina serdest armanca wê ew e ku bi koma xwe ya perkusyonê ya ji jinan pêk tê rîtma muzîka kurdî bi cîhanê bide naskirin.

 
Hunermend Dîlan Yeşîlyaprak, bi hunera xwe li dijî dîtina serdest dertê û dixwaze bi koma xwe ya perkusyonê ya ji jinan pêk tê rîtma muzîka kurdî bi cîhanê bide naskirin.
 
Dîlan Yeşîlyaprak 28 salî ye û ji Stewrê ya Mêrdînê ye. Di salên 1990'î de ji ber ext û zoriyan malbata wê koçî Îzmîrê dike. Yeşîlyaprak, di 12 saliya xwe bala xwe dide ser muzîkê û pêî dest bi tembûrê dike. Dû re enstrumanênd efî diceribîne. Ysşîlyaprak, aşê berê xwe dide darûqeyê, bendîr, def, cajon, bongo û tefê û nêzî 10 sal in di vî warî de xebatên xwe yên profesyonel didomîne.
 
Me bi Yeşîlyaprakê re der barê hunermendên perkusyonê yên jin û têkoşîna wan a li dijî dîtin û feraseta serdest de axivî.
 
PERKUSYON, HÊZ Û MÊR
 
Yeşîlyaprak, anî ziman ku eleqeya wê ya ji bo muzîkê bi saya elewiyan dest pê kiriye û got, pêşî dest bi tembûrê kiriye û dû re berê xwe daye enstrumanên din. Yeşîlyaprak, diyar kir ku heya wexta zanîngehê hin xebat kirine, lê belê rîtmê hestine cuda lê peyda kirine û got: "Gava zarok bûm, rîtm bi min tiştekî pir bihêz dihat. Gava min li perkusyonê dixist û çermê min temasî esntrumanan dikir, bi min wekî tiştekî efsûnî dihat. Min digot belkî tenê kesên bihêz dikarin li perkusyonê bixin. Di zarokatiya min de yên bihêz jî mêr bûn. Lewma min jî dixwest bihêz bim. Ez dibêm min ew texlîd kirin, ji bo bihêzbûnê. Yanî mêrîtî... Ez dibêjim, sedema ku jin oir di vî warî de naşixulin jî ev e."
 
Yeşîlyaprak, anî ziman ku "lêdan tişteke ku jin jê direvin" û got: "Tarwmayên me hemûyan hene, ên di vî warî de. Em di jiana xwe de hem bi şideta fizîkî hem jî ya derûnî re rû bi rû dimînin. Fîgurê ku şidetê dike jî mêr e. Lewma jin xwe pir nêzî entrumanên lêdanê nakin. Ji ber vê hevkêşeye hêsan hema bibêje perkusyonvanê jin qet tunene. Çimkî lêdan karê mêra ye, ê bihêz mêr e. Yanî ê li perkusyonê xwe jî mêr e. Jin bêtir rolên li wan hatine fesilandin tercîh dikin. Naîftî, kubartî û dîwarên her derê jinan digirin, nahêlin li perkusyonê jî bixin. wekî gelek tiştan jin xwe nêzî perkusyonê jî nakin."
 
Yeşîlyaprak, destnîşan kir ku lê belê gava li perkusyonê dixe feraseta heyî ya der barê jinan de tune dike û got: "Bi perkusyonê xwe îfade dike."
 
RÎTM Û JIN
 
Yeşîlyaprak, anî ziman ku pêwendiya bi enstrumana pekrusyonê ne zehmet e û got: "Perkusyon, enstrumaneke pir zelal e. Ez ji vê zelaliya wê hez dikim. Enstrumaneke ku zûzûka bersivê werdigirim. Gava ew lerizandina laşê min temasî perkusyonê dike û ew dengê ku wê kliyê dertê, pir zelal in û ev bi min wekît itşekî pir bihêz tê."
 
WÊ JINAN DAXILÎ NAV BIKE
 
Yeşîlyaprak, anî ziman ku perkusyon qadeke ku kes xwe pir azad hîs dike û got: "Lewma divê herî zêde jin perkusyonê tercîh bikin. Armanca min jî ev e. Nexasim perwerdehiyê didim perkusyonvanên jin. Dixwazim bersiva kesên ku dibêjin 'jin nikarin li perkusyonê bixin' bidim."
 
Her wiha Yeşîlyaprak, anî ziman ku di vî warî de bi zor û zehmetiyan re jî rû bi rû maye û got, lê belê piştî têkoşîneke dûr û dirêj ev feraset şikandiye.
 
‘DIXWAZE RÎTMA KURDÎ LI CÎHANÊ BELAV BIKE'
 
Yeşîlyaprak, anî ziman ku herî zêde darbûqe bala wê dikişîne û ji ber vê perwerdehî ji hunermendê navdar ê cîhanê Ahmetê Msiirî jî perwerdehî wergirtiye û çûye warê darbûqeyê Misirê jî. Yeşîlyaprak, diyar kir ku li gelek welatên din jî perwerdehî wergirtiye û got, lê belê di salên dawî de xwestiye bi çand kurdî eleqedar bibe.
 
Yeşîlyaprakê diyar kir ku ji niha û pê ve tenê dixwae ji bo muzîka kurdî bixebite û got: "Dixwazim albûmeke perkusyoê çêbikim, lê tenê bi rîtmên kurdî. Di dema pandemiyê de min dît ku perkusyon pir bala jinan kişandiye û di 3 mehên dawî de tenê perwerdehiyê dide jinan û di pêş de dixwaze vê yekê veguherîne komeke festîvalê. Yeşîlyaprakê got: "Xeyala min ez komekê ava bikim. Komeke ji jinên kurd û li cîhanê bigerim û çanda me vebêjim. Ev ji bo min cihê heyecaneke mezin e."
 
MA / Semra Tûran

Sernavên din

02/10/2020
16:09 Li Aydinê jinek hat kuştin
15:37 Emîne Şenyaşar: Ev edaletek çawane?
15:33 Girtina HDP’iyan û tayînkirina qeyûmê Qersê hat şermezarkirin
15:11 Dadger 6 meh qedexeya hevdîtinê danî ser parêzerên Ocalan
15:01 Li Amedê 3 bombeyên bi deng hatin teqandin
14:50 Polîsan li Germencikê bi ser avahiya HDP’ê de girt
14:43 Parlamenteran bertek nîşanî qeyûm da: Wê ev gel hesabê vê bipirse
14:40 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Hûnê hêza dewletê bibînin
14:30 Gunay: Edliyeya Enqerê sûc kiriye
14:29 ‘Pêwiste muxalefet bi gavên wêrek li cem HDP’ê cih bigire’
14:05 'Berpirsiyartiyên xwe bi cih bînin”
13:44 KCD, DBP, TJA û HDP: Em yekîtiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin
13:43 Rojnameger Boltan û 13 kesên din sewqî edliyê hatin kirin
13:07 Ji qeyûm kiryara ewil: Li ber şaredariyê nimêja Înê kir
13:02 Destnedayîna Tûma Çelîk di komîsyonê de hat rakirin
12:33 Li Qersê tayînkirina qeyûm hat şermezarkirin
12:20 Parêzer Ozbîngol dîsa nehat berdan
11:48 Rayedaran 39 qolî pirtûkên girtiyan nedan wan û paşve şandin
11:38 Malbata Ocalan ji bo biçe Îmraliyê serlêdan kir
11:34 Wesayîta koçeran qeza kir: Kesek mir
11:26 Doza malbata Şenyaşaran dest pê kir
11:06 Parêzer îtîrazî astengiya li ser Rojnameya Yenî Yaşamê kir
10:34 Qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hat kirin
10:30 Li Amedê tundiya polîsan: Ciwanek hat binçavkirin
10:16 Ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ 17 HDP’yî hatin girtin
10:03 Şahid: Me xwest zarokan ji nava agir xelas bikin eskeran nehişt
09:56 Cara duyem e ji heman sûcdariyan rojnamevan Boltan dixin ber lêpirsînê
09:44 Şewatên li herêma Botanê mêşvaniyê anî asta qedandinê
09:20 ‘Eskeran bang kir got 'Hecî Miheme': Hîn jî ew deng di kerika guhê min de ye
09:20 Hişyariya ji bo restorekirina sûran: Dibe ku UNESCO wan ji lîsteya xwe derxîne
09:19 Çîroka çêkirina nexweşxaneya nû ya Êlihê!
09:17 Ji bo biryara rawestandina darizandina doza Hêlîn Şen îtiraz kirin
09:09 Li Manîsayê rêjeya beşdarbûna EBA'yê ji sedî 10 e
09:09 Girtiyê nexweş ê jiyana xwe ji dest da ji ber ku 'derbasî qawîşa bêaliyan nebûye' nehatiye berdan
09:08 Nerazîbûna ji bo qadên madenê: Dar, çiya û deşteke me ya ku ji dest me biçe tuneye
09:08 Çîftyurek: Tifaqa neteweyî wê li dijî êrîşên Tirkiyeyê bibe bertek
09:07 'Êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê pêşî li yekîtiyê digire'
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2020'AN
08:59 Serokê Amerîkayê Donald Trump bi koronayê ket
00:38 Siyasetmedarên hatin binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
01/10/2020
21:52 Li Tirkiyeyê 67 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane
16:59 Polisên Wanê ku daxuyaniya çapameniyê asteng kirin: Bila MA nekişîne kî dikişîne bila bikişîne
16:30 HDP’ê çalakiya xwe ya rûniştinê bi dawî kir
15:50 Rapora girtîgehên Wanê: Girtî li erdê radikevin
15:37 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
15:35 Li dijî xebata bêtemînat ji SES’ê pêşniyara qanûnê
15:24 Piştevaniya bi HDP’ê re dewam dike: Li dijî zilmê bûn endam
15:15 CHP’ê serdana çalakiya rûniştinê ya HDP’ê kir
14:53 Li dijî zextan bibin endamê HDP’ê
14:41 Guven: Em ê serî li ber tundiya zilaman neşikinîn
14:37 HDP’ê li hewşa Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kir: Wê planên îqtîdarê bi ser nekevin
14:03 Di meha Îlonê de 36 jin hatin qetilkirin
13:55 Nor Zartong: Em helwesta Tirkiyeyê ku şer pîroz dike şermezar dikin
13:34 ‘Polîs bûne pisporê hilberandina sûc’
13:11 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:01 Polisan bi ser şîna Servet Tûrgût de girt
12:57 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê banga xwedî derketin kir
12:40 Tezkereyên şer pêşkêşî meclisê hatin kirin
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Hatîp Dîcle: 6-8’ê Cotmehê mîlad e, operasyona li dijî HDP’ê jî tolhildan e
11:02 Siyasetmedarên HDP’yî birin edliyê
10:51 Eskeran li Stewrê gef li şivanan xwarin!
10:43 Bi peyama ‘pîrozbahiyê’ hîn bûn ku wan kirine endamên AKP’ê
10:34 Xeyala wê ew e komeke perkusyonê ya jinan ava bike
10:33 Piştî zeytûnên Efrînê û genimê Girê Spî niha jî cehê Serêkaniyê dikişînin Tirkiyeyê
10:28 îpekyuz: Desthilatdarî nikare aboriyê bi rêv bibe
10:24 Herî dawî li qereqolê hatin dîtin lê dozgeriyê wan ‘tevlî PKK’ê kiriye
09:59 Banga '404 Welatiyan' a ji bo HDP'ê: Em li dor HDP'ê bibin xelek
09:42 Di operasyona li Mêrdînê de hejmara binçavkirinan zêde dibe
09:07 Mihçi: Aktorên sereke yên şer Rûsya û Tirkiye ne
09:05 Pîroglû: Heya tecrîd hebe wê pirsgirêka demokrasiyê jî hebe
09:05 Zarok li bazaran barê ji xwe girantir dikişînin
09:02 Di doza Hêlîn Şenê de darizandin hat rawestandin!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2020'AN
07:54 Li Qersê li dijî HDP'iyan operasyon: Hevşaredar Şevîn Alaca hat binçavkirin
30/09/2020
23:18 Navnîşana Ajansa Mezopotamyayê cardin hat astengkirin
20:46 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 8 hezar û 195
16:53 Brayê Servet Tûrgût: Bila ev zilm biqede
16:13 Egîtîm Sen: Serdema Perwerdeyê bi xespkirina mafan dest pê kir
15:57 'Heta kujerê Turgut bên darizandin ev doz dê neyê girtin'
15:52 Ji bo Servet Tûrgût çalakiya bi pankart
15:37 Rojnamevan Kûray hat berdan
15:33 Hevşaredarê Colemêrgê Karaman hat berdan
15:09 Servet Tûrgût hat veşartin
15:05 Parlamenter li ber Emniyeta Enqereyê ne: Bi dijminatiya HDP’ê nagihîjin serî
14:47 Çalakiyên şermezarkirinê: Ne ev partî û ne jî ev xelk wê serê xwe netewîne
14:37 Li Şirnexê berteka li dijî îşkenceyê: Divê faîl demildest werin cezakirin
14:31 Şewata li Bestayê didome: Li 21 herêman bi hezaran dar şewitîn
14:17 Li Amedê hejmara binçavkiriyan derket 14’an
13:57 Derbarê gilîkirina Kûyûn a HDP’î ku hatibû revandin biryara neşopandinê dan
13:54 Li Sîlîvriyê av û xwarina nepaqij didin girtiyan
13:24 Derbarê rojnameger Akman de biryara girtinê hat dayîn
13:14 Kesê ku ji bo gotin girtinê vexwendin binçav kirin
13:03 Girtî xwe bi ava zengarî dişon
12:54 Ayhan Bîlgen ê di binçavan de: Ez ê ji wezîfeya xwe îstîfa bikim
12:23 Hevserokê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan hat berdan
12:18 Yeneroglû: Heke hiqûq hebûna wê Wezîrê Karê Hundir hesab bida
11:44 Danişîna Dag hat taloqkirin
11:42 Erdogan ji serokên YE’yê re name şand
11:14 Piştî PÎA’yê 21 partî hatin damezrandin, lê hêj randevûya damezrandinê nedanê