Rojnameger Berekat: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê şer nesekiniye û sûcê mirovahiyê dikin

  • rojane
  • 11:11 30 Îlon 2020
  • |
img
STENBOL - Rojnameger Ekrem Berekat, bal kişand êrîşên hêzên paramiliter ku li Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê bi piştgiriya Tirkiye pêk tîne û got: "Şerê li vir kêliyekê jî nesekiniye. Li herêmê sûcê mirovahiyê tê kirin. Lê ereb dizanin ku hemû alozî bi destê Tirkiye tê kirin û li dijî vê yekê ne." 
 
Li Sûriyeyê şerê navxweyî 9 salin didome. Li aliyekî piştî li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê gel pergala xwe ava kir Rêveberiya Xweser îlan kir, gel bi xwe bi xwe, xwe bi rêve dibe. Hewl dide ku helû pirsgirêkan çareser bikin. Li aliyê din jî cihê ku komên çekdar û hêzên paramîlîter lê şer dikin, her roj mirov ten kuştin. Talankirin û wêrankirina herêmê didome. Têkildarî rageşiyên li herêmê Rojnameger Ekrem Berekat, hevdîtinên di navbera PYNK-ENKS, geşedanên li Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê yên di destê hêzên paramîlîter ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, nirxand. 
 
REJÎMA SÛRÎ JI BO DIYALOGÊ GAV NEAVÊT 
 
Rojnameger Berekat, anî ziman ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji roja hatiye avakirin heta îro, her tim bi hêzên demokratîk û ji bo çareseriya Sûriyeyê xebatê dikin re di nava dan û stendinê de ye û wiha got: "Herî dawî MSD'ê bi Partiya Vîna Gel a Sûriye re li Rûsya protokolek îmze kir. Hemû kesên protokol û karê wê xwendin, diyar kirin ku ev protokol ji bo parastina yekîtîya axa Sûriye ye. Dîsa diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriye biryarên herî guncav  û pir baş e. Ev biryar ji aliyê hêzên herêmî yên Sûriyeyê jî erênî hatin nirxandin. Di nava van xalên hatiye diyarkirin de milê nijadperestî û serdestî tune ye. Bi giştî ev protokal erênî hat ditin. Gavên ku ji aliyê MSD'ê û milên Rêveberiyên Sûriye û demokratên Sûriye ve gavên erênî hatin nirxandin. Gavên dîplomasiyê ji aliyê Rûsya ve jî erênî hat nirxandin. Lê mixabin, ji aliyê Rejîma Sûriyeyê ve gav nehat avêtin. Hêj hikûmeta Sûriye bi hişmendiya desthilatdarî û nijadperest nêzî pirsgirêka Sûriyeyê dibe."  
 
GEL BI LEZ YEKÎTIYÊ DIXWAZE
 
Berekat bal kişand ser têkiliyên MSD'ê û ENKS'ê û wiha got: "Di milê MSD'ê de tu pirsgirêk tune. Niha MSD li aliyê Bakur û Rojhilatên Sûriye xebatek mezin dide meşandin. Komcivînan li dar dixe. Di van komxebatan de kesên xwedî nasnameyên cuda cih digirin. Hezên partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk, serokeşîr û rûsipî di nav van komxebatan de cih digirin. Kesên li derveyî Rêveberiya Xweser cih digirin û bi wan re civîn tên li dar xistin û niqaş tên kirin. Li Hesekê 2 civînên mezin hatin li dar xistin. Di demên pêş de dê li herêmê Cizîrê û Kobanê jî ev komcivîn bên li dar xistin. Ji bo Yekîtiya Neteweyî li Rojavayê Kurdistan nêzî 8 mehan e xebatek hatiye destpêkirin. Di van xebatan de heta niha 10 civîn di navbera PYNK'ê û ENKS'ê de hatin li dar xistin. Herî dawî biryar hat girtin ku Desteya Kurd a Bilind bê avakirin. Hêjmara desteyê jî diyar bûn. Dê wê hêjmara wê 40 kes cih bigirin. Ji wî 40 kesî dê ji sedî 40 PYNK, ji sedî 16 ji ji ENKS'ê, ji sedî 8 jî dê ji aliyê rêxistinên civakî, rêxistinên ciwan û jinan ve bên hilbijartin. Niha xebat ji bo rêveberiya xweser tên kirin. Wê ENKS bi çi rengî karibe tev li van xebatan bibe. Niha gel di nava bendewariyekê de ye. Ji ber ku êrîşên mezin li ser gelê Kurt hatin kirin. Niha ev xebat tên meşandin. Ev xebat heta astekê hatiye. Lê ne li gorî pêwistiyan e. Divê gavên pratîk bi lez bên avêtin. Li herêmê roj bi roj hêz tên guhertin. Rewşa îtîfaqên herêmê tên guhertin. Gel jî dibêje divê êdî her kes nêzîkatiyên şexsî bidin alî û ji bo yekîtiyê û berjewendiyên gelê Kurd xebat bên kirin." 
 
LI SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SIPÎ DIBISTANÊN TIRK HENE 
 
Rojnameger Ekrem Berekat, li ser rapora Neteweyên Yekbûyî ya der barê herêmê de jî rawestiya û ev tişt got: "Di raporê de belkî ji sedî 10 binpêkirina ku Dewleta Tirk li Efrîn, Grê Spî û Serêkaniyê pêk anîye tîne ziman. Li Serêkaniyê û Girê Spî siyasetek pir qirêj dimeşînin. Siyaseta guhertina demografiya tevahiya herêmê dimeşînin. Hemû herêmê ji niştecihê wê vala dikin. Li herêmê axaftin bi tirkî ne. Pere yê Tirkiye ye. Dibistan ên Tirkiye ne. Ev siyaset bi taybet li Erfrînê tê meşandin. Li herêmê rojane tacîz, tecawiz, girtin û kuştin heye. Vê yekê jî li ser medya înternetê parve dikin. Tirsekê çêdikin ku carek din venegerin war û cihê xwe. Her roj li van herêman mirov tên qetilkirin. Li gorî agahiyên me girtin nêzî 300 kesên li vir bi taybet perwerde kirin şandin Ezerbeycanê. Rapora Yekîtiya Neteweyî jî vê yekê aşkere dikin. Ev hemû sûcê mirovahiyê ne. Li Girê Sipî û Serêkaniyê gel dibe qurbana şerê navbera komên çete yên xwe bi xwe. Di demên dawî de di navbera komên çete de şereki pir dijwar heye. Şerê ku niha didome hemû li ser talanî û wêraniyê tê kirin. Beriya çend rojan teqînek çêbû. Gelek sivîl mirin." 
 
ÎTÎFAQÊN HERÊMÎ ROJANE TÊN GUHERTIN
 
Berekat, bal kişand ser helwest û bêdengiya hêzên navneteweyî yên li herêmê  û wiha berdewam kir: "Ji xwe di 17'ê Cotmeha 2019'an de di navbera Tirkiye û DYA de peyman hat îmzekirin. Di 22'e Cotmehê de biryar hat girtin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk xwe vekişînin û şer bê rawestandin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk li ser vê biryarê xwe kişandin pişt xetan. Diviya bû şer bihata rawestandin. Lê ji wê demê heta niha nêzî salekê ye, rojekê jî êrîş nehatin rawestandin. QSD'ê li gorî vê peymanê tev geriya û şer rawestand. Lê dewleta Tirk û komên çeteyên xwe rojekê jî şer û êrîşên xwe ranewestand. Her roj şerê rojane kir û herêmê topbaran dikin. Bê navber balafirên şer ên bê miroav li ser herêmê digerin. Ji roja agirbestê heta niha li gorî dane û raporên mafên mirovan 116 sivîl şehît bûne. Gelek kes birîndar bûne. 
 
HETERÊN LI SER HERÊMÊ DIDOMIN
 
Rojnameger Berekat, anî ziman ku hêj xeteriyên li ser herêmê didomin û nerabûne û wiha axivî: "Li herêmê îtîfaqên heyî rewşa wan tê guhertin. Îhtîmala Rûsya Tirkiye û yên din çi êrîşan bikin ne diyar e. Rewş li gorî meseleyên di navbera Tirkiye, Rûsya, Sûriye, Libya, Ezerbeycan û hêzên din de tê guhertin. Li Sûriye ji bo Lîbya li hev dikin. Li Lîbya jî ji bo Sûriye li hev dikin.  Ji bo herêm bê parastin tenê divê yekîtiya gelan bê ava kirin. 
Niha Tirkiye gelek komên çete ji vê herêmê dişîne Ezerbeycan, Lîbya, Yemen û herêmên din. Yekem car e welatên ereb bertekên dijwar nîşanî Tirkiyeyê didin. Diyar dikin ku li ku pirsgirêk hebe, destê Tirkiye di navde heye. 
Dewletên ereb diyar dikin ku divê li dijî êrîşên dewleta Tirk divê hêzek herêmî bê avakirin. Dixwazin bi hêzê destwerdana Tirkiye ya li dijî Sûriye, Iraq û Lîbyayê bê rawastandin. Gelê ereb li dijî şandina  komên çete yên ji aliyê Tirkiyeyê ve nerazibûn û bertekên xwe tînin ziman. Li gorî agahiyên gihiştine destê me heta niha 300 çete şandine Ezerbeycan, 18 hezar çete şandine Libya. Civaka ereb li dijî vê yekê ne. Diyar dikin ku dixwazin civaka ereb bînin hemberî ev û dixwazin vê yekê rawestînin. Lê Hikûmeta Sûriye ji bo çareseriyê ji diyalogê re girtî ye.
 
MA / Îdrîs Sayilgan 
 
 

Sernavên din

30/09/2020
11:11 Rojnameger Berekat: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê şer nesekiniye û sûcê mirovahiyê dikin
11:08 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
11:04 Wêjekar û Nivîskar: Divê HDP’î demildest werin berdan
10:51 793 jinan xwest ku HDP’î bên berdan
10:42 Li Farqînê mirineke bi guman
10:21 Li Amedê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:05 Danzîkyan: Tirkiye piştî li Sûriye û Lîbyayê tiştek bi dest nexist, berê xwe da Ermenîstanê
09:25 Servet Tûrgût ê ji helîkoptêrê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest da
09:08 Parêzerê malbata Şenyaşar: Li dozê xwedî derkevin
09:08 Rewşa esnafan xirab e: Di 7 mehan de 416 dikan hatin girtin
09:07 ‘Ser cinayetên jinan hem bi destê dewletê hem jî bi yê malbatê tên girtin'
09:06 Dozger, hewl dide sûc têxe stuyê mexdûrê!
09:06 Pira dîrokî ji ber wesayîtên bargiran texrîb bûye
09:04 'Ji bo mafê xwe yê jiyanê em tecrîdê bişikînin'
09:04 ‘Divê her kes li dijî êrişên li ser HDP'ê bibe bend'
09:03 Banga amediyan a ji bo yekîtiya neteweyî: Divê partiyên kurdan bên cem hevdu
09:02 Bi saxî dişînin, bi mirî derdikevin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2020'AN
07:20 Polîsan rojnameger Hakki Boltan binçav kirin
29/09/2020
19:46 68 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:49 Rêxistinên civak sivîl HDP’ê ziyaret kirin
16:22 Polîsan dest bi girtina îfadeyên siyasetmedaran kirin
16:22 Balafirên şer çoltera Amediyê bombebaran kirin
15:58 Bûldan li Qersê ye: Berpirsiyarê çalakiyên Kobanê AKP ye
15:57 Li Dersimê banga ‘bibe endamê HDP’ê’ hat kirin
15:10 Malbata Safiturk: Di nava buyerê de amirê emniyetê heye
14:56 Kerestecîoglû: Xwarina kevin didin hevalên me
14:29 Serokê Giştî yê DAD’ê: Îqtîdar xwe ji qedandinê re amade dike
14:20 Zilamê ku sê salan tacîz kir, teşhîr kir
14:02 Li Çewligê operasyona li dijî HDP’ê hat şermezarkirin
13:48 Li Mersînê binçavkirin hatin şermezarkirin
13:42 Li qada navnetewî piştgiriya ji bo HDP'ê didome
13:00 Başaran: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:49 Ji Girtîgeha Şirnexê 6 girtiyan sewq kirin
12:48 ‘Yên dixwazin me bitirsînin bila li dîroka me binêrin’
12:24 Ketin û derketina Qersê ji HDP’iyan re hat girtin
12:19 Biryara berdewamkirina girtinê: Hincet lêpirsîna dubarebûyî ye
12:10 Dadgehê jî pejirand ku ‘Lêpirsîna Kobanê’ dubarebûn e
11:54 Sever: Tirkiye armanc dike li Ezerbaycan barageha eskerî ava bike
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi Cemiyeta Belavkirina Zanîstê ve hat girêdan!
11:11 Li Hezoyê 2 kes binçav kirin
10:59 2 dozên Bîlgen wê di vê heftê de bên dîtin
10:55 'Em bi hevre têbikoşin em ê bi ser bikevin'
10:36 Parlamenterên Partiya Çep piştgirî dan HDP'ê
10:23 Piştevanî û endamtiya HDP’ê zêde dibe
10:08 ‘Tenduristvan hatine asta ku dest ji kar berdin’
09:53 Ugurlu: Divê em faşizmê ji xwe dûr bixin
09:21 Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê û endamê Meclîsê hatin binçavkirin
09:20 ‘Divê em her roj her saet xwe biparêzin’
09:19 Piştî operasyona li dijî HDP'ê gelek dibin endamên HDP'ê
09:13 Li Amedê ji bo 7 hezar xwendekaran serdemeke nediyar a perwerdehiyê
09:12 Çalakiya xwendina pirtûkan a li dijî texrîbkirina xwezayê mezin dibe
09:12 Zanîngeha Enqereyê der barê parvekirinên medyaya civakiyî de tenduristkar hişyar kirine
09:11 Helwesta Porsipiyan: Cihgirtina li cem HDP'ê divêtiyek e
09:04 Penaberên sûriyeyî: Jiyan pir zehmet e
09:03 Ava Bendava Ilisûyê hat kêmkirin, masî mirin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2020'AN
28/09/2020
20:09 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:03 Li Egeyê di 4 mehan de 197 binpêkirinên mafan pêk hatine
16:25 Girtiyên li Girtîgeha Panosê: Korona belav bû ye
16:24 Endama Rosayê Remziye Sizici tehliye bû
16:06 Komkujiya Roboskî di meha 105’emîn de ye: Bêcezahiştin didome
15:49 Serokwekîlên Koma HDP’ê: Divê desthilat hesab bide
15:00 Bûldan dê sibê bi gelê Qersê re bê gel hev
14:55 Rêxistinên Sivîl banga xwedî derketina li HDP’ê kirin
14:29 TUM BEL-SEN bertek nîşanî îxrackirina karmenda da
14:18 Şermezarkirina binçavkirinan dewam dike: Tekane çareserî berxwedan e
13:49 Serdanên HDP’ê didomin: Divê bloqa antîfaşîst bê avakirin
13:44 Salih Muslim: Tirkiye serkeftina Kobanê hezm nake
13:03 Pirtûka Serokê AYM’ê Arslan ‘bifikar’ hat dîtin
12:59 Binçavkirina HDP’iyan li Cizîrê hat şermezarkirin
12:55 Li çoltera Xîzanê operasyona leşkerî
12:50 Di doza Kaşikçi de doznameya duyemîn hat amadekirin
12:50 Cezayê heta hetayê yê girankirî li kujerê parêzer Boylû hat birîn
12:50 Dema binçavkirina siyasetmedaran hat dirêjkirin
12:37 Bîlgen: Yên danîna qeyûm difikirin bila bîranînên waliyê eskerî yê Rûs bixwînin
12:37 Şerê Ermenîstan û Azerbaycanê dewam dike
12:22 11 sal derbas bûn lê faîlek nehat darizandin
12:17 Ji Weşanên Aryen'ê yek jê tirkî 3 pirtûkên nû derçûn
12:03 Siyasetmedarên dibin çavan de anîn Edliya Enqerê
12:03 Ji Fîlîpînê heta Ewropa ji Fasê heta Brezîlyayê piştevaniya ji bo HDP’ê
11:48 Doza rojnamevan Suren hat taloqkirin
11:20 Dengdêrên AKP û MHP’ê: Binçavkirina Bîlgen bêhiqûqî û bêdaletî ye
10:15 Dema binçavkirina siyasetmedaran wê were dirêjkirin
09:05 Birayê Nadîra Kadîrova: Dîmen pişt rast dikin ku Unal ê AKP’î Nadîra kuştiye
09:03 Li herêma dîrokî destûra kana kevir hat dayîn
09:01 Krîza aborî kûr dibe: Em di nava çiravê de ne
09:01 Li girtîgehê, bêyî ku girtiyan muayene bikin, derman didin!
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2020'AN
27/09/2020
19:55 Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin 1 mîlyonî derbas kir
19:39 Di 24 saetên dawî de 68 kesan jiyana xwe ji dest dan
19:24 Koma ku hilbijartina TTB'ê qezenc kir diyar bû
19:00 MKM'ê 29'emîn salvegera xwe pîroz kir
18:34 Li Stenbolê zarokek hat tecawîzkirin
18:21 Azerbaycanê ‘rewşa şer’ îlan kir
16:20 Li dijî binçavkirinan bûn endamê HDP’ê
16:03 Cîhanerê CHP’î HDP ziyaret kir: Divê em vê lîstikê xera bikin
15:31 Lêpirsîna strana kurdî li hunermend Ermîş vekirin
15:21 Guven rexneya “bêdengiyê” li muxalefetê kir