Bi saxî dişînin, bi mirî derdikevin

  • rojane
  • 09:02 30 Îlon 2020
  • |
img

AMED - Endamê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Parêzer Yûsûf Erdogan diyar kir ku girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin û got: “Kesê ku sax dikeve girtîgehên Tirkiyê nexweş dikevin. Divê derbarê vê rewşê de rêxistinên civakî yên sivîl zextê li rayedarên dewletê bikin.”

Binpêkirina mafan ên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş ji rojevê nakeve. Binpêkirin roj bi roj zêdetir dibin. Li gorî dane û raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Tirkiyê, 590 kes jê girtiyên rewşa wan giran bi giştî hezar û 564 girtiyên nexweş hene. Tenê di nava du hefteyên dawî de Takiyettin Ozkahraman ê 75 salî û Alî Boçnak ê ku ji ber mewlûda bi kurdî dabû hatibû girtin, li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. Dîsa Mehmet Emîn Ozkan ê 82 salî ku zêdeyî 20 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ye tevî rewşa wî giran e jî nayê berdan. 
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Amedê Parêzer Yûsûf Erdogan derbarê binpêkirina mafan ên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş de ji ajansa me re axivî.
 
‘GIRTÎ BI GELEK BINPÊKIRINAN RE RÛBIRÛ NE’ 
 
Erdogan diyar kir ku bi pêvajoya pandemiyê re li girtîgehan binpêkirina mafan gelek zêde bûn û wiha got: “Li girtîgehên Tirkiyeyê em dibînin ku bi pêvajoya pandemiyê gelek îhlalên mafan tên jiyîn. Bi taybetî jî di derbarê mafê tenduristiyê û dema sewq û sirgunan de îhlal çêdibin. Me ev yek di Girtîgeha Kampus a Amedê de dît. Dema girtî sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 û 2’yan kirin ev îhlal me dîtin. Hinek pêkanînên wan nîşandan ku şertên pandemiyê li ber çav nagirin û pêk tînin.”
 
‘GIRTÎ DI QAWÎŞAN YEK KESÎ DE NE’ 
 
Erdogan bal kişand ser rapora ku ÎHD, OHD, Baroya Amedê û MED TUHAD-FED’ê ya ku derbarê binpêkirina Girtîgeha Jimara 1 û 2’yan a Ewlehiya Bilind a Amedê de amade kiribû û got: “Weke ku di raporê de jî cih girtibû, tiştên ku girtiyan ji me re gotibûn ev bûn. Şertên pandemiyê, yên tenduristiyê berçav negirtine, bi dest lêgerîna wan hatiye kirin, dîsa bi hinceta pandemiyê qanûna înfazê tune hesibandin e û girtî xistine hucreyên yek kesî. Dîsa ji ber ku girtîgeh nû vebûye wek înşeatê ye. Amûrên paqijiyê nadin wan, bi amûrên kêm ku bi girtiyan re hene qawîşan paqij dikin.” 
 
Erdogan bi bîr xist ku girtiyên li Girtîgeha Jinan a Amedê ji ber pêkanîna cot kelepçekirinê de bi pirsgirêkan re rûbirû mane û got: “Pêkanîna cot kelepçekirinê di aliyê mafê tenduristiyê de rîskeke mezin di nava xwe de dihewîne. Ji xwe ji ber girtî van pêkanînan qebûl nakin sewqên wan ji nexweşxaneyê re çênakin.”
 
‘BI SAXÎ DIKEVIN, BI MIRÎ DERDIKEVIN’ 
 
Erdogan destnîşan kir kesê bi saxî dikeve girtîgehên Tirkiyê nexweş dikevin, dimirin û tên berdan û wiha domand: “Kesên saxlem dikevin girtîgehên Tirkiyê an nexweş derdikevin an jî jiyana xwe ji dest didin. Ji xwe şert û mercên girtîgehan nexweş dikin. Derbarê girtîyên nexweş de hem dewletê di qanûnên xwe de astengî danîne hem jî ji polîtîkayên ku li girtîgehan tên bi rêvebirin, bi rewşeke ku mirina girtiyan re rûbirû mayîn derdikeve holê. Derbarê girtiyên nexweş de li gor qanûna hejmara 5275’ê pîvangeke wisa danîne holê, dibêjin ‘li gor ewlehiya civakê heke rewşeke awarte dernexîne holê’. Divê di serî de ev qanûn were revîzekirin û ev krîter ji holê were rakirin. Ji ber ku ev krîter ne li gor hiqûqa navnetewî û peymanên ku Tirkiyê bûye alîgirê wan in.”
 
‘ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHAN NEXWEŞ DIKIN’
 
Erdogan da zanîn ku têkildarî girtiyên nexweş saziya bi bandor tenê Saziya Tiba Edlî ye û got: “Girtî ji nexweşxaneyeke ku raporên ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ û ‘nikare di girtîgehê de bijî’ bigire jî ev ji bo serberst berdana wî/wê têr nake. Divê ev rapor ji Saziya Tiba Edlî re were bi rêkirin û ew derbarê raporê de biryar bide. Di nava mehekê de 3 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Yê yekemîn Takyetîn Ozkahraman ê 75 salî bû. Her kes dizane ku dema dikeve girtîgehê nexweşiyeke ku pê jiyana xwe ji dest bide tune bû. Piştî ku dikeve girtîgehê ji ber temenê xwe û şert û mercên girtîgehê nexweş dibe. Ji xwe şertên nexweşxaneyên Tirkiyê yên fizîkî dibin sedema kesên ku bi silametî be jî nexweş dikevin. Mînakeke din Cengîz Kurt ê 41 salî yê ku li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê jiyana xwe ji dest dabû. Li girtîgehan li temenê girtiyan nanihêrin. Ji ber ku dema dikevin girtîgehê ji ber şert û mercan nexweş dikevin û terkî mirinê tên kirin. Mînaka dawî Alî Boçnak ê 75 salî ye. Gelek caran derbarê wî de serî li saziyên reydar dane jî lê hemû hatine redkirin. Û gotin ‘dikare di girtîgehê de bimîne.’ Li gel vê yekê Boçnak jiyana xwe ji dest da.”
 
‘DIVÊ RÊXISTINÊN SIVÎL ZÊXTÊ LI DEWLETÊ BIKIN’
 
Erdogan diyar kir ku ji bo nêzîkatiya li hember girtiyên nexweş divê hem hiqûqa heyî were guhertin hem jî bi nêrîneke polîtîk a bi tolhildanî lê neyê nêrîn û wiha got: “Divê bi awayekî ehlakî û wicdanî li girtiyên nexweş binêrin. Divê tenê dewlet na, raya giştî jî gav biavêje û hestiyar bibe. Mehmet Emîn Ozkan girtiyekî pîr e, gelek nexweşiyên wî hene, ji bo wî gelek serlêdan hatine kirin û rapor hatin wergirtin. Dîsa mînaka Halîl Guneş heye, demekê gelek bû rojev jî. Mayîna wî ya di girtîgehê de ji aliyê jiyanê ve rîsk e. Lê nêzîkatiya li hember girtiyên nexweş nêzîkatiyek terkî mirinê kirin e ye. Nexweşî, temen û krîterên din li ber çav nayên girtin. Nêrîneke polîtîk li dijî girtiyên nexweş heye. Derbarê rewşa girtiyên nexweş de divê rêxistinên civakî yên sivîl bi awayekî eşkere rewşa wan bînin ziman û zextê li rayedarên dewletê bikin. Dema em li rewşa girtiyên nexweş dinêrin mafê xatir xwestinê jî nadin wan. Berê ji niha baştir bû. Girtiyên pir rewşa wan giran berdidan. Lê niha wê jî nakin û pêkanînên ku girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin didomin.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Cahît Ozbek
 

Sernavên din

30/09/2020
11:11 Rojnameger Berekat: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê şer nesekiniye û sûcê mirovahiyê dikin
11:08 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
11:04 Wêjekar û Nivîskar: Divê HDP’î demildest werin berdan
10:51 793 jinan xwest ku HDP’î bên berdan
10:42 Li Farqînê mirineke bi guman
10:21 Li Amedê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:05 Danzîkyan: Tirkiye piştî li Sûriye û Lîbyayê tiştek bi dest nexist, berê xwe da Ermenîstanê
09:25 Servet Tûrgût ê ji helîkoptêrê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest da
09:08 Parêzerê malbata Şenyaşar: Li dozê xwedî derkevin
09:08 Rewşa esnafan xirab e: Di 7 mehan de 416 dikan hatin girtin
09:07 ‘Ser cinayetên jinan hem bi destê dewletê hem jî bi yê malbatê tên girtin'
09:06 Dozger, hewl dide sûc têxe stuyê mexdûrê!
09:06 Pira dîrokî ji ber wesayîtên bargiran texrîb bûye
09:04 'Ji bo mafê xwe yê jiyanê em tecrîdê bişikînin'
09:04 ‘Divê her kes li dijî êrişên li ser HDP'ê bibe bend'
09:03 Banga amediyan a ji bo yekîtiya neteweyî: Divê partiyên kurdan bên cem hevdu
09:02 Bi saxî dişînin, bi mirî derdikevin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2020'AN
07:20 Polîsan rojnameger Hakki Boltan binçav kirin
29/09/2020
19:46 68 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:49 Rêxistinên civak sivîl HDP’ê ziyaret kirin
16:22 Polîsan dest bi girtina îfadeyên siyasetmedaran kirin
16:22 Balafirên şer çoltera Amediyê bombebaran kirin
15:58 Bûldan li Qersê ye: Berpirsiyarê çalakiyên Kobanê AKP ye
15:57 Li Dersimê banga ‘bibe endamê HDP’ê’ hat kirin
15:10 Malbata Safiturk: Di nava buyerê de amirê emniyetê heye
14:56 Kerestecîoglû: Xwarina kevin didin hevalên me
14:29 Serokê Giştî yê DAD’ê: Îqtîdar xwe ji qedandinê re amade dike
14:20 Zilamê ku sê salan tacîz kir, teşhîr kir
14:02 Li Çewligê operasyona li dijî HDP’ê hat şermezarkirin
13:48 Li Mersînê binçavkirin hatin şermezarkirin
13:42 Li qada navnetewî piştgiriya ji bo HDP'ê didome
13:00 Başaran: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:49 Ji Girtîgeha Şirnexê 6 girtiyan sewq kirin
12:48 ‘Yên dixwazin me bitirsînin bila li dîroka me binêrin’
12:24 Ketin û derketina Qersê ji HDP’iyan re hat girtin
12:19 Biryara berdewamkirina girtinê: Hincet lêpirsîna dubarebûyî ye
12:10 Dadgehê jî pejirand ku ‘Lêpirsîna Kobanê’ dubarebûn e
11:54 Sever: Tirkiye armanc dike li Ezerbaycan barageha eskerî ava bike
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi Cemiyeta Belavkirina Zanîstê ve hat girêdan!
11:11 Li Hezoyê 2 kes binçav kirin
10:59 2 dozên Bîlgen wê di vê heftê de bên dîtin
10:55 'Em bi hevre têbikoşin em ê bi ser bikevin'
10:36 Parlamenterên Partiya Çep piştgirî dan HDP'ê
10:23 Piştevanî û endamtiya HDP’ê zêde dibe
10:08 ‘Tenduristvan hatine asta ku dest ji kar berdin’
09:53 Ugurlu: Divê em faşizmê ji xwe dûr bixin
09:21 Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê û endamê Meclîsê hatin binçavkirin
09:20 ‘Divê em her roj her saet xwe biparêzin’
09:19 Piştî operasyona li dijî HDP'ê gelek dibin endamên HDP'ê
09:13 Li Amedê ji bo 7 hezar xwendekaran serdemeke nediyar a perwerdehiyê
09:12 Çalakiya xwendina pirtûkan a li dijî texrîbkirina xwezayê mezin dibe
09:12 Zanîngeha Enqereyê der barê parvekirinên medyaya civakiyî de tenduristkar hişyar kirine
09:11 Helwesta Porsipiyan: Cihgirtina li cem HDP'ê divêtiyek e
09:04 Penaberên sûriyeyî: Jiyan pir zehmet e
09:03 Ava Bendava Ilisûyê hat kêmkirin, masî mirin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2020'AN
28/09/2020
20:09 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:03 Li Egeyê di 4 mehan de 197 binpêkirinên mafan pêk hatine
16:25 Girtiyên li Girtîgeha Panosê: Korona belav bû ye
16:24 Endama Rosayê Remziye Sizici tehliye bû
16:06 Komkujiya Roboskî di meha 105’emîn de ye: Bêcezahiştin didome
15:49 Serokwekîlên Koma HDP’ê: Divê desthilat hesab bide
15:00 Bûldan dê sibê bi gelê Qersê re bê gel hev
14:55 Rêxistinên Sivîl banga xwedî derketina li HDP’ê kirin
14:29 TUM BEL-SEN bertek nîşanî îxrackirina karmenda da
14:18 Şermezarkirina binçavkirinan dewam dike: Tekane çareserî berxwedan e
13:49 Serdanên HDP’ê didomin: Divê bloqa antîfaşîst bê avakirin
13:44 Salih Muslim: Tirkiye serkeftina Kobanê hezm nake
13:03 Pirtûka Serokê AYM’ê Arslan ‘bifikar’ hat dîtin
12:59 Binçavkirina HDP’iyan li Cizîrê hat şermezarkirin
12:55 Li çoltera Xîzanê operasyona leşkerî
12:50 Di doza Kaşikçi de doznameya duyemîn hat amadekirin
12:50 Cezayê heta hetayê yê girankirî li kujerê parêzer Boylû hat birîn
12:50 Dema binçavkirina siyasetmedaran hat dirêjkirin
12:37 Bîlgen: Yên danîna qeyûm difikirin bila bîranînên waliyê eskerî yê Rûs bixwînin
12:37 Şerê Ermenîstan û Azerbaycanê dewam dike
12:22 11 sal derbas bûn lê faîlek nehat darizandin
12:17 Ji Weşanên Aryen'ê yek jê tirkî 3 pirtûkên nû derçûn
12:03 Siyasetmedarên dibin çavan de anîn Edliya Enqerê
12:03 Ji Fîlîpînê heta Ewropa ji Fasê heta Brezîlyayê piştevaniya ji bo HDP’ê
11:48 Doza rojnamevan Suren hat taloqkirin
11:20 Dengdêrên AKP û MHP’ê: Binçavkirina Bîlgen bêhiqûqî û bêdaletî ye
10:15 Dema binçavkirina siyasetmedaran wê were dirêjkirin
09:05 Birayê Nadîra Kadîrova: Dîmen pişt rast dikin ku Unal ê AKP’î Nadîra kuştiye
09:03 Li herêma dîrokî destûra kana kevir hat dayîn
09:01 Krîza aborî kûr dibe: Em di nava çiravê de ne
09:01 Li girtîgehê, bêyî ku girtiyan muayene bikin, derman didin!
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2020'AN
27/09/2020
19:55 Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin 1 mîlyonî derbas kir
19:39 Di 24 saetên dawî de 68 kesan jiyana xwe ji dest dan
19:24 Koma ku hilbijartina TTB'ê qezenc kir diyar bû
19:00 MKM'ê 29'emîn salvegera xwe pîroz kir
18:34 Li Stenbolê zarokek hat tecawîzkirin
18:21 Azerbaycanê ‘rewşa şer’ îlan kir
16:20 Li dijî binçavkirinan bûn endamê HDP’ê
16:03 Cîhanerê CHP’î HDP ziyaret kir: Divê em vê lîstikê xera bikin
15:31 Lêpirsîna strana kurdî li hunermend Ermîş vekirin
15:21 Guven rexneya “bêdengiyê” li muxalefetê kir