Li dijî binçavkirinan bertek belav dibin: Kobanê neket, wê HDP jî nekeve

  • rojane
  • 16:32 25 Îlon 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajaran binçavkirina siyasetmedarên HDP’yî ji aliyê rêxistinên HDP’yê yên bajar û navçeyan ve hat şermezarkirin. Di daxuyaniyan de wiha hat gotin: “Kobanê neket, wê HDP jî nekeve.”   

 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi boneya bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên Kobanê “Lêpirsîna Kobanê” li 7 bajaran da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de derbarê 82 siyasetmedarên HDP’yî de biryara binçavkirinê hat dayîn. Rêxistinên HDP’ê yên gelek bajaran, partiyên piştevaniya HDP’ê dikin û rêxistinên civakî yên sivîl li dijî operasyonê daxuyanî dan û şermezar kirin. 
   
ÊLIH
 
Rêxistina HDP’ê ya Êlihê li ber avahiya xwe daxuyanî çapemeniyê. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê Necdet Îpekyuz û Mehmet Ruştu Tiryakî û rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Parlamenter Ruştu Tiryakî axivî û got wê HDP gavej ji têkoşîna xwe li paş nemîne. 
 
PÎA’YÊ BERTEK NÎŞAN DA 
 
Cîgirê Serokê Gitşî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya û rêveberên partiya xwe li avahiya xwe ya Amedê nerazîbûn nîşanî operasyonê dan. Kaya da zanîn ku binyada her tiştî di bin pirsgirêka kurd de ye û dê kurd dest ji têkoşîna xwe bernedin. 
 
Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Mûrat Bozdemîr jî li Wanê daxuyanî da û bertek nîşanî binçavkirinan da û got ev operasyon li dijî destkeftiyên kurdan in.
  
MÊRDÎN
 
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da û operasyon şermezar kir. Rêvebera HDP’ê Munevver Olker axivî û got wê Qesr û dozgerên encamê negirtin. 
 
ŞIRNEX 
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Şirnexê jî xwest li ber avahiya xwe daxuyanî bide lê polîsan destûrneda. Li ser vê yekê rêveberên partiyên çalakiya rûniştinê li dar xistin û dirûşm berz kirin. 
 
ENQERE 
 
Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê jî li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û nûnerên gelek partiyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêvebera HDP’ê Dîlek Yilmaz da zanîn ku biryara binçavkirinê ji civîna duh a MGK’ê derketiye û li ser fermana MGK’ê ev operasyon pêk hatiye. Yilmaz got HDP tirsa nava dilê îqtîdarê ye. 
 
SEMSÛR 
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Semsûrê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û gelek rêveberên HDP’ê beşdar bûn. 
Leyla Guven bertek nîşanî operasyonê da û got: “Yên di sala 2009’an de serokşaredarên me kelemçe kirin winda kirin. Wê demê operasyonên cemaetê û îro jî bi AKP û MHP’ê didome. Yên duh digotin ‘li deştê siyasetê bikin’, îro siyaseta li deştê asteng dikin. Hûn nikarin vê siyasetê asteng bikin. Me wek HDP’ê hêviyek afirand. Hûn nikarin çonga partiyek ku 10 hezar endam û rêveberên wê girtî ne deynin. Lê me bi êşa we dizanin. AKP-MHP diqede. Yên li hundir û derve di nava aloziyê de ye tola xwe ji HDP’ê derdixe. We bendan danî pêşiya me, me bendê we hilweşand. Em hêviyek. Her roj mezintir dibe û em ê bibin. Gotin Kobanê ket û wa dikeve. Lê Kobanê neket. A rast diyalog û muzakere ye. Em li trêna azadiyê siwar bûne, em ê bigihîjin mexseda xwe.” 
 
RIHA
 
Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Omer Ocalan û Ayşe Surucu beşdarî daxuyaniyê bûn. Omer Ocalan diyar kir ku wê bi van operasyonan nikaribin HDP’ê tasfiye bikin. 
 
WAN
 
Rêxistina HDP’ê ya Wanê jî li avahiya HDP’ê binçavkirinan protesto kir. Parlamentera bajêr Muazez Orhan û rêveberên HDP’ê beşdar bûn. Hevseroka Bajêr Oznûr Bartin daxuyanî da. 
 
EBEX 
 
Rêxistina HDP’ê ya navçeya Ebexa Wanê jî daxuyanî da û operasyonê şermezar kir. 
 
BEDLÎS
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Bedlîsê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Hevserokê HDP’a Bedlîsê Rûmet Dûrsûn got wê partiya wan tu demê li dijî zextan serê xwe netewîne. 
 
COLEMÊRG
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Wanê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede axivî û got: “Kobanê neket û dê nekeve jî. Çawa ku Kobanê neket wê HDP jî nekeve.” 
AMED 
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê jî li avahiya xwe daxuyanî û binçavkirinan şermezar kir. Parlamenterên HDP’ê Semra Guzel, Remziye Tosun, Mahmut Tugrul, Dersim Dag, Hevserokê HDP’a Bajêr Zeyyat Ceylan ve rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Ewilî Hevserok Zeyyat Ceylan axivî û binçavkirin şermezar kir. Pişt re parlamenter Semra Guzel daxuyanî xwend û anî ziman ku dixwazin heyfa têkçûna li Kobanê ji HDP’ê bistînin. 
 
Parlamenter Mahmût Tugrul jî axivî û got ew ê ji têkoşîna xwe paş ve gav neavêjin. 
 
OHD: LI DIJÎ HIQÛQÊ YE 
 
Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî daxuyaniyek nivîskî da û operasyona hatiye birêvebirin li dijî hiqûqê ye. 
 
DERSIM 
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Dersimê jî li Kuçeya Hunerê daxuyanî da û operasyonê şermezar kir. Hevserokê HDP’a Bajêr Îbrahîm Kasûm daxuyanî da û ew ê li dijî faşîzmê bêdeng nemînin û têkoşîna demokrasiyê mezintir bikin. 
 
 

Sernavên din

27/09/2020
14:59 Şibanê ku ji helîkopterê hat avêtin: Ne rehet im, nayê bîra min
14:06 Îtîfaqa Kurdistanê bang li îqtîdarê kir: Rêyên diyalogê negirin
13:58 Ji derveyî sînor piştgiriya HDP’ê
13:15 Belavkarê rojnameyê Sûbaşı hat binçavkirin
13:09 Bilgen: Me rêya dizan girt û rêyek nû vekir
12:57 Ermenistanê rêveberiya awarte îlan kir
12:40 Piştî parastina rewa gilî kir
12:01 Servet Tûrgût ê ji helîkopterê hat avêtin 17 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye
11:45 Karkerê 44 salî bû qurbana asansorê
11:19 Li Qersê kesên deng nedane HDP’ê jî li dijî binçavkirinan bi bertek in
10:55 Di 9 mehan de 20 girtî mirin: Vê dijmirovahiyê bi dawî bikin
10:39 Bi nîşeya taybet derket holê ku ehliyeta pispor tuneye
09:58 Taşdemîr: Li dijî siyaseteke ku jinan hedef digire divê em xwe bi rêxistin bikin
09:45 Buldan bang li Davutoglu kir: Dem dema vegotina rastiyan e
09:45 Parêzerê Ocalan: Divê êdî azadiya Ocalan bê armanckirin
09:05 'Wê maden bedewiya xwezayê tune bike'
09:04 Li Amasyayê ji ber HES'an çandinî nemaye
09:04 Tîryakî: AKP heyfa binketina polîtîkayên xwe yên derve ji kurdan distîne
09:03 Êzingvan û komirvan dikanên xwe digirin
09:02 Dest bi çêkirina beniyan kirin
09:01 Nameya Gencer nadin malbatê: Em bawer nakin ku întihar kiriye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2020'AN
26/09/2020
16:58 Fincanci: Em carek din bêjin em serî natewînin
Hamzaoglu: Ji bo em nelikumin em hev hembêz bikin
15:26 Li girtîgehê madeyên paqijiyê pir biha difiroşin
15:18 Rewşa girtiya nexweş Karaguzel giran e
15:04 Serokwezîrê 6-8’ê Cotmehê li Sancar geriya: Operasyon ne hiqûqî ye
15:03 Bîlgen ji gelê Qersê re silav şand
14:42 Ji bo piştevaniya HDP’ê daketin qadan
14:33 Girtiya nexweş Dîrekçî: Hûn li benda mirina min în?
14:18 Parêzer ji bo bi HDP’iyên di binçavan de hevdîtinê bikin çûn Emniyetê
14:17 Kurê Yakut: Me deriyê heviyê her tim vekirî hişt
13:27 Bûldan: HDP’ê çong danenî û wê daneyne bila ev jî ji we re bibe derd
13:07 Piştî birin fermandariya cendirmeyan winda bû
13:07 Kongreya TTB’ê dest pê kir
12:20 Serokê PÎA: Kurd wê li dijî faşizmê serî netewînin
12:13 Aldar Xelîl: PYNK amade ye ku bi ENKS'ê re hevbeşiyê bike
11:59 Bang li Kiliçdaroglû û Akşener kir: Ger hûn deng dernexin, wê we jî bigirin
11:32 Li Stenbolê di serdegirtina malan de 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Bersûcê hevjîna xwe ya bêrê kêr kiribû, hat binçavkirin
10:29 Kordînasyona Heskîfê: Beyza Ustun û binçavkiriyan berdin
10:18 Kekê parlamenterê AKP’ê ji bo teslîm bibe li malê li benda guhertina dozger sekinî ye
10:13 Malbata Şenyaşar: Em li bendêne di 2’yê Cotmehê de her kes li Meletiyê be
10:08 'Di dawiya dawî de dê berxwedan bi ser bikeve'
09:10 Dadgehê doza ji bo betalkirina biryara der barê Mizrakli de red kir
09:10 Kevirên Dêra Sûrp Sarkîsê hatin dizîn
09:09 Şewitandina pirêzeyan nahêle Êlih bêhnê bistîne!
09:06 Qeydên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest pê kirin
09:05 Midûrê DEDAŞ'ê ku ji ber nelirêtiyê hatibû girtin, 1.7 milyon TL da, bû 'îtirafkar' û hat berdan
09:04 Hevserokên HDP'ê yên Şirnexê: Dixwazin Partiya me îllegalîze bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2020'AN
25/09/2020
23:36 Li Ûkraynayê balafira şer ket: 22 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn
23:32 Baroya Rihayê: Armanca operasyonan tepisandina muxalefetê ye
21:58 Rojên Wêjeya Berawîrdî yên Amedê dest pê kirin
21:06 Desteya Rêvebir a HDP'ê li hev kom bû
20:22 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 7 hezar û 858
17:22 Der barê 7 parlementerên HDP'ê de dê fezleke bên amadekirin
16:34 ‘Wê hêza we têra bêdengkirina HDP’ê neke’
16:32 Li dijî binçavkirinan bertek belav dibin: Kobanê neket, wê HDP jî nekeve
15:31 Partiyên Pêşeroj û Saadetê bertek nîşanî operasyona li dijî HDP’ê dan
15:00 TJA: Em ê li hemberî êrîşan gavekê tenê jî paşve ne avêjin
14:57 Partiyên siyasî: Tola Kobanê ji HDP’ê distînin
14:01 3’yemîn Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê dest pê dike
13:55 Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kût hat berdan
13:51 Biryara sînorkirina hevdîtinê ya 24 saetan danîn ser HDP’iyan
13:37 Parêzer Ozbîngol nehat berdan
13:17 Ayhan Bîlgen cara duyem e ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ tê binçavkirin
12:58 Hevşaredara Qersê Alaca: Şaredarîvaniya gelparêz hedef girtin
12:45 Sancar: Her ku winda dikin êriş dikin, her ku êriş dikin jî bêtir winda dikin
12:24 Cenazeyê Boçnak di dorpêça polîsan de hat veşartin
12:00 Doza rehîbê sûryanî Bîleçen hat taloqkirin
11:50 HDP’ê bertek nîşanî da: Biryar di MGK û Qesrê de hat girtin
11:45 Hêrsa li dijî operasyonê: Wê HDP neyê bêdengkirin
11:02 Lêpirsîna li dijî ‘Tevgera Bênavan': 24 kes hatin binçavkirin
10:49 Mele Huseyîn ê endamê KÎD’ê jiyana xwe ji dest da
10:42 MYK’a HDP’ê bi rojeva awarte dicive
10:29 Gardiyenan ji girtiyan re got ‘hûn terorîst in’
10:28 Z.Ç a tecawîz lê hat kirin: Bila edalet pêk bê
10:27 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
10:18 Ji welatiyan ji bo Bîlgen: Ev bajêr bi te serbilind e
10:12 Tanrikûlû bertek nîşanî operasyonê da: Xelata dawetê ya ji bo Qesrê ye
10:01 Gergerlîoglû: Walîtî dixwaze rastiyan biniximîne
09:40 Hevşaredara Qersê Alaca: Em şaredarîvaniyeke civakî ava dikin
09:21 Du xaniyên wê ketin ber veguherandin bajêr, lê tenê xaniyek dane wê
09:20 'Wê nexweşxaneyên bajêr di têkoşîna li dijî pandemiyê de nebin çare'
09:19 Bandora tecrîdê ya li ser aştî û aboriyê
09:19 Ji ber bi kurdî distrê qereqolê gef lê xwarin
09:18 Ji ber nelirêtiyeke 352 milyon TL'yî hatibû girtin, bi 206 hezar TL'yî hat berdan
09:17 'Ji ber nebûna xizmeta bi zimanê zikmakî şewb zêdetir belav dibe'
09:17 Koçyîgît: Ji ber ku Kurdistan mêtîngehe destdirêjî li ser jinên kurd pêk tê
09:15 Mirina piştî ji axa xwe hat dûrxistin!
09:15 Li Botanê dema berhevkirina kezwanan e lê darên kezwanan hatine şewitandin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2020'AN
08:10 Li dijî HDP'ê operasyona 'Kobanê': Gelek kes hatin binçavkirin
24/09/2020
19:40 74 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:17 Ji bo polisê gule reşand destûra lêpirsînê nehat dayîn û darizandin rawestiya
17:04 Li Marmarayê erd hejiya
17:03 Li Farqînê 22 kes bi vîrûsê ketin
16:57 Malbata Şenyaşar bi rayedarên CÎMER’ê re hevdîtin pêk anî
15:42 Banga civîna lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê kirin
15:41 DMME’yê serlêdana ji bo ava Hesekê hatibû kirin, qebûl kir