Erdemol: Tirkiye polîtîkayeke ne serî û ne binî diyar e dişopîne

img
STENBOL - Rojnamevan Mûstafa Kemal Erdemol, diyar kir ku polîtîkaya derveyî ya Tirkiyê polîtîkayeke ku ne serî diyar e ne jî binî diyar e dişopîne û got: "Beriya her tiştî divê dev ji vê polîtîkaya ku jê re dibêjin proaktîk bê berdan."
 
Ev çend salên dawî AKP û şirîkê wê MHP, ji ber polîtîkayên xwe yên navxweyî û derve pir tengijîne. Li Sûriye, herêma Kurdistana Federe, li Lîbyayê û Rojhilatê Behra Spî di nava krîz û pirsgirêkan de maye û her diçe polîtîkayên ku van krîz û pirsgirêkan kûrtir dikin dixe dewrê.  
 
Rojnamevan Mûstafa Kemal Erdemol, polîtîkayên derve yên AKP'ê nirxandin.
 
Erdemol, anî ziman ku polîtîkaya derveyî ya niha tê meşandin a dema Wezaretiya Karên Derve ya Ahmet Davûtoglû ye û got, ev yek jî wekî proaktîf hatiye binavkirin. Erdemol, anî ziman ku heya serdema Davûtoglû, di polîtîkaya derveyî de pîvana mudaxilekirinê tunebû, gava bûyer biqewimiya wê mudaxile bihata kirin. Erdemol got: "Lê piştî vê pêvajoyê, ev yek hat çalakkirin. Lê nebû. Her wiha ev yek di heman demê de li dijî polîtîkaya derveyî ya kemalîst jî tê wateya îtirazekê. Ev, xwe bera nava sînorên Mîsaki Mîllî'yê kirin. Yanî Tirkiye polîtîkayeke zenûn esas girt. Wê demê gotin 'niha dem dema çalakbûnê ye û rabûn polîtîkayeke proaktîf dan destpêkirin."
 
NAVBERA WÊ Û CÎNARÊN WÊ
 
Erdemol, bibîr xist ku liv û tevgereke li gor polîtîkaya ku navbera Tirkiye û cînarên wê xera nebe hebeû, lê belê di pratîkê de ev ye pêk nehat û niha navbera Tirkiyeyê û tu cînaran nebaş e. Erdemol, anî ziman ku tiştên li Sûriyeyê diqewimin li ber çavan e û got: "Mesela li Sûriyeyê bi welatên ku li ber polîtîkaya cîhanêr adibin re tifaqekê çêdike. Li Sûriyeyê, li dijî DYA'yê tifaq bi Rûsyayê re çêkiriye lê Lîbyayê jî hema bibêje li cem Amerîkayê ye. Niha li ber çavê me Tirkiyeyeke ku polîtîkayeke ne serî diyar e ne jî binî bi rê ve dibe, heye."
 
Erdemol, anî ziman ku polîtîkaya ku Tirkiye bi rê ve dibe bi tu awayî bi ser neketiye û got: "Yanî polîtîkayeke 'ez bi wî re û bi wî re debara xwe bikim' tuneye. Mînak, meseleya S400 û F35'an. Dibêje 'DYA, li Sûriyeyê hesasiyetên min esas nagre. Bêtir piştgiriyê dide kurdan. Nexwe ez û R»sya jî em ê li hev bikin û ez ê S-400'an bikirim.' Dû re tiştekî dinê dibîne û hewl dide F-35'an bikire. Te S-400 ji Rûsyayê kirîn, lê tu yê li hemberî kê bi kar bînî? Tu yê rabî li dijî NATO'yê bi kar bînî? Wê nehêlin. Niha daxuyanî tên dayîn. Dibêjin, 'Me dev ji S-400'an bernedaye.' Temam, we dev jê bernedaye lê hûn ê li dijî kê, bi çi awayê, li kû derê û ji bo çi bi kar bînin. Nexwe te ji bo çi ew kirîne? Gava mirov li van tiştan dinêre, aşkere ye ku polîtîkaya derveyî ne polîtîkayeke serketî ye."
 
NESERKETIN
 
Erdemol, anî ziman ku neserketina polîtîkaya derveyî ya Tirkiyeyê di çîroka Lîbyayê d ejî xwe dide der û got, hikûmeta ku Tirkiye li cem wê bû, demek berê çû bi hikûmeta dinê e li hev kir. Erdemol, anî ziman ku di navbera her du aliyan de hin pirsgirêk derketin holê, lê belê cardin jî gavine girîng hatine avêtin. Erdemol got: "Tirkiye li wê derê qaşo leysaz e, lê belê hikûmeta ku piştgiriya wê dike bêyî wê diçe bi hikûmeta din re li hev dike. Nexwe divê bê pirsîn ev polîtîkayeke çawa ye? Yanî ne wehce ye li wê derê be. Lê madem tu li wir î, nexwe çima tu lsîtikên werê ecêb ecêb dilîzî? Yanî di vir de neserketinek heye. Sarraç hatiye Tirkiyeyê wekî telîmatan digire. Sarraç tenê piştgiriyê ji Tirkiyeyê nagire. Lê belê çapemeniya AKP'î wekî Sarraç tenê girêdayî Tirkiyeyê ye îmajina dide der."
 
JI BER TIRSA KURDA
 
Her wiha Erdemol bal kişand ser hevdîtina heyeta Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov jî. Erdemol got: "Cîhan hemû HSD'ê nas dike. Lê Tirkiye bi israr jib o HSD'ê dibêje PKK-PYD. Halbûkî kes wekî Tirkiyeyê binav nake û dibêje Hêzên Sûriyeya Demokratîk. Tirkiye bi şêweyeke wisa deriyên xwe digirin. Helwesta Rûsyayê ne helwesteke nû ye. Çendî ku Rûsya bibêje 'ez hesasiyetên Tirkiyeyê esas digirim' jî lê neda dû polîtîkayeke ku derî li ser kurdan bigire. Ji zû de ye ku li Moskowê buroya YPG'ê heye. Rûsya, baş dizane ev li Sûriyeyê xwedî hêzeke qewî ne. Ev diyardeyek e, ne tiştekî ku bê înkarkirin. Hûn nikarin wekî hêzeke ku tenê bi DYA'yê re pêwendiyan datîne li HSD'ê mêze bikin. Tu jî destê xwe dirêjî wan bike, bila ew jî bi te re hereket bikin. Jixwe jid estpêkê ve tê zanîn ku HSD dixwest ew û Tirkiyeyê li hev bikin. Bi awayekî demokratîk tim û tim ev yek bi kar anî. Ê vê yekê red dike Tirkiye ye. Aha ew tirsa kurdan a qedîm, dike ku ev kes wisa hereket bikin."
 
Her wiha Erdemol anî ziman ku hem di warê dîplomatîk de hem jî li qadê destkeftiyên HSD'ê hene û got, wê ji bo van destkeftiyan jî binyateke ku li navenda wê kurd hene bê avakirin. Erdemol, anî ziman ku êdî divê Tirkiye vê yekêq ebûl bike û got, li Sûriyeyê êdî kurd ne kurdên berê ne û dibe ku li wir dewleteka kurdan çênebe lê wisa xuyaye wê li Sûriyeyê tiştekî weke federasyonê çêbibe. Erdemol got: "Mesele ev e; bila DYA vê yekê bike an Rûsya û Sûriye? Nexwe divê Tirkiye tercîha xwe li gor vê bike."
 
Herî dawî Erdemol, denîşan kir ku Tirkiye divê hem ji Lîbyayê hem jî ji Sûriyeyê vekişe û got, divê polîtîkayên heyî demildest bên terkkirin. Erdemol got: "Heger dilê te hebe tu li Rojhilatê Behra Spî heqê xwe bi dest bixî, nexwe ev ne tiştekî bi çekê ye. Divê dev ji van polîtîkayan bê berdan. Lê binêrin, Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Tirkiye li hev nakin. Tu nikarî bi kurdên Iraqê re li hev bikî. Ji ber ku tu li dijî kurdên wê derê yî, navberekê te û hikûmeta navendî li hev kiribû. Niha tu û wê jî nikarin li hev bikin. Divê bê pirsîn ev polîtîka xizmeta çi dikin? Beriya her tiştî divê demildest dev ji van polîtîkayên jê re dibêjin proaktîf bên berdan."
 
MA / Ferhat Çelîk

Sernavên din

11/09/2020
20:12 56 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:26 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû û 16 siyasetmedar hatin girtin
16:50 Li Mêrdînê xwepêşandana li dijî DEDAŞ’ê didome
16:34 Parlamenterên HDP’ê beşdarî çalakiya Ozguneş dibin
15:37 AYM'ê hikma ‘di rêyên navbajaran de meş nayên lidarxistin’ betal kir
15:08 TTB’ê bi Wezareta Dadê re hevdîtin pêk anî: Divê bijîşkên serbixwe biçin girtîgehan
14:54 10 sal ceza li Parlamentera HDP’ê Tosûn hat birîn
14:45 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Divê mûçeyê xebatkarên tenduristiyê di ser sînorê xizaniyê de be
13:54 Ji bo Akman banga ‘gav avêtinê’ hat kirin
13:28 Dozger xwest Şenoglû û ESP'î bên girtin
13:27 Gunay: Divê kurd nebin amûrê tifaqa qirêj a dewletan
12:56 Li ber Dadgeha Stenbolê daxuyanî: Hevalên me berdin
12:40 Qedexeya Walîtiyê ji bo AKP’iyan ne derbasdare!
12:19 Bi gumanbarî li mala xwe mirî hat dîtin
12:16 Çalakiya li dijî şewata li Çiyayê Cûdî di roja duyemîn de ye
12:00 Hafizeya Kobanê diçe Ewropayê
10:56 Dayîka Şûle Îdîl Dere: Ji bo ku edalet pêk bê, ez ê herim her derê
10:42 ‘Deriyê Îmraliyê dikare bi bertekên civakî vebe'
10:34 Şahidên 12’ê Îlonê: Îro tenê rêbaz guheriye, lê heman zext hene
10:29 Li Farqînê mirinek bi guman
10:24 Unsal ji bo Akman a di rojiya mirinê de ye bang kir
09:33 Bertek nîşanî bersivdayîna Tirkiyê ya ji bo NY da: Hevjînê min di binçavan de hat windakirin
09:18 Rojnamevan Çelîk: Sirf ji bo çapemeniya muxalif bê tepisandin ceza li me birîn
09:08 Xwişka Akman a di rojiya mirinê de bang li Wezareta Dadê kir
09:07 Kûnûr: Polîtîkaya qeyûman negiha armanca xwe
09:07 Ji ber nivîsa 'ez we pîroz dikim' salek ceza lê birîn!
09:07 Girtiyê nexweş û 81 salî 6 meh in nebirine nexweşxaneyê
09:06 Berteka li dijî qada medenê: Gelo wê çi feydê bide me?
09:06 Santrala termîkê hilberîn kêm kir û dar hişk kirin!
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2020'AN
10/09/2020
21:16 Her 3 aktivîstên TJA'yê hatin berdan
21:10 Li 3 deverên Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket
17:40 Çalakiya Ozgûneş wê 3 rojan bidome
16:47 2 sal ceza li polisê ku Demîrel tacîz kiribû hat birîn
16:22 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan Karabûk a HDP’î
16:22 DÎSK’ê serdana karkerên ji kar hatine derxistin kir
15:08 Yerlîkaya: Hejmara nexweşan 10 qat ji daneyên wezîr zêdetir e
14:37 Wezîr Koca: Li Wanê hejmara nexweş du qat zêde bûye
14:12 Ozguneş li dijî xemsariya şewata li Cûdî dest bi çalakiya rûniştinê kir
14:08 Li Girtîgeha Amedê 3 girtî bi vîrûsê ketin
13:26 Girtiyê 76 salî bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
13:13 Di doza Şûle Îdîl Dere de biryar hat dayîn
13:04 Macron: Em ê ji bo diyarkirina hewlesteke hevpar a li dijî Tirkiyeyê bixebitin
12:31 Sedema bûyerên li 13 bajaran pêk tên pirsgirêka kurd û bêkariye
11:52 Cenazeyê Atsak li Ebexê hat definkirin
11:51 Qurbaniyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn: Em ê bi daxwazên aştiyê bikevin sala 5’emîn
11:51 Li gundê karkerên kurd test nehatine kirin: Ev dewama êrişê ye
11:13 Pêketiyên vîrûsê 28 mîlyonî derbas kir
10:55 Kiryarên destdirêjiyê hatin berdan
10:17 Turkdogan: Serdana Spano asta hiqûqa Modernetîya Kapîtalîst nîşan dide
10:15 Qeyûm karmendê ku strana kurdî parve kir ji kar derxist
09:58 Cûdî 3 mehin dişewite: Nehêlin bênefes bimîne
09:04 Karkerên ku Şaredariya Beşîktaşê ew ji kar derxistin: Em karê xwe dixwazin
09:03 Alpay: HDP ji bo Tirkiyê şensekî mezin e
09:03 Ji Geliyê Godernê dest pê kirin: Em xwezaya xwe biparêzin
09:03 Giyayên berhev dikin bi qantir û hespan dikişînin
09:03 Dayika 27 sal in li kujerên birayên xwe dipirse bi cezakirinê re rûbirû ye
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2020'AN
09/09/2020
19:41 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:36 Biryara der barê doza rojnamevanan de hat aşkerekirin
18:16 Hevşaredara Giyadînê Yaşar hat berdan
16:53 Parlamenter Aydemîr: Xizmet naçe gundên elewiyan
16:18 Kesê gefa kuştinê girt serî li ÎHD’ê da
15:45 Polisan Aticiya ESP’î binçav kirin
14:57 Rojnameger hatin darizandin: Sûcdariyeke di destê we de bimîne
14:40 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekîtiyê kirin
14:25 Li Êlihê di avahiyek xopan de cenazeyek hat dîtin
14:14 Walîtiyê çalakiya Federasyona Şoreşgerên 78’an asteng kir
14:10 Sîxûrtî li endamê HDP’ê hatiye ferzkirin
14:07 Di doza Hevşaredar Demîr de biryara bêrayetiyê
13:52 Aktîvîsta TJA’yê Şîmşek hat tehliyekirin
13:44 Şewata li Çiyayê Cûdî didome
13:25 Dolar reqora hemû deman şikand
13:24 Lemanê êrişa nijdarperestî kir wêneyê kovarê
12:13 Danişîna xebatarên ETHA’yê taloq bû
12:13 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
12:06 Doza sereke ya Ozgur Gundemê taloq bû
11:54 Hevjînê berê yê Emîne Demîr cezayê muebbetê xwar
11:46 Candemîr: Dixwazin rojnamevanan bitirsînin
11:35 Ne kesên revandin li HDP’iya hat revandin doz vekirin
10:39 Deyn ne bes bû niha jî her roj tiştek tê desteserkirin
10:38 Erdemol: Tirkiye polîtîkayeke ne serî û ne binî diyar e dişopîne
10:15 Kuçe bi klamên wî olan didin
10:03 Rapora Girtîgeha Panosê: Ava nepaqij, bi bêhn û bi kurmik didin girtiyan
09:22 Deşta Gedîzê dikin qurbana biyogazê
09:15 Divê Sînemaya Yilmaz Guney cardin bê çêkirin
09:14 Piştî ji kar hat derxistin sehneyeke alternatîf ava kir
09:13 Li gor qeyûm qoliyên alîkariyê û bûrsên xwendekaran 'zirara cemaweriyê' ye
09:12 Karê wan li gor awayê pevguherandinê ye
09:10 Texrîbata li Çiyayên Kizilkayayê mezin dibe
09:09 Salar Mehmûd: Divê Parlementoya Herêma Kurdistanê hikûmeta herêmê bike ber lêpirsînê
09:02 Destê wan bi destê cendirmeyan ve tê kelepçekirin!
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2020'AN
07:56 Polîsan 3 TJA’yî binçav kirin
08/09/2020
23:40 Kızılkaya yê HPG’î spartin axê
21:16 Di doza Sûrê de cezayê muebetê
20:55 52 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:04 Malbata Gulîstan Doku çalakiya xwe dewam kir
16:47 Dema binçavkirina 4 kesan hat dirêjkirin
16:03 Esker temaşeyî şewata li Cudî gur bûye dikin