Bi ser qedexeyên Cizîrê re 5 sal derbas bûn: Dosyayên ku hatine vekirin bê encam man

img
 
ŞIRNEX - Di ser anonsa "Qedexeya derketina derve heta fermaneke duyemîn hat îlan kirin" a ku ji bo Cizîrê destpêka roja qiyametê bû, 5 sal derbas bûn. Di dema qedexeya derketina derve ya yekem de ku 8 rojan berdewam kir, 21 kesî jiyana xwe ji dest dabû û navenda bajêr bi rojan hatibû gulebaran kirin. Di  ser qedexeyan re 5 sal derbas bûn, lê hîna jî dozên ji bo kesên di dema qedexeyê de hatine kuştin de tu encam nehatine girtin. 
 
Di ser qedexeyên derketina derve yên li Cizîr a Şirnexê hatibûn îlankirin 5 sal derbas bûn. Gava ragihandina qedexeyê ji hoparlorên Şaredariya Cizîrê hatibû bihîstin, piştî demekê şebeke hatibûn qutkirin û înternat hatibûn birîn. Dema ku navenda bajêr ji her alî ve hatibû dorpêçkirin, tank û wesayîtên zirxî li girên serdest ên bajêr hatibûn bicihkirin. Ketin û derketina navçeyê hatibû qedexekirin. 
 
Piştî îlankirina qedexeyan taxa Cudî, Nur, Sur û Yafesê bi çekên giran hatibûn bombebarankirin. Di pêvçûn û êrîşên 8 rojan de, pitik û kal jî di nav de 21 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Destûr nehatibû dayîn ku li navçeyê ku nifûsa130 hezar e, gel hewcedariyên xwe yên sereke peyda bikin. Balkêş bû ku piraniya kesên di dema qedexeyê de jiyana xwe ji dest dan ew kes bûn ku yan diçûn baxçeyê xaniyên xwe an jî avê ji mala cîranên xwe bînin da ku pêdivîyên xwe yên rojane peyda bikin. 
 
Li ser qedexeyan 5 sal derbasbûn, lê hîna jî li taxên Cudî, Nur, Yafes, Sur şopên guleyan hene. Di dema qedexeyan de 21 kesî jiyana xwe ji dest dabû û bi dehan kes jî birindar bûbûn. 
 
Kesên ku dema qedexeya yekem de jiyana xwe ji dest dabûn navên wan wiha ne: Mehmet Emîn Levent (21), Haci Ata Borçîn (70), Gadban (Xetban) Bûlbûl (78), Saît Çagdavul (19), Muhammed Tahîr Yaramiş (35 rojane ye), Cemile Çagirga (13), Osman Çagli (18), Îbrahîm Cîcek (80), Meryem Sûne (53), Ozgûr Taşkin (17), Seyît Eşref Erdîn (59), Zeynep Taşkin (18), Maşallah Edin (35), Mehmet Sait Nayci (17), Selman Ağar (10), Bünyamin İrci (14), Mehmet Dokmen (71), Bahattîn Sevînîk (50), Suphî Saral (50), Mehmet Erdogan (75) û  Şahîn Açik (70) jiyana xwe ji dest da. Ji van kesan 5 jê di dema qedexeyê de hatibûn definkirin 16 kes jî piştî qedexeyê bi merasîmeke bi beşdarbûna deh hezaran kes hatibûn definkirin.
 
Her wiha di dema merasîma cenaze de, ji bo pitikê 35 rojî Mihemedê ku hîna nasnameya wî nehatibû amadekirin jî bûbû cihê bertekên mezin. 
 
DOSYAYÊN KU HATIN VEKIRIN  BÊ ENCAM MAN 
 
* Haci Ata Borçîn (70): Li kolana Alîbeyê di dema teqînan de qeyrana dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Der barê dosyaya Borçîn de biryara ‘Neşopandinê’ hatiye dayîn. Di lêpirsîna de, hat destnîşankirin ku Borçîn bi hawakî xwezayî miriye û "tu qisûr" tuneye. Dosya niha li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) e. 
 
* Gadban (Xetban) Bûlbûl (78) : Bulbul, di dema qedexeya derketina kolanan de di encama qeyran dil de jiyana xwe ji dest dabû. Pişt re der barê karmendên giştî de biryara “ Peyvira xwe xerab bikaranîne” lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dosya bi “Neşopandinê” hat girtin. Dosya li AYM'ê ye. 
 
* Osman Çaglî (18) : Di dosyeya lêpirsînê ya Çagli de ku tê de îfadeyên şahidê nepenî hatine bicihkirin, biryara “Neşopandinê” hatiye dayîn. Tê îdiakirin ku Çaglî "endamê rêxistinê" ye û di encama şerê çekdarî de jiyana xwe ji dest daye. Dosya li AYM’ê ye. 
 
* Ozgûr Taşkin (17): Taşkin, dema diçe mala nasên xwe tê gulebarankirin û jiyana xwe ji dest dide. Dosya bi “Neşopandinê” hatiye girtin. Îfadeyên şahidê nepen "Pamuk" wekî hinceta neşopandina biryara mirina Taşkin hatine dîtin. Taşkin xwendekarê pola 11’an bû. Tê îdakirin ku Taşkin di şerê çekdarî de jiyana xwe ji dest daye. Dosya li AYM’ê ye. 
 
* Zeynep Taşkin (18) Taşkin dema ku bi pitikê xwe yê di hembêza xwe de derdiketiye derve hatiye kuştin. Pitikê wê birindar bûbû. Ji wê rojê heta niha dosyaya Taşkin vekirıye. Ji bo lêpirsînê ku tê de îfadeyên şahîdên bûyerê hebûn, biryara “Lêgerîna Daîmî” hatiye dayîn. 
 
* Maşallah Edîn (35): Dosya Edî hîn jî vekirî ye. Ji bo dosyeya Edîn jî biryara “Lêgerîna Daîmî” hatiye dayîn.
 
* Mehmet Saît Naycî (17): Dosya Nayci yê ku di encama gulebarana  ji wesayîta zirxî vebû birîndar bû û jiyana xwe ji dest dabû. Di dosyaya ku tê de gelek rapor hene, vegotinên şahidên bûyerê hene. Dosye li AYM’ê ye. 
 
* Mehmet Dokmen (71): Lêpirsîna derheqê mirina Dokmen de hatibû vekirin hîna jî vekiriye. 
 
* Şahîn Acik (70): Ligel giliya keça Acik lêpirsîn bi “Neşopandinê” encam girt.  Di mirina Acik ê  ku encama krîza dil derbaskiribû û nehiştibûn bibin nexweşxanê “qusur” nehatibû dîtin. Dosya barkirin li AYM’ê ye. 
 
* Saît Cagdavul (19): Çagdavul hatibû gulebarankirin û jiyana xwe ji dest dabû. Laşê wî bi rojan li mizgeftê hatibû hiştin. Dosyeya wî hîn jî berdewam dike.
 
* Muhammed Tahîr Yaramuş (35 rojî bû): Di lêpirsîna der barê wî de bıryara nehaşopandınö hatıye dayin. Der barê biryarê de îtîraza ku hatî kirin jî hat redkirin. Dosya li AYM’ê ye. 
 
* Cemîle Çagirga (10): Li ber deriyê mala xwe hatibû kuştin û cenazeyê wê b rojan di sarincê de hatibû hiştin. Di lêpirsîna der barê kutina wê de "Biryara Lêgerîna Daîmî" hatiye girtin.
 
* Seyît Eşref Erdîn (59): Edîn dema ku li ber deriyê mala xwe rûniştibû hatibû gulebarankirin û jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Edîn 2 rojan li malê hatibû hiştin. Dosyaya Edîn hîn jî vekiriye. Di dosyayê de tu pêşketinek tune ye. 
 
* Selman Agar (9): Di lêpirsîna de "Biryara Lêgerîna Daîmî" hatiye dayîn. 
 
* Bahattîn Sevînîk (50): Der barê dosyeya Sevinikê ku li ber mala xwe hat gulebaran kirin de tu agahî nehatin girtin.
 
* Mehmet Erdogan (75): Der barê mirina Erdogan de “Biryara Lêgerîna Daîmî” hatiye dayîn. Erdogan bi gotina” Ez pîr im, dê kes tiştek bi min neke” ji malê derketibû û hatiû gulebarankirin. Erdogan li cihê bûyerê de jiyana xwe ji dest dabû. Faîlên Erdogan nehatin dîtin. 
 
* Îbrahîm Çîçek (80): Çiçek, nexweş bû û xizmên wî nikaribûn wî bibin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Der barê dosyeya wî de tu agahî bi dest neketin. 
 
* Meryem Sûne (53): Di dosyeya Sûneyê de “Biryara Lêgerîna Daîmî” hatiye girtin. Sûne, dayika 7 zarokan bû û laşê wê di nava cemedê de hatibû sekinandin. 
 
* Suphî Saral (50): Der barê dosyaya Saral de yê ku dema diçû alîkariya Sevînîk bû hedefa guleyan, agahî nehatin girtin.
 
* Bûnyamîn Îrcî (14): Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê der barê dosyeya Îrcî de biryara "bêrayetî" girtiye. Dosye li AYM'ê ye. 
 
Dema Îrcî hewl dide ji amojna xwe re avê bibe, tê gulebarankirin û jiyana xwe j dest dide. Bavê Bûnyamîn Îrcî, Tarik Îrcî got:” Kurê min ligel min dixebitî. Dema ku bûyer qewimî apê wî li Iraqê dixebitî û ew jî ji bo ku ji amojna xwe re bibe alîkar, li cem wê dima. Dema ku av jê re dibir, hat qetil kirin.” 
 
‘EM DIXWAZÎN BERPIRSYAR BÊN DÎTIN’
 
Îrcî, xwest ku kiryar bên dîtin û got: "Me doz vekir. Ligel vekirina dozê tene carekî îfadeyê me hat girtin. Kesekî ji me tiştek nepirsî. Berpirsyar kî ne, em dixwazîn derbikevin holê. Ev 5 sale xew nakeve çavê min. Em dixwazin berpirsyar bên darizandin.” 
 
MA / Zeynep Dûrgût - Mujdat Can
 

Sernavên din

02/09/2020
23:29 Yigît ê HPG’î piştî 85 rojan spartin axê
17:04 ATO: Di 19 rojan de 176 xizmetkarên tenduristiyê bi Covid-19 ketin
16:06 ETKÎNLÎK-SEN: Bila cihên derveyî eywanên dawetan werin qedexekirin
15:34 3 kesên êrişî Bariş Atay kirin hatin girtin
15:23 Mexdûrên KHK’ê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin
14:59 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê kampanya ‘Bikeve tevgerê’ dirêj kir
14:36 Beştaş: Em dibêjin aştî ew êriş dikin
14:21 ‘Twîta belav neke, nexweşxaneyan veke’
14:02 Yuksekdag name ji Parlamenterê Ewropayê re şand
13:54 HDP: Heqareta li Demîrtaş li dijî mirovahiyê ye
13:48 ‘Ji bilî aştiyê wek din tu rê nîne’
13:42 Rojnamevan Rawîn Stêrk hat berdan
12:16 Sîxûrtî li endamê EHP’ê hatiye ferzkirin
11:26 Çêkirina dîwarê wê Amedê dabeş bike hat sekinandin
11:25 Kurd di hevsengiya navbera DYA û Rûsya de êdî aktorê sereke ne
11:03 Li Girtîgeha Şakranê dubareya 12’ê Îlonê: Çi bextewar e yê ji xwe re dibêje ez Tirk im
10:35 Parlamenterê AKP’ê yê heqaret li Demîrtaş kir: Hesab tevlîhev bûne
09:54 Bêrîvan xelas bû, lê hevjîn û kurê wê di ava bahrê de winda bû
09:54 Parlamenterê AKP’ê heqaret li Demîrtaş kir
09:30 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Pêdivî bi muxalefeteke ku kurd di nav de bin heye
09:25 Zimanê kurmancî, dengbêjî û kemaçe wî dike muzîkologê kurdî
09:01 Li Mêrdînê nêzî 600 tenduristkar enfekte bûne, pergala tenduristiyê rûxiyaye
09:01 Ê bixwaze diçe nav erd û bixwe berhev dike
09:00 Ji bo şikandina ambargoya Tirkiyê û PDK’ê hevdîtin hatin destpêkirin
09:00 Bi ser qedexeyên Cizîrê re 5 sal derbas bûn: Dosyayên ku hatine vekirin bê encam man
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2020'AN
08:10 'Ocalan bû hêviya gelan, deriyê Îmraliyê vekin'
07:40 4 kesên polîsan li Rihayê binçav kiribûn hatin berdan
01/09/2020
17:27 Bariş Atay: Em hêj aliyê Îpek Er'in û Suleyman Soylu jî aliyê Musa Orhan e
15:43 Li Wanê ‘Xeleka Aştiyê’: Em vê rewşa şer rawestînin
15:23 Baroyan peyamên sala nû ya edlî dan
15:08 Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe peyama ‘aştiyê’ dan
14:41 Şer bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dike
14:33 Mizrakli peyama aştiyê belav kir: Rojên ronî li pêşiya me ne
14:32 Li Cizîrê polîs û nobedarekê li hev xistin
14:04 Kerestecîoglû: Polîs pêl li pişta endamê me yê 65 salî kir
14:03 SES: 500 xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan
13:39 Li 2 deverên Cûdî şewat derket
13:38 Polîsan avahiya HDP’a Wanê dorpêç kiriye
13:18 Bavê Kaplan ê HDP'î ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
12:48 Ji HDK'ê peyama 1'ê Îlonê
12:30 Ekîncî: Em piştgiriyê bidin aştiya civakî
12:19 DBP: Bila tecrîd rabe û hevdîtin dest pê bikin
12:02 Li Edîrneyê 2 kes hatin binçavkirin
12:01 Ji bo Unsal banga lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê kir
12:00 Ji DÎSK’ê peyama 1’ê Îlonê: Bila şer bi dawî bibin
10:56 Çalakiya ‘Xeleka aştiyê’ ya li Gara Enqerê hat astengkirin
10:54 Destûr nehat dayîn Demîrtaş bi zarokên xwe re hevdîtin bike
10:46 Pasaporta Aktîvîsta Kirmanşahî desteser kirin
10:44 Pekoz: Li Amerîka kî tê hilbijartin bila were hilbijartin wê statûya Kurdan xurt bibe
10:36 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:27 Li Stewrê operasyona eskerî
09:01 Bîlmez: Bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê dibe ku ji bo aştiyê bibe destpêkek
09:00 Ên ji kar hatin derxistin: Ji bo mifha xwe em şewitandin
09:00 Di saniyeyekê de hezar û 800 lître bermayiyên qenalîzasyonan tevli Gola Wanê dibin!
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2020'AN
07:40 Doktorekî din li Rihayê bi covît-19 mir
31/08/2020
22:33 Li Dêra Zorê êrîş birin ser serokê meclîsê
22:19 Ehmed: Me li ser çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê nîqaş kir
21:53 Ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê kevok firandin
20:34 Koca: Hezar û 587 kesên din jî bi şewbê ketine
17:05 MSD`ê encama civîna bi wezareta Rûsyayê re aşkere kir
16:59 Çîçek ê hatibû îşkencekirin hat girtin
16:46 Rapora Girtîgehên Wanê: Girtî di rîskê de ne
16:24 Derket holê ne qezaye cînayet e
15:56 Melîha Kaya ya li Şemrexê hatibû kuştin hat definkirin
15:21 Ji HDP'ê 'Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê': Gel dixwaze aştî bê avakirin
15:09 'Pergala tenduristiyê hilweşiya ye'
14:59 'Divê berî her tiştî em tecrîdê rakin'
14:52 MEBYA-DER: Wesayîtên cenaze nadin malbatan
14:16 Wekilên HDP'ê: Bi şewata daristanan dixwazin gel bidin koçkirin
13:53 Piştî îmzekirina peymanê bi Lavrov re hevdîtin kirin
13:07 Li Rûsyayê muzakereya di navbera MSD û Partiya Vîna Gel hat îmzekirin
13:03 Dag: Xebatên ciwanan îllegalize dikin
13:01 Rêxistinên ked û pişeyî: Pêdivî bi aştiyê heye
12:23 Li Idlibê rageşî û tansiyon zêde dibe
12:16 Bavê Unsal: Hewara min bibihîsin, gav bavêjin
11:59 Ji bo aştiyê hat Tirkiyeyê 7 salan girtî ma: Çareserî aştî ye
11:24 Eskeran Hevşaredarê HDP’ê yê qeyûm tayînî cihê wî kirin, binçav kirin
10:42 Peymana Stenbolê naxin meriyetê: Di 10 rojan de 13 jin kuştin
10:26 Şandin mirinê
09:53 Rojnamevan Tallî rewşa dawî ya Başûr nirxand
09:45 Li Xoresanê cenazeyê zaroka 2 salî hat dîtin
09:42 Esnafên Akdenizê: Şaredariya AKP’î esnafan tîne hemberî hev
09:05 Kujer Ekrem Ozel ê Meliha kuşt ji holê winda bû
09:02 Tecawizkar li ser îtîraza derengmayî serbest berdan
09:02 Koçak: Hikûmetê karker xistin bin deynan
09:01 Şaredariya AKP'ê li şûna xaniyên welatiyan xaniyên Osmanî ava dike
09:01 Akademisyenê Aştiyê Tekîn: Pêşeroja Tirkiye tenê bi aştiyê dikare bê avakirin
09:00 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê mifteya çareseriyê Îmrali ye
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2020'AN
30/08/2020
22:10 Ji Unsal name: Têkoşînê mezin bikin
21:54 TÎP: Divê wezîrê Karên Hundir heddê xwe zanibe
19:10 Li Amedê gav bi gav ber bi 1'ê Îlonê ve
18:17 Li Stenbolê amadekariyên 1'ê Îlonê didomin
16:56 HDP’ê li Rihayê serdana xelkê kir: Temînata aştiyê Ocalan e
16:13 Berdevka HDP’ê Gunay çû serdana gora Tîmtîk
15:17 Li Stenbolê di hefteyekê de 3 ciwanên HDP’yî hatin revandin
15:00 ‘Dîroka me dîroka têkoşînê ye’
13:37 Li Enqereyê êrişî avahiya HDP’ê kirin