'Ocalan bû hêviya gelan, deriyê Îmraliyê vekin'

img

 AMED/STENBOL - Bi minasebeta 1'ê Îlonê HDP'ê û rêxistinên civakî li Amed û Stenbolê "Zincîra Aştiyê' li dar  xistin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven anî ziman ku meseleya aştiyê ne tenê meseleya ya kurdan e û xwest hemû kesên aştî û demokrasiyê bibin yek û li dijî parçebûnê derkevin. Li Stenbolê jî bi sedan kes kom bûn û xwestin ji bo aştiya mayinde deriyê Îmraliyê vekin. 

Bi vesîleya 1'ê Îlonê, rêxistina KCD, HDK, HDP, DBP û gelek rêxistinên civakî li Amed, Wan, Riha, Mêrdîn, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Antalya û gelek navendên din çalakiyên cuda li dar xistin û daxuyanî dan. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi minasebeta vê rojê li 8 bajaran çalakiya "Zincîra Aştiyê" pêk anîn. Polîsan li gelek deveran çalakî asteng kirin. Rêxistina HDP'ê ya Amedê xwest li Deriyê Çiyê heta Deriyê Rihayê "Zincîra Aştiyê" ava bike. Lê polîsan çalakî asteng kir. Polîsan qad û parka li dora Sûrê bi bariyeran girt û nehişt girse li dora Sûrê 'Zincîra Aştiyê' pêk bîne. Polîsan bi hinceta pandemiyê çalakî asteng kir. Girseya ku kombûyî bi dirûşma "Bijî berxwedan", "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" û "Zext û zordarî li hemberî têkoşîna me nabe asteng" bertek nîşanî astengiya polîsan da. Ligel astengiyê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven axivî.
 
'DIVÊ HER KES LI DIJÎ PERÇEBÛNÊ DERKEVIN'
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, diyar kir ku aştî meseleyek cîhanî ye û got: “Gelo çima ji dengê me ditirsin, ji ber ku heke dengê me derkeve wê demê gel dê bikeve qadan. Ji vî helwestê ditirsin. Ji ber vê yekê jî em dibêjin em ê gelê vî welatî ne. Li hemberê hêza gel kes nikare tiştekî bike. Em dibêjin êdî ji bindestiyê re bes e. Li çar parçeyên Kurdistanê de em bi ziman û nasnameya xwe jiyana xwe dixwazin berdewam bikin. Meseleya aştiyê ne tenê meseleya kurdan e. Meseleya cîhanê ye. Banga me ji sazî û partiyên Kurdistanê re jî ye. Niha firsedek dîrokî derketiye holê. Ji sed salî carek ew firsed derdikeve dest. Niha ev firsed jî yekitiya îtifaka kurdan e.”
 
‘AKP ÊDÎ TÊK ÇÛYE' 
 
Leyla Guvne, destnişan kir ku divê êdî ji berjewendiyên re bêjin na û tîfaka xwe pêk bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo pêşeroja gelê xwe werin cem hevdû. Vê carê kes nikare çarenûsa me binivîse. Em ê çarenûsa gelê xwe bi xwe binivîsînin. Ji bo vê yekê jî bi minasebeta vê rojê ya roja aştiyê bila hêzên kurd bi hev re şer nekin. Hêzên kurd bila werin cem hevdû û vê firsedê neborînin û bila binirxînin. Ez carek din ji hevalên girtîgehan re yên aştîxwazan re dibêjim ku “aştî nêzik e”. Em hêz ji hevdû digirin. Wê AKP’ê êdî têk çûye. Di her aliyê de têkçûna wan ber çavan e. Ew dixwazin me parçe bikin. Niha jî xeleka me ya aştiyê parçe kirin lê em ê bibin yek û nehêlin ew me parçe bikin.
 
STENBOL: DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEKIN
 
Rêxistinên HDK, HDP, ESP, SGDF û rêxistinên civakî ji bi heman armancê li pêş Operaya Sureyya ya li Kadikoyê "Zincîra Aştiyê" ava kirin. Ji ber Walîtiya Stenbolê çalakî li dar xist nûnerên rêxistinan li vir bi tevlêbûna sedan kesan daxuyanî dan. Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu, parlamenterên HDP'ê û rêveberên navendî yên HDP'ê, Nûnerên ESP, SGDF û gelek endam û rêveberên din tev li çalakiyê bûn. Bi sedan kesên tev li çalakiyê bûn çarikên xemrî û spî rakirin. Dîsa girsê di çalakiyê de berdilkên “Em hemû bi hevre li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştiyê biparêzin" li xwe kirin. 
 
Girsê di çalakiyê de pankartê li ser bi gelek zimanan “Aştî" û “Bêyî Edaletê aştî pêk nayê" nivîsîn vekirin û dowîzên “Ji bo wekheviyê  aştiya demokratîk û adil a bi rûmet" û “Ji Emperyalizmê re şer, ji gelan re aştî" û “Em hemû bi hevre li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştiyê biparêzin" rakirin. Girsê bê navber dirûşmeyên “Ji şer re na, aştî heman niha" berz kirin. 
 
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Avci, anî ziman ku ji bo aştiyê li hev kom bûne û wiha got: "Îro em dibînin ku tenê çareyek heye. Ew jî aştî ye. Dema diyaloga di navbera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dewletê de pêş diket, hat dîtin ku tenê çareserî aştî ye. Em bang li îqtîdarî dikin. Aştî nayê cemidandin. Divê bi lez dest bi diyalog û muzakereyan bikin. Aştiyek mezin bînin vî elatî." 
 
 
Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu jî anî ziman ku di bin siya şer de herî zêde jin tên kuştin û girtin û wiha got: “Bloka AKP-MHP'ê ji têkoşîna jinan ditirse. Ditirsin ku jin aştiyê bînin cîhanê. Ditirsin ku xeta sêyemîn bi ser bikeve. 
 
OCALAN BÛ HÊVΠ
 
Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca jî anî ziman ku teqez dê aştî bê vî welatî û wiha got: "Em carek din dubare dikin pêvajoya çareseriyê ku di sala 2013'an de dest pê kir ji bo hemû gelan bû hêvî. Birêz Ocalan ji bo hemû gelan bû hevî. Ji bo dayikên ku li hestiyên zarokên xwe digerin bûn hevî. Niha li şûna aştî û azadî bê axaftin, şer gûr dikin. Birêz Ocalan got 'Ez ê di hefteyekî de vê meseleyê çareser bikim' Ji ber vê yekê divê tecrîdkirina Ocalan rakin. divê guh bidin banga Birêz Ocalan. Îmralî mifteya çareserî û aştiyê ye." 
 

Sernavên din

02/09/2020
23:29 Yigît ê HPG’î piştî 85 rojan spartin axê
17:04 ATO: Di 19 rojan de 176 xizmetkarên tenduristiyê bi Covid-19 ketin
16:06 ETKÎNLÎK-SEN: Bila cihên derveyî eywanên dawetan werin qedexekirin
15:34 3 kesên êrişî Bariş Atay kirin hatin girtin
15:23 Mexdûrên KHK’ê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin
14:59 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê kampanya ‘Bikeve tevgerê’ dirêj kir
14:36 Beştaş: Em dibêjin aştî ew êriş dikin
14:21 ‘Twîta belav neke, nexweşxaneyan veke’
14:02 Yuksekdag name ji Parlamenterê Ewropayê re şand
13:54 HDP: Heqareta li Demîrtaş li dijî mirovahiyê ye
13:48 ‘Ji bilî aştiyê wek din tu rê nîne’
13:42 Rojnamevan Rawîn Stêrk hat berdan
12:16 Sîxûrtî li endamê EHP’ê hatiye ferzkirin
11:26 Çêkirina dîwarê wê Amedê dabeş bike hat sekinandin
11:25 Kurd di hevsengiya navbera DYA û Rûsya de êdî aktorê sereke ne
11:03 Li Girtîgeha Şakranê dubareya 12’ê Îlonê: Çi bextewar e yê ji xwe re dibêje ez Tirk im
10:35 Parlamenterê AKP’ê yê heqaret li Demîrtaş kir: Hesab tevlîhev bûne
09:54 Bêrîvan xelas bû, lê hevjîn û kurê wê di ava bahrê de winda bû
09:54 Parlamenterê AKP’ê heqaret li Demîrtaş kir
09:30 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Pêdivî bi muxalefeteke ku kurd di nav de bin heye
09:25 Zimanê kurmancî, dengbêjî û kemaçe wî dike muzîkologê kurdî
09:01 Li Mêrdînê nêzî 600 tenduristkar enfekte bûne, pergala tenduristiyê rûxiyaye
09:01 Ê bixwaze diçe nav erd û bixwe berhev dike
09:00 Ji bo şikandina ambargoya Tirkiyê û PDK’ê hevdîtin hatin destpêkirin
09:00 Bi ser qedexeyên Cizîrê re 5 sal derbas bûn: Dosyayên ku hatine vekirin bê encam man
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2020'AN
08:10 'Ocalan bû hêviya gelan, deriyê Îmraliyê vekin'
07:40 4 kesên polîsan li Rihayê binçav kiribûn hatin berdan
01/09/2020
17:27 Bariş Atay: Em hêj aliyê Îpek Er'in û Suleyman Soylu jî aliyê Musa Orhan e
15:43 Li Wanê ‘Xeleka Aştiyê’: Em vê rewşa şer rawestînin
15:23 Baroyan peyamên sala nû ya edlî dan
15:08 Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe peyama ‘aştiyê’ dan
14:41 Şer bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dike
14:33 Mizrakli peyama aştiyê belav kir: Rojên ronî li pêşiya me ne
14:32 Li Cizîrê polîs û nobedarekê li hev xistin
14:04 Kerestecîoglû: Polîs pêl li pişta endamê me yê 65 salî kir
14:03 SES: 500 xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan
13:39 Li 2 deverên Cûdî şewat derket
13:38 Polîsan avahiya HDP’a Wanê dorpêç kiriye
13:18 Bavê Kaplan ê HDP'î ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
12:48 Ji HDK'ê peyama 1'ê Îlonê
12:30 Ekîncî: Em piştgiriyê bidin aştiya civakî
12:19 DBP: Bila tecrîd rabe û hevdîtin dest pê bikin
12:02 Li Edîrneyê 2 kes hatin binçavkirin
12:01 Ji bo Unsal banga lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê kir
12:00 Ji DÎSK’ê peyama 1’ê Îlonê: Bila şer bi dawî bibin
10:56 Çalakiya ‘Xeleka aştiyê’ ya li Gara Enqerê hat astengkirin
10:54 Destûr nehat dayîn Demîrtaş bi zarokên xwe re hevdîtin bike
10:46 Pasaporta Aktîvîsta Kirmanşahî desteser kirin
10:44 Pekoz: Li Amerîka kî tê hilbijartin bila were hilbijartin wê statûya Kurdan xurt bibe
10:36 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:27 Li Stewrê operasyona eskerî
09:01 Bîlmez: Bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê dibe ku ji bo aştiyê bibe destpêkek
09:00 Ên ji kar hatin derxistin: Ji bo mifha xwe em şewitandin
09:00 Di saniyeyekê de hezar û 800 lître bermayiyên qenalîzasyonan tevli Gola Wanê dibin!
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2020'AN
07:40 Doktorekî din li Rihayê bi covît-19 mir
31/08/2020
22:33 Li Dêra Zorê êrîş birin ser serokê meclîsê
22:19 Ehmed: Me li ser çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê nîqaş kir
21:53 Ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê kevok firandin
20:34 Koca: Hezar û 587 kesên din jî bi şewbê ketine
17:05 MSD`ê encama civîna bi wezareta Rûsyayê re aşkere kir
16:59 Çîçek ê hatibû îşkencekirin hat girtin
16:46 Rapora Girtîgehên Wanê: Girtî di rîskê de ne
16:24 Derket holê ne qezaye cînayet e
15:56 Melîha Kaya ya li Şemrexê hatibû kuştin hat definkirin
15:21 Ji HDP'ê 'Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê': Gel dixwaze aştî bê avakirin
15:09 'Pergala tenduristiyê hilweşiya ye'
14:59 'Divê berî her tiştî em tecrîdê rakin'
14:52 MEBYA-DER: Wesayîtên cenaze nadin malbatan
14:16 Wekilên HDP'ê: Bi şewata daristanan dixwazin gel bidin koçkirin
13:53 Piştî îmzekirina peymanê bi Lavrov re hevdîtin kirin
13:07 Li Rûsyayê muzakereya di navbera MSD û Partiya Vîna Gel hat îmzekirin
13:03 Dag: Xebatên ciwanan îllegalize dikin
13:01 Rêxistinên ked û pişeyî: Pêdivî bi aştiyê heye
12:23 Li Idlibê rageşî û tansiyon zêde dibe
12:16 Bavê Unsal: Hewara min bibihîsin, gav bavêjin
11:59 Ji bo aştiyê hat Tirkiyeyê 7 salan girtî ma: Çareserî aştî ye
11:24 Eskeran Hevşaredarê HDP’ê yê qeyûm tayînî cihê wî kirin, binçav kirin
10:42 Peymana Stenbolê naxin meriyetê: Di 10 rojan de 13 jin kuştin
10:26 Şandin mirinê
09:53 Rojnamevan Tallî rewşa dawî ya Başûr nirxand
09:45 Li Xoresanê cenazeyê zaroka 2 salî hat dîtin
09:42 Esnafên Akdenizê: Şaredariya AKP’î esnafan tîne hemberî hev
09:05 Kujer Ekrem Ozel ê Meliha kuşt ji holê winda bû
09:02 Tecawizkar li ser îtîraza derengmayî serbest berdan
09:02 Koçak: Hikûmetê karker xistin bin deynan
09:01 Şaredariya AKP'ê li şûna xaniyên welatiyan xaniyên Osmanî ava dike
09:01 Akademisyenê Aştiyê Tekîn: Pêşeroja Tirkiye tenê bi aştiyê dikare bê avakirin
09:00 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê mifteya çareseriyê Îmrali ye
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2020'AN
30/08/2020
22:10 Ji Unsal name: Têkoşînê mezin bikin
21:54 TÎP: Divê wezîrê Karên Hundir heddê xwe zanibe
19:10 Li Amedê gav bi gav ber bi 1'ê Îlonê ve
18:17 Li Stenbolê amadekariyên 1'ê Îlonê didomin
16:56 HDP’ê li Rihayê serdana xelkê kir: Temînata aştiyê Ocalan e
16:13 Berdevka HDP’ê Gunay çû serdana gora Tîmtîk
15:17 Li Stenbolê di hefteyekê de 3 ciwanên HDP’yî hatin revandin
15:00 ‘Dîroka me dîroka têkoşînê ye’
13:37 Li Enqereyê êrişî avahiya HDP’ê kirin