Ehmed: Me li ser çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê nîqaş kir

  • rojane
  • 22:19 31 Tebax 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Partiya Vîna Gel îro li paytexta Rûsya Moskovayê hevdîtinek kir. Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed got: "Nîqaş li ser çareseriya siyasî yên di asta Sûriyeyê de pêk werin hat kirin. Dîsa awayê tevlîbûna me ya ji bo vê yekê hat nirxandin." 
 
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, der barê muzakere û hevdîtinên li Rûsuyayê hatin kirin agahî parve kirin. Li gor nûçeya ANF'ê; Ehmed diyar kir ku bi Partiya Vîna Gel re peymanek çêkirine. 
 
Hevseroka Rêvebera MSD’ê Îlhan Ehmed li ser hevdîtinê ev tişt gotin: “Îro di navbera me û partiya Vîna Gel de peymanek hate îmzekirin. Li ser vexwedina Wezareta Karê Derve re li Moskova em bi Wezîrê Karê Derve Lavrov re civiyan. Bi giştî rojeva civînê rewşa Sûriyeyê bû. Li ser esasê bê ka ew peymanên hatine îmzekirin wê çawa pêk werin û çawa dewam bikin. Her wiha wê nîqaş di kîjan astê de bên kirin. Ji derveyî van mijaran nîqaş li ser çareseriya siyasî yên di asta Sûriyeyê de pêk werin hate kirin. Dîsa tevlîbûna me wê çawa ji bo vê çêbibe. Ev mijar zêdetirê xwe hatin nîqaşkirin.”
 
HEYETA RÛSYA DESTEK DA PROTOKOLÊ
 
Nûnerê MSD’ê yê Misrê Sihanok Dîbo bal kişand ser girîngiya protokola heyeta MSD’ê ya ligel Partiya Vîna Gel û got: “Em protokola di navbera Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a li gel Partiya Vîna Gel a li Sûriye erênî dibînin û girîng e. Xalên esasî yên vê protokolê hene ew jî navendî bûna Sûriyeyê û erkên wê bi çi şêwazî ye. Ji bo çareseriya pirsa Kurd li Sûriyeyê li gorî hevpeyman û qanûnên navneteweyî vîna gel esas bê girtin û rêxistinkirin. Di civînê de bal kişandin ser rola HSD’ê ya li dijî terorê û jiyana hevpar a li herêmê, dîsa qada ewlehî yê.
 
Roleke girîng a HSD’ê wê di tevlîbûna Komîteya Destûra Bingehîn ya Sûriyeyê de hebe. Ji ber ku Rêveberiya gel a platforma Moskova beşeke serekeya ji bo muxalefeta Sûriyeyê, civîna îro jî bû ereke wê ku hê zêdetir li ser van mijaran kar bike. Ew jî ji aliyê xwe ve ji bo naveroka vê protokolê bibe alîkar. Rûsyayê jî piştgirî da vê protokolê.
 
Têkildarî encamên hevdîtinê Cîgirê Serokatiya Desteya Rêveber a MSD`ê Hikmet Hebîb ê ji ANHA’yê re nirxandin kir got: “Me bi Wezareta Kar û Barên Derve ya Rûsyayê re li gorî biryara 2254'an nîqaşa rewşa siyasî kir. Di heman demê de aktîfkirina diyaloga Sûrî-Sûrî jî hate nîqaşkirin.”
 
Hebîb diyar kir ku wezaretê piştrast kiriye ku ew ê piştgiriya beşdariya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bikin, çi li ser asta MSD`ê be yan jî li ser asta Rêveberiya Xweser be, li gel vê yekê têkildarî heman mijarê ew ê bi nûnerê Neteweyên Yekbûyî Geir Pederson û platformên din re bikevin nava diyalogan.
 
Hebîb wiha domand: "Tişta me fêm kir, wezareta Rûsyayê serwert bûye ku li Sûriyê bêyî beşdariya gelê Sûriyê ew ê çareseriya siyasî misoger nebe, nexasim ku Rêveberiya Xweser û MSD`ê beşdar nebin. Lavrov piştrast kir ku ji mafê MSD`ê ye beşdarî pêvajoya siyasî bibe û heke beşdar nebe ew ê komîteya destûrî ya li Astanayê, Cinêvê yan jî diyalogên têkildarî Sûriyê kêm bimînin.”
 
Têkildarî xalên din ên ku hatine nîqaşkirin, Hebîb ragihand ku nîqaşa rewşa meydanî û êrişên dewleta Tirk, hate kirin. Hate diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk hîn berdewam in, nexasim li ser rêya M4`ê, bi armanca sivîlan bike hedef balafirên bêpîlot bi kar tîne. Di heman demê de nîqaşa çareserkirina ava Hesekê hate kirin û Rûsyayê soza şopandina vê dozê da.
 
XALÊN MUZAKEREYÊ
 
Rewşa heyî û aloziya Sûriyê ya ku ketiye sala 10’emîn, piştrast dike ku ev alozî aloziyeke bingehîn e. Her wiha destwerdanên derve alozî zêdetir kûrtir kir û hemû vebijêrkên ewlehî û leşkerî bê wate man.
 
Li pêşberî rewşa trajedîk û azarên ku gelê Sûriyê wekî kuştin, girtin, revandin, koçberkirin û rewşa jiyanî ya xerab, li gel şerê ku binesazî û binesaziya civakî wêran kiriye, êdî pêwîst e ku tevahî hêzên neteweyî yên demokratîk ji bo bidawîkirina vê trajediyê û rûxandinê tev bigerin.
 
Wek berpirsyariyeke dîrokî li hemberî karesatên ku herêm û welatê Sûriyê tê re derbas dibe, her wiha ji bo pêkanîna guhartina bingehîn a demokratîk, siyasî, aborî û civakî, MSD û Partiya Vîna Gel li hev civîn û muzakereya lihevkirinê îmze kir. Xalên bingehîn ên muzakereyê wiha ne:
 
1. Di Sûriya nû de, xak û gelê Sûriyê yek in. Sûriya nû dewleteke demokratîk e û tê de wekhevî û edaleta civakî heye û bi tevahî pêkhateyên xwe yên kurd, ereb, suryan, aşûr, tirkmen, ermen û çeçen serbilind e. Di pirrengiya nasnameyan de hêmana dewlemendiyê de yekitî û hevgirtina civakî xurttir dike. Her wiha destûra wê ya demokratîk formeke pêşketî ya têkiliyên nenavendî, birêvebirina gel a desthilata yekser li herêman û dewlemendiyên heyî bi awayekî adilane li tevahî welat pêk tîne. Her wiha karên bingehîn mîna karên derve, parastin û aborî, bi awayekî wekhev tên birêvebirin.
 
2. Çareya siyasî deriyê tekane yê bidawîkirina aloziya Sûriyê ye. Her wiha ew çareya ku xwe dispêre serweriya gel a bi hemû pêkhate û mafê wan ên diyarkirina çarenûsê bi rêya diyalogê.
 
Di vê çarçoveyê de, her du alî piştgiriya pêkanîna biryara bi hejmara 2254’an bi giştî dikin ku di nav de pêkanîna daxuyaniya Cinêvê û tevlêkirina aliyên opozîsyonê û di nav de MSD’ê ji çakakiya siyasî ya Sûriyê re. Ji ber ku ev biryar rêya rizgarkirina mafên gelê Sûriyê di vegerandina serweriya Sûriyê de, bidawîkirina tevahî ceza û şêweyên dorpêça li ser gelê Sûriyê ferzkirî, siyasetkirina alîkariyên mirovî, bidawîkirina dagirkeriyê û şêweyên destwerdanên derve û derxistina tevahî hêzên biyanî ji xaka Sûriyê ye.
 
3. Dewleta welatîbûyînê ya wekhev li Sûriyê tekeziyê bi pirrengiya civaka Sûriyê, neçarkirina dîtina çareyên demokratîk û adil ji doza kurd li Sûriyê re li gorî pîvan û qanûnên navneteweyî û mafên wê yên destûrî dike. Her wiha di dewleta welatîtiyê de mafên neteweyî yên tevahî pêkhateyên Sûriyê di yekitiya Sûriyê û serweriya wê de parastiye.
 
4. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîstiyek e û pêdiviyeke civakî ya girêdayî rewşa welat e. Her wiha ji bo bidawîkirina aloziyên heyî pêwîstiyeke herêmî ye. Ya girîng divê ji tecrubeya Rêveberiya Xweser bi erênî û neyîniya wê sûd jê were girtin, nexasim di şêweyên rêveberiya gel li herêman de. Divê li ser asta neteweyî ya giştî û di çarçoveya lihevkirina di navbera gelê Sûriyê de bi pêş bikeve, da ku yekitiya xaka Sûriyê, serweriya wê û pergala rêveberiya giştî xurt bibe.
 
5. Artêşa Sûriyê, saziyeke neteweyî ya giştî ye, tenê bi rakirina çekan ve girêdayî ye û destwerdana siyasetê nake. Divê QSD ya ku bi awayekî cidî rola xwe di şerê li dijî terorê de lîstiye û hê jî li ser xurtkirina jiyana hevbeş dixebite, li ser bingeha form û mekanîzmayên lihevkirinê tev li vê saziyê bê kirin.
 
Li gorî vê, her du aliyan li ser xurtkirina peywendî û hevkariya li ser asta siyasî ya giştî û asta xebata yekser, li hev kir. Her du aliyan piştrast kir ku pêwîst e xebata hevbeş ji bo garantiya beşdariya MSD’ê di xebata siyasî ya tevahî hûrgiliyên de pêk bê û beşdarî komîteya destûra Sûriyeyê bibe.

Sernavên din

02/09/2020
23:29 Yigît ê HPG’î piştî 85 rojan spartin axê
17:04 ATO: Di 19 rojan de 176 xizmetkarên tenduristiyê bi Covid-19 ketin
16:06 ETKÎNLÎK-SEN: Bila cihên derveyî eywanên dawetan werin qedexekirin
15:34 3 kesên êrişî Bariş Atay kirin hatin girtin
15:23 Mexdûrên KHK’ê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin
14:59 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê kampanya ‘Bikeve tevgerê’ dirêj kir
14:36 Beştaş: Em dibêjin aştî ew êriş dikin
14:21 ‘Twîta belav neke, nexweşxaneyan veke’
14:02 Yuksekdag name ji Parlamenterê Ewropayê re şand
13:54 HDP: Heqareta li Demîrtaş li dijî mirovahiyê ye
13:48 ‘Ji bilî aştiyê wek din tu rê nîne’
13:42 Rojnamevan Rawîn Stêrk hat berdan
12:16 Sîxûrtî li endamê EHP’ê hatiye ferzkirin
11:26 Çêkirina dîwarê wê Amedê dabeş bike hat sekinandin
11:25 Kurd di hevsengiya navbera DYA û Rûsya de êdî aktorê sereke ne
11:03 Li Girtîgeha Şakranê dubareya 12’ê Îlonê: Çi bextewar e yê ji xwe re dibêje ez Tirk im
10:35 Parlamenterê AKP’ê yê heqaret li Demîrtaş kir: Hesab tevlîhev bûne
09:54 Bêrîvan xelas bû, lê hevjîn û kurê wê di ava bahrê de winda bû
09:54 Parlamenterê AKP’ê heqaret li Demîrtaş kir
09:30 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Pêdivî bi muxalefeteke ku kurd di nav de bin heye
09:25 Zimanê kurmancî, dengbêjî û kemaçe wî dike muzîkologê kurdî
09:01 Li Mêrdînê nêzî 600 tenduristkar enfekte bûne, pergala tenduristiyê rûxiyaye
09:01 Ê bixwaze diçe nav erd û bixwe berhev dike
09:00 Ji bo şikandina ambargoya Tirkiyê û PDK’ê hevdîtin hatin destpêkirin
09:00 Bi ser qedexeyên Cizîrê re 5 sal derbas bûn: Dosyayên ku hatine vekirin bê encam man
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2020'AN
08:10 'Ocalan bû hêviya gelan, deriyê Îmraliyê vekin'
07:40 4 kesên polîsan li Rihayê binçav kiribûn hatin berdan
01/09/2020
17:27 Bariş Atay: Em hêj aliyê Îpek Er'in û Suleyman Soylu jî aliyê Musa Orhan e
15:43 Li Wanê ‘Xeleka Aştiyê’: Em vê rewşa şer rawestînin
15:23 Baroyan peyamên sala nû ya edlî dan
15:08 Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe peyama ‘aştiyê’ dan
14:41 Şer bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dike
14:33 Mizrakli peyama aştiyê belav kir: Rojên ronî li pêşiya me ne
14:32 Li Cizîrê polîs û nobedarekê li hev xistin
14:04 Kerestecîoglû: Polîs pêl li pişta endamê me yê 65 salî kir
14:03 SES: 500 xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan
13:39 Li 2 deverên Cûdî şewat derket
13:38 Polîsan avahiya HDP’a Wanê dorpêç kiriye
13:18 Bavê Kaplan ê HDP'î ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
12:48 Ji HDK'ê peyama 1'ê Îlonê
12:30 Ekîncî: Em piştgiriyê bidin aştiya civakî
12:19 DBP: Bila tecrîd rabe û hevdîtin dest pê bikin
12:02 Li Edîrneyê 2 kes hatin binçavkirin
12:01 Ji bo Unsal banga lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê kir
12:00 Ji DÎSK’ê peyama 1’ê Îlonê: Bila şer bi dawî bibin
10:56 Çalakiya ‘Xeleka aştiyê’ ya li Gara Enqerê hat astengkirin
10:54 Destûr nehat dayîn Demîrtaş bi zarokên xwe re hevdîtin bike
10:46 Pasaporta Aktîvîsta Kirmanşahî desteser kirin
10:44 Pekoz: Li Amerîka kî tê hilbijartin bila were hilbijartin wê statûya Kurdan xurt bibe
10:36 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:27 Li Stewrê operasyona eskerî
09:01 Bîlmez: Bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê dibe ku ji bo aştiyê bibe destpêkek
09:00 Ên ji kar hatin derxistin: Ji bo mifha xwe em şewitandin
09:00 Di saniyeyekê de hezar û 800 lître bermayiyên qenalîzasyonan tevli Gola Wanê dibin!
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2020'AN
07:40 Doktorekî din li Rihayê bi covît-19 mir
31/08/2020
22:33 Li Dêra Zorê êrîş birin ser serokê meclîsê
22:19 Ehmed: Me li ser çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê nîqaş kir
21:53 Ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê kevok firandin
20:34 Koca: Hezar û 587 kesên din jî bi şewbê ketine
17:05 MSD`ê encama civîna bi wezareta Rûsyayê re aşkere kir
16:59 Çîçek ê hatibû îşkencekirin hat girtin
16:46 Rapora Girtîgehên Wanê: Girtî di rîskê de ne
16:24 Derket holê ne qezaye cînayet e
15:56 Melîha Kaya ya li Şemrexê hatibû kuştin hat definkirin
15:21 Ji HDP'ê 'Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê': Gel dixwaze aştî bê avakirin
15:09 'Pergala tenduristiyê hilweşiya ye'
14:59 'Divê berî her tiştî em tecrîdê rakin'
14:52 MEBYA-DER: Wesayîtên cenaze nadin malbatan
14:16 Wekilên HDP'ê: Bi şewata daristanan dixwazin gel bidin koçkirin
13:53 Piştî îmzekirina peymanê bi Lavrov re hevdîtin kirin
13:07 Li Rûsyayê muzakereya di navbera MSD û Partiya Vîna Gel hat îmzekirin
13:03 Dag: Xebatên ciwanan îllegalize dikin
13:01 Rêxistinên ked û pişeyî: Pêdivî bi aştiyê heye
12:23 Li Idlibê rageşî û tansiyon zêde dibe
12:16 Bavê Unsal: Hewara min bibihîsin, gav bavêjin
11:59 Ji bo aştiyê hat Tirkiyeyê 7 salan girtî ma: Çareserî aştî ye
11:24 Eskeran Hevşaredarê HDP’ê yê qeyûm tayînî cihê wî kirin, binçav kirin
10:42 Peymana Stenbolê naxin meriyetê: Di 10 rojan de 13 jin kuştin
10:26 Şandin mirinê
09:53 Rojnamevan Tallî rewşa dawî ya Başûr nirxand
09:45 Li Xoresanê cenazeyê zaroka 2 salî hat dîtin
09:42 Esnafên Akdenizê: Şaredariya AKP’î esnafan tîne hemberî hev
09:05 Kujer Ekrem Ozel ê Meliha kuşt ji holê winda bû
09:02 Tecawizkar li ser îtîraza derengmayî serbest berdan
09:02 Koçak: Hikûmetê karker xistin bin deynan
09:01 Şaredariya AKP'ê li şûna xaniyên welatiyan xaniyên Osmanî ava dike
09:01 Akademisyenê Aştiyê Tekîn: Pêşeroja Tirkiye tenê bi aştiyê dikare bê avakirin
09:00 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê mifteya çareseriyê Îmrali ye
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2020'AN
30/08/2020
22:10 Ji Unsal name: Têkoşînê mezin bikin
21:54 TÎP: Divê wezîrê Karên Hundir heddê xwe zanibe
19:10 Li Amedê gav bi gav ber bi 1'ê Îlonê ve
18:17 Li Stenbolê amadekariyên 1'ê Îlonê didomin
16:56 HDP’ê li Rihayê serdana xelkê kir: Temînata aştiyê Ocalan e
16:13 Berdevka HDP’ê Gunay çû serdana gora Tîmtîk
15:17 Li Stenbolê di hefteyekê de 3 ciwanên HDP’yî hatin revandin
15:00 ‘Dîroka me dîroka têkoşînê ye’
13:37 Li Enqereyê êrişî avahiya HDP’ê kirin