Rêxistinên Demokratîk rapora Girtîgeha Jinan a Amedê amade kirin:
Hin rojan bijîşk tune û îlacên şaş nivîsîn

  • rojane
  • 10:28 17 Tebax 2020
  • |
img

AMED - MED TUHAD-FED, OHD û TUAY-DER’ê der barê îhlalên mafan yên Girtîgeha Jinan a Amedê raporek amade kirin û xwestin ji bo îhlal bi dawî bibin serlêdanên sûc bên kirin û gavên hiqûqî bên avêtin. 

 
Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Şaxa Komeleye Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê ya Amedê (OHD) û Komaleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Amedê (TUAY-DER) der barê îhlalên mafan yên Girtîgeha Jinan a Amedê de raporek amade kirin û parve kirin. Saziyan diyar kir ku li ser serlêdana malbatên girtiyan çûne girtîgehê û têkildarî şertên girtîgehê de hevdîtin bi 14 girtiyan re kirine. Saziyan, destnîşan kirin ku ji bo îhlalên girtîgehê û pirsgirêkên heyî tespît bikin rapor amade kirine û serlêndanên hiqûqî û yên sûc hatine kirin. 
 
ÎHLALÊN MAFAN
 
Saziyan di raporê de destnîşan kir ku piştî hevdîtina bi girtiyan re gelek binpêkirinê mafan tespît kirine û wiha rêz kirin. 
 
"*Destpêkê hatiye tespît kirin ku di odeya ku parêzer û muwekîl hevdîtinê dikin, gardiyan hem ji korîdora rastê hem jî ji ya çepê odeyê dişopînin.
 
*Ji ber ku xwarina girtîgeh dide ji aliyê proteîn û vîtamînê ve kême, di hinek girtiyan de kîlo dayîn çêbûye. Bi pêvajoya pandemiyê pêwistiyên weke goşt, fêkî û sebzeyan kêm dane girtiyan û her tim heman xwarin dane wan.
 
*Bi pêvajoya pandemiyê pêwistiyên ku girtî ji kantînê bigirin zêde bûne lê ji ber ku bi bihayekî zêde tên firotin girtî nikarin pêwistiyên xwe pêşwazî bikin. Ji ber zêdebûna biha hat diyar kirin ku malbatên girtiyan jî nikarin pêwistiyên girtiyan pêşwazî bikin.
 
*Eylem Oyûnlû ya ku di serdema lohûsayê de bi pitika xwe ya 10 rojî re hatibû girtin ji ber gardiyanan lêgerîna tazî li wan kir hat gotin ku ketiye travmayê.
 
*Aktîveteyên sosyal, mafê derketina qada hevpar û di navbera odeyan de guhertin bi hinceta pandemiyê hatine astengkirin.
 
*Dema girtî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê xwestin biçin nexweşxaneyê ji ber ku dikin hucreyên yek kesî, ji bo ku neçin nexweşxaneyê mecbûr dimînin ku pirsgirêkên xwe taloq bikin.
 
* Dîsa hat diyar kirin ku bijîşkê ku li revîrê girtiya muayene dike giliyên girtiya nivîskî digire û hat diyar kirin ku carekê dermanên girtiyekê xelet dane lê girtî pêhesiya ye. Bijîşk ev yek tenê wek xeletiyekê bi nav kiriye lê di hevdîtinê de hat diyar kirin ku îhtîmala vê xeletiyê pêşî li pirsgirqêkeke tenduristiyê ya mezintir veke hebûye.
 
HIN ROJAN BIJÎŞK TUNE 
 
* Ji ber ku bijîşkî rûbirû hevdîtin pêk nîne îhmaleke wî ya mezin çêbûye lê li gel fikara ku bi pêvajoya pandemiyê ya tenduristiyê jî ev îhmal berdewam kiriye. Hat diyar kirin ku hinek rojan bijîşk tune ye û wan rojan kes tune ye ji bo tenduristiya girtiyan bi wan re hevdîtinê pêk bîne.
 
* Dîsa hat diyar kirin ku di şertên girtîgehê de pêwistiya herî zêde pirtûk in lê danûstandina di nav odeyan de tune ye.
 
* Wêne kişandina girtiyan bi 3 kesan sînordar kiriye û wênekişandina komî hatiye qedexe kirin. Ev yek jî ji aliyê aboriyê ve ji bo girtiyan dibe pirsgirêk. Li ser vê girtî bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kirine jî lê tu encamên erênî ne girtine. Girtiyan diyar kir ku ji xwe tim bi hev re ne di odeyê de wate nedane vê qedexeyê û derbarê vê pêkanînê pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin.
 
BALÎFÊN QIRÊJ DIDIN GIRTIYÊN DI QARANTÎNAYÊ DE
 
* Hevdîtina ku bi girtiyên odeya karantînayê re hatin kirin hat diyar kirin ku roja ku hatin girtin di odeya karantînayê de tiştên weke çarşef, balif, mase û kursî tunin. Dema çarşef hat xwestin jî tenê balifên qirêj didin. Dema girtî li dijî vê yekê derketin jî ji wan re ‘hûn çima dawiya hefteyê hatin, çavên xwe bigirin û razên’ tê gotin û nikarin 5 rojan ji qantînê dan û standinê bikin.
 
* Di nava girtîgehê de name di hefteyê rojekê tenê carekê tê wergirtin û bi APS şandinê jî 15 rojan carekê dişînin. Ji bajarê ku girtîgeh di tê de nameya kesekî piştî hefteyekê digihe cihê xwe.
 
* Dema girtî nû tên girtin û malbatan bi destûra dozger hevdîtin bi wan re pêkanî, mafê wan yê hevdîtina mehane tê astengkirin.
 
* Paçikên bi gaz yên ji bo pansumana girtiya nexweş Semîre Dîrekçî didin kêm didin û hinceta wan ya kêm dayînê jî dibên ‘hûn nizanin pansumanê bikin gelek paçikan bikartînin’ e.
 
* Girtiyan herî dawî diyar kirin ku pêvajoya şewba vîrusa coronayê bandoreke neyînî li ser wan kiriye û her tiştê ku sînordar dikin bi hinceta pandemiyê zêdetir dikin.”
 
PEŞNÎYAR
 
Pêşniyarên saziyan yên ji bo îhlalên mafan bên bi dawî kirin ev in: 
 
"* Ji bo îhlalên mafan yên li Girtîgeha Jinan a Amedê bi dawî bibin divê serlêdanên hiqûqî û serlêdanên sûc werin kirin.
 
* Derbarê pirsgirêkên girtîgehan de divê saziyên netewî û navnetewî yên ku eleqedar divê werin agahdar kirin û serîlêdanên pêwîst werin kirin.
 
*Ji bo şertên jiyanê û tedawiya girtiyên nexweş were baş kirin divê serlêdanên pêwîst werin kirin.”
 
 

Sernavên din

17/08/2020
16:33 Sînorê birçîbûnê di 17 salên dawiyê de 5 qat zêdetir bû
16:03 Ji ber parvekirina medya civakî hat binçavkirin
15:50 Karkerên Cargillê berxwedana xwe derbasî Stenbolê kirin
15:04 22 saetan li benda hatina dozger man
14:54 Li Ebexê şer: Cerdevanek hat kuştin
14:37 Miduriyeta Karên Civakî 3 xizmên xwe bi awayekê dijqanûnî girtin kar
14:16 Olûç û Beştaş daxwaza lêkolîna cînayetên karkeran kirin
14:11 Balafirên koalîsyonê eskerên Sûriyeyê bombebaran kirin
13:24 Aydenîz: Jehrkuja faşîzmê Ocalan û kurd in
11:26 HDP: Ya rê li pêş feleketê vedike hişmeniya rantê ye
11:15 Parêzera Karakaya û Akman ên di rojiya mirinê de: Daxwazên wan dikarin bên bersivandin
11:02 Akdogan ê ket avê jiyana xwe ji dest da
10:43 Dr. Yavîç: Dibe ku îstîfayên xebatkarên tenduristiyê zêde bibin
10:28 Rêxistinên Demokratîk rapora Girtîgeha Jinan a Amedê amade kirin:
Hin rojan bijîşk tune û îlacên şaş nivîsîn
10:11 Li Sêrtê kesên polisan ew binçav kiribûn hatin berdan
09:03 Li Vestelê bi zêdebûna pêketiyan re saetên xebatê yên karkeran jî zêde dibin
09:03 Buldan: Yên dixwazin kêşeya Kurd çareser bikin mecbûr in tecrîda li Îmraliyê bibînin
09:03 Darbeya Qeyûm a Duyemîn: Model têk çû
09:03 Parêzer Yûsûf Çakas: Pirsgirêkên li girtîgehan pirsgirêkên sîstematîk in
09:03 ‘Bi êrîşa avzêman re tê xwestin rêxistinbûna civakê bê rûxandin’
09:03 Seferberiya erdhejê şert e: Di 21 salan de çi hat kirin?
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2020'AN
16/08/2020
20:57 Li Tirkiyeyê hejmara qurbaniyên vîrûsa koronayê derket 5 hezar û 974’an
20:21 Davûtolgû serxweşî da Mîthat Sancar
18:31 Heyeta KCD û DBP’ê serdana malbata Gulistan Dokû kir
16:33 Hevserokê Ortaklar hat berdan
16:20 Meclîsa HDP'ê bi awayekê onlîne civiya
16:02 Komeleya Toroksê hişyar kir: Covît-19 ji kontrolê derdikeve
15:05 Li Şemrexê tundiya zilam: Li mala ku hevjîn û zarokên wî tê de bûn, gule barand
14:29 Heyeta KCD û DBP li Stenbolê bi gel re civîya
14:19 Polisên Sêrtê 16 kes binçav kirin
13:36 Li Amedê, xebatkarekê nexweşxanê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:30 Ozsoy: Ji nûve gotina ‘Cîhan dijminê me ye' şima dike
13:25 Cenazeyê 2 zarokên di avê de xeniqîn hatin dîtin
12:23 Aydenîz: Erka me ewe ku em têkoşîna demokratik bilind bikin
12:20 Ji bo ku Tirkiye ji başûrê Kurdisatnê derkeve 50 hezar îmze hatin komkirin
11:33 Di qawîşa siyasetmedarên Kurd lê girtî de Covît-19 derket
10:55 Esker bi hinceta 'Ewlehiyê' darên gundiyan dibirin
10:33 22 kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vîrûsê ketin
09:20 Esnaf: Ku Tirkiye hildibe çima em dadibin
09:00 Piştî çend salan bi beyanên şahidê nepen der barê wî de îdianame hat amadekirin
09:00 Kar û barê Edliyeya Edeneyê HDP ye!
09:00 Şahidên erdheja 1999'an: Heger tevdîr neyên girtin dê heman tişt îro jî biqewime
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2020'AN
15/08/2020
22:04 Li Rihayê bijîşkek ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
21:23 21 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:08 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekirdagê bi dawî bû
18:47 Helîkopterên eskeriyê li Dersimê daristan bombebaran kirin
18:05 Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê derbasî avahiya xwe ya nû bû
17:18 KCD û DBP’ê destpêkê serdana Dersimê kirin: Ji bo demokrasiyê yekitî
16:52 Li Mûşê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 17’an
16:29 Pastarên Îranê gule li kolberan reşandin
15:50 Ji Tirkiyeyê tu zanîngeh neket nav 100 zanîngehan
15:18 Rayedar girtiyên nexweş derman nakin
14:33 Li Duzceyê 95 karkerên findiqan kirin qarantînayê
14:32 Di 13 salî de bavê wî li pêş çavên wî winda kirin: Em berdin neviyê me bernadin
14:01 Li Wanê mewlûd û dewet ji kesên temenê wan di seriya 65’an de re hatin qedexekirin
13:55 Li Şirnexê di rojên dawîn de 14 binçavkirin
13:48 Polisan Hevserokê HDP’ê yê Mûşê Yîgît binçav kirin
13:47 Li Dîlokê çalakî hatin qedexekirin
13:41 Duygu Delen spartin axê
13:41 Guven ê xwest li ber Walîtiyê xwe bişewitîne hat berdan
13:40 Birayên sûriyeyî yên li Farqînê winda bûn hatin dîtin
13:35 Artêşa Niştimanî ya Libya: Tirkiye endamên DAIŞ'ê dişîne Libya
13:26 Di çapemeniya erebi de Idlîb, Luban û Peymana Îsraîl-BAE’yê
12:52 26 sal e ji Mehmet Acarê ku hatiye windakirin agahî nayê girtin!
12:36 Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 182 kes bi Covît-19 ketine
12:07 Qeyûm tona avê ji 2 tl derxist 5.90 TL'yî
11:47 Hevserokê HDP’ê binçavkirin: Çekê kirin serê zarok
10:39 Li Bûrsayê 4 kes hatin berdan, kesek hat girtin
10:01 Xebatkarên tenduristiyê: Em qediyan
10:00 Dîsa derketina derve ya mirovên 65 salî qedexe kirin
09:50 Demîrer: Tenê bi rapor û civînekê pirsgirêka Kurd çareser nabe
09:03 ‘Polîtîkayên hikumetê tecrîdkirina girtîgeha ne’
09:03 Xwîşka Aktaş: Lazim e CPT ji bo Îmraliyê gavên berbiçav biavêje
09:03 404 Welatî: Me dengê porspiyan bihîst
09:03 Aydin Engîn: Bê hewldan dê tifaq çênebe
09:03 'Lêpirsînên mirinên eskeran ên bi guman baş nayên kirin'
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 202'AN
08:19 Hepsa malê dan 4 ciwanên Meclîsa HDP'ê
14/08/2020
21:11 22 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:26 Narînê YPG'yî bibîr anîn
16:16 Ji 100 penaberan 15 penaber li kolanê dijîn
16:11 Li Dîlokê mirina bi guman a jinekê
15:18 2 xwişk û birayên hev ên Sûriyeyî ev 3 rojin winda ne
15:15 Walî destûr neda ciwan HDP'ê kom bibin
14:33 Rêveberekê HDP’ê hat binçavkirin
14:30 Daristana Çiyayê Cûdî dişewite
14:22 HDK: Gefa komkujiya li dijî Êzidîyan didome
14:18 Ji CÎSST’ê rapora 104 girtîgehên cuda: Mafê tenduristiyê tê astengkirin
13:56 Gunay: Di 19'ê Tebaxê de em li Mêrdîn û Stenbolê dadikevin qadan
13:36 Rêveberê HDP'ê hat binçavkirin
13:09 Kesên li Dîgorê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
13:05 Jinên çalakger: Têkoşîna me dê bêtir mezin bibe
11:50 Hevşaredarê qeyûm tayînî cihê wî hatibû kirin, hat girtin
11:31 Dozger îdeanameya 136 kesam temam kir
Dozger girtîgeh wekî qada rêxistinê pênase kir
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:17 Li Colemêrgê binçav kirin
10:56 Derbarê hevşaredarê dewra neguhêzbaran îptal kir de lêpirsîn
10:53 Eskeran 4 kes li Edeneyê binçav kirin