Rojnameger: Tirkiye bi hevkariya PDK'ê li serbazên Iraqê xist

  • rojane
  • 09:02 14 Tebax 2020
  • |
img

SILÊMANIYE – Rojnamegerên li herêma Herêma Federe a Kurdistanê, rastiya êrîşa TSK'ê ya li dijî fermandarên Artêşa Iraqê aşkere kirin. Rojnameger Rêbaz Hesen destnîşan kir ku PDK'ê armanc kirin serbazên Artêşa Iraqê bi PKK'ê re bidin şerkirin, lê ji ber serbazan ev qebûl nekirin, bi destê Tirkiye tasfiye kirin.

Tirkiye bi operasyonên TSK'ê yên li dervî sînor êrîşên li dijî gelê herêmê zêde dike. Heta niha di êrîşên TSK'ê yên balafirên şer û SÎHA de gelek welatî hatin kuştin. Balafirên şer ên TSK'ê di 11'ê tebaxê de li herêma Kelaşîn a girêdayê navçeya Soran a Hewlêr êrîş pêk anî. Di êrîşê de 2 fermandarên Ewlekariya Sînor a Artêşa Iraqê kuştin. Yek jî birîndar kirin. Welatî jî birîndar bûn. Bertekên gelê herêmê yên li dijî  van êrîşên TSK'ê zêde ne. Têkildarî êrîşan û helwesta gelê herêmê Rojnamevanên heremê Hewrê Ferîdûn û Rêbaz Hesen, nirxandinên girîng kirin. Rojnamegeran destnîşan kirin ku armanca Tirkiye ne tenê PKK’ye bi giştî Başûrê Kurdistan û Iraq e. 
 
'IRAQÊ PLANA TIRKIYE FERK KIRIYE' 
 
Rojnamevan Hewrê Ferîdûn, hevpeymana Sikeycs Pîco ku sedsal zêdetir di ser de derbas bûye bibîr xist û got: "Çawa herêm bi vê hevpeymanê xêz kirin, niha Tirkiye bi vê hevpeymanê dixwaze hespê xwe li vir bibezîne. Li Iraqê di salên dawî de bi destê gelek hêzên navneteweyî û heremî buyer pêk tên û rewşek awarte heye. Piştî mudaxeleyê Iraqê ya sala 2003’an Tirkiye dixwaze her fersendî binirxîn e. " 
Ferîdun, anî ziman ku armanca Tirkiyeyê ne tenê PKK’ê ye û wiha got: "Armanca Tirkiye ne tenê PKK ye. Tevahiya Kurdan, Başûrê Kurdistan û Iraqê ye. Hêzên ku destûra êrîşan dane Tirkiye, ketine ferqê ku Tirkiye tenê PKK’ê dike hincet û armanca esasî tevahiya Iraqê ye. Hikumeta Iraqê, Serok Komarê Iraq, Cigirê Serokê Parlemenê Iraqê hemû siyasetvanan di daxuyaniyên xwe de anîn ziman ku Tirkiye tevahiya Iraqê dike armanc." 
 
ŞÎÎ Û SÛNÎ DÊ LI DIJÎ TIRKEYE BIBIN YEK 
 
Ferîdun, bal kişand ser bertekên aliyên şiî û sûnî ya li dijî êrîşên Tirkiyeyê û wiha axivî: “Aliyên Şiî û aliyên Sûnî yên di Iraq de hemî bi hev re bal dikşînin ser vê mijarî û dibêjin divê em divê niha pirsgirêkên olî yên heyî deyinin aliyekê û li ser pirsgirêka êrîşên Tirkiye ya li ser sînorê me ve mijûl bibin. Lewra ji bo wan diyar dibe ku Tirkiye êdî ne li gor berjewendiyên wan, hesabên wê cuda heye ev hesab jî perçekirina Iraqê ye.” 
 
Ferîdun, bi bîr xist ku ev cara sêyemîn e ku rayedarên navenda Iraqê bangî balyozê Tirkiye ya Bexdayê kirin û ragihînekê nerazîbûnê radestê wî kirin û sedem wiha vegot: “Heya niha Iraq xwe ji vê şerî dûr dixe naxwaz e, cihê wan bibe cihê şer. Ji ber ku hêza wan a li hemberê Tirkiyê bisekine tune ye. Hêzên heyî jî perçe perçe bûne. Ji ber ku hem başur û hem jî Iraq dixwazin rêkeftinan pêk bînin. Ji bo vê jî her tim di nava hevdîtinan de bûn. Eger ku li vir Tirkiye karibe PKK tune bike, nasekine, wê hewlêr jî, silêmanî û Kerkûk jî bigirin, em dikarin bibêjin ku PKK di heman demî de hêza garantorê heremê ye. Ji ber piştî hilweşandina Saddam û partiya Baas a di Iraqê de tu hêzekî li hemberê êrîşên ji derve ve bi taybetî ya Tirkiye raweste tuneye, tenê PKK heye.”
 
IRAQ JI BO ÎRANÊ BÛYE QADA BAZARÊ 
 
Ferîdûn, helwesta Îranê ya li dijî Iraqê nirxand û destnîşan kir ku yê li vir ne diyar Îran e û got: "Lewra Iraq ji bo Îranê bûye qadek bazara di navbêra wê û Amerîka de. Amerîka jî ji bo karibe serweriya xwe ya li Iraqê bidomîn e, pêwîstî bi hin gavan heye. Ji bo vê jî dixwaze hikumeta Iraqê bi rêk û pêk bike. Lê Amerîka heya niha li dijî êrîşên dagirkeriyê ya Tirkiyeyê tu helwestekê xwe aşkere nekiriye. Eger li hemberê van êrîşên Tirkiye hem rayedarên hikumeta Herêma Kurdistan û hem jî ya navenda Iraqê bi hemû hêzên xwe nebin yek dê Iraq û herêma Kurdistan ji Lubnan û Libya xirabtir bibe. "  
 
JI BO PLANSAZIYA XWE PÊK BÎNE HINCETA PKK’Ê TÊR NAKE 
 
Rojnamevan Rêbaz Hesen jî, diyar kir ku sê sedemên vê êrîşê hene u wiha axivî: "Dema em ji aliyê Tirkiyeyê ve şirove bikin ya yekem; Tirkiye ji bo li herêmê şer bike li hincetekê diger e. Valahiya nava Iraqê ji bo xwe wek derfetek dibîne. Armanca Tirkiye tevahî Iraqê ye. Ji başûrê Kurdistan û Iraqê dagir bike PKK dike hincet. Di esasê xwe de rast e rast dixwaze tevahî Iraqê bixe navê. PKK tenê li çiya heye. Lê plan û xerîteya Tirkiye ku daniye pêşiya xwe gelek berfireh e. Musul, Kerkuk, Til Efer, Hewlêr, Til Xurmato heya digihije herêma Behdînan. Ji bo karibe êrîşê li ser van herêman jî bike ji bo wê hincet lazim dike. Ew seyara ku Tirkiye bi balafiran êrîş bir ser, alek pir mezin li ser hebû û her kes dizane ku di wir de serbazên Iraqê hene û ew serbaz jî serbazên Iraqê bi xwe ne û her kes dizanibû. Ji bo wê jî em dikarin bibêjin ku lêxistina Tirkiya ya vê seyareyî bi zanebûn bûye.”
 
TIRKIYE BI ÊRÎŞÊ XWEST TOLA 3 ENDAMÊN XWE YÊN MÎTÊ BISTÎNE 
 
Hesen, sedema duyemîn jî girtina 3 endamên MÎT’ê yên ji aliyê îstîxbarata Iraqê ve li Kerkûkê hatin girtin e û wiha got: "Tirkiye di vê kêliyê de bi riya eniya Tirkmenan xwest ku wan endamên xwe ji destê Iraqê rizgar bike. Lê bê encam ma. Ji ber vê bi vê êrîşê xwest tola xwe hilde. Hin şîroveyên din jî hene ku tê gotin beriya wezîrê Parastinê ya Tirkiyê Hulusî Akar a hatina Iraqê xwestin çavê artêşa Iraqê bişkênin. Ji bo gelek biryarên xwe bi navenda Iraqê bidin qebul kirin. Lê diyar e ev ters zivirî ser wan. Ji bo vê navenda Iraqê li ser vê bûyerî şermezar bike û bertek nîşan bide hatina Akar red kir. Em dikarin bibêjin ku ev buyer bû destpêka aloziyekî nû ya di navbêra Iraq û Tirkiyê de.” 
 
PDK VEŞARÎ PIŞTGIRÎ DAN ÊRÎŞÊN TIRKIYEYÊ  
 
Hesen, sedema sêyemîn wekî PDK nîşan da û got: “Ji meha Tirmehê 2015’an de ku êrîşê li ser kurdan destpê kir, PDK jî bi awayek sergirtî beşdarê van êrîşên Tirkiye bûye. Herêma Kelaşîn a bi giştî ser Bradosta ye, salek berê PDK xwest hêza xwe di wir de bi cih bike û li ser PKK’ê zextê bike. Lê diyar bû ku hêza pêşmergan a ji şerekê wisa re tune bû. Gel jî ev tişt qebûl kir. PKK’ê jî êrîş red kirin. Ji bo vê yekê plana salek berê pûç bû. Niha jî xwestin bi awayekê din li ser nave Iraqê tev bigerin, ew hêz jî Pastawanên sînor ku meaşên li ser Bexdayê ye û bi subayênl Iraqê tên naskirin. Di rastî de jî ew hemû serbazên wan PDK’yî ne û îradeya wan girêdayê PDK’ê ne. Bi vê awayî xwestin wan serbazan li ser nave Iraqê li vir bi cih bikin. Lê li gor agahiyênl gihiştin destê min fermandarê wan hêzan ne amade bûn ku şerekê ku Tirkiye û PDK li ser wan ferz dikin li hember PKK’ê bikin. Ji bo vê fermandarên wan çûne heremê ji bo ku ligel birayên xwînî yên Kurd, gerîla hevdîtin bikin da ku vê pirsgirêkî çareser bikin. Lê ji ber PDK dîtin ku ew serbazên wan ne amadene ku li hemberê PKK’ê şer bikin, xwestin bi destê dewleta tirk a dagirker wan tasfiye bikin." 
 
DIBE SEROKÊ EŞÎRA BIRADOSTAN BI ÎSTÎXBARATA PDK'ê HAT TASFIYEKIRIN
 
Çima tasfiye bikin ev jî pirsek cuda ye, PDK bi eşîrên hin heremê Behdînan û Bradostan re di nava nakokiyan dene. Eşîra Rêkanî, Zebarî, Bradostî, Sûçî serweriya PDK’ê qebûl nakin. PDK ji aliyekê ve dixwaze bi destê Tirkiye sereşîr an jî rûspiyên wan eşîran tasfiye bike û ji aliyekê ve jî dixwaze wan eşîran bixe bin serweriya xwe û li hemberê PKK’ê bide şerkirin. Mînak yek ji di bûyera di 11'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da Hamîd Zubeyir Helî yek ji eşîra Bradostî bû. Ev kes ji aliyê Bradostiyan ve dihat hezkirin û dihat guhdarkirin. Ji ber ku ev kes, yek ji van kesan bû ku nedixwest li dijî PKK’ê şer bikin. Bi gumanek mezin ev kes ji aliyê îstîxbarata PDK’ê ve bi destê Tirkiye hatibe tasfiyekirin. Ev jî jixwe armanc ew e ku çavên Bradostiyan bitirsînin an jî wan bê bandor bikin. Ev kes wekî Şehîd Dêman Orî ku li Şiledizê çawa hatibû tasfiyekirin wisa bi destê PDK’ê pêk hat. Bixwe jî hinek agahî ji heremê tên ku PDK’ê lîsteyekê MÎT çêkiriye. Di vê lîsteyî de zarokên sereşîr û rûsipiyên heremê, çalakvanên sivîl, ew kesên ku li dijî siyaseta AKP û PDK’ê disekinin hene, da ku dema derketin li hemberê wan êrîşên suîkastê û her wekê din were kirin.” 
 
Hesen, siyaseta navenda Iraqê ya di qonaxa heyî de jî nirxand û diyar kir ku niha hikumeta hatî avakirin tê gotin ku dixwaz e li hemberê êrîşên Tirkiye û Îranê Iraqekê yekgirtî ava bike. Hesen, destnîşan kir ku niha Iraq dîsa di nav hewildanekê çewa berê de ew hewaya xwe ya serwer ava kiribû û di nava welatan de cihê xwe girtibû ava bike. Hesen, anî ziman ku bi taybetî xwepêşandanên ku li Bexdayê dihatin kirin daxwaz ev bû, di heman demî de Serokwezîrê Iraqê ya nû Mustafa Kazimî jî di heman daxwazî û plansaziyê de ye. Hesen, da zanîn ku Kazimî jî li hemberê êrîşên Tirkiye û daxwaza wê ya avakirina sînorê Mîsakî Millî ye û her wiha naxwaz e destwerdana Tirkiyê ya di nava Iraqê de çêbibe.  
 
DI HEFTANÎN DE XEYALA TIRKIYE TÊK DIÇE 
 
Hesen, derbarê êrîşên Tirkiyeyê ya li herêma Heftanînê jî anî ziman ku di Heftanînê de xeyalên Tirkiye têk diçe û got: “Tirkiye berî êrîşê Heftanînê bike, di propagandayên xwe de û hesaba wan jî ew bû ku di nava çend seatan an jî rojekî de Heftanînê bi temamî dagir bike, ji bo xwe pariyek hêsan di dît. Lê berxwedana gerîla ya li Heftanînê xewn û xeyalên Trikiyê têk birin. Hadek ji bo wan danîn û astek jî li hemberê êrîşan wan anîn xwarê. Ev berxwedan ku niha du mehin didom e, hêzên Tirkiyê di aliyê psîkolojî û aliyê serbazî rûxmê hemû teknîkên xwe li hember gerîlayên Kurdistanê têk çûn. Ji bo vê jî ev yek ya Tirkiyê dîn û har dike. Ji bo vê jî êdî bi her awayî bombeyan dibarîne ser Kurdistanê. Mînaka êrîşa li ser Kunemasî ya Şerbajêr, Kelaşîn û gelek deverên din ên Kurdistanê di encama bombebaranên balafirên şer de sivîl hatin qetilkirin. Noqteya dawî em bibêjin çi dibe bila bibe Kurd, bi giştî ev dagirkerî û zilma Tirkiye qebul nake. Niha em dikarin bibêjin ku di rewşa heyî de gerîla pêşeng e û gel jî bi wan re ye. Dê roj were ku gel dê ji kesên ku piştgiriyê didan van êrîşên dagirkerî ya Tirkiyê dê hesab bipirsin û dê hesaba wê were dayîn.” 
 
MA / Erdogan Altan
 

Sernavên din

14/08/2020
09:54 Daran bêyî agahiya şaredariyê dibirin
09:47 Ewil îşkence kirin piştre lêborîn jî nexwestin
09:40 Şaredarê Pîranê yê îtîfaqê îstifa kir
09:09 Pisporê Rojhilata Navîn Kar: Xeta 3'yemîn dikare Lubnanê bi xelasiyê bixe
09:08 ‘Di dema pandemiyê de bila temenê çûyîna dibistanê ji 7 saliyê dest pê bike'
09:07 Dede: Walîyê Wanê wekî serokê AKP'ê yê bajêr tevdigere
09:02 Rojnameger: Tirkiye bi hevkariya PDK'ê li serbazên Iraqê xist
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2020'AN
13/08/2020
20:15 21 kesên din ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane û 1243 kes jî pê ketine
18:55 Agir gihişt bax û baxçeyên gundiyên Licê
16:41 Li Agiriyê mirina biguman a jinekê
16:32 Polisan mudaxaleyî çalakiya Peymana Stenbolê kir û 4 jin binçav kirin
16:11 Li Mêrsînê 4 kes hatin binçavkirin
15:59 ‘Bêyî ku dereng bikeve wan berdin’
15:19 Hîna jî agahî ji zarokê karkerê çandiniyê yê ket avê nayê girtin
15:04 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:51 5 kes li Bûrsayê hatin binçavkirin
14:41 Tora Parastina Jinan: Ne hedê kesêye ku peymanê nîqaş bike
14:32 Dormîşa leşkeran qelibî
14:11 Avahiya NÇM’ê wê ji şaredariya AKP’î re bê terxankirin
14:04 Platforma Jinan a Îskenderûnê: Em ê li dijî tundiyê bêdeng nemînin
13:31 Ji bo şermezarkirinê eywanên dawetan 3 rojan digirin
13:06 ‘16 milyon Stenbolî bê çare li heviya erdhejê ne'
12:25 Li gundên qedexekirî gundî nikarin heywanên xwe bibin mêrgan
11:12 Sedema kûrbûyîna tecrîda li Îmraliyê helwesta CPT e
11:11 Şahidê komkujiya Digorê axivîn: Wekî roja dojehê bû
11:08 Şewata daristanên Şirnexê vemirî
11:04 Ji ber parvekirinên medya civakî hat binçavkirin
10:27 'Tekane berpirsiyarê krîzê AKP ye'
10:14 Polisan Acûn Karadağ binçav kirin
10:05 Li şûna astengkirina şewatê seyranê qede kirin
09:37 Li Colemêrgê gengeşî: Polisan 7 kesan binçav kir
09:35 Di 11'ê tebaxê de testa 600 kesan li Edeneyê posîtîf derket
09:18 Li gundan piştevanî
09:17 Dê ciwan li Milazgirê li hev kom bibin
09:16 Parêzerên wanî: Demildest bila daxwaza hevpîşeyên me pêk bê
09:16 Birca Belek kirine cihwarê tiryakê
09:15 5 sal in kes naçe serdana Gola Çalyanê!
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2020'AN
08:06 30 jin serbest in: Peymana Îstanbul dide jiyandin
12/08/2020
22:16 Jin ji bo Peymana Stenbolê daketin qadan
21:58 18 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
20:16 Polîsan mudaxileyî jinan kir: 24 kes hatin binçavkirin
17:04 Agir bi daristanên gundê Awgamasya û Banayê ket
16:06 Darên li peyarê bi kemçeyan rakirin
15:40 Ji Bankaya Cîhanê hişyariya Tirkiyeyê
15:16 '32 caran cezayê dîsîplînê dan girtiyekî'
15:00 Bertek nîşanî bidawîkirina xebatên lêgerîna kurê xwe da.
14:05 Tîmên taybet di serdegirtina gund de axur kolan
13:53 Di tîrmehê de 7 zarok 164 karker bûn qurbana kar
13:29 Hempîşeyên wan ji bo Tîmtîk û Unsal di ‘Nobeta Edaletê’ de bang kirin
13:00 Ji bo ku vegerên gundên xwe yên qedexekirî kampanya dan destpêkirin
12:33 Bi îfadeya Şahidê Winda 7 sal ceza birîn
11:48 Li Belarûsê roja sêyemîn: Gelo Tîkhanovskaya di bin tûndiyê de dîmen kişand?
11:44 Çend zarokên karker li Tirkiye kar dikin?
10:43 Ji serokên 33 baroyan bang: Jiyandina Ebrû û Aytaç berpirsyarî ye
10:41 404 navdaran piştgirî da ‘101 Porsipiyan'
09:58 Gundiyan agirê li bejahiyê derket vemirandin
09:58 Bexdayê bersiv da êrîşa Tirkiyeyê û serdana Akar betal kir
09:03 'Bêyî tawîzdan divê em bitêkoşin'
09:03 Dezenfektaha herî baş sabûna kizwanê ye
09:03 Testên zêde, fîlasyon û karantîna
09:03 Parêzerên wanî: Demildest bila daxwaza hevpîşeyên me pêk bê
09:03 Şaredariyên Cizîr û Hezexê ji bo AKP'iyan bûn cihê kar û bar
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2020'AN
08:03 Xanî şewitî: 4 jê zarok 5 kes bi şewatê mirin
07:49 Cîgirê Waliyê Hatayê dayik û birayê xwe qetil kir
07:44 Qedexeya derketina derve danîn ser 36 gundên Bedlisê
11/08/2020
20:58 Nûriye Gulmen û Ridvan Akbaş hatin girtin
20:54 Hezar û 183 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
16:38 Ocalan ê HDP’î: Rakirina tecrîdê ji bo “asayîbûnê” girîng e
15:48 HDP’ê ji meclîsê xwest têkildarî rapora CPT'ê lêkolîn bikin
15:48 Xwişka Sancarê HDP’î hat definkirin
15:24 Ûygûner ê HDP’î nehat berdan
15:11 Yekîtiya Ewropayê ku Yewnanistanê banga civîna lezgîn lê kiribû: Em li cem we ne
15:06 ÎHD'ê ji bo kesên bi îşkenceyê hatin binçavkirin pêvajoya hiqûqî dan destpêkirin
14:53 Jina ku serlêdana wê ya gilîkirinê nehat qebûlkirin li ÎHD’ê bang kir
14:26 Nîşana embargoya xurek: Wê PKK mîqdareke zêde diwîz hûr bike
14:06 HDK: Li dijî polîtîkayên îqtîdarê pêdivî bi îtîfaqa demokrasiyê ya mayinde heye
13:52 Hevserokê YNK’ê Lahûr Şêx Talebanî bi koronayê ket
13:38 Ji bo Tîmtîk û Unsal di nobetê de ne
13:22 Beraeta hevjînê xwê yê 262 rojin girtiye xwest
13:08 Zembîlfiroş, Parîteya Hêza Standinê (PPP) û Piyeseya Zêr
12:52 Polîsan 5 kes li Milazgîrtê binçav kirin
12:35 HDP’ê bersiv da îdîayên ‘tacîzê’: Parçeyê konsepteke qirêje
12:02 Kongreya Avakirina Dersimê ji bo Avzêmên Dersimê bang kir
11:23 Makîneyên kar vê carê dibin parastina eskeran de ketin herêmê
11:23 Erdogan derewand: IMF’ê ji me deyn nexwest
11:10 Çalakiyên li Belarûsê di roja duyemîn de didomin
11:06 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Armanc petrol e Sûriye hincet e!
10:24 Şewatên li Lîcê û Depê hatin vemirandin
09:50 Prz. Korkmaz: Mêrê kujer hêza xwe ji polîs û îqtîdarê digire
09:12 'Sedema binpêkirinên li sînor bêcezatî ye'
09:12 Tekstîla Ozakê bi mobbîngê sendîkaya karkeran diguherîne
09:11 Partiyên siyasî bang li CPT'iyê kirin: Peywira xwe bîne cih
09:10 Penêrê Çeçîlê hîn jî bi rê û rêbazên edetî tê çêkirin
09:10 ‘Ji ber kurd, elewî û ermenî ne li qişleyan tên kuştin'
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2020'AN
10/08/2020
23:06 Li navçeya Rezanê piştî şewatê teqînek çêbû