Ferhat Tepe tim 19 salî ye: Êş, heta hetayê ye

img
STENBOL – Di ser kuştina nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Bedlîsê Ferhat Tepe re 27 sal derbas bûn. Xwişka Tepe Ayşe Tepe Dogan got: "Dilxweşî û kêfxweşî tenê ji bo kêliyekê ne. Lê êş ne ji bo kêluyekê ne, heta hetayê ne. Hîn jî ji bo min 19 salî ye. Mezin nabe." 
 
Ferhat Tepe, di Gulana sala 1974'an de li Bedlîsê tê dinê. Dibistana navîn, seretayî û lîseyê li Bedlîsê dixwîne. Gava di pola dawî ya lîseyê de ye dibe nûçegihanê Ozgur Gundemê yê Bedlîsê. Wexta di rojnameyê de dixebitî, di 28'ê Tîrmeha 1993'yan de ji malê derdikeve û 3 kes wî direvînin. Wesayîta lê tê siwarkirin li ber Qereqola Navçeyê ya Bedlîsê tê dîtin. Çendî ku malbata Tepe serî li qereqolê didin jî binçavkirina wî nayê qebûlkirin.  
 
Wê demê bav Îshak Tepe jî Serokê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Bedlîsê ye. Piştî revandina Ferhat Tepe, komeke ku navê "Tûgaya Tolhildanê ya Tirk" telefonî wî dike û jê re dibêjin wan Tepe revandiye û jê xwestine heger PKK turîstên revandine berde  heger milyarek pere bidin wan wê Tepe berdin. Her wiha ji bav Îshak Tepe xwestine ku tabelaya DEP'ê ya bajêr daxîne û ji DEP'ê îstifa bike. Taliyê malbata Tepe di 8'ê Tebaxê de xebera mirina Ferhat tepe digire. Cenazeyê Tepe li nêzî Gola Hazarê ya Xarpêtê tê dîtin. Di rapora otopisiyê ya ewil de ji bo mirina wî tê gotin ku "ji ber bi avjeniyê nizanibûye fetisiye." Lê belê malbata Tepe vê yekê qebûl nake. 27 sal in malbat ji bo dîtina kiryaran û darizandina wan têdikoşe. 
 
GUH LI ŞAHIDAN NEKIRIN 
 
Malbata Tepe der barê revandina kurê xwe û kuştina wî de serî li gelek cihan dide. Lê belê dîsa jî lêpirsîneke çalak nayê kirin. Malbata Tepe, piştî ji dadgehên Tirkiyeyê tiştekî bi dest naxe serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dide. Dadgeh jî Tirkiyeyê mehkûm dike û 28 hezar eûro ceza lê dibire. Malbata Tepe piştî biryara DMME'yê jî dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernade û serlêdanên wê hemû hatin redkirin. 14 kesên ku gotibûn Tepe li Fermandariya Alayê ya Cendirmeyan a Amedê dîtine jî, tu carî wekî şahid guhdariya wan nehatibû kirin. 
 
ŞAHIDÊ DEREWÎN 
 
Parêzer malbata Tepe Şevet Epozdemîr bû. Lê belê ji bo Epozdemîr dev ji dozê berde gef lê hatibûn xwarin. Welatiyê bi navê Taner Şarlak ku di çarçoveya doza li DMME'yê de hatibû guhdarkirin û înkar kiribû ku Tepe dîtiye, dû re ji ber bi derewan îfade dabû gotibû "ezab kişandiye". Her wiha Şarlak gotibû, Tepe li girtîgehê bi boriya avê ve hatibû girêdan û kî di ber re diçû digotin "ev rojnamevan e" lê xistine. 
 
Xwişka Tepe Civaknas Ayşe Tepe Dogan, behsa birayê xwe kir.
 
Dogan, anî ziman ku di navbera wê û birayê wê de salek hebûye û wekî cêwiyan mezin bûne. Dogan, bilêv kir ku birayê wê ji zarokatiya xwe ve zarokekî naîf bûye û got, her kesî hez jê dikir. Dogan got: "Zarokatiya wî xweş bû. Em li taxê mezin bûn. Hevaltiya taxê, çanda taxê pê re hebû. Li bedlîsê cihên ku meriv pir lê bigeriyana tunebûn. Lê tevî hevalên xwe diçûn li deverine din digeriyan. Karaktera Ferhat, karaktereke pir têkûz bû. Piştî lîse qedand di sala 1992'yan de hat binçavkirin. Di Girtîgeha Bedlîsê de ma. Ji wir jî wî sewqî Girtîgeha Amedê kirin. Zarokekî berxwedêr bû. Wê çaxê îşkence lê kiribûn. Wê çaxê diçû gundan nûçe çêdikirin. Wan çaxan eskeran pir davêt ser gundan. Şewtandina gunda, pevçûn hemû dikirin nûçe. Wê çaxê der barê pevçûnan de agahî ji gundiyan girtibûn. Roja hat binçavkirin jî bîra min naçe. Ji gundekî cîran mêvanek hatibû. Ji bavê min re got, Ferhat hin agahî ji wan wergirtine, lê ji ber ku ji polîsan re negotiye malavayiya wî kiribû. Çimkî îşkence lê kiribûn û neaxivîbû." 
 
PIŞTÎ HAT KUŞTIN BELGEYA SERKETINÊ JI MALBATA WÎ RE ŞANDINE 
 
Dogan, diyar kir ku piştî Tepe lîsa kuta kiriye ketiye ezmûna zanîngehê û sala ewil qezenc nekiriye û got, cara dudoyan ketiye ezmûnê û piştî hatiye kuştin belgeya serketinê gihaştiye destê wan. Dogan got: "Ez yek ji bo me tiştekî pir êşbar bû. Dixwest bixwîne." 
 
HÎN 17 SALÎ BÛ 
 
Dogan, behsa dema Tepe ya di rojnameya Ozgur Gundemê de kir û got: "Tim rojname û kovar dihatin mala me. Me rojname û kovarên çapemeniya muxalif jî distend. Ji roja Ozgur Ulke derket, me tim stend. Ferhat, piştî lîseyê amadekariyên ezmûna zanîngehê dikir. Lê wê demê biryar da ku dê bibe nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê. Gava bû nûçegihan hê 17 salî bû." 
 
NÛÇEYA WINDAKIRINA WÎ DI OZGUR GUNDEMÊ DE DÎT 
 
Dogan, anî ziman ku di Ozgur Gundemê de pê hesiyaye ku birayê wê winda bûye û got: "Ez li Stenbolê bûm. Wê çaxê telefonên bêrîkan, telefonên malan tunebûn. Diya min ew êvarî nikaribûne telefonî kesî bikin. Ber destê sibê xeber ji wan re hatiye ku Ferhat hatiye revandin. Min cara ewil di Ozgr Gundemê de dît ku Ferhat hatiye revandin. Şaş mabûm. Çimkî me dizanibû ew xeber çi ne. Ferhat, tevli merasîma cenazeyê Vedat Aydin jî bûbû. Me baş dizanibû ku aqûbeta mirovên tên revandin çawa ye. Wê çaxê hema di cî de çûm avahiay Ozgur Gundemê ya li Kadirgayê. Wê çaxê Yaşar Kaya û Gurbetelî Ersoz hebûn. Bi wan re axivîm. Wexta çûm Ozgur gundemê nûçe li ser nûçeyê dihat weşandin ku ferhat hatiye revandin. Gurbeteliyê hin agahî bi min re parve kirin. Dû re min bilêta xw ebirî û çûm Bedlîsê." 
 
Dogan, bilêv kir ku hûrguliyên bûyerê ji malbata xwe hîn bûye û got: "Malbata min ber destê sibehê pê hesiyaye. Bi şev neçûye malê. Ji xizmên me pirsîne, lê neçûye cem kesî jî. Ber destê sibehê komeke xwe wekî Tûgaya Tolhildanê ya Tirk daye naskirin û beramberî Ferhat, doza berdana turîstên PKK'ê ew revandine û milyarek pere û daxistina tabelaya DEP'ê li malbatê kiriye. Her wiha xwestine bavê min ji DEP'ê îstifa bike."
 
Dogan, diyar kir ku piştî birayê wê hatiye revandin tu der nemaye ku serî lê nedane û got: "Em rasterast çûn Fermandariya Tûgaya Zirxîdar a Tetwanê. Li wir, em bi albayekîr e axivîn. Albay pir bi xemsarî tev geriya. Got, 'Hûn ji ku dizanin Korkmaz Talma ew revandiye? Zilam ne li vê derê ye. Çûye betlaneyê.' Nêzîkatiyeke werê necidî hebû. Dê û bavê min çûn walîtiyê, Fermandariya Tûgayê ya Zirxîdar û emniyetê. Tûgayeke bi navê Tolhildana Tirk ew revandiye, lê me nikaribû daxwaza wan bi cih bîne. Loma me emniyetê jî daxilî nava kar kir. Bavê min çû, daxwazname da lê tiştek bi dest nexist." 
 
PIŞTGIRIYA GELÊ BEDLÎSÊ 
 
Dogan, anî ziman ku wê demê esnafên Bedlîsê pir alîkariya wan kirine û got: "Me di nava xwe de milyarek berhev kir Bavê min dê ev pere bidana. Çimkî dixwest kurê xwe xelas bike. Gotin, 'Turîstan hatine revandin, serbest berdin.' Bavê min got, 'Tu eleqeya min bi wan re tuneye. Niakrim bibêjim filankes bêvankes berdin. Lê dikarim ji DEP'ê îstifa bikim.' Her wiha bavê min got, 'Ê tabeleya DEP'ê daliqandiye gel e, ancax gel dikare wê daxîne.' 
 
Dogan, bilêv kir ku piştî Tepe hatiye revandin li avahiya DEP'ê ya Bedlîsê greva birçîbûnê dest pê dike û got, ji bajarênd erdorê gelek eksan piştgirî daye wan. 
 
‘ÊŞ, HETA HETAYÊ YE' 
 
Dogan ku got "Vegotina êşê tiştekî pir zor e. Valahiyeke pir kûr e" got: "Pênasekirina valahiyê pir zehmet e. Dilxweşî û kêfxweşî tenê ji bo kêliyekê ne. Lê êş ne ji bo kêluyekê ne, heta hetayê ne. ferhat bi wî halî li ber çavê min e û gava mirov bi şev şiyar dibe kareyek tê ber çavê wan. Ew tim û tim li devereke dilê we û mêjiyê we ye. Gava ez wisa bim, îja bifikir bê diya min çawa ye. Ez nizanim diya min çawa radizê. Dê û bavê min pir kişandin. Diya min ji Xarpêtê heya Bedlîsê cenazeyê birayê min hilgirt. Ji ber ku Tûgaya Tolhildanê ya Tirk gef li bavê min xwaribû, me bavê min neşand dû cenaze. Ew hêlek min bû, perçeyek ji ruhê min bû. Tim û tim bi wê êşê dijîm lê her wiha wêrekî û berxwedêriya wî jî xwe li min digire. Ev yek hebikekî li ber dilê min dide. Hîn jî ji bo min 19 salî ye. Mezin nabe. Li mala me wêneyekî wî yê 19 saliyê heye, hew. her tim werê ye. Êdî halê wî yê mezinbûnê tuneye. Di wêne de çawa be, werê ye. Wê tim û tim werê di bîra me de be." 
 
Dogan, anî ziman ku 25 sal in ji bo kiryar bên darizandin li Galatasarayê rûdinên û got: "Çimkî em mîrateyekê ji bo pêşerojê dihêlin. em naxwazin careke din bûyerên bi vî rengî biqewimin. Em naxwazin ev yek di nava dîroka kurd û tirkan de cih bigire. Windakirin bûyereke pir mezin e. Me cenazeyê xwe wergit, lê dê û bav, xwişk û bira hene ku hîn cenazeyê xizmên xwe nedîtine. Em dizanin wê tiştek bi detsê me nekeve, lê em dixwazin vê yekê ji nifşên bê r bihêlin ku tiştine werê qewimîne û ders ji wan bê derxistin ku careke din ewladên tu dayikan winda nebin û polîtîkaya bêcezatiyê ji hlê rabe. Armanca sereke ya komûna me ev e." 
 
MA / Sadiye Eser 
 
 

Sernavên din

07/08/2020
20:05 Encamnameya konferansa 'Êzidî pêşeroja xwe gotûbêj dikin'
18:27 Karkerê di bin maşîneya kar de ma mir
18:18 Li Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
15:43 Balafirên TSK'ê dîsa Şarbajêr bombebaran kir
15:36 SES'ê îqtîdar hişyar kir: Şewb belav dibe û nexweş zêde dibin
14:50 Maşîna şaredariya ku Qeyûm tayînî wê kirine zarokek kuşt
14:43 Di bin cila suîkastên li Dêra Zorê de 'petrol' derket
14:17 154 kes di teqîna li Beyrûdê de mirin
14:07 HDP: Li dijî Covît-19 tedbîrên xwe bigirin
13:49 Êzidî li Êzidxanê Cejna Kombûnê pîroz dikin
13:46 SOHR: Tirkiyeyê noqteyên hêzên hikumeta Sûriyê topbaran kir
13:14 ‘Bi kepçeyan dikevin navenda baweriyê'
13:03 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:00 Parêzera Komaleya Rosa îfade da
12:59 ÎHD'ê rapora Girtîgeha Mereşê aşkere kir: Girtî di tecrîda giran de ne
12:30 Malbat 600 hefte ne ji bo edaletê li ber xwe didin
12:03 Berdevka HDP'ê Gunay: Tirkiye kirin Îmralî
11:43 Parêzera Ocalan Turgut: Divê CPT rêbazek bi bandor pêş bixe
11:21 3 girtiyan li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
10:20 Xebatkarên ODTU yên ketibûn grevê bi ser ketin
10:19 Ji bo Doku dîsa dest bi lêgerînê kirin
09:58 Maşîna karkerên zeviyê qulipî: 20 karker birîndar bûn
09:53 Cotkarên Mêrdîn ji ber DEDAŞ'ê garis neçandin
09:05 Ferhat Tepe tim 19 salî ye: Êş, heta hetayê ye
09:05 Banga Porspiyan: Guh bidin danezana 'hawariya' ji bo welêt
09:04 Şêniyên Mûnzûrê: Em ê nehêlin proje pêk bê
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2020'AN
08:06 13 endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê bi lêdanê binçav kirin
06/08/2020
21:24 Berteka Tirkiyeyê ya ji bo peymana behrê ya di navbera Yûnanîstan û Misirê de
20:49 14 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:24 Îhmalkariya nexweşxane û qereqolê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
16:15 Tecawîzkar ligel rapora nexweşxanê jî hat berdan
14:17 Li Cizîrê kurdî qedexe ye!
14:12 Rêxistina Efûyê: Girtî di şertên tirsnak de dimînin
14:01 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:46 Li cîhanê hejmara pêketiyên covid-19’ê 19 milyonî derbas kir
13:41 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Rapora CPT têr nake divê îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bike
13:34 AKP’ê îstîfaya serokên xwe yên navçeyên Amedê xwest
12:45 Dolar derket 7.17'an
12:29 Piştî jina li malê hat kuştin HDP kirin hedef
12:24 Demîrtaş: Binyadeke xwe di nava dewletê de birêxitsin kiriye, planên xwe bi cih tîne
11:40 Li Amedê tedawiya koronayê: Dema rewş xedar bû li 112 bigerin
11:01 Walî gelê Dersimê kir hedef
10:52 Ez 5 deqîqeyan dereng hatibûma dê hemû sewalên min şewitîbûna
10:10 Xebata lêgerîna Gulîstan Dokû wê sibe dîsa dest pê bike
10:00 Aborînas Ûlûsoy: Wê deynê derve bibe deynê civakî
09:36 Pektaş ê di greva birçîbûnê de: Ezê çalakiya xwe dewam bikim
09:34 Dr. Kiran: Unîteyên Venêrtina tijî bûne
09:03 RMM: Ji 2011'an heta niha 464 welatî bi guleyên eskerên Tirkiye hatin kuştin
09:03 Der barê nûçeya tecawizê de lêpirsîn
09:02 Bijîşkan hişyar kir: Ku tedbîran negirin dê bedêl giran be
09:02 Qedexeya li Wanê di roja 1355'an de ye: Armanc bêdengkirina muxalifan e
09:02 Yolerî: Dixwazin xespkirina mafan mayinde bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2020'AN
08:15 Jinên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/08/2020
20:50 Hezar û 178 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
16:33 Malbata Ozçalimli yê li eskeriyê mirî hat dîtin gilî kir
16:17 Endamên Grûp Yorûm di dema prova dikirin de hatin binçavkirin
16:10 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê: Bila kuştina eskeran bê ronîkirin
15:58 TTB: Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin
15:45 Maşînê Zirxî ketin kaniyên ava Munzurê
15:35 Koç ê ji doza Nisêbînê girtî ye, 7 rojin di grevê de ye
15:29 Hejmara nû ya Jineolojiyê derket
15:15 Qedexeya li Wanê hat dirêjkirin
15:14 DFG’ê rapora tîrmehê aşkere kir: Dozger li 3 rojnamegeran doz vekir
15:01 Li Heftanînê şer: 2 cerdevan hatin kuştin
14:41 Li Rihayê Komkujiya Şengalê hat şermezarkirin
14:36 Malbata Aksoy cenazeye keça xwe ya Rojnameger li Mêrdînê defin kirin
14:11 Li Amedê ji bo qeydên îmam hatîbê civîna veşarî hatiye lidarxistin
13:47 Xebatên lêgerîna Mîraç 6 rojin dewam dikin
13:22 Dîmenê keştiya bû gora 61 penaberan derket holê
13:13 Zilaman li Amedê 2 jin bi giranî birîndar kirin
12:20 3 mehin ambargoya avê ya Tirkiyeyê dewam dike
11:57 Roja 17 kes li Tirkiye bi Covît-19 mirin li Amedê 8 kes mirin
11:28 CPT'ê rapora 2019'an nû aşkere kir: Hefteyê 159 saetan di tecrîdê de ne
11:09 Bajaroka Pazarcixê xistin karantînayê
10:34 Biraziyê Baykara Walî derewand: Ji bo bimire eskeran ew kişand pişt komên gihayê
10:09 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat binçavkirin
09:57 Zilamê tundî li hevjîn û zarokên xwe kir hat berdan
09:30 Li Hewêlê 20 hektar erd şewitî
09:02 'Sedema şewata daristanan politîkaya ewlehiye ya AKP'ê ye'
09:02 Bihara jiyanê çava vedigere zivistanê?
09:01 DAD: Cihwarên pîroz divê wekî xwe bimînin
09:01 Hunera xwe li ser asasê dijî asîmlasiyonê îcra dikin
09:00 Piştgiriya ji bo danezana ‘101 Porspiyan'
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2020'AN
08:38 Di teqîna Beyrûdê de herî kêm 100 kes mirin
04/08/2020
21:03 Hezar û 83 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine
19:02 Li Beyrudê teqînek mezin rûda
18:51 Heyeta KCD û HDP'ê malbata esker ziyaret kirin
17:46 Îdeaya Waliyê Wanê: Îranê Baykara kuşt
17:35 Dayikên Aştiyê: Daxwazên Tîmtîk û Unsal qebûl bikin
15:35 Parêzeran biryara dadgehê ya ji bo Tîmtîk û Unsal îtîraz kirin
15:27 Baykara yê eskeran kuşt hat definkirin
15:26 Li Amedê bijîşkek ji koronayê jiyana xwe ji dest da
14:57 Li gorî rapora pispor Dokû xwe neavêtiye avê
14:15 Budak ê li Pirsûsê hat qetilkirin bi bîr anîn
14:14 S.E. ya hevjînê wê tundî lê kiribû, wê doza berdan û tundiyê veke
13:59 ATO: Li Enqereyê rojê nêzî 1000 kes bi şewbê dikevin
13:53 Parlamenter Ûca firotina weke kole ya jinên êzidî bir rojeva meclisê