Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Rapora CPT têr nake divê îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bike

img

STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, têkildarî rapora CPT’î ku salek û nîvek şûnde parve kir, daxuyanî da û got: "Rapor girîng e. Lê têr nake. Divê berî her tiştî pergala îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bike. 

 
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT), duh rapora encama ziyareta 2019'an a li Girava Îmraliyê bi raya giştî re parve kir. Buroya Hiqêqê ya Sedsalê têkildarî parvekirina rapora CPT'î daxuyaniyek nivîskî weşand. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 21 salin li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, têkildarî rapora CPT diyar kir ku rapor girîng e, lê kêm e. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxuyaniyê de wiha got: “Di serî de saziya CPT û hemû  rêxistinên parazvanên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî, divê ji bo îşkenceya li Girava Îmraliyê heye bi dawî bikin, têbikoşin. Divê erk û berpirsiyariyê bidin ser milê xwe.
 
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Ewropa, di salên 2017 û 2019'an de li Girtîgehên Tirkiyeyê ziyaret pêk anîn. Encama van ziyaretan aşkere dike. Di 6-17'ê Gulana 2019'an de girtîgeh ziyaret kirin. Yek ji girtîgehên ziyaret kirin jî Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bû. Encama rapora ziyareta 2019'an hêj nû aşkere dike. Rapor kêm û bi tirs hatiye amadekirin. Lê ji ber pergala îşkence û bê hiqûqiyê daniye holê girîng e. Di raporê de daneyên îhlalê yên girîn parve dike. Tê dîtin ku qedexeya îşkenceyê îhlal kiriye. Li Girtîgeha Îmraliyê li Tirkiye yekem car bi pergalek taybet tê meşandin. Îro ev pergal li hemû girtîgehên din belav kirine û kirine pergalek ji rêzê û asayî. Wekî Rejîma Înfaza Cezayên hatiye girankirî tê zanîn. Ji xwe DMME'ê jî pêkanînen li Îmraliyê tên kirin wekî îşkence pênase dike. CPT, di raporên berê de jî xwestibûn ku ev îhlalên îşkence û muameleyên xerab bi dawî bibe. 
 
REWŞ MIROVAN DIXE NAVA FIKARAN
 
Yek ji aliyê balkêş ê rapora CPT'ê ku parve kirin, astengiya ziyareta parêzeran ku di sala 2011'an de dest pê kir û astengiya zêde ya li pêş malbatan ku piştî sala 2014'an dest pê kir, derket holê ku mijara diyalog û niqaşa di nava CPT û Tirkiyeyê de derketiye holê ye. Lewra  CPT piştî 15'ê tîrmeha 2016'an û bi OHAL'ê re, têkiliya Ocalan û cîhana derve bi herve qut bû, ev pêvajo wekî ‘tecritê’ pênase kir û li gel OHAL di sala 2018’an de rabû jî, serdanên ziyareta parêzer û malbatan hatiye redkirin. Ev yek me bêtir dixe nava fikaran. 
 
Rapora CPT'ê wekî îhlala qedexeya îşkenceyê pênase dike. Li Îmraliyê pêkanînên hucreyê kirine tiştekî asayî û rûtin. Ragihandin bi sînor kirin. Destûr nedan ku parêzer û malbat bi Ocalan û girtiyên din re hevdîtin bikin.  Ev yek ji aliyê pîvanên navneteweyî jî nayê qebûlkirin. 
 
Daxwaza CPT ya ji hikûmetê girîn e. Ji sala 2011'an heta 2019'an hevdîtina parêzeran nehat kirin. CPT’ê jî ev yek tespît kiriye. Dîsa cezayê keyfî û li dijî hiqûqê yên dîsîplînê di mehên Gulan, Hezîran u Tebaxê de pêk hatiye. Lê piştî Tebaxa 2019'an tu astengiyên zagonî û hiqûqî tune. Lê dîsa ziyareta parêzeran tê astengkirin. CPT nîşan dike ku pêwiste hevdîtin bi rêk û pêk bê kirin. Têkildarî hevdîtina malbat û parêzeran agahiyên mehane dixwaze. Ji ber vê yekê ev rapor girîng e. 
 
 
CPT, diyar dike ku rapor bi erêkirina dewletên endam hatiye parvekirin. Her çend rapora CPT'ê bi erêkirina dewletan bê parvekirin jî divê CPT ne li gorî erêkirina dewletan, divê ji bîr neke ku li gorî hiqûqa mafên mirovan tev bigere. Divê pozisyona xwe ya ser dewletan ji bîr neke. Tenê erkek CPT’î heye. Ew ji astengiya îşkenceyê ya di nava Pergala Hiqûqa Ewropa de ye. Peymana sazkirinê vê yekê îfade dike. 
 
ÎMRALÎ BI PERGALA ÎŞKENCEYÊ TÊ RÊVEBIRIN
 
Rapora CPT’ê pir girîn e. Her çend ev ziyaret bi zimanekî diplomatik be jî carek din nîşan da ku Pergala Tecrîda li Îmraliyê, bi pergala Îşkenceyê tê rêvebirin. Rapor girîng e, lê mixabin rapor kêm e. Divê bi rêk û pêk rapor bê amedekirin. Di serî de em bang li CPT û hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku dawî li Pergala Îşkenceyê ya li Îmraliyê bînin." 
 
 
 
 

Sernavên din

07/08/2020
20:15 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Aksarayê bi ser ket
20:05 Encamnameya konferansa 'Êzidî pêşeroja xwe gotûbêj dikin'
18:27 Karkerê di bin maşîneya kar de ma mir
18:18 Li Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
15:43 Balafirên TSK'ê dîsa Şarbajêr bombebaran kir
15:36 SES'ê îqtîdar hişyar kir: Şewb belav dibe û nexweş zêde dibin
14:50 Maşîna şaredariya ku Qeyûm tayînî wê kirine zarokek kuşt
14:43 Di bin cila suîkastên li Dêra Zorê de 'petrol' derket
14:17 154 kes di teqîna li Beyrûdê de mirin
14:07 HDP: Li dijî Covît-19 tedbîrên xwe bigirin
13:49 Êzidî li Êzidxanê Cejna Kombûnê pîroz dikin
13:46 SOHR: Tirkiyeyê noqteyên hêzên hikumeta Sûriyê topbaran kir
13:14 ‘Bi kepçeyan dikevin navenda baweriyê'
13:03 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:00 Parêzera Komaleya Rosa îfade da
12:59 ÎHD'ê rapora Girtîgeha Mereşê aşkere kir: Girtî di tecrîda giran de ne
12:30 Malbat 600 hefte ne ji bo edaletê li ber xwe didin
12:03 Berdevka HDP'ê Gunay: Tirkiye kirin Îmralî
11:43 Parêzera Ocalan Turgut: Divê CPT rêbazek bi bandor pêş bixe
11:21 3 girtiyan li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
10:20 Xebatkarên ODTU yên ketibûn grevê bi ser ketin
10:19 Ji bo Doku dîsa dest bi lêgerînê kirin
09:58 Maşîna karkerên zeviyê qulipî: 20 karker birîndar bûn
09:53 Cotkarên Mêrdîn ji ber DEDAŞ'ê garis neçandin
09:05 Ferhat Tepe tim 19 salî ye: Êş, heta hetayê ye
09:05 Banga Porspiyan: Guh bidin danezana 'hawariya' ji bo welêt
09:04 Şêniyên Mûnzûrê: Em ê nehêlin proje pêk bê
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2020'AN
08:06 13 endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê bi lêdanê binçav kirin
06/08/2020
21:24 Berteka Tirkiyeyê ya ji bo peymana behrê ya di navbera Yûnanîstan û Misirê de
20:49 14 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:24 Îhmalkariya nexweşxane û qereqolê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
16:15 Tecawîzkar ligel rapora nexweşxanê jî hat berdan
14:17 Li Cizîrê kurdî qedexe ye!
14:12 Rêxistina Efûyê: Girtî di şertên tirsnak de dimînin
14:01 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:46 Li cîhanê hejmara pêketiyên covid-19’ê 19 milyonî derbas kir
13:41 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Rapora CPT têr nake divê îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bike
13:34 AKP’ê îstîfaya serokên xwe yên navçeyên Amedê xwest
12:45 Dolar derket 7.17'an
12:29 Piştî jina li malê hat kuştin HDP kirin hedef
12:24 Demîrtaş: Binyadeke xwe di nava dewletê de birêxitsin kiriye, planên xwe bi cih tîne
11:40 Li Amedê tedawiya koronayê: Dema rewş xedar bû li 112 bigerin
11:01 Walî gelê Dersimê kir hedef
10:52 Ez 5 deqîqeyan dereng hatibûma dê hemû sewalên min şewitîbûna
10:10 Xebata lêgerîna Gulîstan Dokû wê sibe dîsa dest pê bike
10:00 Aborînas Ûlûsoy: Wê deynê derve bibe deynê civakî
09:36 Pektaş ê di greva birçîbûnê de: Ezê çalakiya xwe dewam bikim
09:34 Dr. Kiran: Unîteyên Venêrtina tijî bûne
09:03 RMM: Ji 2011'an heta niha 464 welatî bi guleyên eskerên Tirkiye hatin kuştin
09:03 Der barê nûçeya tecawizê de lêpirsîn
09:02 Bijîşkan hişyar kir: Ku tedbîran negirin dê bedêl giran be
09:02 Qedexeya li Wanê di roja 1355'an de ye: Armanc bêdengkirina muxalifan e
09:02 Yolerî: Dixwazin xespkirina mafan mayinde bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2020'AN
08:15 Jinên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/08/2020
20:50 Hezar û 178 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
16:33 Malbata Ozçalimli yê li eskeriyê mirî hat dîtin gilî kir
16:17 Endamên Grûp Yorûm di dema prova dikirin de hatin binçavkirin
16:10 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê: Bila kuştina eskeran bê ronîkirin
15:58 TTB: Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin
15:45 Maşînê Zirxî ketin kaniyên ava Munzurê
15:35 Koç ê ji doza Nisêbînê girtî ye, 7 rojin di grevê de ye
15:29 Hejmara nû ya Jineolojiyê derket
15:15 Qedexeya li Wanê hat dirêjkirin
15:14 DFG’ê rapora tîrmehê aşkere kir: Dozger li 3 rojnamegeran doz vekir
15:01 Li Heftanînê şer: 2 cerdevan hatin kuştin
14:41 Li Rihayê Komkujiya Şengalê hat şermezarkirin
14:36 Malbata Aksoy cenazeye keça xwe ya Rojnameger li Mêrdînê defin kirin
14:11 Li Amedê ji bo qeydên îmam hatîbê civîna veşarî hatiye lidarxistin
13:47 Xebatên lêgerîna Mîraç 6 rojin dewam dikin
13:22 Dîmenê keştiya bû gora 61 penaberan derket holê
13:13 Zilaman li Amedê 2 jin bi giranî birîndar kirin
12:20 3 mehin ambargoya avê ya Tirkiyeyê dewam dike
11:57 Roja 17 kes li Tirkiye bi Covît-19 mirin li Amedê 8 kes mirin
11:28 CPT'ê rapora 2019'an nû aşkere kir: Hefteyê 159 saetan di tecrîdê de ne
11:09 Bajaroka Pazarcixê xistin karantînayê
10:34 Biraziyê Baykara Walî derewand: Ji bo bimire eskeran ew kişand pişt komên gihayê
10:09 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat binçavkirin
09:57 Zilamê tundî li hevjîn û zarokên xwe kir hat berdan
09:30 Li Hewêlê 20 hektar erd şewitî
09:02 'Sedema şewata daristanan politîkaya ewlehiye ya AKP'ê ye'
09:02 Bihara jiyanê çava vedigere zivistanê?
09:01 DAD: Cihwarên pîroz divê wekî xwe bimînin
09:01 Hunera xwe li ser asasê dijî asîmlasiyonê îcra dikin
09:00 Piştgiriya ji bo danezana ‘101 Porspiyan'
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2020'AN
08:38 Di teqîna Beyrûdê de herî kêm 100 kes mirin
04/08/2020
21:03 Hezar û 83 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine
19:02 Li Beyrudê teqînek mezin rûda
18:51 Heyeta KCD û HDP'ê malbata esker ziyaret kirin
17:46 Îdeaya Waliyê Wanê: Îranê Baykara kuşt
17:35 Dayikên Aştiyê: Daxwazên Tîmtîk û Unsal qebûl bikin
15:35 Parêzeran biryara dadgehê ya ji bo Tîmtîk û Unsal îtîraz kirin
15:27 Baykara yê eskeran kuşt hat definkirin
15:26 Li Amedê bijîşkek ji koronayê jiyana xwe ji dest da
14:57 Li gorî rapora pispor Dokû xwe neavêtiye avê
14:15 Budak ê li Pirsûsê hat qetilkirin bi bîr anîn
14:14 S.E. ya hevjînê wê tundî lê kiribû, wê doza berdan û tundiyê veke
13:59 ATO: Li Enqereyê rojê nêzî 1000 kes bi şewbê dikevin