Bavê leşkerê piştî ‘gefê’ mirî hat dîtin: Berpirsiyar fermandare

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Bavê esker Osman Ozçalimli yê piştî “gef lêhat xwarin” û şûn de mirî hat dîtin Ahmet Ozçalimli, diyar kir ku kurê wî hatiye kuştin û berpirsiyarê kuştina kurê wî fermandarê lê geriya ye û tiştên qewimîne vegotin. 

 
Osman Ozçalimli yê li Girtîgeha Sergirtî ya Alîaga ya Îzmîrê eskertî dikir û ji bavê xwe re gotibû "Gefan li min dixwin" û bi awayekê jiyana xwe ji dest dayî hatibû dîtin, li Gundê Naxşan ê navçeya Dîgorê ya Qersê hatibû definkirin. Xizmên Ozçalimli, destûr nedabûn ku esker beşdarî merasîma cenaze bibin û ala Tirkan a li ser tabûta wî jî rakiribûn. 
Bavê Osman Ozçalimli Ahmet Ozçalimli derbarê mirina biguman a kurê de ji Rojnameya Yenî Yaşamê re axivî û diyar kir ku berpirsiyarê mirina kurê wî fermandarê li wî geriya ye. 
 
AXFTINA XWE YA BI FERMANDAR RE VEGOT
 
Bavê Ozçalimli, anî ziman ku kurê wî serê siba cejnê li wî geriyaye û jê re wiha gotiye: “Bavo ez li vê derê di zorê de me. Li vê derê bela xwe li min didin. Heqaretan li min dikin.” Bavê Ozçalimli, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Min ji kurê xwe got ‘Were’, wî ji min re got ‘ma ezê çawan werim.’ Dûre min jêre got, ‘Sebir bike, ka ez bi fermandarên tere biaxivim û hevdîtin bikim. Dibe ku mirovên bi wijdan bin. Ji bo ku hin bibim mijar çiye.’ Dûre ez gelek car li girtîgehê geriyam. Min nekarî ez xwe bigihînim kesekê. Piştre ez li 156’an geriyam. Kesekê bersiva min da. J imin re gotin, ‘Na, ez nizanim, efser tuneye, mijarek biçûke wê çareser bibe. Ezê lê meze bikim. Wê hel bibe.’ Gotin cejne û ez bi vî awayî ewiqandim. Serê sibê heya şevê ez pêre mijûl bûm. Bi tu awayî kesek bi min re eleqedar nebû. Ez ne şaşbîm saet 10 şevê yekê li min geriya. Ji min re got, ‘Ez Abdullah çawişê pisgorim. Ez fermandarê  bolukê me. Derbarê kurê te de tu pirsgirêk tuneye.’ Dûre hinek bejî dile min rehet bû. Lê di heman demê de nerehetiyek jî min re çêbû. Min lave jê kir. Min got kurê min dibêje ew di zorê deye. Heqaretê li wî dikin û ji wî re dibêjin xayînê welat. Got, ‘Na tiştek wisan tuneye. Ez bi wî re axivîme. Mijarek biçûk bû. Ne tiştekê ku bê mezin kirine. Apo tu qet merek neke.’ Min ne dizanî ku ez xapandim. Min jê re got, ‘Kurê min emanetê teye. Li gorê min xwedî derkeve. Min ew şand leşkeriyê.’ Bi şev bû, ji xwe êdî min ne dikarî tiştek din bikim. Lê piştî telefona fermandar, di wê saetê de her halde  kurê min înfaz dikirin. Kurê min kuştibûn.”
 
‘FERMANDAR BERPIRSIYARE’
 
Bav Ozçalimli, dest nîşan kir ku kurê wî nû çûbû Îzmîrê û wiha bilêv kir: “Ew 4 rojbûn kurê min çûbû wê derê. Ji Çanakkale çûbû wê derê. Hîna kes nas nedikir. Fermandar Abdullah ê bi şev bi telefonê li min geriya berpirsiyarê her tiştiye. Çawan dibe ku hem fermandarê bolukê be û hem jî bi telefonê li min bigere? Serê sibê jî, li min geriya û min re got kurê te di nexweşxanê deye. Min jê re got, ‘Ka we gotibû her tişt başe? Kurê min çima di nexweşxanê deye? Tu tiştekê kurê min tune bû. Gelo te çi ji kurê min kir? We çi ji kurê min kir we kurê min kuşt. We çawan kir?’ Bi awayekê aşkere ez dibêjim kurê min kuştin. Rewş eve.” 
 
Ozçalimli, diyar kir ku kurê wê ne kesek polîtîk bû û wiha bilêv kir: “Kurê min dibistana lîseyê qedan dibû. Nû çûbû leşkeriyê. Di 29-30’ê Hezîranê de çû eskeriyê. Tenê 33 roj eskertî kir. Kurê min hîna nû bû.”
 
‘YEK GOT KETIYE, YEKÊ DIN JÎ GOT ÎNTÎHAR KIRIYE’
 
 Bavê Ozçalimli, di rêze axaftina xwe de wiha got: “Li morgê dem amin li cenazeyê kurê xwe mêze kir, şopên derbê li ser canê wî hebûn. Kurê min ne ket. Kurê min hat înfazkirin. Kurê min kuştin. Min bertek nîşanî Qeymeqamê Dîgor Qersê, Midûrê Ewlekariya Navçeyê û Fermandarê Cendirmayan ê Navçeyê yên hatin berderiyê min da. Ji min re gotin kurê te krîza dil derbas kiriye. Min got kurê min hatiye kuştin. Baweriya min bi we nayê. Gotin wê otopsiya wî derkeve. 10 deqe şûnde, vê carê ji min re gotin ‘kurê te întîhar kiriye.’ Piştî 10 deqeyên din jî gotin, ‘kurê te ji kata 2’yemîn ketiye.’ Îro li her deverên tevahiya cîhanê kamera hene. Ma qet dîmenên kamerayan tuneye? Kamerayan bînin û nîşan bikin. Wê demê dê xuya bike ku ka kurê min întîrhar kiriye yan na? Wê her tişt aşker bike. Ez dixwazim bibînim ka xwe avêtiye yan na. Ger lêxistibîn jî, ez dixwazim bizanibim ka kî lêxistiye. Bila vê nîşanî min bikin. Min ji qeymeqam re jî got. Min got, divê dewlet delîlan nîşanî min bike. Wê demê encex ez qane bibim.”
 
‘BAWERIYA MIN BI RAPORÊ NAYÊ’
 
Bavê Ozçalimli, da zanîn ku li balafirgehê merasîma eskerî kirin, lê li gund wî destûr neda ku merasîm bê lidarxistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Min destûr neda ku kurê min bi alê defin bikin. Dîsa min nexwest ku merasîma eskerî bê lidarxistin. Wê rapora  otosiyê derkeve, lê qet baweriya min bi vê raporê jî nayê.”
 

Sernavên din

04/08/2020
14:15 Budak ê li Pirsûsê hat qetilkirin bi bîr anîn
14:14 S.E. ya hevjînê wê tundî lê kiribû, wê doza berdan û tundiyê veke
13:59 ATO: Li Enqereyê rojê nêzî 1000 kes bi şewbê dikevin
13:53 Parlamenter Ûca firotina weke kole ya jinên êzidî bir rojeva meclisê
13:26 HDP: Eskerên bi guman tên kuştin piranî Kurd in, ma ev tesaduf e?
13:16 Gumana 3 girtiyên astengdar bi koronayê ketine
13:13 Şaredariya HDP’ê çand, qeyûm xwar û kir malê xwe!
13:01 Li Meletiyê erdhej çêbû: Herêm hejiya
12:35 Leşkeran li Ebexê welatiyek kuşt
12:29 32'yemîn Hêjmara Kovara Moderniteya Demokratîk derket
11:51 Li 5 gundên Dihê qedexeya derketina derve
11:47 TTB: Bila Tîmtîk û Unsal adîl bên darizandin û rojiya mirinê bi dawî bibe
11:30 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Jina ciwan li mala xwe birindar hat dîtin
11:23 Zarokê ku bi çekê lîst gule pê de teqiya û jiyana xwe ji dest da
11:08 Li Çewligê tundiya zilam: Tundiyê li hevjîn û zarokên xwe dike
11:06 Mîraçê 4 salî hêj winda ye
11:05 Di Girtîgeha Tarsûsê de 5 girtî bi vîrûsa koronayê ketin
10:54 Endamê Meclîsa CHP'ê Sari: Kurd ji bo Tirkiyeyê şansek mezin e
10:48 Ciwanek di avê de fetisî
10:47 Bavê leşkerê piştî ‘gefê’ mirî hat dîtin: Berpirsiyar fermandare
09:00 ‘Rizgarî bi berxwedaneke pev re pêkan e'
09:00 Heta yekzimanî hebe, dê sînor li pêş kurdî hebin
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2020'AN
03/08/2020
22:46 Li Farqînê agir bi daristanê ket
20:57 Li Qoserê 500 donim zevî şewitî
20:16 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan bû 5 hezar û 747
17:26 Berteka qirkirinê: Wê Şengal qet neyê jibîrkirin
17:16 Li pêş nexweşxaneyê nobeta ‘Piştevaniya jiyandinê'
17:01 TJA'yê jinên êzidî ziyaret kirin
16:15 Bersiva wezaretê ya ji bo “anonsa kurdî”: Ne ji zimanê hevpar e
16:14 Ghebreyesus: Vîrûs dê bi sêhrê tune nebe
15:49 Polîsan Pektaş ê ket greva birçîbûnê binçav kirin
15:39 Jin di 4-5’ê tebaxê de dadikevin qadan
14:57 Bertek nîşanî qirêjkirina Geliyê Mûnzûrê dan
13:40 HDK û DBP: Êzidî hê jî di bin gefê de ne
13:10 Girtiyên xistine hucreyên ‘qefesê’ di greva birçîbûnê de ne
12:59 Li Basayê 3 kesên din jî hatin berdan: Gundî nikarin biçin zeviyên xwe
12:27 Di têketina şaredariya ku daxwaza kar jê dikir întihar kir
12:26 Li Bestayê 3 roj in mudaxileyî şewatê nayê kirin
11:45 Li Geverê qeza: 6 kes mirin
10:48 Ji Serokê Baroya Rihayê Oncel berteka ‘Dadgeha Engîzîsyonê’
10:47 MXDŞ'ê xwest fermana 73’an weke cenosîd were naskirin
10:37 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Têkoşîna jinên êzidî têkoşîna me ye
10:30 DAIŞ’ê êrîşî girtîgehê kir: 20 kes kuştin
10:17 Darên li Parka Kûgûlû hatin kesixandin dê şîn nebin
09:52 Kîvark bi keda destê jinê digêjin ser sifreya gel
09:02 Parêzerên Tîmtîk û Unsal: Em agahiyê ji muwekîlên xwe nagirin
09:02 Fermana 74’an didome: Dixwazin tevahiya êzidîyan qetil bikin
09:01 Hevserokê SES'ê Taşer: Şewb dê demsala payîzê zêde bibe
09:00 Di mehekê de li herêma Mêrdîn 7 jinan 'întîhar' kir
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2020'AN
02/08/2020
21:59 Komeleya Jîn: Li tenişta jinên êzidî rawestin
21:48 YBŞ: Li dora YBŞ û YJŞ'ê kom bibin û parastina cewherî pêş bixin
20:45 18 kesên din bi vîrûsa corona mirin
19:50 Keştiya penaberan noqî avê bû: 4 penaber mirin
19:41 Agirê bi Çiyayê Bestayê ketiye belav dibe
16:36 60 rojnameger di Tîrmehê de hatin darizandin
15:36 Eskerê kuştî hat ditin defin kirin: Malbatê nexwest esker beşdarî merasimê bibin
15:10 Girtiyê bi Covît-19 kes çend roj şûnde rakirin nexweşxaneyê
15:07 Rektorê ku wesayîta lüks a meqam xwest îstifa kir
15:06 Xwarziyê qeyûm û Uysaler ê sûcdarê êrişa zayendî hatin girtin
14:57 Polisan zarokek birîndar kirin
13:19 Bavê Unsal: Ma hûn dixwazin kurê min bikujin?
13:08 Girtiyê hat sewqkirin: Di rê de ne av ne jî xwarinê dan
12:12 Li Artûklû wesayîtek teqla avêt: 2 kes birîndar bûn
12:00 Lêgerîna ji bo ditina zarokê winda didome
11:49 ‘Wisa şewitîbû êdî malbatê gora zarokê xwe nas nekir'
10:56 Li Afganistanê lehî rabû: 15 jê zarok 16 kes mirin
10:04 Çelebî: Peymana Lîbyayê ji bo dem qezenckirinê ye
09:48 Hêjmara nexewşên Covît-19 li cîhanê 18 milyon derbas kir
09:19 Her roj li Rihayê 350 kes bi şewba Covît19 dikevin
Li Nexweşxaneyan ji nexweşan re cih tune
09:03 Jinên Wanî: Kurd bibin yek dê tecrîd bi dawî bibe
09:03 Li Amerîkayê li dijî asîmlasiyonê bi kurdî distrê
09:03 Ciwanan ji bo 'têkoşîneke pev re' bang kir
09:02 Fermana 74'an: Cîhan kor, ker û lal e
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2020'AN
01/08/2020
21:20 996 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine
20:25 Cerdevanan welatiyek birîndar kir
20:10 Li Zozana Şerevanê agir bi daristanê ket
17:03 Înîsiyatifa Girtiyan, bal kiyand ser reşwa girtiyên nexweş ên Boluyê
15:22 Li Pîranê zarokê 4 salî winda bû
15:11 Platforma Piştevaniya ji bo Edaletê: Mudaxileya li dijî Tîmtîk û Unsal îşkence ye
14:41 Her ku diçin nexweşxanê 14 rojan di karantînayê de dimînin
14:23 72 baroyan piştgirî da Serokê Baroya Hatayê
13:49 Dayikên Şemiyê: Di sûcên li dijî mirovan de, bihurîna demê nabe
13:47 Seroka DTO Turan: Li nexweşxaneyan cih tune
13:02 Dest û piyê zarokê 5 salî girê dan û li malê hepis kirin
13:02 TGS: Em dest ji Peymana Îstanbul bernadin
12:28 Xizmên windayan aqûbeta Orûç pirsîn
12:23 Welatiyê eskeran îşkence lê kir: Ez ditirsim li vî welatî bijîm
11:27 Di Girtîgeha Kurkçulerê de keyf û seyrane!
11:27 Li Basayê dorpêç rabû lê binçavkirin didome
11:00 Eskeran 3 şivan xistin halê mirinê
09:01 Piştî du salan îdianameya zilamê ku zarokek îstismar kiribû hat amadekirin
09:00 Piştevaniya Morê atolyeya xweparastinê li dar dixe
09:00 Behna şewatê tê: Sê dil, sê şitil, sê mirovên xweşik
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2020'AN
31/07/2020
21:20 Hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bi ser 230 hezarî ket
16:01 HDK: Cejn wê teqez bibin sazûmankarê aştiyê