Malnişîn: Mûçeyên me dihelin, em nikarin debara xwe bikin

img

STENBOL - Malnişînên ji ber kêmbûna mûçeyan xwe bi gazinc in, diyar kirin ku buhayê her tiştî zêde bûye loma ew neçar in ji gelek tiştan ferexet bikin.

   
Em bi endamên Sendîkaya Malnişînan re der barê pirsgirêkên wan de axivîn. 
 
Bi milyonan malnişînên li Tirkiyê bi mûçeyê xwe yê malinişîniyê nikarin bi xweşikî debara xwe bikin. Li gorî daneyên Wezareta Malbat, Kar û Xizmetên Civakî yên 2020’an, ji sedî 49.31’ê malnişînan ango 4 milyon û 179 hezar û 840 kes di binî ucreta asgarî de mûçe distînin. Lêbelê ev rêje di sala 2018’an de li derdora 11,9’an de bû. 
 
MALNIŞÎNÊN 500 TL DISTÎNIN HENE
 
Yek ji endamê sendîkayê Yavuz Kaya da zanîn ku ew sala 1992’an bûye malnişîn û armanca sendîkayan pirsgirêkên malnişînan bikin rojevê û çareseriyan ji bo wan peyda bikin. Kaya destnîşan kir ku mûçeyê malnişînan kêm e û piraniya malnişînan di bin sînorê hejariyê de mûçe distînin û ji ber vê jî ew ji gelek tiştan ferexet dikin. Kaya axaftina xwe wiha domand: “Ez tîşortê li ser xwe 8 sal in li xwe dikim. Mûçeyê piraniya malnişînan kêm e. Îro sînorê birçîbûnê 2 hezar û 500 TL ye û malnişînên tenê 500 TL distînin hene.” 
 
MÛÇEYÊ MALNIŞÎNIYÊ
 
Kaya ragihand ku divê malnişînên herî kêm mûçe distînin, qet nebe di sînorê hejariyê de mûçe bistînin. Her wiha Kaya destnîşan kir ku malnişînên ji Ewropayê tên pir bi hêsanî jiyana xwe didomînin û wiha got: “Em li vê derê nikarin herin memleketê xwe. Em di tevahiya qadên jiyanê de ked didin ji ber vê jî dema extiyar bûn, em dixwazin jiyaneke rehettir bijîn. Me salên xwe yên herî xweş, 40 salên xwe da vî welatî.” 
 
BUHA ZÊDE BÛN ÎKRAMIYE NEGUHERÎ
 
Kaya da zanîn ku dewlet 4 sal in îkramiyeya cejnê dide malnişînan lê 4 sal in ev hezar TL ye. Kaya wiha dirêjî da axaftina xwe: “4 sal berê zêrê çaryek 256 TL bû, niha nêzî 700 TL’yî ye. Me 4 sal berê bi pereyê îkramiyeyê 4 heb zêrên çaryek distandin lê niha dikarin tenê 1 û nîv bistînin. 2 û nîv zêr ji dest çûye. Her tişt 3 qat zêde bûye gere mûçe jî 3 qat zêde bûbûna.”
 
BANGA LI MALNIŞÎNAN
 
 Kaya bi lêv kir ku nirxê hezar TL’yê  4 sal berê distandin, niha bûye 250 TL û got: “Mirovên pereyê wan heye dikarin bi hêsanî danûstandina xwe bikin lê kesên malnişîn li benda êvarê dimînin ku buha dakevin. Li welêt 13 milyon malnişîn hene. Divê malnişîn bibin yek da ku mafê hevpeymana giştî bi dest bixin. Heta em vê bi dest nexin wê mûçe her biçe bihelin û  îkramiye jî naguhere. Em neçar in bibin yek.”  
 
‘MÛÇE BI ZORÊ TÊRÎ KIRÊ DIKE’
 
Îbrahîm Kardagê ku endamê sendîkayê ye diyar kir ku ew nikare debara xwe bike û ji sedî 80’yê malnişînan di heman rewşê de ne. Karadag wiha got: “Pêşiya karkirina malnişînan digirin dibêjin hûn dikarin karê duyemîn bikin. Kesên malnişîn nexebitin nikarin debara xwe bikin. Mûçe bi zorê têrî kirê dike. Hevalên me yên malnişîn hene ku nikarin zarokên xwe bidin xwendin.” 
 
‘PEREYÊ ME DIDIN ME’
 
Karadag got ku berî her cejnê wek lutûfekê behsa dayîna îkramiyeyê dikin û wiha domand: “Ev pere mafê me ye. Em ne parsek in. Me 25 sal pirîmên xwe yên malnişîniyê dan. Pereyê me paşve didin me. 4 sal in îkramiye zêde nekirine. Divê îkramiye jî bê zêdekirin.” 
 
 ‘DIVÊ EM BIBIN YEK’
 
Herî dawî Karadag da zanîna ku malnişînên li welatên din li dinyayê digerin û dema ew tên Tirkiyeyê  kesên malnişîn xizmetê ji wan re dikin û wiha got: “Di vê rewşê de bêguman wê malnişîn xwe bi rêxistina bikin. 13 milyon malnişîn birêxistin bibin wê dikaribin her tiştî bikin. Divê sendîka bibin yek û xwe bikin konfederasyon. Em parçebûyî ne. Em bi vî awayî nikarin mafê xwe bi dest bixin.”
 
MA / Kadîr Guney
 

Sernavên din

28/07/2020
15:19 Karkeran komkujiyên jinan şermezar kirin
15:00 Li Cizîrê feeliyetên werzîşê hatin rawestandin
15:00 ANYAKAY-DER: Tundiya zayendî êrîşa politik e
14:24 HDP wê derbarê endamkirinên ‘sexte’ yên AKP’ê de gilî bike
14:07 100 parêzeran xwest Feyzioglu baweriya xwe nû bike
13:58 Dersim Konak nehat berdan
13:46 Ji Kalin daxuyaniya Ayasofya û xîlafetê
13:34 Mensûr Işik 2 salan ji partiya xwe hat dûrxistin
13:24 Platforma Demokrasiyê: Peymana Îstanbul dide jiyandin
13:06 Dadgehê girtekên binçavkirina Temo xwestin
12:18 Bexçeyê qeyûm hişk bû
11:57 Li Mînbîcê êrîşa bi topê: 3 jê zarok 6 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn
11:55 Li Lîcê agir bi daristanê ket
11:54 Geliyê Sefo 77 salin xwîn diherike
11:43 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
11:42 Bi sendelya bi teker gehişt Dêrsimê
11:34 Walîtiya Dîlokê jî çalakiyan qedexe kir
10:52 Welatiyên ava wan hat birîn rê li trafîkê girtin
10:01 Ewlekariyê hemû çalakî û bername qedexe kirin
10:01 Dûrna: Pir zehmet e ku desthilat şîrketên medya civakî bike bin kontrola xwe
09:32 Prz. Eroglu: Tirkiye ji bo jinan welatekî talûke û bê ewle ye
09:28 Li Esenyûrtê şewat: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:05 Li Dersimê berteka ‘îhaleyê’: Dawiya nêçîrvaniyê bela ye jê vegerin
09:05 ‘Bêcezahiştin wêrekiyê dide faîlên tacîz û tecawizê'
09:04 Malnişîn: Mûçeyên me dihelin, em nikarin debara xwe bikin
09:04 ‘Divê polîtîkayên navenda wan zarok bin bên afirandin’
09:03 Li Mêrdînê pergala tenduristiyê têk çû
09:03 Banqa Ziraatê cotkaran xapandin!
09:02 Nîşeyên 40 hevdîtinên Ocalan di doznameya KCD’ê de ne
09:02 Girtiyê nexweş di hûcreya yek kesî de tê girtin
09:01 'Betalkirina Peymana Îstanbul ne karê aqilan e'
09:01 Parêzer Ûçar: Wan veguherî gora penaberan
09:01 Dîsa cejn hat û dîsa têcirên Wanê bi gazin in
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2020'AN
27/07/2020
21:16 Zilam keç û hevjîna xwe kuşt
19:51 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bal kişand ser tecrîdê
19:14 Demîrtaş û Yuksekdag dîsa nehatin berhdan
19:03 Parêzerên di rojiya mirinê de sewqî ATK'ê kirin
15:52 ÎHD: 19 girtî mirin
15:45 Şewata li Hewêlê hat vemirandin
15:39 Zilamekî tayînî Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Jinan kirin
15:22 Jinan bersiv da dewletan
14:49 Dozgîn Temo sibê cara duyem derdikeve pêşberî dadger
14:33 Siyasetmedarên Norveçî banga piştevaniya HDP'ê kirin
14:27 ‘Jinên sosyalîst berdin’
13:44 Ûca ya HDP’î: Êzidiyê winda Abdo Killî li ku derê ye?
13:39 HDP'ê li diji daxwaza pêşnûma Medya Înternetê şerh danî
13:24 Ji bo dîtna cenazeyê welatiyê fetisî lêgerîn didome
13:02 Girtî û hikumxwar wê du caran hevdîtin pêk bînin
13:01 Nexweşê Covît-19'an ê li 5 bajaran cih nedît mir
12:31 TSK'ê di êrîşa hewayî de li Amediyê 2 sivîl kuştin
12:18 Bavê Pinar Gultekîn: Min qet ne difikirî ku ev bûyer bê serê min
12:08 Çiyayê Cûdî tê topbarankirin
11:27 Li 3 bajaran operasyona leşkerî dest pê kir
11:24 Li dijî bêhiquqûyê bi sendeliya bi teker dest bi meşa Dêrsimê kir
11:07 Du raporên cuda didin welatiyê êşkence lê hatiye kirin
10:28 Li Mêrsînê wesayîta leşkerî qulipî: 6 mirî hene
10:11 Ji Waliyê Rihayê parastina koronayê: Bajarekê hez ji hev dikin e
09:52 Prz. Dîlan Kunt: Vekişîna ji Peymana Îstanbul dê tundiyê zêde bike
09:01 Birîna daran a li Cûdî gihîşt berwarê bajar
09:01 Pêşî Wan pişt re Mêrdîn: 400 kesî kirin endamê AKP’ê
09:00 Ji amediyan şîroveya aboriyê: Moralê me sifir e
09:00 Testa wî negatîf derket lê ew kirin nav pêketiyên coronayê
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:26 Qanih: Ji ber bombebarana TSK'ê 440 gundên Başûrê Kurdistanê vala bûne
26/07/2020
20:13 Balefirên Tirkiyeyê li Bamernê wesayîtan bombebaran kirin
19:42 Kesê ku ket çemê Dîcleyê winda bû
17:47 Li Nisêbînê cenazeyek hat dîtin
17:20 'Heta Peymana Îstanbul têkeve meriyetê em ê li qadan bin'
17:12 Komîsyona Jinê ya DBP'ê: Em qet gavan paşve naavêjin
16:21 Jinan li Beyrûdê Weqfa Jîn vekir
16:02 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Zext nikarin têkoşîna me asteng bikin
15:47 'Em destûr nadin Peymana îstanbul betal bibe'
15:30 HDP, beriya hevdîtina foruma li Gundogdu bi jinan re civiyan
15:00 Agirê li Sêrtê bi daristanê ketiye belav dibe
14:23 Rêxistinên jinan binçavkirina jinên ESP'î şermezar kirin
13:45 Li Farqînê keyayek ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
13:20 Ji ber Tirkiye ava Firatê qut dike zarokên li Til Temîrê nexweş dikevin
12:59 Li Serêkaniyê teqîn: 8 kes mirin, 19 jî birîndar bûn
12:57 ESP’ê binçavkirina jinan şermezar kir
Binçavkirin, êrîşa nasnameya jina azad e
12:25 Meclîsa Jinan a HDP'ê binçavkirina jinan şermezar kir
10:51 Dag li ser giliyê malbatên li pêş HDP'ê rûniştine binçav kirin
10:38 Polîsan Hevseroka Giştî ya ESP'ê û endamên SKM'ê binçav kirin
10:07 'Yê Tirkiye derxe ronahiyê Ocalan e'
09:10 Nûnera KCDAP Onder: Erka siyasetmedaran ne weşandina peyamên sersaxiyê ye
09:09 Rojnameger Denîz: Tirkiye bi çekên kîmyewî û qedexe li Heftanînê şer dike
09:08 14 rêveberên qeyûm ji ber nelirêtiyê ji peywirê hatin girtin
09:07 Kuafor alîkariyê dixwazin
09:05 Kesên alîkariya pandemî girtin kirin endamê AKP’ê
09:03 Berê rêya betlaneya xwe bidin Wanê
09:02 ‘Jin di xwezayê de’ bi muzîkê re gihiştin hev
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2020'AN
25/07/2020
22:01 Li cihê xwest lê xwarinê bixwe rastî tundiya polîsan hat
20:40 Şewata li Cûdî rû da dewam dike
20:23 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan 225 hezarî derbas kir
20:07 Kiliçdaroglû dîsa bû Serokê Giştî yê CHP’ê
19:51 3 mirovên Şemiyê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:38 Li Bedlîsê li qada daristan şewit derket
19:26 Li Şirnexê sewqiyeta maşîneyên zirxî
16:43 Endamên Meclîsa Şaredariya Tûşbaye ji wezîfeyê hatin girtin