Ji amediyan şîroveya aboriyê: Moralê me sifir e

  • rojane
  • 09:00 27 Tîrmeh 2020
  • |
img

AMED – Welatiyên Amedê, diyar kirin ku ji ber rewşa nebaş a aboriya welat her roja ku derbas dibe pirsgirêkên wan zêdetir dibin û ev tişt gotin: “Em nikarin nan bibin mala xwe. Moralê me sifir e.”

Di serî de esnafên biçûk, kedkar û xîzan ji qrîza aboriyê ya her ku diçe kûrtir dibe, bi bandor dibin. Qrîza aborî ji aliyekî ve dibe sedema zêdebûna bêkaran û ji aliyekî ve jî dibe sedema xîzaniyeke kûr.  Yek ji bajarên ku herî zêde qrîz xwe lê zêde dide der Amed e. Niştecihên bajar, dibêjin ku ji ber qrîza aborî jiyana wan serobino bûye. 
 
‘EM NIKARIN NAN BIBIN MALA XWE’
 
Salih Serengul (50), diyar kir ku ji ber qrîzê welat li ber têkçûnê ye û wiha got: “Mirov mexdûr û çilmisandî ne. Em nizanin ku çibikin û bi ku ve biçin. Berê mirovan bi pereyên xwe hemû pêwîstiyên xwe dibersivandin û alîkariya heval û hogirê xwe dikirin. Lê niha mirov nikarin nan bibin mala xwe. Mrovan bi bertîlê digirin ÎŞKÛR’ê. 3 xwendekarên min ên zanîngehê, li wan û malê dinerim. Bi deyn heta kuderê here ez jî nizanim.”
 
‘EM Ê HEVDÛ BIXWIN’
 
Mehdî Keskînkiliç (32) ku ji ber rewşa ne baş a înşaaetê dest bi sewalkariyê kiriye, da zanîn ku aboriya ne baş bandorê li ser wan dike û ev tişt got: “4 zarokên min hene û pêwîstiya min alijariyê hî heye. Em serî li aîkariyê didin lê kes tiştekî nade me. Li gundan rewşê ne baş e û mirov perîşan bûne. Heke wiha bidome, wê dawiya me bê. Em tiştên di destên xwe de jî xerc bikin em û hevdû bixwin.”
 
'XELK JI BIRÇÎNA DIMIRE, LÊ EW ŞERÊ LÎBYAYÊ DIKIN'
 
Welatiyekî ku nexwest navê xwe bide, destnîşan kir ku ji ber qrîze perîşan bûne û wiha axivî: “Em bi mûçeyê xwişka min a astengdar debara xwe dikin. Mitbexa me têje nabe. Deynan mala me xera kiriye. Welat di rewşeke kanbax de ye. Vîrûsê pişt li me şikandiye. Dewlet di vê mijarê de alîkariya xelkê nake. Di rewşek wiha de çi karê wan li Lîbyayê heye? Ka li Sûriyeyê çi karê wan heye. Bi qasî ku zanim her rabûneke balefirekê bi 25-30 hezar dolarî dibe mal. Lê li welat mirovên birçî û tî hene. Lê kes nabîne.”
 
 
 ‘PÊWISTÎ Bİ GUHERTINÊ HEYE’
 
Recep Çelîk, bi lêv kir ku 2 sal in bê kar e û bi van gotinan rewşa xwe kir: “Em di warê aborî de gelek zehmetiyan dikişînin. Berê min li bajar karê înşaatê didît, ji ber pandemiyê êdî ev kar jî tuneye. Jiyan gelek zehmet bûye. Em dixwazin ji van zehmetiyan rizgar bibin. Em dixwazin rastî bên axaftin, pêwistiya me bi guhertinekê heye.” 
 
‘MORALÊ ME SIFIR E’
 
Yuksel Hasanoglû (40), got ku 4 sal in bê kar e û ev tişt anî ziman: “Ji 4 zarokên 3 jê dixwînin. Debara gelek zor e. Kar û derfetên me tunene. Dema kar hebe jî em pereyê xwe nagirin. Em niha di nav deynan de ritimandî ne. Çend caran min serî li ÎŞKÛR’ê da jî bi neyînî encam bû. Berê dema bi 20 TL’yî diçûm bazarê min nikarin tiştên bikiriya hilgirta, lê niha em bi 100 TL’yî nikarin 3 poşet tişt bikirin. Jixwe em goşt nakirin. Moralê me sifir e. Salekê ye kesên ku fikî nikarin bikirin hene.” 
 
‘EM DEREBEYÊ DIGIRIN’
 
Esnaf Hakan Kizilay ku ji qrîzê gelek bi gazind e jî da zanîn ku gelek rojan bêyî ku tiştekî bifiroşe dikkan xwe digirin û wiha got: “Qrîzeke wiha nabe. Bi pandemiyê re rewşa me gelek nebaş bûye. Heke wiha bidome ez ê derabeyê bigirim. Esnafan din rewşa min de gelek in. 4 zarokên min hene dibistan dixwînin. Tiştên di destê me de hebûn jî çûn, em bi qrediyên banqayan debara xwe dikin. Ez ji mêjiyê kesên ku dibêjin qrîz tuneye bi guman im.”
 
BI DEYNAN DIJÎN
 
Mûrat Cîhangîr jî diyar kir ku ji be sekinandina înşaatê dest bi karê çandiniyê kiriye û ev tiş gotin: “Em genim û gubreye bi deyn mazotê jî bi zorê dikirin. Dahateke me ya daîmî tuneye. Dema ku di berîka mirov de pere tunebe qrîz e. Pereyê ku berê me pê kîloyeke şekir digirt, niha em pê tenê 250 gram şekir dikirin.”
 

Sernavên din

28/07/2020
15:19 Karkeran komkujiyên jinan şermezar kirin
15:00 Li Cizîrê feeliyetên werzîşê hatin rawestandin
15:00 ANYAKAY-DER: Tundiya zayendî êrîşa politik e
14:24 HDP wê derbarê endamkirinên ‘sexte’ yên AKP’ê de gilî bike
14:07 100 parêzeran xwest Feyzioglu baweriya xwe nû bike
13:58 Dersim Konak nehat berdan
13:46 Ji Kalin daxuyaniya Ayasofya û xîlafetê
13:34 Mensûr Işik 2 salan ji partiya xwe hat dûrxistin
13:24 Platforma Demokrasiyê: Peymana Îstanbul dide jiyandin
13:06 Dadgehê girtekên binçavkirina Temo xwestin
12:18 Bexçeyê qeyûm hişk bû
11:57 Li Mînbîcê êrîşa bi topê: 3 jê zarok 6 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn
11:55 Li Lîcê agir bi daristanê ket
11:54 Geliyê Sefo 77 salin xwîn diherike
11:43 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
11:42 Bi sendelya bi teker gehişt Dêrsimê
11:34 Walîtiya Dîlokê jî çalakiyan qedexe kir
10:52 Welatiyên ava wan hat birîn rê li trafîkê girtin
10:01 Ewlekariyê hemû çalakî û bername qedexe kirin
10:01 Dûrna: Pir zehmet e ku desthilat şîrketên medya civakî bike bin kontrola xwe
09:32 Prz. Eroglu: Tirkiye ji bo jinan welatekî talûke û bê ewle ye
09:28 Li Esenyûrtê şewat: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:05 Li Dersimê berteka ‘îhaleyê’: Dawiya nêçîrvaniyê bela ye jê vegerin
09:05 ‘Bêcezahiştin wêrekiyê dide faîlên tacîz û tecawizê'
09:04 Malnişîn: Mûçeyên me dihelin, em nikarin debara xwe bikin
09:04 ‘Divê polîtîkayên navenda wan zarok bin bên afirandin’
09:03 Li Mêrdînê pergala tenduristiyê têk çû
09:03 Banqa Ziraatê cotkaran xapandin!
09:02 Nîşeyên 40 hevdîtinên Ocalan di doznameya KCD’ê de ne
09:02 Girtiyê nexweş di hûcreya yek kesî de tê girtin
09:01 'Betalkirina Peymana Îstanbul ne karê aqilan e'
09:01 Parêzer Ûçar: Wan veguherî gora penaberan
09:01 Dîsa cejn hat û dîsa têcirên Wanê bi gazin in
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2020'AN
27/07/2020
21:16 Zilam keç û hevjîna xwe kuşt
19:51 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bal kişand ser tecrîdê
19:14 Demîrtaş û Yuksekdag dîsa nehatin berhdan
19:03 Parêzerên di rojiya mirinê de sewqî ATK'ê kirin
15:52 ÎHD: 19 girtî mirin
15:45 Şewata li Hewêlê hat vemirandin
15:39 Zilamekî tayînî Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Jinan kirin
15:22 Jinan bersiv da dewletan
14:49 Dozgîn Temo sibê cara duyem derdikeve pêşberî dadger
14:33 Siyasetmedarên Norveçî banga piştevaniya HDP'ê kirin
14:27 ‘Jinên sosyalîst berdin’
13:44 Ûca ya HDP’î: Êzidiyê winda Abdo Killî li ku derê ye?
13:39 HDP'ê li diji daxwaza pêşnûma Medya Înternetê şerh danî
13:24 Ji bo dîtna cenazeyê welatiyê fetisî lêgerîn didome
13:02 Girtî û hikumxwar wê du caran hevdîtin pêk bînin
13:01 Nexweşê Covît-19'an ê li 5 bajaran cih nedît mir
12:31 TSK'ê di êrîşa hewayî de li Amediyê 2 sivîl kuştin
12:18 Bavê Pinar Gultekîn: Min qet ne difikirî ku ev bûyer bê serê min
12:08 Çiyayê Cûdî tê topbarankirin
11:27 Li 3 bajaran operasyona leşkerî dest pê kir
11:24 Li dijî bêhiquqûyê bi sendeliya bi teker dest bi meşa Dêrsimê kir
11:07 Du raporên cuda didin welatiyê êşkence lê hatiye kirin
10:28 Li Mêrsînê wesayîta leşkerî qulipî: 6 mirî hene
10:11 Ji Waliyê Rihayê parastina koronayê: Bajarekê hez ji hev dikin e
09:52 Prz. Dîlan Kunt: Vekişîna ji Peymana Îstanbul dê tundiyê zêde bike
09:01 Birîna daran a li Cûdî gihîşt berwarê bajar
09:01 Pêşî Wan pişt re Mêrdîn: 400 kesî kirin endamê AKP’ê
09:00 Ji amediyan şîroveya aboriyê: Moralê me sifir e
09:00 Testa wî negatîf derket lê ew kirin nav pêketiyên coronayê
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:26 Qanih: Ji ber bombebarana TSK'ê 440 gundên Başûrê Kurdistanê vala bûne
26/07/2020
20:13 Balefirên Tirkiyeyê li Bamernê wesayîtan bombebaran kirin
19:42 Kesê ku ket çemê Dîcleyê winda bû
17:47 Li Nisêbînê cenazeyek hat dîtin
17:20 'Heta Peymana Îstanbul têkeve meriyetê em ê li qadan bin'
17:12 Komîsyona Jinê ya DBP'ê: Em qet gavan paşve naavêjin
16:21 Jinan li Beyrûdê Weqfa Jîn vekir
16:02 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Zext nikarin têkoşîna me asteng bikin
15:47 'Em destûr nadin Peymana îstanbul betal bibe'
15:30 HDP, beriya hevdîtina foruma li Gundogdu bi jinan re civiyan
15:00 Agirê li Sêrtê bi daristanê ketiye belav dibe
14:23 Rêxistinên jinan binçavkirina jinên ESP'î şermezar kirin
13:45 Li Farqînê keyayek ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
13:20 Ji ber Tirkiye ava Firatê qut dike zarokên li Til Temîrê nexweş dikevin
12:59 Li Serêkaniyê teqîn: 8 kes mirin, 19 jî birîndar bûn
12:57 ESP’ê binçavkirina jinan şermezar kir
Binçavkirin, êrîşa nasnameya jina azad e
12:25 Meclîsa Jinan a HDP'ê binçavkirina jinan şermezar kir
10:51 Dag li ser giliyê malbatên li pêş HDP'ê rûniştine binçav kirin
10:38 Polîsan Hevseroka Giştî ya ESP'ê û endamên SKM'ê binçav kirin
10:07 'Yê Tirkiye derxe ronahiyê Ocalan e'
09:10 Nûnera KCDAP Onder: Erka siyasetmedaran ne weşandina peyamên sersaxiyê ye
09:09 Rojnameger Denîz: Tirkiye bi çekên kîmyewî û qedexe li Heftanînê şer dike
09:08 14 rêveberên qeyûm ji ber nelirêtiyê ji peywirê hatin girtin
09:07 Kuafor alîkariyê dixwazin
09:05 Kesên alîkariya pandemî girtin kirin endamê AKP’ê
09:03 Berê rêya betlaneya xwe bidin Wanê
09:02 ‘Jin di xwezayê de’ bi muzîkê re gihiştin hev
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2020'AN
25/07/2020
22:01 Li cihê xwest lê xwarinê bixwe rastî tundiya polîsan hat
20:40 Şewata li Cûdî rû da dewam dike
20:23 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan 225 hezarî derbas kir
20:07 Kiliçdaroglû dîsa bû Serokê Giştî yê CHP’ê
19:51 3 mirovên Şemiyê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:38 Li Bedlîsê li qada daristan şewit derket
19:26 Li Şirnexê sewqiyeta maşîneyên zirxî
16:43 Endamên Meclîsa Şaredariya Tûşbaye ji wezîfeyê hatin girtin