Kampanya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ bi dawî bû

  • jin
  • 13:59 25 Tîrmeh 2020
  • |
img
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP’ê kampanya “Têkoşîna jinan li her derê ye” bi dawî kir. Parlamentera HDP’ê Dîlan Taşdemîr got: “Hûn nikarin vê hêviya me, tîliliyên me û bi hev re bûna me biqedînin.” 
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê di 8’ê Hezîranê de kampanyaya “Têkoşîna jinan li her derê ye” dabû destpêkirin. Meclîsa Jinan bi daxuyaniyek ku li Parka Kûgûlû ya Enqereyê da kampanyaya xwe bi dawî kir. Beriya jin li parkê bicivin polîsan parkê dorpêç kir. Jin ji gelek bajaran hatibûn û polîsan beşek ji van jinan bernedan parkê. 
 
DAYIKAN STRAN GOT
 
Dayikên Aştiyê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Dayikên ku ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin stran gotin. Gelek rêxistinên jinan beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Jinan pankarta “Têkoşîna jinê li her derê ye” hildan û dirûşma “Jin jiyan azadî” û gelek dirûşmên din berz kirin û dovizan hilgirtin. 
 
Tevî hemû astengiyên polîsn jî jinan li parkê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr daxuyanî da û  bi bîr xist ku wan kamanyaya xwe li Enqereyê dane destpêkirin û got: “Em dirûşma ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ derketin rê. Armanca me li dijî her cûre qirkirin û tundiya li ser jinan û îradeya jinan ew bû ku em dengê xwe bilind bikin.” 
 
‘ME LI HER DERÊ HÊRSA VEGUHERAND RAPERÎNÊ’ 
 
Taşdemîr da zanîn ku ew ji Stenbolê heta Amedê ji Dersimê heta Anatlyayê, ji Manîsayê heta Wanê û ji Agiriyê heta Mûglayê û li gelek bajarên din bi jinan re hatine gel hev û got: “Em li Stenbolê bûn Fîgen. Em li Dersimê bûn Gulistan. Em li Amedê bûn Rojbîn. Em li Agiriyê bûn Ceylan. Em li Mûglayê bûn Pinar. Me li dijî kesên me nas nakin û îradeya me tune dihesibînin kuçeyan bi rengê mor neqişand. Em got em li dijî êşkencekaran li vir in. Me dengê xwe li dijî qatilan bilind kir. Me hêrsa xwe veguherand raperînê.” 
 
‘EM BÛN DENGÊ JINÊN GIRTÎ Û TÊN KUŞTINÊ’ 
 
Taşdemîr di dewama daxuyaniyê de wiha got: “Me got têkoşîna jinan li her derê ye. Em çûn ser dîreksiyonê û me bera Karwanê xwe Mor da Kanirayê. Me coş û kelecana xwe bi Fîgen, Sebahat, Gulten, Gulser û gelek jinên girtî re parve kir. Me li dijî kesên tundiyê dikin û tên berdan çalakiya Kurdeleya Mor li dar xist û raperîna xwe qîr kir. Me li dijî kuştin û tundiya li dijî jinan, zarokan, talankirina xwezayê, dijminantiya civakê, li dijî çeteyan, dizekan, mafyayê û yasaya înfazê îtîraz kir. Me mîkrofona xwe ya Mor da destê xwe û em bûn dengê jinên tên qetilkirin û girtî ne û nepoxên mor û spî ji bo wan firand. 
 
Me êşkencekaran, kujeran û tecawizkaran li kuçe û meydanan çalakî li dar xist û wan eşkere kir. Me qîr kir û me got wê jin serê xwe netewînin. Bênavber bi şev û roj em li qadê bûn û me rengê jinan da qadan. Rengê berxwedana me Mor e. Em bûn xeta azad, têkoşîn û berxwedana jinan.”
 
‘ME PIŞTEVANIYA JINAN MEZIN KIR’ 
 
Taşdemîr destnîşan kir ku ew li dijî zîhniyeta darbekar û polîtîkayên dijminane yên li dijî jinan bi jinan re hevpariya xwe destnîşan kirine û got: “Me li îtîraza jinên keda wan tê xwar û tê xwestin di malê de were hepskirin û di nava malê de bi tundiyê re rû bi rû dimîne guhdar kir. Dema em jin derketin rê li tel hemû êrişan û binçavkirin û girtinan jî me biryardariya xwe ya azadiyê û têkoşînê domand. Ev êriş nikaribûn me asteng bikin. Wê nikaribin bibin asteng. Me di vê riyê de li dijî tifaqa zilam a AKP-MHP’ê piştevaniya jinan mezin kir û em bûn deng û bêhna sitendina hev. 
 
Me di vê riyê de hêviya ku bû rêber û piştevanî, hêz û yekîtiya me mezin dike xist tûrê xwe. Çimkî em dizanin wê tu êrişên faşîst û zayendperest nikaribin îradeya me bişkînin û têkoşîna me têk bibin û peşkê li hêviya me bixin.”
 
DÊ HER BÊJIN AZADΠ
 
Taşdemîr peyama mezinkirina berdewamkirina têkoşînê da û got ew ê her aştî, edalet, azadiyê qîr bikin û li dijî her cûre tundî û tecawizê derkevin û jê re bêjin na. Taşdemîr got divê her kes baş dizanibe ku jin bi hev re bi hêz in. 
 
Daxuyanî bi lêdana çepik û tîlîliyan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

25/07/2020
16:02 Qeyûmê Sêrtê Mala Şînê kir Ocaxa Mengî
15:18 ‘Qadên azadiya jinan her berfireh bûn komkujî jî zêde bûn’
14:59 Aqubeta Gulunay ê 28 salin winda ye pirsîn
14:53 Li Amedê nexweşxane têje bûn: Di 2 rojan de 20 kedkarên tenduristiyê bi koronayê ketin
14:09 'Eger îro jin bi hevre têdikoşin bi xêra Birêz Ocalan e'
14:01 Li gel astengiyan jî dayikan qurnefîl danîn Galatasarayê: Polisan 3 kes binçav kirin
13:59 Kampanya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ bi dawî bû
13:45 Jinên Ciwan ên PYD'ê yekemîn konferansa xwe li dar xistin
12:54 Înîsiyatifê xwest 6 girtiyên li Kirikkale bên berdan
12:53 Li Girtîgeha Panosê di avê de kurm dertên
12:37 Polîsan çalakiya 800’î ya Dayikên Şemiyê asteng kirin
12:20 Xizmên Windayan li kujerên Geren pirsîn
11:32 Hat îxrackirin, girtin û pişt re jî kirin endamê AKP’ê
11:23 Li Girtîgeha Aksarayê 2 kesên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin
10:41 Qeyûm kolanek bi xaliçeyan raxistiye, lê kolanên din mirov ji tozê nikare derbas bibe
10:25 Li Girtîgeha Osmaniyê mafê dermankirina girtiyan tê astengkirin
10:04 Li Gêxiya Çewlikê erdhej çêbû
10:03 Li Cûdî piştî topbaranê şewat derket
09:44 Hevseroka HDP'ê dema di bin çavan de bû hevjînê wê di elehê wê de îfade da
09:20 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Ji aliyê kesên nenas ve têm şopandin
09:08 25 sal in aqûbeta bavê xwe pirs dike: Bi zarokî dest pê kir, bi zarokên wê re didome
09:07 Pisporê Xîzmeta Civakî: Şerê tê kirin nirxên civakî hildiweşîne
09:06 Dr. Yavîç: Nexweşxane tije bûn, kesên bi vîrûsê dikevin jî dişînin malên wan
09:06 ‘Dixwazin bi tecrîdê civakê teslîm bigirin’
09:05 GIYAV: Di pandemiyê de pirsgirêkên aborî, perwerdê û tenduristiyê qewimîn
09:03 Zozanê Dûmanli ji zindîbûna xwe ya berê dûr ketiye
09:02 Geverê bêav hiştin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:31 Gundî li dijî DEDAŞ’ê rê girtin
08:30 Gel agirê li Kerboranê bi daristanê ket vemirand
24/07/2020
21:37 Li Girtîgeha Osmaniyê 4 girtî 19 rojin di greva birçîbûn de ne
20:29 Hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 580 kesî
16:16 Li Mêrsînê çalakî û şahî hatin qedexekirin
15:10 Serokê Diyanetê Erbaş bi şûr Nimêja xutbê kir
14:53 Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
14:49 Li girtîgehên Marmarayê 2 hezar û 314 binpêkirin qewimîne
14:49 Gunay: Şerê li diji Kurdan sedema hebûna AKP'ê ye
14:16 Pêvajoya ‘çareseriyê’ xistin sarincê: 5 hezar û 365 însan jiyana xwe ji dest da
13:58 HDP li Îzmîrê bi oldaran re civiya
13:33 Komeleya Mûnzûrê ji bo Barmagiç kampanya da dest pê kirin
12:52 ICAD'ê 800'emîn hefteya çalakiyên Dayikên Şemiyê silav kir
12:51 Beriya nimêja li Ayasofyayê jiyana xelkê tevizandin
12:30 Malbatê 2 xwişkên winda dîtin
12:30 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozeriyê dan
12:04 AYM’ê ji bo Guven û Farisogullari got: Erka me tune ye
11:39 Dayikên Şemiyê çalakiya 800’î wê bi rêya online li dar bixin
10:45 Ji ber tercûman tune bû Altinmakas nekarîbû derdê xwe bêje
10:42 Ciwanan li dijî destdirêjî û tecawizê banga ‘bikeve tevgerê’ kir
10:32 Girtî: Heta binpêkirina mafan bi dawî bibe wê greva birçîbûnê bidome
10:03 Dîroknas Aydin: Çîna serdest a Tirk Lozan îhlal kir
09:44 Guhertina medya civakî ji aliyê Komîsyonê ve hat pejirandin
09:43 Li Çewligê ji bo nêçira pezkoviyan destûr hat dayîn
09:12 Bîrdal: Divê muxalefet xeteke hevpar a têkoşînê ava bike
09:11 Hewldana fîhilkirina bûyerên îşkenceyê
09:10 Ji bilî çûyîna Enqereyê tu rê li pêşiya karkerên PTT’ê nema ye
09:09 Parêzer Çerçîoglû: Peyman dide jiyîn û vekişîn dide kuştin
09:07 Li gel qedexeyê jî kesên ji kar hatin derxistin hê jî bê kar in
09:05 ‘Peymana Stenbolê ji bo civakê kevirê domîno ye’
09:04 Ne li îşkencekaran li nexweşê şîzofrenê doz vekirin
09:02 Di binçavan de bi tundî û tacîzê re rû bi rû ma
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:36 Li Milazgîrtê 2 xwişkên biçûk winda ne
23/07/2020
17:03 Prof. Akdenîz: Divê partiyên muxalif sînorkirina 'Medya Civakî' red bikin
16:38 AYM'ê serlêdana ‘Pir Baroyî' û ‘Notirvaniyê' red kir
16:18 ‘Parazvanê Heskifê Demîr serbest berdin'
16:07 Endama meclîsa şaredariyê ya HDP’ê hat berdan
15:22 Di girtîgehên Wanê de binpêkirin zêde bûn
15:11 Dadgehê daxwaza girtina kesê tecawizkar red kir
14:46 'Mucella Demîr ji aliyê hevjînê xwe yê ji girtîgehê firar kiribû ve hat kuştin’
14:40 Elîaçik: Bi dawetiyan Nimêja Înê nabe
14:25 Malbatê cenazeyê Yeşîlirmak a di peyareyên Kîlyosê de hatibû veşartin girt
14:17 Ciwan HDP’ê wek ‘navnîşana çareseriyê’ dibînin
14:12 5 salên şer: Pêdivî bi siyaseta aştiyê heye
13:33 Başaran: Tacîz û tecawizên zêde bûne, parçeyeke rêbazê şerê taybete
13:22 Ji dosyeyên berat bûne û dozvenebûne hat girtin
13:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo kesên nebîna qursa kurdî ya online vekir
11:09 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:06 Di 18 salan de herî kêm 721 rojnameger hatin girtin
10:06 Kolberê agahî jê nedihat girtin li qereqolê derket: Îşkence li me kirin
09:55 Peymana Îstanbulê betal nekin pêk bînin
09:14 Tundiya polis û notirvanan ket qamerayan
09:12 Porspiyên banga tifaqa demokrasiyê kiribûn: Divê hêzên demokrasiyê bên cem hev
09:10 Çareserî Komara Demokratîk e
09:08 Peymana Stenbolê ji bo jin û zarokan canxelas e
09:06 Kirîna xwarina pitikan bûye sedema îhracê
09:05 Ji bo dengbêjiyê dîwanxaneyek ava kir
09:03 ‘Derman nadin girtiyê di hucreya yek kesî de’
09:00 Her sibehê bi dengê 200 cûre çukan şiyar dibin
09:00 ROJEVA 23'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:26 Jinek li Amedê hat kuştin
22/07/2020
20:04 Hevşaredar Demîr hat girtin
19:52 Hevserokên HDP’ê li Stenbolê bi ciwanan re hatin gel hev
19:23 Civîna MGK’ê bi dawî bû
19:08 Cenazeyê Pinar Gultekîn li Xîzanê hat veşartin
17:06 Endama meclîsa HDP'ê hat binçavkirin
16:21 Li Rezanê jinek di mala xwe de birîndar hat dîtin
15:58 Di doza cînayeta Ayşe Çeçen de parastina zayendperest kirin
15:57 Dermankirina R.O. ya ku hewl da întîhar bike didome
15:56 Karkerên ji Yozgatê hatin derxistin: Xelkê 42 gundan êrişî me kir
15:16 Piştî 200 rojan ji bo Dokû dest bi valekirina bendavê hat kirin