Jinên Ciwan ên PYD'ê yekemîn konferansa xwe li dar xistin

  • jin
  • 13:45 25 Tîrmeh 2020
  • |
img
QAMIŞLO - Jinên Ciwan ên PYD'ê, bi armanca pêşxistina rêxistina jinên ciwan û danasîna erk û misyona wê ya di nava şoreşê de, yekemîn konferansa xwe li dar xistin.  
 
Jinên Ciwan ên PYD'ê bi dirûşmeya "Rêxistinbûyina jinên ciwan di bin ronahiya felsefeya rêbertî de gihaştina Sûriyeke demokratîk e" li bajarokê Rimêlanê yê navçeya Girkêlegê girêdayî Kantona Qamişloyê, duh Yekemîn Konferansa xwe li dar xistin. Konferans li Sendîkeya kedkaran bi beşdarbûna 150 deleyegî ji herêma Cizîr, Kobanê, Efrîn û mêvanên amade, Kongreya Star, Yekîtiya Jinên Ciwan, Meclîsa Jina di PYD de pêk hat. Jinên ciwan hola konferansê bi alên Jinên Ciwanên PYD, Yekîtiya Jinên Ciwan û wêneyên jinên têkoşer yên komkujiya Helincê xemilandin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, axaftina vekirinê ji aliyê Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk  (PYD) Foza Yûsif, axaftin kir. 
 
DIVÊ YÊ HERÎ ZÊDE VÊ ŞOREŞÊ BIPARÊZIN JINÊN CIWAN BIN
 
Foza Yûsif, di destpêka axaftina de wiha got: “Bi wesîleya ku ev konferans bibe bingeha pêşxistina jinên ciwan em vê konferansê li tevahî jinan  pîroz dikin. Bê guman şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa ciwana ye. Jinên ciwan kedeke herî mezin nava vê şoreşê de dane û tê de jî xwedî erk û misyon bûn. Pêwîst e yên herî zêde nirxên vê  şoreşê biparêzin jinên ciwan bin.  Ji ber ku jin derfetên  pêşveçûna azadiyê derxistine. Mirov dikare bêje herî zêde ji bo ciwan di nava civakeke azad de xwe bi rêxistin bikin, pêwîst e xwedî hêz û berpirsiyar bin. Tevî êrîşên ku ser me hatine kirin jî paradîgmaya me dikarîbû xwe bispêre fikirekî azad. Fikrê ciwan fikrekî nû ye kevneşopiya kevin qebûl nake. Fikrekî  dikare pêşerojeke azad ava bike."
 
'DIŞMINÊ ME DIXWAZIN ŞOREŞA ME TÊK BIBIN' 
 
Foza Yûsif,  bal kişand ser kirîza heyî  û di nav de jî hedefgirtina jinên ciwan ji aliyê hêzên desthilatdar ve û wiha pê de çû: "Di nava vê kirîza ku niha em tê de derbas dibin, hêza ciwan dikare bibe bersiva wê. Li ser gelê me êrîşeke mezin tê kirin. Heya niha jinên temen ciwan tên kuştin û hedefgirtin. Dijminên me dixwazin şoreşa me têk bibin û ciwana  weke sîlahekî dijber li hember şoreşê bidin bikaranîn. Dixwazin keda mirovan  bi rengekî herî xerab têk bibin û îradeya me bişkînin. Em rastiya dijminên xwe baş nas bikin, em ê bikarin van êrîşan vala derbixin. Divê em li hember wê têkoşîn bikin. Dijmin dixwazin herêma me li hember hev bidin şerkirin û taybet ev yek ser jinan tê meşandin. Pêwist e em projeya netewa demokratîk biparêzin. Weke hereketa jinen ciwan pêwist e pêşeng bin ji bo tevahî jinan.  Ji pirsgirêkên jinên ciwan re bibin bersiv û jiyana xerab ser xwe qebûl nekin. Pêwist e em jiyana rast ji jinan re re biafirînin."
 
Piştî axaftina vekerinê perpesktîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derbarê rêxistina jinên ciwan de û pêşengtiya wan ji şoreşê re hatin xwendin. Disa rapora jinên ciwanên PYD'ê hat xwendin û nîqaş ser hat kirin. Li ser rewşa rêxistinî jî nîqaşên têr û tijî derbarê jinên ciwanên PYD'ê de hatin kirin. 
 
Jinan li ser kar û xebatê jinên ciwan sînevisyonek pêşkêş kir. Paşê jî  Meclîsa Jinên ciwanên PYD ji 13 kesan hat hilbijartin. Biryarên girîng hatin dayin.
 
Biryar wiha ne:
 
*Ji bo Abdullah Ocalan azad bibe ew ê çalakiyên mîna semîner, civîn, xwendina pirtûkan bên kirin. 
 
*Têkoşîna li dijî tundî, kuştin, zewaca di temenê biçûk de ew ê bidome.
 
*Li hemberî rêbazên şerê taybet ên ku ciwanan û jinên ciwan hedef digire ew ê têkoşîn dewam bike. 
 
*Ew ê têkoşîna li dijî dagirkeriya dewleta tirk bidome. 
 
*Ji bo parastina welatê xwe û civaka xwe jinên ciwan bi awayekî aktîv wê tevlî nav refê YPJ’ê bên kirin. Di heman demê de komîteyên parastina cewherî ew ê bê avakirin.
 
*Ji bo jinên ciwan di aliyê siyasî de xwedî nêrîn bin û di nav xebatên PYD’ê de wekî îrada cih bigrin pêwîste her di nav tekoşînê de bin.
 
*Ji bo jinên ciwan werin zane kirin û hişyar kirin bi rêbazên cûr bi cûr jinên ciwan ew ê di nava xebatên perwerdeyê de cih bigirin.
 
*Jinên ciwan bi rêbazên spor, çand bi rêxistin kirin û girîngî dayina rengê jinên ciwan di nava aktîvîteyên spor û çand û hunerê de ew ê cihên xwe bigirin.
 
*Ji bo birêxistinkirina xebatê ragihandinê ji bo vê komîteyê, ragihandin ew ê bê avakirin.
 
*Ji bo piratikirina sîstema netewa demokratîk jinên ciwan rolê pêşeng ew ê bileyize.
 
*Pirojeyên Aborî ew ê bên pêşxistin,  ji bo jinên ciwan bi karibin bibin xwedî kesayetên serbixwe û di nav hilberinê de cihê xwe bigirin ew ê li ser pêşxistina aboriyê bê sekinandin.
 
*Jinên ciwan pêwîste xwe li her derê rêxistin bike.
 
*Jinên ciwan yê PYD'ê pêwîste giştî kar û xebatên xwe di bingeha şerê gelê şoeşgerî de rêxistin bike.
 
*Ji pêkanîna van biryaran rêveberiya jinên ciwan berpisyar in.
 
 
 
 

Sernavên din

25/07/2020
16:02 Qeyûmê Sêrtê Mala Şînê kir Ocaxa Mengî
15:18 ‘Qadên azadiya jinan her berfireh bûn komkujî jî zêde bûn’
14:59 Aqubeta Gulunay ê 28 salin winda ye pirsîn
14:53 Li Amedê nexweşxane têje bûn: Di 2 rojan de 20 kedkarên tenduristiyê bi koronayê ketin
14:09 'Eger îro jin bi hevre têdikoşin bi xêra Birêz Ocalan e'
14:01 Li gel astengiyan jî dayikan qurnefîl danîn Galatasarayê: Polisan 3 kes binçav kirin
13:59 Kampanya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ bi dawî bû
13:45 Jinên Ciwan ên PYD'ê yekemîn konferansa xwe li dar xistin
12:54 Înîsiyatifê xwest 6 girtiyên li Kirikkale bên berdan
12:53 Li Girtîgeha Panosê di avê de kurm dertên
12:37 Polîsan çalakiya 800’î ya Dayikên Şemiyê asteng kirin
12:20 Xizmên Windayan li kujerên Geren pirsîn
11:32 Hat îxrackirin, girtin û pişt re jî kirin endamê AKP’ê
11:23 Li Girtîgeha Aksarayê 2 kesên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin
10:41 Qeyûm kolanek bi xaliçeyan raxistiye, lê kolanên din mirov ji tozê nikare derbas bibe
10:25 Li Girtîgeha Osmaniyê mafê dermankirina girtiyan tê astengkirin
10:04 Li Gêxiya Çewlikê erdhej çêbû
10:03 Li Cûdî piştî topbaranê şewat derket
09:44 Hevseroka HDP'ê dema di bin çavan de bû hevjînê wê di elehê wê de îfade da
09:20 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Ji aliyê kesên nenas ve têm şopandin
09:08 25 sal in aqûbeta bavê xwe pirs dike: Bi zarokî dest pê kir, bi zarokên wê re didome
09:07 Pisporê Xîzmeta Civakî: Şerê tê kirin nirxên civakî hildiweşîne
09:06 Dr. Yavîç: Nexweşxane tije bûn, kesên bi vîrûsê dikevin jî dişînin malên wan
09:06 ‘Dixwazin bi tecrîdê civakê teslîm bigirin’
09:05 GIYAV: Di pandemiyê de pirsgirêkên aborî, perwerdê û tenduristiyê qewimîn
09:03 Zozanê Dûmanli ji zindîbûna xwe ya berê dûr ketiye
09:02 Geverê bêav hiştin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:31 Gundî li dijî DEDAŞ’ê rê girtin
08:30 Gel agirê li Kerboranê bi daristanê ket vemirand
24/07/2020
21:37 Li Girtîgeha Osmaniyê 4 girtî 19 rojin di greva birçîbûn de ne
20:29 Hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 580 kesî
16:16 Li Mêrsînê çalakî û şahî hatin qedexekirin
15:10 Serokê Diyanetê Erbaş bi şûr Nimêja xutbê kir
14:53 Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
14:49 Li girtîgehên Marmarayê 2 hezar û 314 binpêkirin qewimîne
14:49 Gunay: Şerê li diji Kurdan sedema hebûna AKP'ê ye
14:16 Pêvajoya ‘çareseriyê’ xistin sarincê: 5 hezar û 365 însan jiyana xwe ji dest da
13:58 HDP li Îzmîrê bi oldaran re civiya
13:33 Komeleya Mûnzûrê ji bo Barmagiç kampanya da dest pê kirin
12:52 ICAD'ê 800'emîn hefteya çalakiyên Dayikên Şemiyê silav kir
12:51 Beriya nimêja li Ayasofyayê jiyana xelkê tevizandin
12:30 Malbatê 2 xwişkên winda dîtin
12:30 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozeriyê dan
12:04 AYM’ê ji bo Guven û Farisogullari got: Erka me tune ye
11:39 Dayikên Şemiyê çalakiya 800’î wê bi rêya online li dar bixin
10:45 Ji ber tercûman tune bû Altinmakas nekarîbû derdê xwe bêje
10:42 Ciwanan li dijî destdirêjî û tecawizê banga ‘bikeve tevgerê’ kir
10:32 Girtî: Heta binpêkirina mafan bi dawî bibe wê greva birçîbûnê bidome
10:03 Dîroknas Aydin: Çîna serdest a Tirk Lozan îhlal kir
09:44 Guhertina medya civakî ji aliyê Komîsyonê ve hat pejirandin
09:43 Li Çewligê ji bo nêçira pezkoviyan destûr hat dayîn
09:12 Bîrdal: Divê muxalefet xeteke hevpar a têkoşînê ava bike
09:11 Hewldana fîhilkirina bûyerên îşkenceyê
09:10 Ji bilî çûyîna Enqereyê tu rê li pêşiya karkerên PTT’ê nema ye
09:09 Parêzer Çerçîoglû: Peyman dide jiyîn û vekişîn dide kuştin
09:07 Li gel qedexeyê jî kesên ji kar hatin derxistin hê jî bê kar in
09:05 ‘Peymana Stenbolê ji bo civakê kevirê domîno ye’
09:04 Ne li îşkencekaran li nexweşê şîzofrenê doz vekirin
09:02 Di binçavan de bi tundî û tacîzê re rû bi rû ma
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:36 Li Milazgîrtê 2 xwişkên biçûk winda ne
23/07/2020
17:03 Prof. Akdenîz: Divê partiyên muxalif sînorkirina 'Medya Civakî' red bikin
16:38 AYM'ê serlêdana ‘Pir Baroyî' û ‘Notirvaniyê' red kir
16:18 ‘Parazvanê Heskifê Demîr serbest berdin'
16:07 Endama meclîsa şaredariyê ya HDP’ê hat berdan
15:22 Di girtîgehên Wanê de binpêkirin zêde bûn
15:11 Dadgehê daxwaza girtina kesê tecawizkar red kir
14:46 'Mucella Demîr ji aliyê hevjînê xwe yê ji girtîgehê firar kiribû ve hat kuştin’
14:40 Elîaçik: Bi dawetiyan Nimêja Înê nabe
14:25 Malbatê cenazeyê Yeşîlirmak a di peyareyên Kîlyosê de hatibû veşartin girt
14:17 Ciwan HDP’ê wek ‘navnîşana çareseriyê’ dibînin
14:12 5 salên şer: Pêdivî bi siyaseta aştiyê heye
13:33 Başaran: Tacîz û tecawizên zêde bûne, parçeyeke rêbazê şerê taybete
13:22 Ji dosyeyên berat bûne û dozvenebûne hat girtin
13:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo kesên nebîna qursa kurdî ya online vekir
11:09 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:06 Di 18 salan de herî kêm 721 rojnameger hatin girtin
10:06 Kolberê agahî jê nedihat girtin li qereqolê derket: Îşkence li me kirin
09:55 Peymana Îstanbulê betal nekin pêk bînin
09:14 Tundiya polis û notirvanan ket qamerayan
09:12 Porspiyên banga tifaqa demokrasiyê kiribûn: Divê hêzên demokrasiyê bên cem hev
09:10 Çareserî Komara Demokratîk e
09:08 Peymana Stenbolê ji bo jin û zarokan canxelas e
09:06 Kirîna xwarina pitikan bûye sedema îhracê
09:05 Ji bo dengbêjiyê dîwanxaneyek ava kir
09:03 ‘Derman nadin girtiyê di hucreya yek kesî de’
09:00 Her sibehê bi dengê 200 cûre çukan şiyar dibin
09:00 ROJEVA 23'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:26 Jinek li Amedê hat kuştin
22/07/2020
20:04 Hevşaredar Demîr hat girtin
19:52 Hevserokên HDP’ê li Stenbolê bi ciwanan re hatin gel hev
19:23 Civîna MGK’ê bi dawî bû
19:08 Cenazeyê Pinar Gultekîn li Xîzanê hat veşartin
17:06 Endama meclîsa HDP'ê hat binçavkirin
16:21 Li Rezanê jinek di mala xwe de birîndar hat dîtin
15:58 Di doza cînayeta Ayşe Çeçen de parastina zayendperest kirin
15:57 Dermankirina R.O. ya ku hewl da întîhar bike didome
15:56 Karkerên ji Yozgatê hatin derxistin: Xelkê 42 gundan êrişî me kir
15:16 Piştî 200 rojan ji bo Dokû dest bi valekirina bendavê hat kirin