Rejîma bê kontrol mayinde kirin

  • rojane
  • 09:42 19 Tîrmeh 2020
  • |
img
ENQERE – Hikûmeta AKP-MHP'ê piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê rejîma OHAL'ê xistin meriyetê. Gotin 'Herî zêde em ê 1.5 mehê OHAL'ê têxin meriyetê'. Lê rewşa OHAL'ê bi fermî 2 salan dewam kir. Her çend di sala 2018'an de rewşa OHAL'ê di fermiyetê de rakirin jî dîsa Rejîma OHAL'ê bi fîîlî didome. Parlamenterê CHP’ê Ozgur Ozel, diyar kir ku piştî pêvajoya OHAL'ê rêveberiyek otokratik û keyfî ku nayê venêrtin pêş ket. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîh Aydeniz jî anî ziman ku OHAL bi destê Waliyan didome. 
 
Li Tirkiyeyê cara ewil di sala 1987'an de OHAL li bajarên Kurdan ket meriyetê. Halê Rewşa Awarte (OHAL) cara duyemîn piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an cara duyemîn ket meriyetê. Vê carê îqtîdara AKP-MHP'ê li tevahiya Tirkiye ji bo 1.5 mehê OHAL îlan kirin. OHAL a ku di serdema Hikûmeta ANAP'ê ya Turgut Ozal serokê we bû de li gorî xala 285'an dest pê kiribû li 14 bajarên Kurdin xistibûn meriyetê. Bi rêveberiya OHAL'ê Waliyê Herêma OHAL'ê jî ava kiribûn. OHAL a cara ewil di sala 1987'an de li bajarên Kurdan îlan kirin heta sala 2002'an 46 caran dirêj kirin. Piştî darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an di dema îqtîdara AKP-MHP'ê ya rêveberiya Serokomar Tayyip Erdogan de jî 2 salan berdewam kir. Serokê AKP'ê Erdogan ku her tim bi gotinên "Me OHAL rakir" pesnê xwe dida, di 14’emîn sala îqtîdarê de di 20'ê Tîrmeha 2016'an vê carê li tevahiya Tirkiye OHAL îlan kir. Beriya ku îqtîdar OHAL'ê li Tirkiye îlan bike, di serî de hevdîninên li Îmraliyê qut kirin. Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan Mutabakata Dolmabahçe ya di 28'ê Sibatê de îmze  kiribûn, di 22'ê Adara 2015'an de di vegera Ukranyaye de red kir. Piştî 5'ê Nîsana 2015'an dawî li hevdîtinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn. Hilbijartina Parlamenteriyê ya 7'ê Hezîrana 2015'an ku HDP'ê ji sedî 13,1 deng stend betal kirin û di 1'ê Mijdara 2015'an de dubare hilbijartin pêk anîn. Di vê navberê de di 20'ê Hezîranê de li Pirsûsê 33 ciwanên sosyalîst qetil kirin. Di 22'ê Hezîranê de li Serêkaniyê 2 polîs kuştin. Di 24'ê Tîrmehê de li dijî gelê kurd şer îlan kirin û bi dehan teyareyên şer Qendîl bombebaran kirin. Di 10'ê Cotmehê de li GAR'a Enqereyê komkujî kirin. 
 
AYDENÎZ: ÎLANA OHAL'Ê GIRÊDAYÎ 7'Ê HEZÎRANÊ YE
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, diyar kir ku biryara îlana OHAL'ê bi geşedanên ku piştî AKP'ê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de îqtîdara xwe kir û biryarên Civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Cotmeha 2014'an ve girêdayî ye û wiha got: "OHAL girêdayî Plana Têkçûnê" ye. Bi hilbijartina 7'ê Hezîranê derket holê ku êdî AKP bi serê xwe nikare bibe îqtîdar. Piştî AKP'ê dît ku li ser bingeha demokrasiyê nikare bibe îqtîdar AKP, MHP û Gladyo bûn yek mekanîka darbeyê xist meriyetê. Piştî vê yekî îqtîdarê rewatiya xwe winda kir û serî li rêbazên tundiyê dan. Piştî vê pêvajoyê dest bi pêvajoya dijminantiya Kurdan kirin. Pêvajoya dijminantiya Kurdan hêj didome. 
 
ZÊDEYÎ 130 HEZAR KARMENDAN ÎXRAC KIRIN
 
Îqtîdarê dema OHAL îlan kir got 'Herî zêde dê 1.5 mehê bidome. Lê li tevahiya Tirkiyeyê her carê 3 mehan bi giştî 7 caran OHAL dirêj kirin û tam 2 salan Tirkiye bi OHAL'ê bi rêve birin. Îqtîdara AKP'ê di nava 2 salan de di milê siyasî, aborî, civakî û ekolojîk de gelek zagon li gorî xwe guhertin. Di vê pêvajoyê de 36 Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê de (KHK) derxistin. Niha her çend OHAL bi dawî bûbe jî KHK didomin. Hikûmetê bi KHK’yan zêdeyî 130 hezar karmendên cemaweriyê ji kar avêtin. Bi sedan car kolan qedexe kirin. Akademîsyenên Aştiyê yên ku danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin, îxrac kirin û doz li wan vekir. Di vê pêvajoyê de Hezar û 767 komele vakıf, sendika û federasyon girtin. Bi dehan saziyên perwerde û tenduristiyê girtin. Seyranên dervê welat û Pasaportê hezaran welatiyan betal kirin. Dest danîn ser pasaportên 181 hezar û 500 kesan.
 
OZEL Ê CHP’Î AKP'Ê XWE BI ZIRXÊ AWARTE PÊÇA
 
Wekîlê Serokê Koma CHP'ê Ozgur Ozel, jî îlankirina OHAL'ê ya ji aliyê Serokê AKP'ê û Serokkomar Tayyip Erdogan ve wekî “Hewldana darbeyê kir amûr" û “Bi sepandina polîtîkayên ewlehiyê, astengkirina azadiyan" pênase kir. 
Ozel, anî ziman ku li gel k hemû partiyan û parlamentoyê li dijî darbeyan piştgirî da îqtîdara AKP'ê jî, dîsa AKP'ê bi îlankirina OHAL'ê xwe di nava zirxê ewlehiyê de xurt kir û hemû erkên awarte xist destê xwe û wiha got: "Dest bi polîtîkayên îzolasyon û îxracê kir. Di sala ewil a OHAL'ê de der barê 169 hezar kesan de lêpirsîn vekirin." Di 2 salên OHAL'ê de, rojnameger, akademisyen, nivîskar û siyasetmedar jî di navde zêdayî 50 hezar mirov hatin girtin. Di navde Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag bi dehan parlamer û rêvberên HDP'ê hatin girtin. Qeyûm tayînî 94 şaredariyên DBP'ê kirin. Li gorî rapora CHP'ê di sala ewil de der barê 169 hezar û 13 kesan de lêpirsîna edlî hat vekirin. 25 kesên der barê wan de lêpirsîn hat vekirin întîhar kirin. 8 kesan di bin çavan û girtîgehê de întîhar kir. Di sala 2017'an de 5 hezar û 268 kesan bi sedema îşkence dîtine serî li ÎHD'ê dan. Li gorî Wakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê di sala 2017'an de 616 hezar kes îşkence dîtin. 
 
PROF KURUL CIVAKÊ DÎSA TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ PÊŞ XIST
 
Akademisyena Aştiyê ku bi KHK'ê hat îxrackirin Prof. Dr. Nejla Kurul, jî diyar kir ku îro kî li dijî îqtîdarê biaxive sûc tê hesibandin. Kurul, Hevserokên HDP’ê bi destê daraza ku bûye siyasî şandin girtîgehê. Li Tirkiyeyê yekem car Namzetê Zerokomariyê Selahattin Demirtaş li girtîgehê tev li hilbijartina Serokomariyê bû. Civaka Tirkiye êdî bi rêveberiya otoriter tê rêvebirin. Li gel vê yekê dîsa civakê hêviya xwe ji siyasetê qut nekir û bawer kir ku li gel OHAL'ê disa dikarin têkoşîna demokrasiyê pêş bixin. 
 
CHP'ê ji bo KHK'yan betal bike serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Lê AYM'ê aşkere kir ku erka wê ya lêkînê tune ye. Di 23'ê Çileya 2017'an de komîsyona KHK û OHAL'ê hat avakirin. 126 hezar û 300 kesan serî li komîsyonê da. Serlêdana 12 hezar û 200 kesan hat qebûlkirin û serlêdana 96 hezar kesan jî hat redkirin. Di şertên OHAL'ê de referanduma 2017'an û hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an pêk hat. Ji ber vê yekê 2 hilbijartinên di pêvajoya OHAL'ê de rewabûna wan hat niqaşkirin. Piştî hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an îtîfaqa Cumhur a AKP û MHP'ê li meclîsê piranî xistin destê xwe. 
 
Parlamenterê CHP’ê Ozgur Ozel, diyar kir ku bi OHAL'ê îqtîdara AKP'ê rejîma xwe ya otorîter mayinde kir. Bi biryara ku êdî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dê nikaribe venêrtin û kontrola OHAL û KHK'yan bike rejîm mayinde kirin.  Serokomar Erdogan, piştî 2 salan di 19'ê Tîrmeha 2018'an de OHAL a fermî bi dawî kir. Lê di 25'ê Tîrmeha 2018'an de xala hêjmar 7145'an a zagonê di meclîsê re derbas kirin. Bi guhertinên Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê de (KHK) hin xalên OHAL'ê mayinde kirin. Hin xal nayinde kirin û hin xal heta 2021'an dirêj kirin. Bi vî awayî her çend OHAL bi dawî bû jî rejîma OHAL'ê didome. 
 
QEDEXE DIDOMIN
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz, anî ziman ku çalakiyên zagonî û demokratîk ku di pêvajoya OHAL’ê de hatibûn qedexekirin, piştî OHAL bi dawî bû jî dîsa didomin û wiha got: “Li gelek bajarên Kurdistanê walî her ji 15 rojan carekê hemû çalakiyan li bajêr qedexe dikin. Walî daxuyaniya partiyek siyasî asteng dike. Çalakiyên demokratîk û zagonî qedexe dike. Êdî walî û qeymeqam li gorî polîtîkayên AKP û MHP'ê biryaran distînin. 
Îşkenceyên li bajaran tên kirin bi daxuyaniyên waliyan tên parastin. Walî bi daxuyaniyan îşkencekaran diparêze. Walî û qeymeqam wekî qeyûm tayînî şaredariyan tên kirin. Walî tev li civinên AKP'ê dibin. Walî li gorî polîtîkayên AKP-MHP’ê gavan davêjin û biryaran digirin. Di pratîkê de OHAL hêj didome. 
 
MA / Dîren Yurtsever 
 

Sernavên din

19/07/2020
20:48 Li Tirkiyê 16 kesên din jî ji ber koronayê mirin
19:35 Gunay: Em li dijî êrişên zayendî li qadan e
18:05 HDP’yî çûn serdana gundên Elbakê
17:48 Hejmara cenazeyên ji Gola Wanê hatin derxistin derket 59’an
17:40 ‘Em ê destûr nedin xalek ji peymanê were guhertin’
16:20 Ji bo bîranîna Rêwiyên Xeyalan pêlîstok belav kirin
14:24 MSD: Şoreşa 19’ê Tîrmehê bikin bingeh
14:14 Meclîsa Jinê: Jinan di xêzkirina şoreşê de rolek mezin lîst
13:47 TJA: Êrîş ji ku tên bila bên nayê qebûlkirin
13:05 Şoreşa Rojava ya bû hêviya bindestan 8 salî ye
Muslim: Hêj gelek gavên em bavêjin hene
12:16 DBP: Xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
11:37 Dozeke nû li Sebahat Tuncel vekirin
11:25 Cemxaneya Duzgun Baba dê peykerê Gultekîn li Qislê biçikilînin
11:04 Seydî: 19’ê Tirmehe Kawaye Hesinkar li ser piyan bû
10:31 KNK: Gel ji bo Şoreşa Rojava bedelên gelek mezin da
10:27 WHO: Di 24 saetan de 259 hezar û 848 kes bi Covît-19 ketin
10:26 SGDF’ê banga tevlêbûna meşa Pirsûsê kirin
09:56 MMO'ê Nobeta Edalet û Azadiyê bi dawî kir
09:42 Rejîma bê kontrol mayinde kirin
09:24 Hilberîna hevpar, firotina yekser bi aboriya jinan a komînal pêş dikeve
09:22 Seyît Evran: Encama Tirkiyê dixwaze ji herêmê bigire, nekarî bigire
09:21 Tekane bersûcê Komkujiya Pirsûsê 5 salin naynin dadgehê
09:20 Betaniyên ji bo penaberan kirîn sûc hat hesibandin
09:13 Karkeran bi 38 lîreyan mehkûmê jiyanê dikin
09:12 Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Ger mudaxile tunebûya ewqas mirov ne dimirin
09:05 Pêketiyên Kovîd-19 tên veşartin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2020'AN
18/07/2020
22:20 Li Agiriyê ji ber îstîsmara zayendî hat girtin
21:41 17 kes ji ber vîrûsê mirin, 918 kes jî bi vîrûsê ketin
21:28 Tosun: Emê destûr nedin ku hûn tecawîzkaran fihêl bikin
17:23 ‘Astengiya polîsan parastina tecawizê ye’
17:12 Sancar: Pêdiviya me ji aştiya Rojhilata Navîn heye
16:53 Li Stenbolê şer: Wêneyên êşkenceyê hatin belavkirin
16:36 17 kesên belavokên Komkujiya Pirsûsê belav dikirin hatin binçavkirin
16:07 Ji Rêveberiya Xweser biryara hilbijartinên Sûriyeyê
15:59 Jin li Agiriyê meşiyan: Em ê her dem dengê xwe bilind bikin
15:36 Zewaca berdêl qebûl nekir û hewl da xwe bikuje
15:20 Berdevka TJA'yê Gokkan: Dewletê li dijî jinê şer îlan kiriye
15:10 Di ‘Rûniştina F’ de xwestin Makbûle Ozbek were berdan
15:09 Xizmên windayan: Bila faîlên Vedat Aydin bên darizandin
14:24 'Heta ez bijîm ezê hesabê bavê xwe ji dewletê bipirsim'
14:13 TJA: Emê têkoşînê qet nerawestînin
14:09 Li Şemzînanê teqîn: 2 çawişên pispor û cerdevanek birîndar bûn
13:33 Çawîşê pispor ê çû operasyonê mir
13:11 MEBYA-DER: Tacîz û tecawiza li Bajarê Kurdan ne tesadufî ye
13:11 Ji HDP’ê rapora DEDAŞ’ê: Welatî bi fatoreyên giran tên mexdûrkirin
12:52 Ji bo 8 girtiyên rewşa wan giran banga berdanê kirin
12:47 Şêniyên Wanê bertek nîşanî bûyerên tecawizê dan
12:35 25 sal in winda ye
12:19 ‘Ji tevgera kuçeyan gelek ditirsin’
11:28 Berdevka TJA'yê hat berdan
11:01 Ji HDP’ê daxuyaniya Tûma Çelîk
10:39 Bı çeka bavê xwe yê cerdevan dawî li jiyana xwe anî
10:20 Weşanger û nivîskar Azad Zal hat berdan
10:20 Dadgehê tayînkirina qeyûm wekî 'Silametiya cemaweriyê' nîşan da
09:44 Rêveberiya Xweser: Tirkiye hewl dide destekê bide DAIŞ'ê
09:21 ‘Li Îmraliyê pêvajoyeke taybet tê birêvebirin'
09:19 Her ku qanûn tê taloqkirin, cînayetên kar zêdetir dibin
09:14 Şêniyê taxê mehkûmî ava qirêj kirin
09:12 Jinên çalakger: Peymana Stenbolê misogeriya jiyana me ye
09:12 Kemalbay: Rakirina Peymana Stenbolê cînayet e
09:11 HDP'ê bang li jinan kir: Beşdarî hevdîtina li Mêrsînê bibin
09:09 Mexdûrên erdhejê dê zivistanê li konan derbas bikin
09:08 ‘Heya ku hesabê Pirsûsê neyê pirsin wê Tirkiye ronî nebe’
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:59 Tuma Çelîk ji HDP'ê îstîfa kir
08:29 18 siyasetmedarên Kurd li Dîlokê şandin girtîgehê
00:12 Dadgehê ji 28 jinan 5 jin girtin
17/07/2020
22:17 Dûrmûş ê li Çiyayê Cûdî di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:45 Hejmara kesên ji ber koronayê mirin derket 5 hezar û 458'an
19:29 Şivanê eskeran binçavkiribû hat berdan
19:12 Rojnameger Ayşe Guney bi şertê kontrola edlî hat berdan
16:44 Polîsan pankarta ku tecawizê şermezar dike qedexe kir!
16:18 Ji bo jinên girtî dest bi nobeta ‘edalet û azadiyê’ kirin
16:09 Li Gola Wanê 2 cenazeyên din jî hatin dîtin
16:05 Cendirmeyan cotkaran desteser kir DEDAŞ’ê jî trafoyan rakir
15:42 Gel li gelek bajaran bertek nişanî esker û polîsên tecawizkar dan
15:36 Li Ebexê grûbek çekdar êrişî gundiyan kirin
15:16 Polîsan li Dersimê mudaxileyî meşê kirin
15:07 Hunermendan banga ‘Hurmetê nîşanî mafên mirovan bidin' kirin
14:48 Ji bo “Hevdîtina Gelan û Baweriyan’ bang hat kirin
14:32 TJA: Em ê radestî nêzîkatiya zayendperest nebin
14:21 ÎHD 34 salî ye: Têkoşîna mafê mirovan wê bi wêrekî û hêvî bidome
14:20 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang kirin: Bibin dengê wan
13:49 Rewşa zarokê leşker ew birîndar kirin xeternak e
13:35 Rojnameger Ayşe Guney û Berdevka TJA Ayşe Gokkan sewqî dadgehê kirin
13:28 Eskeran şivanek binçav kir
13:09 Malbatê giliyê tecawizkar kiriye lê dozgerî bûyerê piştguh kiriye
12:46 Gunay: Tu operasyon êdî nikarin AKP'ê xelas bikin
12:32 Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê Işik de lêpirsîn da destpêkirin
12:04 Bi çeka bavê xwe yê cerdevan xwest întîhar bike
10:20 Li Dersimê êrişî 2 rojnamevanan kirin
09:58 Jin sibê li Agiriyê dicivin
09:52 Li Dîlokê 9 kes hatin girtin
09:22 Bavê 22 sal in li kurê xwe digere: Peyarêya Kîlyosê cewhera komkujiyane
09:21 Qeyûmê Êlihê ji polîsan re dixebite
09:21 ‘Peymana Stenbolê li dijî tundiyê nexşerêya me ya herî girînge’
09:20 Piştî 10 salan beraet kir
09:19 Ji bo darazê bang kir: Em nûnerên hêviyê biparêzin
09:18 Bi çêkirina lihêfan debara xwe dikin