AMED – Rêvebirê TUAY-DER’ê Şafî Hayme ê 70 salî û ku di 11’ê Hezîranê de hatibû girtin, îro hat berdan.
Li Amedê di 9'ê Hezîranê de polîsan avêtibû ser malên endam û rêvebirên Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER). Di avêtina ser malan de rêvebirê TUAY-DER’ê Şafî Hayme ê 70 salî jî hatibû binçavkirin û di 11’ê Hezîranê de hatibû girtin.
Piştî îdianameya hatibû amadekirin ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin, dadgehê rewşa girtinê nirxand û Hayme berda. Bi vê biryarê re Hayme jî ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê derket.