AMED – Derket holê ku ji aliyê deyndêran ve hêcz hatiye ser hesabên Şaredariya Rezan. Ji bo ku ji deyndêrên xwe bireve, şaredariyê hemû neguhêzbarên xwe firot. Li gorî angaştê 5 milyon deynê diyarkirî yê şaredariyê heye.
Parastina şaredarê tayînkirî yê Şaredariya Rezan Huseyîn Beyoglû ku valakirina qaseyê û kirina bin deyn a şaredariyê red dike, yeko yeko pûç dibe. Derket holê ku deyndêran hêcz daniye ser hesab û neguhêzbarên ku nikarin ji cemaweriyê re bên terxankirin ên Şaredariya Rezan ku ji aliyê Beyoglû ku ji bo kişandina qrediya 160 milyon TL’yî 3 caran ji meclisa şaredariyê raye xwestibû ve tê birêvebirin. Li gorî angaştê 5 milyon TL deynê şaredariyê yê tê zanîn heye. Ji bo ku ji deyndêrên xwe bireve, şaredariyê hemû neguhêzbarên xwe firot.
JI BER DEYNA 3 DIKAN FIROTIYE
Hat hînbûn ku Beyoglû herî dawî 3 dikanên şaredariyê yên Sûka Peynirvanan firotine. Parêzer Soran Haldî Mizrrak ku xwest ji bo deynê muwekîlê xwe li gorî biryara 9’emîn Daîreya Îcrayê hêcz deyne ser neguhêzbarên şaredariyê hîn bû ku di Pergala Tapû û Qadastroyê (TAKBÎS) de tu nêguhêzbarekî şaredariyê tuneye.
5 KESAN HÊCZ DANÎNE SER HESABÊN ŞAREDARIYÊ
Yek ji kesên ku deynê wî li şaredariyê heye û deynê wî nehatiye razandin jî Huseyîn Nazli ye. Nazli ku ji ber derketina xwe ya ji kar doz li şaredariyê vekir, ji bo ku deynê xwe ji şaredariyê bigire hêcz danî ser hesabên banqa û PTT’ê yên şaredariyê. Lê ji ber ku beriya wî ji aliyê 4 kesan v e hêcz li ser hesaban hatiye danîn ew ket dora 5’emîn.