NAVENDA NÛÇEYAN – – Wê di navbera Erdogan, Pûtîn û Rûhanî de li ser Sûriyeyê civîneke sêalî bê lidarxistin.
Serokatiya Têkiliyê ya Serokkomariyê, ragihand ku wê civîna sêalî ya 6’emîn a Astanayê bi beşdariya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî bê lidarexistin. Hat ragihandin ku wê civînê bi rêbaza video konferansê pêk bê.
Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn; tê payîn ku di civînê de mijarên rojane yên Sûriyeyê bên nirxandin.